Éditeur : Apec-Tryck | Date & Lieu : 1989-01-01, Stockholm |
Préface : | Pages : 48 |
Traduction : | ISBN : 91-87730-03-0 |
Langue : Kurde | Format : 130x205 mm |
Code FIKP : Liv. Ku. 6867 | Thème : Poésie |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Dal
Weşanxane û çapxana me weha bawer û hêvîdar e ku bi wergêr û çapkirina Dal bi tîpên latînî, dê karek hêja û berjewendiyek çak bigehêne xwendevanên Kurd. Û ji aliyek din ve jî ew dîwarê ku di nav herdu alfabeyên kurdî de hene, heger neye rakirin jî, kevirek jê dikeve. Dîwar qul dibe. Me, helbestên Şêrko ji kurmanciya jêrîn nekir kurmanciya jorîn; ji ber ku me nexwest orjînala wan xira an wenda bibe.
|
Identité | ||||
Şêrko Bêkes
Şêrko Bêkes, lawê Fayîk Bêkes e. Şêrko di sal 1940 î de li bajarê Silêmanîyê ji dayik bûye. Li wir lîseyê tewa kirîye. Bavê wî bi xwe helbestvanekî mezin e. Ew di warê edebî û perwerdekirina Şêrko de rolekê mezin û girîng lîstîye. Şêrko Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kirîye. Ta niha gelek berhemên hêja û giranbiha afirandîye. Pirtûkên wî yên ku hatine çapkirinê ev in: Tirîfey helbest, şî'r, 1968 Kejawey giryan, şî'r Kawey asinger - şanunamey şî'r, 1971 Min tînuyetîm be gir eşkê, şî'r, 1973 Asik - şanunamey şî'r, 1978 Kazîwe, şî'r, 1978 Dû sirûdî şêwî, şî'rî dirêj, 1980 Pîremêrd û zerya, wergîrawe le zimenî erebîyewe, romanî Hamingway, 1982 Rûbar, çîroke şî'r, 1984 Helo, şî'r be rangarbûnewe, 1985 Awêne biçkolekan, şî'r, 1986 Şêrko, bi awayek nûjen (modern) helbestên xwe dinivîse. Penklubba Swêdê, di sala 1987-an de Şêrko Bêkes hêjayê xelata Tucholsky dît. Şêrko, di sala 1987-an di 14 ê meha tebaxê de li Swêdê xelata Tucholsky wergirt. Serokwezîrê Swêdê Ingvar Carlsson bi xwe xelatê pêşkêşî Şêrko Bêkes kir. Bi xelatgirtina navnetewî, Şêrko Bêkes serê helbest û wêjeya (edebîyata) kurdî gelek bilnd kir. Û nav û dengê wêjaya kurdî gehêştan her aliyê cîhanê. Herweha helbest û wêjeya Kurdî kete pêvajokê nû û bilind. Şerko, niha jî li Swêdê ye û wekî penaberekî Kurd yê polîtîk li Swêdê dijî. |