The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pênc k'têbêd Mûsa - Tawret


Editor : Compte d'auteur Date & Place : 2010, Moskva
Preface : Pages : 464
Traduction : ISBN : 978-593943-157-6
Language : KurdishFormat : 130x200 mm
FIKP's Code : Liv. Ku.Theme : Religion

Pênc k'têbêd Mûsa - Tawret
Versions

Pênc k'têbêd Mûsa - Tawret [Kurdî, Moskva, 2010]

Pênc k'têbêd Mûsa - T'awret [Kurdî, Moskva, 2010]


Pênc k'têbêd Mûsa - T'awret

Înstîtûta welger'andina k'itêba Pîroz

Compte d'auteur


Peymanaf Kevin, k'itêba Destpêbûnêda destpêdike. Eva kitêba pêșin e, ji her pênc k'itêbêd Mûsa, (bi îbranîf 'Torah' tê gotinê, awa gotî 'Șîret' yan 'Qanûn'). Navê k'têba Destpêbûnê bi îbranî 'Bêrêșît'e, awa gotî 'Destpêbûn', yan 'Sêrîda', lê bi yûnanî 'Gênêsîs' e, 'Pêșdahatin' yan 'Çêbûn'. Vê k'itêbêda bona pêșdahatina t'opa dinê, e'rdê, mêriv û  cime'ta Îsraêlf tê gotinê. Vê k'itêba Destpêbûnêda, Xwedê ye serê sera. Destpêbûna k'itêbêda serê 1-11-a bona wê yekê tê gotinê, wekî çawa bi xebera Xwedê t'emamîya dinyayê ...


Serecem


Pêșgotin / 7

Destpêbûn / 9
Derk'etin / 121
Qanûna K'ahîntîyê / 212
Jimar / 277
Qanûna Ducarî / 365

Ferhengok / 448


PÊȘGOTINA HER PÊNC K'ITÊBÊD MÛSA

Xwendevanêd delal! Cara e'wlin e ku ev her pênc k'itêbêd Mûsa destê weda ye, k'îjan ku dik'evine nava p'arêd Bîblîyayê. Ev k'itêb bi zaravê kurmancîya k'urdî hatîye welger'andinê. Bîblîya k'itêba k'itêba ye, k'itêba here hêja ye û gelek tê xwendinê. Cihû, musulman û mesîhî van her pênc k'itêbêd Mûsa qebûl dikin çawa k'itêbêd pîroz.

Her merivê li ser t'opa dinîyayê, k'îjan qulbîda ku dimîne, çi miletî yan xweyê çi h'ebandinê be, wî di k'e ve ku vê k'itêbê bi zimanê xwe bixûne. Bîblîya caba wan pirsa dide, k'îjana ku timê serê cime'tê êșandine, mesele/ em ji ku bûne, em çima dijîn, çima dinyayêda haqas xirabî heye, pey mirinêr'a çi tê serê mêriv.

Bîblîya t'evayîya xweva șêst șeù k'itêb in, kîjan ku bi destê gelê nivîsk'ara navbera gelek sala da hatine nivîsarê. Ev k'itêbana derheqa serhatîyêd ji destpêbûna dinyayêda girtî h'eta qurna yekêye pey bûyîna Îsar'a dibêje. Bîblîya li ser du p'ara p'arevedibe.

Peymana Nû, k'îjan ku der heqa bûyîn, kirêd Îsa û peyçûyêd wî, usa jî derheqa pêșdaçûyîna civîna e'wlin berbiç'ev dike.
Peymana Kevin nav xweda dite'milîne her pênc k'itêbêd Mûsa, usa jî k'itêbêd p'êxembera û hilbesta. Her pênc k'itêbêd Mûsa ne t'enê yêd e'wlin in, lê usa jî yêd e'sasî ne, bona t'emamîya K'itêba Pîroz. Ew bona pêșdahatina dinê, însên, pêșdahatina gunah, heleqetîya Xwedê û însên dibêje.

Her pênc k'itêbêd Mûsa ji têkista îbranîye kevin, awa gotî ji têkista Masorêtî bi zimanê k'urdî hatîye welger'andinê. Cî-cîya tiștê ji têkistê dûrk'etî șirovekirinêda tê e'yankirinê. Xilazîya k'itêbê: ferhengok û xêrîte heye.

Înstîtûta welger'andina bîblîyayê r'azîbûna xwe dide welger'a, serr'astkira usa jî h'emûyêd ku t'evî k'arê hazirkirin û xebata çapkirina her pênc k'itêba bûne.

Înstîtûta welger'andina K'itêba Pîroz, Moskva



Destpêbûn

Pêșgotin


Peymanaf Kevin, k'itêba Destpêbûnêda destpêdike. Eva kitêba pêșin e, ji her pênc k'itêbêd Mûsa, (bi îbranîf 'Torah' tê gotinê, awa gotî 'Șîret' yan 'Qanûn'). Navê k'têba Destpêbûnê bi îbranî 'Bêrêșît'e, awa gotî 'Destpêbûn', yan 'Sêrîda', lê bi yûnanî 'Gênêsîs' e, 'Pêșdahatin' yan 'Çêbûn'. Vê k'itêbêda bona pêșdahatina t'opa dinê, e'rdê, mêriv û cime'ta Îsraêlf tê gotinê. Vê k'itêba Destpêbûnêda, Xwedê ye serê sera. Destpêbûna k'itêbêda serê 1-11-a bona wê yekê tê gotinê, wekî çawa bi xebera Xwedê t'emamîya dinyayê tê e'frandinê. Meznayiya Xwedê ne tenê vêda ye, lê Xwedê wan merivêd xweye xuliqandî jî pey wê yekêr'a nahêle, gava ew dûrî Xwedê di k'evin, gune dikin, Xwedê dîsa bona wan xem dike. T'emamîya serhatîya dinyayêye mayîne vê k'itêbêda ew heleqetî ye, ya ku nava Xwedê û merivayêda diqewime. Peyr'a ji serê 12-50-î bona wan meriva dibêje, k'îjana ku Xwedê bona xwe dibijêre, wekî zur'etêd wan bibine cime'ta wî. Li na va serhatîya Birahîm, Îshaq, Aqûb û her donzdeh kur'êd Aqûbda, Xwedê wanr'a soz dide, wekî zur'etêd wanê bê h'esab bin û li e'rdê war bin, k'îjanar'a ku Xwedê soz da. Pê wan h'emû miletê bêne bimbarekkirinê. R'aste, ew ne merivne k'amil bûne, em Destpêbûnêda bona kêmasîyêd wan û kirinêd wane neqenc dixûnin. Lê dîsa Xwedê gazî wan dikir ku guhdarîya wî bikin. Nexș û stîla k'itêba Destpêbûnê cûr'e-cûr'e ye, hew dinhêr'î deng-be'sê bona șayê ye, hew dinihêr'î...


Înstîtûta welger'andina k'itêba Pîroz

Pênc k'têbêd Mûsa - T'awret

Compte d'auteur


Compte d'auteur
Pênc k'têbêd Mûsa (T'awret)
Înstîtûta welger'andina k'itêba Pîroz

Moskva
2010

Pênc k'têbêd Mûsa
Destpêbûn, Derk'etin, Qanûna K'ahîntîyê
Jimar, Qanûna ducarî

Bona welger'andina k'urdiya kurmancî

Bi vê navnîșê binivîsin bișînin:
ibt_inform@.ibt.org.ru

Horace Knowles © The British & Foreign Bible Society, 1954, 1967, 1972
ISBN 978-593943-157-6
© Înstîtût pêrêvoda Bîblîn, Moskva, 2010



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals