The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Landika hesta, belbest - 1


Author : Şepal Hêvo
Editor : Compte d'auteur Date & Place : 2010, Qamişlo
Preface : Şevgerê KurdîPages : 86
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 135x200 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 5872Theme : Poetry

Landika hesta, belbest - 1

Landika hesta, belbest - 1

Şepal Hêvo

Compt d’auteur

Ala sipî

Dema min ramûsanek
Ji dêmên te revand
Herû çavên min
Peyva (na)
Ji ser lêvên te dizîn
Û buhara sînga te
Ala sipî ji bo min hilda.

Alan Hesen


Naverok

Ala sipî - Alım Hesen / 9
Pirs - Ardelan / 10
Amade me - Egîd Tahir / 11
Rengî - Fixan / 13
Lêborîn - ? / 14
Toşî - Jiyan Şêxo / 15
Çima - Kurdyar / 17
Mêvan bimine - Memo / 18
Hem lê neme - Mizgîn Qamişlo / 19
Xanê min - Narîn Metini / 21
Rêwiyo - Pêl Îbrahîm / 22
Ne ew e - Roder / 23
Şahiyê - Rizgar Alûcî / 25
Yarê - Sîpan Xelîl / 26
Sûnd - Şevgerê Kurdî / 27
Cejin - Alan Hesen / 28
Dergehê dil - Ardelan / 29
Neynik - Egîd Tahir / 31
Pêlên xewna - Fîxan / 32
Qamişlo  - ? / 33
Bingeha jînê - Jiyan Şêxo / 35
Bîranîna te - Kurdyar / 36
Bi tirse - Memo / 37
Kenê gir? - Mizgîn Qamişlo / 39
Şeva tarî - Narîn Metînî / 40
Vegere - Pêl Îbrahîm / 41
Gulistana min - Roder / 43
Ji te hes dikim - Rizgar Alûcî / 44
Jîn - Sîpan Xelîl / 45
Bes e - Şevgerê Kurdî / 47
Bêrîvana min - Alan Hesen / 48
Bê çar - Ardelan / 49
Pêşgotin - Egîd Tahir / 50
Buhara helbesta - Fîxan / 51
Xefk - ? / 53
Raz - Jiyan Şêxo / 54
Digerim - Kurdyar / 55
Nervîn - Memo / 57
Yazdanê dîl - Mizgîn Qamişlo / 58
Diyarî - Narîn Metînî / 59
Nav - Pêl Îbrahîm / 61
Aferî - Roder / 62
Girî - Rizgar Alûcî / 63
Evîna te - Sîpan Xelîl / 65
Ramûsan - Şevgerê Kurdî / 66
Jiyanê - Alan Hesen / 67
Warê dîna - Ardelan / 69
Tu çi ye - Egîd Tahir / 70
Êşa te - Fîxan / 71
Helbest  - ? / 72
Westiyam - Jiyan Şêxo / 73
Bê jiyanim - Kurdyar / 74
Asoyên dûr - Memo / 75
Hisret - Mizgîn Qamişlo / 76
Çavên te - Narîn Metinî / 77
Hêviyên şeva - Pêl Îbrahîm / 78
Çi bêjim - Roder / 79
Xewnek - Rizgar Alûcî / 80
Hestên şewitî - Sîpan Xelîl / 81
Şermînoka min - Şevgerê Kurdî / 82


PÊŞGOTIN

Dema dest dirêj kirin!
xewna û xwestin ku hêviya ji
xortaniyê bi revînin û ciwaniyê bê
viyan bin gor bikin.

Piştî ku xwîn û xwêdan tev li hev bû
li ser dergehên girtî ji lêdanê û destên
me man vala û bê silav hatin
xapandin.

Pêwîst bû ku Landika hesta bê
amadekirin û zemînê dibin lingên ku li
ser sînorên gora sekinî mane û dibin
lingên lerizîde bihejîne

Pêwîst bû ku em leylanan nêçîr bikin
û rastiyê jê parzûn bikin diva bû ku
aso bibe
kaxezek dibin pênûsa ramanên
ciwanan de.

Bi hêvî û evin û viyan ciwan li hev
civiyan û paşe roj li hev pîroz kirin û
di nava pelên landika hesta de dîlana
helbestvana germ kirin.

Bê civan û bi zelalî dibin siya bîr û
baweriyê de xewnên xwe hûnandin.

Bi hêz hebûn ji himêzeke westiyayî

û pîr bûyî revandin û tovên ramanan
di nava axa payîz xêrekê de bi hêvî
bê sînor bê tirs çandin.

Perdên reş tev qetandin û rastiya xwe
ji bin cilikên gemar û kevnar e
derxistin û

li ber roka hebûn raxistin û bi yek
qêrînê gotin êdî em hew bi tinebûnê
razî dibin êdî win nikarin tûjbûna
pênûsên me ko bikin.

Me gelek şev di Landika rojhelatê
de lorandin û gelek sitêr û çiraxên bi
ronî riwê xwe ji me guhertin.

Me bi xwêdanê û hêsir û xwînê
nivîsand û kaniyên helbesta me
parzûn kirin ta em karibin bi
Landika hesta qêrîn bikin.

Çimkî gelek cara bi roka tûj re baran

dibare û gelek cara bi kenê ji dil re
rondik dibare lê hemî cara û hemî
dema ji pênûsa ciwana hêvî dibare.

Şevgerê Kurdî
û
Alan Hesen


Şepal Hêvo

Landika hesta, belbest – 1

Compt d’auteur

Compt d’auteur
Landika hesta
Helbest
(1)

Navnîşan: Landika hesta
Derhiner: Şepal Hêvo
Wêneyên matîv: Bengîn Xelîl
Nexşandina qapê: Hemada Selîm
Sipas ji bo Ebdula Hewas

Ev berhem ji bo alîkariya
nexweşên Pencşêr (Seretan)



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals