Die schmerzhafte Liebe
Evîna keserkûr
Yılmaz Erdoğan
Ararat
Yılmaz Erdogan wurde 1967 in Hakkari (Türkisch - Kurdistan ) geboren. Er ging nach Istanbulum Arcliitektur zu studieren, wurde aber Theaterschauspieler. Als Autor und Schauspieler arbeitete er in verschiedenen Theatergruppen. Später schrieb er Kommentare für die prokurdische Tageszeitung "Özgür Gündem", Sketchs und Theaterstücke für private türkische Fernsehsender. Er ist bekannt für seine tragisch - komischen Stücke, die das Drama der in der Türkei lebenden Völker darstellen.
Êvareke germ a havîna 1993-an e. Bayê sivik ê derya jî nikare pelên daran bilivîne. Dinya gcrm û aram e. Piştî wexteke gelekî dirêj û gelek salan, ev cara duwemîn e ku ez têm Turkiyê. Em li îzmîrê ne. Piştî 17 salan, ev cara yekemîn e ku ez li vî bajarê xweş ê deryayê me. îzmîr, bajarê vekirî û ronahiyê, bi bûlwarên xwe yên fireh, mîmariya xwe ya balkêş û bi bedewiya xwe, bajarekî tîpîk ê Derya Spî ye... Ez tî me, bajêr, qult bi qult, dadiqultînim.
Di êvara germ a îzmîrê de, tevî gelek nas ...
"BI TÎBÛNA ZIMANÊ MIN Ê ZIKMAKÎ..."
Êvareke germ a havîna 1993-an e. Bayê sivik ê derya jî nikare pelên daran bilivîne. Dinya gcrm û aram e. Piştî wexteke gelekî dirêj û gelek salan, ev cara duwemîn e ku ez têm Turkiyê. Em li îzmîrê ne. Piştî 17 salan, ev cara yekemîn e ku ez li vî bajarê xweş ê deryayê me. îzmîr, bajarê vekirî û ronahiyê, bi bûlwarên xwe yên fireh, mîmariya xwe ya balkêş û bi bedewiya xwe, bajarekî tîpîk ê Derya Spî ye... Ez tî me, bajêr, qult bi qult, dadiqultînim.
Di êvara germ a îzmîrê de, tevî gelek nas, dost û hevalan, em ê li muzîkala ku Yilmaz Erdogan nivisiye û tê de dilîze, „Kadmlik Bizde Kalsin", temaşe bikin. Bi qasî saetekê beri destpêka muzîkalê, em li ber tiyatroya vekirî ya îzmîrê ne. Ez ê Yilmaz Erdogan, xortê ku ji aliyê din ê Turkiyê, ji welatê kurdan hatiye û di cîhana hunermendî ya Turkiyê de êdî dibe nav, bibînim. Yilmaz tê, ew dikene, çavên wê dikenin. Ew bi tirkîyeke pir xweş û lihevhatî, ku pirî caran kurd nikarin, dipeyive. Em dest bi sohbcta xwe dikin. Piştî bîskekê, sohbeta me diqulipe ser zimanê kurdî û em bi kurdî dewam dikin. Heta destpêka lîstikê, em bi hev re, bi tirkî-kurdî, dipeyivin. Heta çend deqîqe beri destpêkê jî, em dipeyivin. Berî ku ew ji me veqete, ew kitaba xwe ku nû weşiyaye, Sevismeler" îmze dike û dide min. Di kitabê de, beşekî ji muzîkala ku ew ê bilîze jî heye: „Sevîm Taşan Benim" (Setvîm Taşan Ez im). Gava Yilmaz ji me vediqete, ez jî rûpelên kitabê vedikim. Kitab ji kurte-çîrokan û du perçe piyesan hatiye pê. Lê belê, tiştê ku pêşîn bala min dikişîne, ew çend rêzên ku wî ji bo min di rûpela pêşîn de, tevî îmza xwe, nivisîne, ne. Piştî destpêkeke gelekî germ ku wî ji bo min nivisiye, wî ev rêz gotine: „bi tîbûna zimanê min ê zikmaki..."
Bi tîbûna zimanê min ê zikmakî...
Wê êvarê, ez, tîbûyî, li milekî, pir bi kêfxweşî, li muzîkalê dinihêrim. Li milekî jî, ez li gotinên xortê Heqarê ku li hember min, li ser şanoyê, lîstikeke xweş tîne pê, difikirim. Ez li wan gotinên ku min jî, berî bihîst salan, beri ku min dest bi nivisîna kurdî kir, digotin û hîs dikirim, difikirim. Ez li wan gotinên basîd, lê manetijî ku êdî bûne qedera ronakbîrên gelekî belengaz û tenê, difikirim.
Dotira rojê, hinekî li dervayî bajêr, di restoraneke xweş a oteleke xweş û hûnik de, ez, Yilmaz û dostekî min ku li îzmîrê dijî, bi hev re, rûdinin û sohbet dikin. Hemû danê êvarê, em sohbet dikin. Diyar e ku wî bi zanîn ew gotin ji bo min nivisîne. Lê dîsan jî, ez gotinê tînim ser wan rêzan. Ew li ber xwe dikeve û bi xemgînî dibêje: ez dikarim çi bikim? Ez zimanê xwe yê maderî, kurdî, kêm-zêde, dipeyivim, lê ez nikarim xwe, bi zimanê xwe, mîna entelektuelekî, îfade bikim û ez nikarim bi zimanê xwe binivîsim..." Ew li çavên min dinihêre û dîsan bi xemgînî „kurdî ewçend ji min bi dûr ket! Yan jî ez bervajiyê wê bibêjim, ez ewçend ji kurdî bi dûr ketime ku veger pir zehmet e û gotina vê yekê bi serê xwe kambaxiyeke mezin e" dibêje û gotina xwe dewam dike: „Ez çi bikim? Ez jî xwe bi tirkî îfade dikim. Ez bi deng û pejnên kurdî hîs dikim, bi kurdî-tirkî dijîm û bi tirkî difikirim û dinivîsim..."
Ev rewşa hanê ya ecêb, di esasê xwe de, rewşeke giştî ye ku hema çi bigire hemû ronakbîrên kurdên Turkiyê tê de ne. Gelê kurd, ronakbîrên kurd nikarin bi zimanê xwe bixwînin, binivîsînin û zimanê xwe di xebatên xwe yên hunerî, edebî, çandî û ronakbîrî de bi kar bînin. Ji ber ku zimanê wan li wan qedexe büye, dewlet rê û fersende nade wan ku ew xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Li Turkiyê, zimanê kurdî, bi qanûn û qayideyên gelekî qehîm û misoger, hatiye qedexe kirin. Meriv dikare bi kurdî bipeyive. Lê rê li kurdî hatiye girtin ku ew bibe zimanê perwerdeyî, wesan, xwendin û nivisînê. (Di van rojên dawîn de, Parlamentoya Turkiyê qanûneke nû ya radyo û telewîzyonan derxist. Di wê qanûnê de jî, dîsan, pir vekirî, hate diyar kirin ku zimanê weşanan tirkî ye...) Siyaseta ku Turkiye li dijî kurdan û pirsa kurdî dimeşîne, ne karê aqilan e. Ev siyaset, bi her awayî, vajî ye. Heta beri niha bi çend salan, bi awayekî resmî, hebûna kurdan û zimanê kurdî jî, nedihate qebûl kirin. Kurd mîna tirk û zimanê kurdî jî mîna „zaravayeke xirabûyî ya tirfcT dihate dîtin. Lê belê, bi xîret û daxwazên Turgut Özal, serekkomarê Turkiyê, ku par wefat kir, ev siyaseta bêmantiq û vajî, hinekî, ji cîhê xwe leqiya. Bi alîkariya xebat û têkoşînên kurdan jî, îro êdî gerînendeyên dewletê jî hebûna kurdan qebûl dikin û li huwiyeta wan mukir tên. Lê belê hê jî, dewlet kurdan mîna kurd û hemwelatiyê Komara Turkiyê ku xwediyê hemû mafên xwe yên însanî, demokratik û neteweyî ne, qebûl nake. Dewlet hê jî, kêm-zêde weha dibêje; em huwiyeta kurdî, bi awayekî resmî binasin û pêdiviyên vê yekê bi cîh bînin, rê bidin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî û wesanan, em radyo û telewîzyonên kurdî vekin û tiştên mîna van li dar xînin, hingî em ê rê li perçebûna Komara Turkiye vekin..."
Turkiye welatekî balkêş e, ecêb e, Turkiye gelekî bala xwe dide Bosnayê û her, mîna dîtina resmî, dixwaze ku Bosna-Hersek piralî, pirçandî û pirzimanî bimîne. Ew ji Bulgaristanê daxwaz dike ku dewleta Bulgaristanê navê turkan û cîh û waren wan neguherîne, mafên wan ên însanî û neteweyî bide. Ew hertim behsa turkên Kibrisê dike û dibêje ku turkên Kibrisê jî, bi qasî rûmên Kibrisê, xwedî maf in û divê welê be. Ew bala xwe dide ser turkên Yewnanistanê û hertim Yewnanistanê protesto dike ku dewleta yewnanî turkan diperçiqîne û mafên wan ên ziman û dîn nade wan. Ma kî dikare li hember van dîtin û awirên ku li pey mafên gel û neteweyên bindest û perçiqî ne, raweste? Ev dîtin û awir rast in. Lê belê, mixabin, ji aliyê din, gava gotin tê ser Turkiyê bi xwe û kurdên Turkiyê, hing dîtin û awirê dewletê, bi carekê, diguhere. Ji bo dervayî xwe, Turkiye dikeve pey heq û hiqûqan, lê ne ji bo xwe û kurdên xwe. Turkiye li hember kurdên hemwelatiyên xwe, bi siyaseteke gelekî tunt, hişk û ji toleransê bi dûr, şixulên ku ne şuxilên aqil û mantiq in, bi rê dbdne. Ew, ji bo Turkiye, dibêje, „welatekî, zimanekî û neteweyekî..." û ne tiştekî din. Ew di vê siyaseta xwe ya „turkizasyonê" de israr dike, - digel ku tu feyda vê siyasetê ji kesî re nebûye û nabe.
Ji ber vê yekê ye ku ji sala 1923-an û vir ve, ronakbîrên kurdên Turkiyê, keser û tîbûna Yilmaz Erdogan, her, hîs dikin û dijîn. Eger meriv çend îstîsnayên mîna Musa Anter ku bi kurdî difikiri û dinivisî û par li bajarê heri mezin ê kurdan Diyarbekirê, di şeveke tarî de, li kuçeyekê, di wî umrê xwe yê kal de hate kuştin, li aliyekî dayne, hema çi bigire hemû ronakbîrên kurdan bi zimanê tirkî difikirin û dinivîsin. Zimanê tirkî, mîna ronakbîrên turkan, bûye zimanê kulturî û ronakbîrî yê kurdan jî. Ew jî êdî xwe bi zimanê tirkî îfade dikin. Lê tevî jan û kesera xwe ya bêpayan... Ronakbîrên kurd serpêhatîyên xwe, welat û civata xwe û zimanê xwe jî vediguhezînin zimanê tirkî û pê dinivîsin. Ew zimanê tirkî bi bedewî û dewlemendiyên zimanê kurdî dineqişînin, ji ber rewşa wan a taybetî, ew di zimanê tirkî de, awirekî têkoşer û muxalîf a edebî û çandî tînin pê, zimanan tevî hev dikin, ziman û ûslibên gelekî balkêş, rengîn û dewlemend ê vegotin û nivisînê ava dikin. Ji mêj ve ye, li Turkiyê edebiyateke weha ku ez qal dikimê tê pê. Nivîskarên ku bi reh û rêçên xwe kurd in, lê bi tirkî dinivîsin, mîna Yaşar Kemal, Ahmed Arîf, Enver Gökçe, Yilmaz Güney, Kemal Burkay, Cemal Süreya û hwd. riyên taybetî yên nivisîn û vegotinê peyda kirine û edebiyateke taybetî anîne pê. Nivîskarên vê celebê yên nifşên nû ku bi her awayî, îro, kêmaniya zimanê kurdî hîs dikin û pê gelekî xemgir dibin, mîna Seyît Alp, Esma Ocak, Yilmaz Odabaşi, Hicrî Izgören, Cemşîd Bender, Aydin Alp, Haydar Işik, Ali Biçer, Şûkrii Bilgiç, Cemşid Mar, Günay Aslan, Suzan Samanci û gelekên din ku ez nikarim li vir qalê bikim, li ser riya ku nifşên kevn ava kirine, bi ûslibeke taybetî ya herdu zimanan, kurdi-tirki, edebiyateke gelekî balkêş, îro, lînin pê. Ev gotinên hanê ku nivîskarê xort Muhsîn Kizilkaya ji bo kitabeke xwe kiriye sernivîs, ez bawer im, gelekî li vî nifşê nû tê: „Ez hê jî nikarim bi zimanê diya xwe bipeyivim..."
Bê şik e ku ev nivîskar û şahîrên hanê ku di eslê xwe de kurd in, lê bi tirkî dinivîsînin, edebiyata Turkiyê gelekî dewlemend dikin û rengên jîndar, xweş, balkêş direşînin serê. Lê belê, her cara ku çavên min bi wan rêzên kesertijî yên Yilmaz Erdogan dikevin, bivênevê, ez weha difikirim; eger van nivîskar û şahîran bikaribûna bi zimanê xwe yê zikmakî jî binivîsanda, eger ew ji vê coş û hizûra bêpayan bêpar nemana, ma hingî wan ê, tevî edebiyata kurdî, edebiyata li Turkiyê hin dewlemendtir, jîndartir û rengîntir nekirina?
Yilmaz Erdogan ji, yek ji nivîskarên vî nifşê nû ye ku ez qal dikimê. Mîna yên din, Yilmaz jî her jîr, jêhatî, xebatkar û bi tiştên cihê yên çandî mijûl e. Ji bo telewîzyonên taybetî, ew skeçan dinivîse, §anogerî dike û di lîstikên xwe de dilîze, ji bo grûbeke navdar a tiyatroyê, şanoyan dinivîse, alîkarî li lîstina wan dike û kurte-çîrokan dinivîse.
Kurte-çîrokên wî, pirî caran, li welatê wî yê bav û kalan derbas dibin û jiyana trajîk a kurdî, bi mîzaheke gelekî lihevhatî, salix didin. Herwekî ku xwendevan ê di van perçeyên tiyatroyê yên Yilmaz de jî bibîne, ew xwediyê ûslibeke xas e. Tiştên ku ew vedibêje û salix dide, di esasê xwe de, gelekî hazîn û dramatîk in. Lê vegotin û ûsliba wî gelekî mîzahî ye. Ew bi mîzahê, heye ku meriv bikaribe bibêje, bi mîzaha reş û tarî, dinivîse. Welê dixuye ku adeta mîzahê ya xurt a hemû Rojhelata Navînê gelekî tesîr li Yilmaz Erdogan kiriye. Bêguman mîzah ku pirî caran riya vegotinê ya civatên bindest, paştemayî û girtî ye, dikare gelekî tesîr civatê bike. Ev herdu perç'eyên ku niha tên weşandin, di esasê xwe de li ser kitekitên biçûk ên jiyana trajî-komîk a civata Turkiyê ava bûne. Evana kitekitên welê ne ku dikarin bi serê herkesê ku li Turkiyê dijîn de, werin. Lê ev kitekit dikarin bi ûsliba vegotinê ya ku Yilmaz ji bo xwe helbijartiye, bibin hêz û quweteke huneri û civakî jî. Di wê êvara germ a havîna îzmîrê de, ez şahîdê vê yekê bûm.
Wê şevê min, bi heyecana salan, li vî xortê ku ji Haqariya jibîrbûyî hatiye, xwe ji deverên ku li edebiyata klasîk a kurdî xwedîtî kiriye, bi hemû Turkiyê gîhandiye, temaşe kir. Û li milekî jî carina min li rûpela pêşîn a kitaba wî nihêri û ew rêzên ku wî bi destnivîsa xwe nivisîbûn, mêze kirin û weha fikirîm: „Çima ev tîbûna kambax? Çima ev tîbûn ji holê ranabe?"
Gulan-1994
Mehmed Uzun