Siwarên Êşê
Mehînê bi hêsanî hefsar ji destê wî distand û mîna stêrika ku birije. wê xwe bi ser milê asmanên fireh de xwar dikir û dûr diçû. Ferzend û mehînê goristanên bêhejmar li dû xwe dihiştin, serdemên malwêraniyan ji bîr dikirin, bi hev re diçûn warê jînê, roj û şevên evînê. Ferzend kavil û demên xwînxwara û bêhna mirinê li paş xwe dihişt: Di wan şevên dirêj de, wî qesir di serê xwe de xweştir dikir, rengareng dikir, wek bûkekê dixemiland, bi destê wê digirt, dibir bal xwe û ew li kêleka xwe li ser ciyan dirêj dikir. Ew dibû Ferhadê evîndar, ji Şîrîna xwe re qesrek berz ji dax-waziyan saz dikir, ew dibû Mêm û bi agirê nava xwe şevên hovîtiyê dikirin rojên hêviyê û govendên rindiyê. Paşê, wî xwe berdida hundirê wê û xwe di dalan û eywanên pir de bi kêfxweşiya mest û aşiqan winda dikir.
NAVEROK
SIWARÊN ÊŞÊ / 7
BAŞOKE / 25
QESRA XEWNAN / 35
ROJEK WEK ROJÊN DIN / 48
DERIYÊ VEKIRÎ / 60
HAVÎNA SEYDO / 74
TEVGEREKE BÊRÛMET / 85
ÇEND WÊNE JI JIYANEKE PÎS / 93
SERÊ KU HERDEM JI BÎR DIKIR / 104
SIWARÊN ÊŞÊ
NOVEL
Fawaz Husên
WEŞANÊN WELAT
1994
Weşan: 11
SIWARÊN ÊŞÊ
Çapa yekem
©Fawaz Husên
Pergala berg û rûpelan: WW
Wêneya berga pêşîn: Edvard Munch
Çap: Li derveyî welêt
ISBN: 91-97 21 97 -0-3
Fawaz Husên di 1953an de li Kurdo, nêzîkî Amûdê çêbûye. Ji sala 1978an heta 1992an li Parîsê maye. Li xwendegeha Sorbonnê xwendina xwe ya bilind kiriye û di sala 1988an de li ser ziman û ferhenga fransî doktora xwe girtiye. Û ji sala 1993an û vir de li Swêdê dimîne. Siwarên Êşê pirtûka wî ya pêşîn e.