La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Baxçeyê Zarokan (Stran û muzîka zarokan)


Auteur :
Éditeur : Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê Date & Lieu : 2008-01-01, Diyarbekir
Préface : | Pages : 128
Traduction : ISBN : 978-975-94847-4-3
Langue : KurdeFormat : 160x225 mm
Code FIKP : Jeu. Ku. 139Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Baxçeyê Zarokan (Stran û muzîka zarokan)

Baxçeyê zarokan (Stran û muzîka zarokan)

Serdema zarokî, destpêka hînbûna hemû tiştî ye. Li pêşberî dê û bavan, mamoste û perwerdekaran jîndarek birçî, birçiyê hemû tiştên derdora xwe heye. Bê westan meraq dike, pirs dike û bersîvan dixwaze. Her bersivek dibe wêneyek di serê wî/wê de û pirsek nû peyda dike. Ango li pêşberî me mêjiyek neprogramkirî heye û divê perwerdekarên zarokan çanda me, jiyana me ya civakî, sîstema jiyanê û çalakiyên însan bi gelek şêweyan (metodan) di mêjiyê zarokan da bi cî bikin û wan ji pêşerojê re amade bikin.
Di perwerdekirina zarokan da muzîk cihek sereke digre û di vî warî da rol û bandora muzîkê bi dehan car hatiye îspatkirin. Werçerxînên ku bi riya muzîkê di zarokan de peyda dibin çi ne?

- Berî her tiştî zarok fêrî bixwebawerbûnê dibin, lewra muzîk metodeke efektîv e û bi hêsanî şerma zarokan direvîne.
- Zarok bi riya muzîkê, ji hemû şêweyên perwerdekirinê hêsantir karin hestên dilê xwe yên hepiskirî derxînin derve.
- Bi aşkerakirina hestan, gevilên wan dertê meydanê û wêneyek zelaltir radixe pêş çavê perwerdekaran da ku ew karibin zarokan ber bi pêşerojek serketî ve bibin.
- Bi riya muzîkê zarok, karin hêsantir beşdarî xebatên civakî û yên hevpar bibin û di wê xebatê da karin keda xwe bibînin û bibin xwedî tecrûbe.
- Bi vê şêweyê fêrî bikaranîn û kontrolkirina dengê xwe dibin.
- Bi vê riyê gelek stranan hîn dibin û bi her stranekê re fêrî hin tiştan dibin.
- Bi riya muzîkê pirdengiyê nas dikin û jê hez dikin.
- Muzîk li ser tevgera zarokan bandoreke baş çêdike da ku karibin bi rîtm û pîvan bilivin, ango kontrola motorî pêş bixin.
- Muzîk gevilên afirandêriyê bi pêş dixe.
- Xusûsiyetên guhdarîkirinê pêş ve dibe, baldayînê xurt dike, riya lêhûrbûnê fêr dike.
- Zîrekiya mêjî pê vedibe û fam û ferasetê peyda dike.
- Komunîkasyona navbera însanan hêsantir dike.
- Komînîkasyona navbera kulturên dinyayê hêsantir dike.
- Alîkariya fêrbûna zimanek an jî hin zimanên din dike.
- Dilnermî û dilpakiyê xurt dike, li hember pirsgirêkan û çareseriya wan bêhnfirehî peyda dike, zarokan ji êrîşkariyê û karên bi xesar dûr dixe.
- Hestên neteweyî pêş va dibe û mecala nasîna kultura xwe, urf û adetên xwe peyda dike û hwd....


Identité

Aram Gernas
Baxçeyê zarokan (Stran û muzîka zarokan)

Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê
Weşanên şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê

Baxçeyê zarokan
(Stran û muzîka zarokan)
Nivîskar: Aram Gernas
Notasyon: Ferîd Nadhar û Enwer Qeredaxî
Îlustrasyon: Arîf Sevînç û Lennart Asp

Edîtor:
Li ser navê Komeleya nivîskarên kurd
Azad Zal

Sererastkirin:
Enstîtuya kurdî ya Amedê
Serwet Denîz

Berg û rûpelsazî: Azad Zal

Wêneyê bergê: Koroya zarokan a Şaredariya bajarê mezin

Çapa yekem: Stockholm – 2001
Çapa duyem: Diyarbekir – 2008

Çapxane:
Gün reklam film basın yayın tan. san. tic. ltd. şti.
Beşyol mahallesi
Akasya sokak 23 - A
Sefaköy Küçükçekmece – İstanbul
Tlf: (212)580 63 80

Têkilî:
Diyarbakir Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Turizm Müdürlügü
Tel / fax: 0412 223 49 42 / 0412 229 30 52
Web: www.diyarbakir.bel.tr

Mafê wêşanê paraztî ye
Ji dervî danasîne bê destûra nivîskar û weşanxaneyê bi tu awayî nayê kopikirin
Ji bo zarokên 6 salî heta 12 saliyan; stranên lîstikê, fêrbûnê, perwerdehiyê û welatheziyê

ISBN: 978-975-94847-4-3


Aram Gernas ji Farqinê ye. Xwendina xwe ya sereta, navîn û lîseyê li vî bajarî temamikîriye. Piştî xwendina Înstîtuya Perwerdehiyê dest bi karê mamosteyiyê kiriye. Di serdema cûntaya eskerî ya 12'ê îlona 191980'yî de gelek caran hatiye girtin û zêrandin. Di sala 1983’yan da wek penaberekî polîtîk derketiye derveyî welat û li Swêdê bi cih bûye. Li wê derê jî, digegel xebatên kurdperwerî, nivîskarî û redaktorî, ji nû ve dest bi xwendina Zanîngeha Mamostehiyê ya Bilind kiriye. Her weha piştî xwendina bilind dest bi karê mamostehiya kurdî kiriye. Digel karê mamostehiyê, bi salan karên redaktorî û nivîskaya kovarên Roja nû, Berbang, Çîra û rojnameya Dengê Azadî jî meşandiye.

Di gelek kovarên zindî yên Tirkiyê û welat de û di malperên înternetê de gelek nivîsarên wî derçûne. Ev 5 sal in ku vegeriyaye welat û li vê derê dijî. Xebatên wî yên nivîskariyê, her bi zimanê kurdî ne. Berhemên wî yên dederçûyî:
- Şervanê biçûk ê Vîetnamî (werger – kurteroman), weşanên Roja nû, 1988, Stockholm
- Zembîlfiroş (Pîyes-Drama), weşanên Roja nû, 1995, Stockholm
- Baxçê Zarokan 1 (Stran û muzîka zarokan), weşanên Apec, 1997, Stockholm
- Baxçê Zarokan 2 (Stran û muzîka zarokan), weşanên Spartryck, 2001, Stockholm
- Hemend (Çîrok), weşanên Spartryck 2001, Stockholm
- Romeo û Julîet (Werger, Pîyes-Drama), weşanên Helwest, 2002, Stockholm
- Bêrî (Werger – Belgeroman), weşanên Pêrî, 2002, Îstenbol
- Aliko och Sparvhöken (Werger bi Swêdî, romanek zarokan), weşanên Roja nû, 2005, Stockholm
- Toqa naletê ( Roman), weşanên Doz, 2007, Îstenbol




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues