La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Wergirê p'ostê piling


Auteur :
Éditeur : Mala Qavkasiyê Date & Lieu : 2007-01-01, T'ibîlîsî
Préface : Pages : 300
Traduction : ISBN : 978-9941-400-02-05
Langue : KurdeFormat : 200x290 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 2799Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Wergirê p'ostê piling

Wergirê p'ostê piling

Şot'a R'ûst'avêlî

Destpêk

Wî, yê ku ev e'rş û e'zman bi h'unirê xwe sêwirand,
R'uh' û nefes da r'uh'bera, r'uh' li dinê wî xuliqand,
Da merivayê, diniyalikê bêqeyase h'ezar t'ewnî,
E'seyî kir nisla p'adşa xût mina xwe û wî r'engî.

T'ek te, Xuda, te sêwirand sirafet li her r'uh'berî,
Alîk'ar be, bide h'unur-cinê xirab bikim xwelt
Sur'a h'ibê tu bide min, h'eta mirinê qûlê wê bim,
Sivik ke tu vî gimê min, ta wê dinê xwe r'a bibim.

Şêrî, yê ku bejnê tê tîr û kevan, şûr û mert'al,
P'adşa e'gal, T'amara şexs, p'or'ê şebe bi s'ûrtê lal,
Nizam çawa qursax bikim bi beyît' bidim ez met'h'ê wê,
K'îjan bendê lê dinihêr'e t'irê qende li ser lêvê.

Hêsrê xûnê em bir'êj in, bidin met'h'ê T'amar p'adşê,
Boyî k'îjanê k'ilamêd nûr min sêwirandiye vê hewatê,
Bikim h'ubrê gola şebe, qamîşê ter'bikim qelem,
Li guhdara dil vejenim mina zerga tîra kelem.

T'eslîm kirin ku ez şêrkî bidim met'h'ê wê bi k'ubir,
Bijangê kêr', birû, kezî, lêvê sore xur'iya agir,
Diranê wê Mire sedef, cêrga dur'ê nebînayî,
Wê p'etle kin selê kevir, nerm kin demrê mîna zirî.

.....


Identité

Şot'a R'ûst'avêlî

Wergirê p'ostê piling

Mala Qavkasiyê

T'ibîlîsî

2007

UDC (...) 821353.1-13
...— 937

Our deep gratitude for financial support to the
European Foundation Horizon

Xudana pirojê: Nayîra Gêlaşvîlî

Bi k’urdî t’erceme kir: Cerdoê Esed

Berpirsiyar (rêdak’tor): K’eremê Anqosî

Neqşk’ar: Kotê Sûlabêrîzê

Ji desxeta t'ercmeçî ya ku bi alîfba k'urdiye kîrîlî (rûsî) hatibû nivîsarê
li ser alîfba k'urdiye latîniya t'eze hatiya guhastinê

ISBN: 978-9941-400-02-05




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues