The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sê k'itêbêd ji Peymana Kevin


Editor : Compte d'auteur Date & Place : 2009, Moskva
Preface : Pages : 110
Traduction : ISBN : 978-5-93943-135-4
Language : KurdishFormat : 150x210 mm
FIKP's Code : Liv. Ku.Theme : Religion

Sê k'itêbêd ji Peymana Kevin
Versions

Sê k'itêbêd ji Peymana Kevin [Kurdî, Moskva, 2009]

Sê k'itêbêd ji Peymana Kevin [Kurdî, Moskva, 2009]


Sê k'itêbêd ji Peymana Kevin

Înstîtûta Welger'andina K'itêba Pîroz

Compte d'auteur


Serhatîya R'ût' 1100 sal berî bûyîna Îsa qe-wimîye, wî çaxî hê p'adșa serwêrtî Îsraêlê nedikirin. Ev serhatîya e'dile berdil, bona xweyîe'sila çawa ç'e'vkanîya avêye ku ber'îya bêwada e'mir dida merivêd gunek'ar.2 Ev serhatî li ser qîzke Mowabîye cahil hatiye nivîsarê. Mowab Dewleteke r'ex Îsraêlê bû. Pey mirina mêrê xweyî cihûr'a, R'ût' dide k'ifșê ku çiqasî dilê wê xasîya wê Hahomîyêva girêdayû bû. R'ût' miletê cihûya qebûl dike çawa miletê xwe û Xudanê wan qebûl dike çawa Xûdanê xwe. Qencî û berbihêrîya R'ût'ê ji alîyê Xûdanda nayê bîrkirinê. Serxwebûn û xîretâ wê Bowazê pismamê wêva jî e'yan dibe...


Serecem

Sernivîsar / 9

K'itêba R'ût' / 13
K'itêba Ester / 39
K'itêba Ûnis / 93


SERNIVÎSAR

Mesîhiyêda nivîsara pîroze miletê cihûyar'a tê gotinê Peymana Kevin. Peymana Kevin t'emamîya xweva 39 kitêb in, k'îjan ku bi destê gelek nivîsk'ara hatine nivîsarê. Gelek ji van k'itêba bi zimanê cihûtîya berê hatine nivîsarê. Hineke p'arêd k'têba Peymana Kevin sê h'ezar sala zêdetir in ku hatine nivîsarê. Peymana Kevinda hene k'itêbêd dîrok û qanûnê, hilbesta, șîretêd merivêd serwext û p'êxembertîyêd ku têne serî. Evana haqasî cûr'e-cûr'e bûn, lê fikirêd wan h'emûyan jî ser nêtekê bû, awa gorî bona heleqetîya Xwedêye t'evî miletê cihû. Meremê Wî ew bû, ku ew duayê xwe ser h'emû miletada bibarîne k'îjan ku wî bawar bikin û guhdarîya wî bikin.

Ji van kitêba, sê k'itêbêd Peymana kevin, cara pêșin bi zimanê k'urdîya kurmancî, alîyê Înstîtûta welger'andina Bîblîyayêda hatine welger'andinê. Evana cûr'ê qewimandina nivîsara cihûyaye pîroze kevin berbiç'e'v dikin. Ev her sê k'itêb nava xweda sê demêd bașqeye dîroka cihûya didine k'ifșê, ji qur'na 11-da h'eta qur'na 5-a berî bûyîna Îsa. Ev welger'andin ji kanîya e'sasî hatîye hildanê, awa gotî t'evî tek'sta Îbranî hatîye r'ûbarîhevkirinê.

Em vê yekêda guman in, ku xwendevanêd k'urd, vê k'itêbêda ne ku wê t'enê dîroka serhatîyêd h'eyre-h'ujmek'ar bibînin, lê belê usa jî wê r'astîya Xwedêye hindava mêrivda bih'esin.

Înstîtût r'azîbûna xwe dide welger' û serr'astkirêd van k'itêba.

Xebatk'arêd Înstîtûta Welger'andina K'itêba Pîroz



K'itêba R'ût'

Pêșgotin


Serhatîya R'ût' 1100 sal berî bûyîna Îsa qe-wimîye, wî çaxî hê p'adșa serwêrtî Îsraêlê nedikirin. Ev serhatîya e'dile berdil, bona xweyîe'sila çawa ç'e'vkanîya avêye ku ber'îya bêwada e'mir dida merivêd gunek'ar.2 Ev serhatî li ser qîzke Mowabîye cahil hatiye nivîsarê. Mowab Dewleteke r'ex Îsraêlê bû. Pey mirina mêrê xweyî cihûr'a, R'ût' dide k'ifșê ku çiqasî dilê wê xasîya wê Hahomîyêva girêdayû bû. R'ût' miletê cihûya qebûl dike çawa miletê xwe û Xudanê wan qebûl dike çawa Xûdanê xwe. Qencî û berbihêrîya R'ût'ê ji alîyê Xûdanda nayê bîrkirinê. Serxwebûn û xîretâ wê Bowazê pismamê wêva jî e'yan dibe...



Înstîtûta welger'andina K'itêba Pîroz

Sê k'itêbêd ji Peymana Kevin

Compte d'auteur

Compte d'auteur
Sê k'itêbêd ji Peymana Kevin
Înstîtûta welger'andina K'itêba Pîroz

Moskva
2009

Sê k'itêbêd ji Peymana Kevin
R'ût', Ester, Ûnis
Bi zaravê k'ur'dîya-kurmancî

Bona p'irsêd xwe bi vê navnîșê binivîsin:
ibt_inform@ibt.org.ru

ISBN 978-5-93943-135-4
© Înstîtûta Welger'andina K'itêba Pîroz
Mosk'va, 2009



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals