Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 2005, İstanbul |
Préface : | Pages : 265 |
Traduction : | ISBN : 975-8637-85-1 |
Langue : Kurde | Format : 130x195 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 1185 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Min bêriya şevên spî kiriye "Keman dinale, keman dilûbîne. |
Identité | ||||
avesta | EDEBIYAT: 183 | 27
TOSINÊ REŞÎD di sala 1941ê de, li gundê Kurekend ji dayîk bûye. Ew gund li Armêniya, li navça êçmîazdîn bû. Runîştvanên gund gîşk kurdên êzdî bû. Ew heta klasa çaremîn li dibistana dixwîne, dû ra xwendina xwe li dibistana gundê cîran didomîne, ku gundê ermeniyan bû. Sala 1964an fakûlta fîzîk-matêmatîk ya Înstîtûta Yêrêvanê ya Pêdagiyê temam dike. Sala 1975an ew têza xwe doktorayê dinivîse û dibe doktorê zanyariya kîmyayê. Salên dirêj li Ûnivêrsîtêta Yêrêvanê û Înstîtûtên Akadêmiya Armêniya da karê zanyariyê dike û gelek gotarên zanyarî çap dike. Gotara wî ya yekemîn sala 1961ê li rojaname Riya Teze çap dibe. Ji salên 60emîn dest pê kirî gelek gotar, şiîr û çîrokên wî li rûpelê rojnama Riya Teze û bi radyoya Yêrêvanê tên belav kirin. Dor 12 salan gelek gotarên wî bi navê Ênsîklopêdiya Kurdî di radyoyê de dihatin belav kirin. Ew gotar ser dîrok, edebiyat û çanda kurdî bûn. Di wan da pirsên kurdayetiyê, yên rojane jî cihê xwe digirtin. Bin bandora şorişa li Başûrê Kurdistanê, Tosinê Reşîd bi çend hevalên xwe va sala 1963an li Yêrêvanê komela kurdan ava dike. Wê demê ew yekemîn komela netewî bî li seranser Yekîtiya Sovyetê. Dûwarojê, ji bo hişyarkirin û geşkirina hestên kurdayetê ew gelek caran diçe nav kurdên Gurcistanê, Qazaxistanê, Qirqizstanê. Ji sala 199an ve li Avstraliya dijî. Berhemên Tosinê Reşîd |