La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dastana Gilgamêş


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Amedê Date & Lieu : 2006-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 128
Traduction : ISBN : 97598532-5-6
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 3511Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dastana Gilgamêş

Dastana Gilgamêş

Deqqa sergihayî
(Deppên nînewa)

Deppê Yekem
Deqqa Babil-Asûrî
(Babiliya dawî)

Latika yekem:
1 - [Ew e, yê ku] her tişt dît [heta tixûbên] cîhanê.
2 - [Ew e, yê ku] [her tişt] nas kir û ji her tiştî [sûd girt].
3 - [...] bi hev re[....]
4 - [Seydayê] pendeyariyê ye. Di her tiştî de [zanyar bû].
5 - Razine nehînî dîtin û tiştine veşartî diyar kirin.
6 - Û nûçeyin, ji berî dema Tofanê (1) ji me re anîn.
7 - Bi rêwîtiyeke dirêj çû; westiya û tengav bû.
8 - Hemû (bûyer û serhatiyên) rêwîtiyên xwe, li ser ferşekî kevirî neqişandin.
9 - Beden, ji Oroka (2) asê re bilind kirin. (ava kirin.)
10 - Û perestgeha Iyana (3) ya pak, gencîneya pîroziyê (ava kir).
11 - Temaşe bike! Dîwarê wê yî derve mîna sifir diteyise (4).
12 - Temaşe bike! Dîwarê wê yê hindir, bê mînak e.
13 - Derîzaneyên wê bipelîne, ji mêj (hatine damezirandin).
14 - Xwe nêzîk bike. Iyana mala Îştarê (5) ye.
.....


Deham Ebdulfettah


Sala 1942'ê li gundekî bi navê 'Bellê', nêzî Amûdê çavên xwe li ronahiya cîhanê vekirin. Xwendina xwe heta lîseyê li xwendingehên parêzgeha Hesekê kiriye. Li Zanîngeha Helebê, beşa Ziman û Wêjeya Erebî, xwendina xwe bidawî kiriye. Nêzî 25 salan karmendî, weku mamosteyê Ziman û Wêjeya Erebî, kiriye. Nuha jî destê xwe ji karmendiyê kişandiye û xwe ji kar û barên Zimanê Kurdî re vala kiriye.

Destpêkê, çalakiyên xwe yên rewşenbîrî bi Zimanê Erebî dinivîsîn. Helbest û gotarên xwe di rojname û govarên Erebî de belav dikirin. Sala 1978'ê û di taya ezmûneke derûnî de li xwe hay bû û ev pirs ji xwe kir: Kesê ku tovê xwe di zeviya xelkê de biçîne, ji bilî poşmaniyê, gelo wê çi biçine?!

Wê hingê her tişt di mejiyê wî de hate guhertin. Berê pênûsa wî jî, di babelîska wê ezmûnê de hate guhertin. Nêzî 10 salên peyapey, xwe bi xwendin, danhev û hevberkirina ziman û rêzimana Kurdî westand. Di sala 1988’ê de dest bi nivîsîna bi zimanê xwe kir û hêj li ser wê rêbazê berdewam e.

Berhemên wî yên çapkirî:
1- Peyvînek bi Kurdekî re, helbest (bi erebî) wergerandin, Şam, 1989.
2- Li ber dergehên Laleş, helbest, Şam, 1990.
3- Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî, rexnegirî, Şam, 1992.
4- Hindek aloziyên zimanê kurdî, lêkolîn, Şam, 1993.
5- Di mûzîka helbestên kurdî de, têbînî û bersiv (bi erebî), Şam, 1995.
6- Rênivîsa zimanê kurdî, lêkolîn, weş. Kombenda Kawa, Beyrût, 1998.
7- Destana Gilgamêş (çapa yekem), Duhok, dezgeha Spîrêz, 2005.
8- Nav di zimanê kurdî de (çapa yekem), Duhok, dezgeha Spîrêz, 2006.
9- Cînav di zimanê kurdî de (çapa yekem), Wezareta Perwerde, Duhok, dezgeha Spîrêz, 2006.

Nuha jî pirtûkek bi nave "Kar (lêker) di zimanê kurdî de" di nav destên wî de ye, ew ê nêzîk de amade bibe.

Dastana Gilgamêş
-Na... ! Bihêle ku çavên min rojê bipelînin, ji ronahiya wê têr bibin...
-Tarî paş de direve ku ronî belav dibe.
-Bihêle bila yê ku ezmûna mirinê dîtiye baş li rojê binêre!..
Gilgamêş


Identité

Dastana Gilgamêş
Anonîm

Amadekirin û Wergerandin: Deham Ebdulfettah

Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 8
Mîtolojî : 1

Dastana Gilgamêş

Amadekirin û Wergerandin
Deham Ebdulfettah

Sererastkirin
Semra Ozbey
Serwet Denîz

Berg
Îrfan Karaca

Dîzgî û Dîzayna Bergê
Azad Zal

Çapxane
Berçem Matbaa

Çapa Yekemîn
2006 (Bi tîpên aramî - Duhok)

Çapa Duyemîn
Kewçêr 2006 - Stenbol

Edubba sosyal bilim bilgi iletişim merkezi
basın yayın reklamcılık eğitim sanayi ve ticaret limited şirketi

Huzurevleri Kalem sokak no: 32
Kayapınar / Diyarbakır
Tel/Fax: (0412) 237 43 16
Email: enstituamed@hotmail.com

ISBN
97598532-5-6


Pêşek

Li ser dîrok û pêşveçûna mirov û mirovahiyê gelek lêkolîn hatine kirin. Li gor gelek nêrîn û nêzikahiyan gelek tişt hatine gotin û nivîsîn. Îro jî her kes bawer dike ku mirovahî gihîştiye asta xwe ya herî bilind û di demên bê de wê hîn pêşve here. Wê derfet zêdetir bibin bi van derfetan re jiyan jî hêsantir bibe. Her roj nûçeyên nû tên bihîstin. Ji van nûçeyan tê fêmkirin ku mirov li dû temenekî hîn dirêjtir in. Bi awayekî zelal neyê gotin jî "mirov" dixwaze mirinê ji holê rake her her bijî. Wisa tê bawerkirin ku dê pêşveçûnên di qada tendirûstiye de ve derfetê bidin mirov. Hinek ji van pêşveçûnan ditirsin, hinek jî her wekî dê daxwaza wan pêk were û ji tirsa mirinê rizgar bibin şa dibin. Ev daxwaz dê pêk were an neye em ji nuha ve nizanin. Lê em dizanin ku tirsa mirinê û rizgarbûna ji vê tirsê ji bo mirovan pirsgirêka sereke bûye. Di vê rê de gelek hewldan pêk hatine. Gelek ciwamêr û ciwanik derketine vê rêwîtiyê.

Destana Gilgamêş jî yek ji çîroka van rêwitiyan e. Destaneke kevnare û bi nav û deng e. Dibe ku we xwîneran ev destan bi zimanê kurdî an jî bi zimanekî din xwendibe. Destan her çiqas wek berhema Sumeriyan bê zanîn jî, dibe ku beriya wan jî di nav hin gelan de hatibe gotin û Sumeriyan jî ji wan girtibe. Lê ji ber ku Sumeriyan cara pêşîn nivîs xebitandine, ev destan jî bi nivîskî ji aliyê wan ve hatiye tomarkirin.

Dîsa em dizanin ku bajarvaniyê bi Sumeriyan dest pê kiriye. Lê beriya pergala bajarvaniyê pergala gundîtiyê li dar bû. Vê pergalê jî li van çiya û derdorên ku em îro lê dijîn dest pê kiribû. Jixwe bermayiyên wan her roj bi awayekî zêdetir dertên holê û em jî dibin Şahidê vê yekê. Vê pergalê bi hezar salan ajot. Tê zanin ku gelek destan û çîrok bingeha xwe ji wê demê distînin. Lê bi awayekî taybet em nizanin ka çiqas bandor li ser destana Gilgamêş hiştine. Tevî vê yekê jî, ew berhema vê axê ye û em jî li ser vê axê dijîn. Wek bermahiyeke mirovahiyê dive em xwedî lê derkevin. Jixwe ji wê deme de hinek gelan ew wergerandin zimanê xwe û di nava çanda xwe de cih danê.

Tevî ku ev destan bere li Zimanê Kurdî hatiye wergerandin û çap bûye jî bi baweriya ku ev xebat bi rêkûpêktir e, me biryara çapkirinê da û vaye em digihînin ber destê we.

Enstîtuya Kurdî ya Amedê




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues