The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hunerê tabloyên Şerefnamê


Editor : Jîna Nû Date & Place : 1991, Balinge-Sweden
Preface : Pages : 152
Traduction : ISBN : 9188054-047
Language : KurdishFormat : 135x195 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 6990Theme : General

Hunerê tabloyên Şerefnamê

Hunerê Tabloyên Şerefnamê

Abdulreqîb Yûsuf

Jîna Nû


Mebesta me ew nîne, ku di vê nivîsê de behsa kitêba Şerefnamê bikin û bêjin; eva han, di sedsalên borî yên me de, girîngtirîn berhem e di warê dîroka Kurdan de û heta niha ew haöye wergerandin zimanê Tirkî, Erebî, Rûsî, Elmanî û Kurdî Lê, em dixwazin di vê maqalê de behsa wê nusxa Şerefnamê ya ku bi destxeta pîroz a Şerefxanê Bedlîsî bi xwe hatiye nivîsandin û her weha wê wêne hunerîya ku di wê nusxê de ye, bikin. Armanca min a serekî bi destxistina vê nusxê, bû ku di Kitêbxana Bodleian a Oxfordê; di bin reqema 312'an de bû, bi taybetî wêne hunerîya ku tê de bû. Min wergirt, da em bikarin aliyê wê yê hunerî bikolin ...


Naverok


Daxuyanîya Weşanxanê / 9
Hunerê Tabloyên Şerefnamê / 11
Tartxa Dawî ya Nivîsandina Şerefnarnê / 18
Destxeta Nusxayê / 19
Nusxa Şerefnamê ya Yekemîn / 21
Tabloyên Şerefnamê / 26
Ev Tabloyên Han Karê Kê ne? / 40
Tablo û Rîya Hunermendîya Hunermendê wan / 45
Tabloya Yekem - Menzereke Nêçîrê li Hekaiîyê / 49
Tabloya Diduyan - Dagirkirina Kela Dêzê / 52
Tabloya Sisîyan - Amediyê / 56
Tabloya Çaran - Dibistaneke Nexweşxanê û Bizîşkîyê li Amediyê / 59
Dêmena Duduyan : Lîstika Qaşwanê / 62
Tabloya Pêncan - Cizîra Botan û "Mem û Zîn" / 64
Tabloya Şeşan - Meclisa Mîrê Botan / 70
Tabloya Heftan - Kela Hesenkêfê / 72
Tabloya Heştan - Bajarê Hesenkêfê / 73
Tabloya Nehan - Kela Egilê (Gêl) / 74
Tabloya Dehan - Cardin Egil / 77
Tabloya Yanzdehan - Bajarê Hîzanê / 79
Problemeke Avasazîyê / 80
Tabloya Donzdehan - Hîzan / 84
Tabloya Sêzdehan - Nexweşîya Demargirîyê (Esabî-Sinîr) Çareserkirina Wê Ya bi Dua / 88
Tabloya Çardehan - Abloqa Kela Bedlîsê ji Alîyê Akkoyunluyan ve / 90
Tabloya Panzdehan - Meclisa Şerefxanê Bedlîsî / 94
Tabloya Şanzdehan - Şah Tehmasb li Bajarê Xelatê / 99
Tabloya Hevdehan (Beşa Yekem) - Sultan Osman / 103
Tabloya Hevdehan - Beşa Diduyan / 105
Tabloya Hejdehan - Şerê Edkneyê / 109
Tabloya Nozdehan - Sultan Mehmed Fatih û Stenbol / 111
Tabloya Bîstan - Şerê Çaldiranê / 114
Perawêz / 118


DAXUYANİYA WEŞANXANÊ


Ev pirtûk ji lêkolîneka du beş a Abdulreqîb Yûsuf pêk tê. Beşê pêşîn ê lêkolînê di kovara Rewşenbîrî newe, hejmarên 116 û 117'an a sala 1988'an de hatiye girtin. Beşê duduyan ê lêkolînê berê nehatiye çapkirin. Wergera wê ya ji zaravê Soranî ji alî Elîşêr hatiye kirin.

Nivîskarê lêkolînê bi xwe li hember awayê reş û spî yê tabloyan ev lêkolîn amade kiriye. Tabloyên rengîn ji alî weşanxana me ji Biblioteka Bodleian a Oxfordê hatine stendin.

Loma jî di hin ciyan de li ser binavkirina rengên tabloyan hin şaşîtî ji bal nivîskar hatinc kirin. Me carna vê yekê di nav parantêzan de rast kiriye, lê hin caran jî me qet dest nedaye wan. Loma di tespîtkirina rengan de divê xwendevan tabloyan esas bigrin.

Jîna Nû



Hunerê tabloyên șerefname

Mebesta me ew nîne, ku di vê nivîsê de behsa kitêba Şerefnamê bikin û bêjin; eva han, di sedsalên borî yên me de, girîngtirîn berhem e di warê dîroka Kurdan de û heta niha ew haöye wergerandin zimanê Tirkî, Erebî, Rûsî, Elmanî û Kurdî Lê, em dixwazin di vê maqalê de behsa wê nusxa Şerefnamê ya ku bi destxeta pîroz a Şerefxanê Bedlîsî bi xwe hatiye nivîsandin û her weha wê wêne hunerîya ku di wê nusxê de ye, bikin. Armanca min a serekî bi destxistina vê nusxê, bû ku di Kitêbxana Bodleian a Oxfordê; di bin reqema 312'an de bû, bi taybetî wêne hunerîya ku tê de bû. Min wergirt, da em bikarin aliyê wê yê hunerî bikolin û heta hinek alî û milên taybeti yên hunerê Kurdî tê de bibînin û bikin kevirekî ji bo danîna hîmê nivîsandina dîroka hunerê Kurdî. Bi kêmasî ev panzdeh sal in, ku ez li ser vê mijara hêja difikirîm, heta babetên wan wênên li Kurdistanê û di nav wan kitêbên bi destnivîsî de, yên ji alîyên hunermendên xelkê Kurdistanê ve hatine çêkirin, vêca êdî çi yên qirnê navendî yan yên piştî wan bin. Ji ber vê yekê pêwîst e, heta wênên li ser kevir, dar û madenan jî hatine kolan, em bixine ber pençê lêkolînê. Encama van karan dikarin bibin pêkanîna hîmê hunerê Kurdî.

.....

 


Abdulreqîb Yûsuf

Hunerê Tabloyên Şerefnamê

Jîna Nû


Weşanên Jîna Nû: 24
Beşê hunerî: 1
Hunerê Tabloyên Şerefnamê
Abdulreqîb Yûsuf
Wergêr: Elîşêr

Çapa Yekem
Tebax 1991

© Hemû mafên tabloyên di vê pirtûkê de parastî ne.
Bê îzna Jîna Nû li tu derê bi tu awayî nikarin bên çap kirin.

Jîna Nû Förlaget
Box:30
740 22 Balinge-Sweden

JN Weşanên Jîna nû

Postgiro: 503799-9

ISBN: 9188054-047



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals