Min hesretê kûr ajot erd çiriya Ji başûr heta bakur Ji rojhilat heta rojava Ez ji Îsa pênc sal pîrtir Ji Muhemmed ciwantir im Di nav dêr û mizgeftê de Û ne li vir im Ne li wir im Ji çar hêlan çarmîxkirî Bi dilê xwe Bi mêjiyê xwe Bi piyê xwe Bi destê xwe Min dilê xwe kûr ajot Min mêjiyê xwe vekir Ji belayên taybetî re Ax ji bin piyê min herikî Min çermê xwe jixwekir Bi zanînê Bi dîtinê Bi bihîstinê Jiyan qaşûlê xwe jixwekir Çilmisî û hişk bû di cihê xwe de Min evînê kûr ajot Li dora dewlemendan digeriya Li dora heykelên bêdil û bêmêjî Leyla Bi şox û şengî ez wêran kirim Ez hiştim di vê çola bêbinî de .....