The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Were Dotmam - Şiîrên Hewarê


Editor : Avesta Date & Place : 1998, Istanbul
Preface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 91-88592-02-2
Language : KurdishFormat : 130x195 mm
FIKP's Code : Liv. Kl. 4086Theme : Poetry

Were Dotmam - Şiîrên Hewarê

Were Dotmam

Dotmam welê ye. Heta mirov xwe nas dikit emrê xwe xelas dikit. Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil zivis¬tan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne.

Herê Dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn. Em di destê jinên biyanî de, hon di bin rikanê mêrên nenas de.

Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.

Herê Dotmam were. xwe berde himbêza pismamê xwe. Ez ji te re, ji zivistana xwe a sar buhareke gam çêkim.

Were Dotmam. heyraniya pismam were, xwe di germiya dilê min ê ciwan ciwaniya min a kevn de bigermîne.

Were Dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.

Celadet Alî Bedirxan

 

NAVEROK

Ji dêla pêşgotinê
Lorî: Delaliya Zarowan / Emîn Alî Bedirxan / 7

BILÛRA MIN
Berdêlk / 11
Alê Kurdan / 12
Dawet e / 13
Tola Karwên / 15
Cehaba Daykê / 21
Bêriya Botan / 22
Were Dotmam / 30
Bilûra Min / 33

STÛNA ZAROWAN
Buhar/39
Tola Welêt / 40
Şeva We Xweş / 41

JI ROAVA ŞIÎRÊN BIJARTE
Loriya Şehîdan-Victor Hugo / 45
Strana Mirinê-Lamartine /47
Mirina Gurî-Alfred de Vigny / 50
DelaIiya Delalan-Charle Baudelaire / 57

LAVIJ
Lavij / 61
Lavijên Mîr Miheme / 71

LORÎ

DELALIYA ZAROWAN

1
Binve xweşiya dil û du çavan
Dadê ji te re her rû nigehban
Da zû tu mezin bibî Bedir-Xan
Binve kezeba min binve lo! lo!

2
Hişyar mebe, niho ne qenc e
Mehdik ji te re bizane genc e
Bê xew mebe paşiya wê renc e
Binve kezeba min binve lo! lo!

3
Xweşhal î wekî kevok û berxan
Fekrandina te melek jî heyran
Pak e neseba te dadê qurban
Binve kezeba min binve Io! lo!

4
Dewra felekê li ser me kîn e
Bextê me reş e, kezeb birîn e
Mesken ji me re niho nivîn e
Binve kezeba min binve lo! lo!

5
Ne mal û ne saxî û ne rahet
Talan kirine hemî ji mihnet
Dişwar e gelek belayê xurbet
Binve kezeba min binve lo!lo!

6
Çerxa fèlekê wekî nesîm e
Ho nabe xwedê gelek rehîm e
Rûja xweşiyê dibit kerîm e
Binve kezeba min binve lo! lo!

7
Hewqas tu mebêje ev çi hal e
Bê sebr mebe welê menale
Ewn û kerema Xwedê heval e
Binve kezeba min binve lo! lo!
Emîn Alî Bedir-Xan / Sparte 1906

Hawar, h. 5

AVESTA/ŞIÎR: 30/9
Rêza Celadet Alî Bedirxan: 3
Were Dotmam

Berhevkirin: Avesta
Edîtor: Abdullah Keskin
Berg: Kemal Gökhan Gürses
Wêneyê Bergê: Nûdem
Wêneyê Hundir: Ji Arşîva Konê Reş
Tîprêzî û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: Tîrmeh 1998
Çap: Gülen Ofset
Hejmar: Du hezar
Weşanên Avesta, 1998
AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÜZİK DAĞ. LTD. ŞTİ.
Asmalı Mescit Sok.
Şahin Han 35/403
BEYOĞLU/İSTANBUL
Tel-Faks: (0212) 251 71 39

Şiîrên di vê kitêbê de ji "Hawar"ê hatine berhevkirin...
(Hawar, Kovara Kurdî, Hejmar 1-9,

Wergerandin ji elfabeya erebî- farisî û ji nuh ve nivîsandin:
Mihemed Bekir,

Weşanxana Hawar, Swêd, 1987.
Hawar, Kurdish Journal, Nos: 24-57, Amadekar: Hemreş Reşo, Berlin, 1976.)
Her du şiîrên ku di van berhevokan de cih nagirin, "Tala Karwên" û "Ceheba Daykê",
ji Qamişlo Konê Reş, wergerandin alfabeya latînî û tevî kopyake
orijînalên wan ji me re bi rê kir.

Em ji hemûyan re spasdar in.
Me li bin şiîran hejmara kovarê a ku tê de çap bûne
û nîşeya dawiya şiîrê wek xwe nivîsand.
Ji bo şiîrên bê nav hatine çapkirin jî
"Bêîmze" hatiye nivîsand.

CELADET ALÎ BEDIRXAN : Di sala 1893'an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Neviyê Mîr Bedirxan Paşa ye. Dibistana yekemîn û a navîn Ii Stenbolê xwend. Di Şerê Cîhanê ê Yekemîn de di nav Artêşa Osmanî de li Eniya Kafkas dû. Piştî ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, ji bo yekîtiya eşîrên kurd pêk bîne xebitî, lê bi ser neket. Di sala 1922'an de tevî birayê xwe Kamiran Alî Bedirxan çû Almanya û li wir xwendina xwe domand. Di 1925'an de derbasî Rojhilata Navîn bû, piştî demekê li Kahîre ma çû Sûrî û li wir bi cih bû. Li binxetê bi Haco Axa û ronakbîrên din ên kurd re Xoybûn ava kirin. Di salên 30'an de dest bi xebatên kulturî kir. Berpirsiyar û xwediyê kovara Hawar û Ronahî bû. Elfaba kurdî bi latînî çêkir. Li ser gramera kurdî xebatên gelekî girîng kirin. Celadet Alî Bedirxan, di 15'e Tîrmeha 1951'ê de li Şamê ça ser dilovaniya xwe. Avesta, wê di pêşerojê de hemû berhemên Bedirxan kom bike û biweşîne. Piştî mirina wî bi 46 salan, em wî bi hurmet bi bîr tînin.

RÊZA CELADET ALÎ BEDIRXAN
-Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij, bi tirkî)
-De La Question Kurde/Kürt Sorunu Üzerine (Bi frensi û tirkî)
-Were Dotmam (Şiîrên Hawarê)
-Zilamek û Zimanek (Nivisên Hawarê)

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals