Dergûșa nasnameyê
Haydar Diljen
Azad J. Erdem
Remzî Kerîm
Mahmûd Lewendî
Skolverket
Ev pirtûk ji bo sagirden sinifên 8-9 û liseyê ye û ji pênc babatên bingehin pek hatiye: Edebiyat, dîrok, sirgûnî, dîn û cografyaya Kurdîstanê. Ev babet li ser temayan hatine dabeșkirin. Me ev naverok li gor plan û programên dersa zirnanê zikmakî yên li Swêdê û pêwistiya sagirdên kurd destnîșan kir.
Armanca vê pirtûkê ya sereke xurtkirina nasnameya sagirdên kurd e. Li Swedê bi alikariya dewletê amadekirina pirtûkên kurdî yên dersê di destpêka salên 80ê de dest pê kir. Pirtûka yekem, di sala 1984ê de bi nave "Em Bixwinin" derket. Piști vê pirtûkê dîsa bi alikariya dewletê bi dehan pirtûkên din hatin çapkirin. Lê ev cara yekem e,ku pênc beșên bingehîn di pirtûkekê de tên nivîsîn. Ev yek bê sedem ...
Naverok
Bîranînên ji Kurdîstanê / 9
Bîranîna min a herî baș / 11
Demeke bê destpêk û bê dawî / 13
Her teyrek bi refê xwe re / 15
Li ser kaniya gûndê me / 16
Hesreta cizmeyan / 17
Sirgûn û penaberiya kurdan / 18
Zoyî, ji Hewlêrê bo Vîrgînyayê / 21
Sînor / 24
Zimanê kurdî / 26
Zaravayên zimanê kurdî / 27
Alfabeyên kurdî / 28
Qedexe ye / 30
Kulîlkên qedexe / 31
Jenosida zimanê Kurdî / 32
Kurdî ji bo min nasname ye / 33
Ez ne tirk bûm, ne kurdeke temam / 34
Çima / 34
Min xwe wek tirk didît / 35
Çîroka min / 35
Xewna min / 36
Kurdên Anadolê / 37
Çend stranên kurdên Anadolê / 38
Gera peyvan / 39
Edebiyata Kurdî / 40
Edebiyata Kurdî ya kevin / 42
Melaye Cizîrî / 42
Feqiye Teyran / 44
Ehmedê Xanî / 47
Melaye Bateyî / 50
Siyahpûș / 52
Hin helbestvanên kevin ên din / 52
Pirên di navbera edebiyata kevin û nû de / 53
Cegerxwîn / 54
Tîrêj / 56
Sebrî Botanî / 58
Osman Sebrî / 59
Edebiyata Kurdî ya nû / 61
Erebê Șemo / 62
Evdirehman Mizûrî / 64
Keça Kurd / 65
Rojen Barnas / 67
Hesenê Metê / 69
Helîm Yusiv / 71
Bavê Nazê / 73
Ehmed Huseynî / 76
Hin nivîskaren din / 78
Edebiyata kurdî yan na? / 78
Selîm Berekat / 79
Yasar Kemal / 80
Ji edebiyata devkî / 81
Mem û Zîn / 83
Siyabend û Xecê / 88
Çirok / 90
Astrîd Lîndgren / 92
Lawê pîrê / 93
Di dersa kurdî de xebata taybetî / 99
Hevpeyivîn / 102
Dibistana bavê min / 103
Name / 107
Nameyên șexsi / 107
Nameyên fermî / 107
Delaliya min / 108
Çend hevok li ser dîroka nameyê / 109
Teknolojiya ragihandinê / 110
Dibistana Kurdî / 112
Hin termên komputerê / 113
Newroz / 114
Ala Kurdî / 118
Ey Reqîb / 121
Dîn û baweriyên li Kurdîstanê / 122
Mozayika baweriyan / 122
Islam / 124
Șia 125
Elewî / 125
Ehlî Heq / 127
Ezidîtî / 128
Xiristiyanî / 130
Yahûdîtî / 131
Dergûșa șaristaniyê / 133
Dîrok / 141
Kurd u Kurdistan / 142
Dewletên Kurdî / 144
Dewleta Medya / 145
Heredot / 147
Zerdușt û Avesta / 147
Di bîraninên Georges Perrot de Kurd û Med / 148
Kardoxî / 150
Kardox û welatê kardoxan / 150
Dewletên kurdan di serdema muslimantiyê de / 153
Dewleta Hesnewî / 154
Dewleta Sedadî / 154
Dewleta Merwanî / 154
Kurd û vîkîng pergî hev tên / 156
Selaheddînê Eyûbî / 158
Di serdema osmaniyan de rewșa kurdan / 160
Peymana Qesrî Șîrîn 160
Mîrîtiyên kurdan / 162
Mîrîtiya Erdelan / 162
Mîrîtiya Behdinan / 163
Mîrîtiya Soran / 164
Mîrîtiya Baban / 165
Serefxanê Bedlîsî / 166
Mîrîtiya Hekarî / 167
Mîrîtiya Botan / 168
Pesnê Mîrê Botan / 169
Mîr Bedirxan / 170
Mîqdat Mîdhet Bedirxan û rojnameya Kurdîstan / 171
Balerîna kurd Leyla Bedirxan / 172
Șêx Ubeydullahê Nehrî / 173
Peymanên Sewr û Lozanê / 174
Șêx Mehmûdê Berzencî û Hukumeta Bașûrê Kurdîstanê / 175
Pûla Kurdî / 176
Șêx Seîd û serîhildana kurdan / 177
Dêrsim û Seyid Riza / 179
Qoçgirî / 179
Nameya Seyid Riza / 180
Komara Kurdistanê 1946-Mehabad / 181
Mela Mistefa Barzanî / 183
Qasimlo / 184
Li Kurdîstana Bakur șerê cekdarî / 184
Helebce / 185
Anfal / 185
Îlana Dewleta Federal a Kurdlstanê / 186
Hilbijartin li Kurdistanê, 1992 / 187
Me du bav li cîkî binax nekirine! / 189
Silêman Aleksander Knutas / 192
Cografya Kurdîstanê / 195
Kurdîstan / 196
Sinoren Kurdîstane / 196
Bajarên Kurdîstanê / 197
Nifûs / 198
Çiya / 199
Çem û golên Kurdîstanê / 200
Çandinî, bendav / 201
GAP / 202
Heywan / 203
Maden-Petrol-Avhewa / 204
Muzika kurdî / 206
Ez kevok im / 207
Qismet - Çaye berbena / 208
Derdê hewiye / 209
Welatê me Kurdîstan e - Sinanê Kiriv / 210
Yilmaz Guney / 212
Salname / 214
Tofana Nûh / 216
Ez kî me / 217
Çavkanî / 218
PÊȘGOTIN
Ev pirtûk ji bo sagirden sinifên 8-9 û liseyê ye û ji pênc babatên bingehin pek hatiye: Edebiyat, dîrok, sirgûnî, dîn û cografyaya Kurdîstanê. Ev babet li ser temayan hatine dabeșkirin. Me ev naverok li gor plan û programên dersa zirnanê zikmakî yên li
Swêdê û pêwistiya sagirdên kurd destnîșan kir.
Armanca vê pirtûkê ya sereke xurtkirina nasnameya sagirdên kurd e.
Li Swedê bi alikariya dewletê amadekirina pirtûkên kurdî yên dersê di destpêka salên 80ê de dest pê kir. Pirtûka yekem, di sala 1984ê de bi nave "Em Bixwinin" derket. Piști vê pirtûkê dîsa bi alikariya dewletê bi dehan pirtûkên din hatin çapkirin. Lê ev cara yekem e,ku pênc beșên bingehîn di pirtûkekê de tên nivîsîn. Ev yek bê sedem ku em van babetan bi awayeki pir bi giști binivîsin. Wek ku tê zanîn, ev babet her yek bi xwe dikare bibe mijara çend pirtûkan. Lewma me nikaribû em bi awayekî berfireh li ser mijarên ku peywendî bi van babetan ve hebûn, binivisin. Ku me bi wî awayî binivisanda dê rûpelên vê pirtûkê pir zedetir bibûna. Pirtûkeke bi cend sed rûpelî jî ji bo perwerdeyê ne bikêrhatî ye.
Ev pirtûk berhema xebateka kolektif e. Di bin serpereștiya Dayreya Karûbarên Dibistanan ya Swede (Skolverket) de, me çar mamosteyên kurdî ev pirtûk amade kir. Her yekî ji me beșa xwe amede kir, șûnde me piraniya nivisan bi hev re xwend û li ser wan munaqese kir. Di munaqeșeyên xwe de me metoda hevuduîqnakirinê bi kar ani. Wek her mirovî, em her yek xwediye aliyên pir pêșketî û yên hindik pêșketî ne. Di pevajoya amadekirina vê pirtûkê de me aliyen xwe yên pêșketî yên ku bi kêrî vê xebatê tên civandin ser hev û derxistin peș. Ev plrtuk berhema helwesteka weha ye. Me piraniya biryaren xwe bi yekdengî girtin. Lê biryarên ku me bi dengên piraniya grûbê dane ji hene.
Di warê zimên de, me tecrûbe û pêșketina nivîsîna kurdî ya bi tipên latînî ya van 60-70 salên dawî li ber çav girt. Qasi ku ji me hat me zimanekî sivik ê ku îro tê peyivîn bi kar ani.
Di warê pedaqoji û teknika perwerdeyê de me riya ku di pevajoya fêrbûnê de berpirsiyarî û rola sagirdan zedetir dike, da ber xwe; ku sagird bi xwe bifikire, xebata xwe plan bike, li gor plana xwe li zanyariyan bigere, wan bibine û jê fikrekê biafirine û peșkêșî heval, malbat û mamosteyên xwe bike. Wek tê zanîn, dibistan cihe hînbûna fikirînê ye, ne ku bi tenê yê jiberkirina fakta ye. Me pirs yan ji xebatên li ser babetan li gor vê rastiyê amade kirin.
Ziman bi riyên bikaranina pirali geș dibe. Diyalog yek ji van riyên girîng e. Sagird di pevajoya xebatê de, dema ku ve pirtûke bi kar tine, bi heval û malbata xwe û bi kurdên din re di diyalogê de ye. Di vê diyalogê de kurdî bi kar tîne. Û bi vî rengî Kurdîya șagird bi pêș dikeve, geș dibe.
Mamosteyên kurdî, bi șagirdên xwe re, li gor rewșa șagirdan ya piralî, dikarin hin babetan hilbijêrin û li ser wan bi giranî rawestin. Helbet șagirdên kurd dive li ser hemû baweriyên li Kurdîstanê xwedî zanyarî bin. Lê șagirdên kurd yên êzidî dikarin pirtir li ser êzidîtiyê, yên elewî li ser elewîtiyê û yên sunî jî li ser sunîtiyê rawestin û taybetmendiyên van baweriyan hîn bibin, bi malbatên xwe û kurdên din re hevpeyivinan bikin.
Me edebiyata kurdî kir se beș: 1. Edebiyata kevin, 2. Pirên di navbera kevin û nû de, 3. Edebiyata kurdî ya nû. Me ji bo her beșî, wek nimune, berhemên çend niviskar yan ji șairan hilbijartin.
Bê gûman edebiyata kurdî ji berhemên edebî yên hemû zaravayên kurdî pek tê, lê ne mumkin bû ku di ve pirtûkê de me cîh bida edebiyata kurdî ya bi hemû zaravayan. Di edebiyata kurmancî de ji me nikaribû ku em cih bidin hemû niviskar û șaîran. Ji xwe ev pirtûk di destê pêșî de ji bo șagirdên kurmanciaxêv e. Ku șagird, mamoste û malbat bixwazin dikarin li ser berhemên niviskarên ku me cih nedayê jî rawestin.
Di beșa zimên de agehdariyên giști yên li ser zimanê kurdî û rewșa wî ya îro hene. Herweha li ser peywendiyên ziman û nasnameyê û rojên pêș yên zimanê kurdî hatiye rawestandin.
Alaya kurdan, Ey Reqib û Newroz, wek nirxên neteweyî, di pirtûkê de cihekî girîng digirin.
Tevî ku gelek aliyên dîroka kurdan hîn ne zelal in û tevî ku "dîroknasên" dagirkeran dîroka kurdan veșartine yan ji guherandine; me li gor serkaniyên heyî hewl da ku dimeneke giștî ya dîroka kurdan raxin ber çavan. Armanca me ew bû ku em bikaribin bûyer û salên girîng ên dîroka kurdan a dîroka têkoșîna xweragirtine, bêyî detay a komentar, pêșkêș bikin.
Cografya Kurdîstanê ne li gor sînorên îro, lê wek cografya welatekî yekpare hatiye amade kirin.
Embawer dikin, ev cara yekem e, ku di pirtûkeke dersê de mirov cih dide hemû baweriyên li Kurdîstanê. Mirov çiqas li ser baweriyên cihe bibin xwedi zanyariyên berfireh û rast, dê ewqas li hember hev bi tolerans bin. Lewma, wek babatên din, ev babet jî dikare bi xebata mamoste û șagirdên dersa kurdî bê berfireh kirin.
Me di hin babetan de cih da nivisên ciwanên kurd. Nimûne: Serpêhatiyên ji Kurdîstanê, ziman û nasname.
Sirgûnî û koça kurdan ya ji Kurdîstanê jî babeteke din e, ku di ve pirtûkê de bi xalên giștî me cih daye.
Bêyî van babetan me cih daye hin babetên din jî, wek hevpeyivîn, name, muzika kurdî, kurdên Sovyeta kevin, salname, Keștiya Nûh, teknolojiya ragihandinê (IT), çîrok, nivîsîna karê taybetî.
Ev pirtûk bi naverok, metod û forma xwe pirtûkêke nû ye. Wê kemasiyên wê hebin. Rexne û pêșniyarên șagird, mamoste û dêûbavan wê ji bo pirtûkên din girîng bin.
Me ji babetên ku di vê pirtûkê de cih dayê, îskeletek ava kir. Yên ku xwîn û rih bidin vê iskeletê sagird û mamosteyên zimanê kurdî ne.
Ji bo finansekirin û amadekirina vê pirtûkê em spasiya rayedarên Dayreya Karûbarên Dibistanan ya Swedê -Skolverket- û bi taybetî musteșar Mai Beijerê dikin.
Stockholm, gulan-2002
Haydar Diljen
Azad J. Erdem
Remzî Kerîm
Mahmûd Lewendî
Bîranîna min a herî baș
Ez, diya min, xușka min a biçûk, xaltiya min û zarokên wê em li balafirgeha Stenbolê peya bûn. Dunya ji germa dikeliya. Em piștî rêwîtiya direj pir westiyayî bûn. Bi ser de jî germa Stenbolê em di xwêdanê de hiștibûn. Me tiștên xwe kirin erebê û ber bi mala merivên xwe bi rê ketin. Sev bû. Derdor bas nedixuya. Lê ji roniya elektirikan xuyabû ku Stenbol bajarekî mezin bu.
Min Stenbol gelek caran di fîlman de dîtibû. Lê îcar ez bi xwe çûbûm Stenbolê û min dixwest li herderên wê bigerim. Ez û zarokên xaltiya xwe em sibehê derdiketin evarê dihatin malê. Em li cihên Stenbolê geriyan. Stenbol bajareki pir xweș bû.
Pistî ku çar rojên me li Stenbolê qediyan me berê xwe da Kurdistanê. Belê Kurdistan, welatê min, bihușta vê dunyayê. Bi rêwîtiya xwe ya Kurdistanê ez hem pir kêfxweș bûm, hem jî bi taswas û fikar bûm. Zû de bû ku min merivên xwe nedîtibûn. Ez pir bi heyecan bûm.
Em li balafira ku wê em bibirana Diyarbekirê siwar bûn. Ez u kecxaltiya xwe Emîne em li tenîșta hev rûniștin û me ji ber heyecanê dest bi girî kir.
Li derdora saet dehan em Li balafirgeha Diyarbekirê daketin. Diyarbekir ji Stenbolê germtir bû. Min bi hiskî bi destê Emînê girt û nexwest ku berdim. Min li vî welatê ku di dil û mêjiyê min de bû û min hesreta wî dikisand, xwe bi tenê his dikir. Pêlên posmaniyê dile min dagir kir. Oy Xwedêyo, ma ew çi êș bû ku di serê min de peyda bûbû!
Em li otobusekê siwar bûn û çûn salona rêwiyan ya balafirqehê. Merivên me yên ku hatibûn pêșiya me li wir li hêviya me bûn. Ez pir bi heyecan bûm. Min di pencereya otobusê re li derve mêze kir, bêyî gîhayê hisk tistek nedixuya. Min xwe bi xwe got, "Xwedeyo, ma bê gihayê hisk li vi welatî tistek tune!"
Otobusê hedî hêdî em gihandin ber salona balafirgehê. Dema ku em gihan ba merivên me, min gelek șerm kir! Ez bi carekê de bûm keçeke șermok û kovî. 13 sal bûn ku min ew nedîtibûn. Dema ku me ew li cih hiștin û em derketin derveyî welêt ez zarokeke bicûk bûm. Niha ez bûbûm keceka mest û mezin. Çawa me yê hevdu nas bikira. Em pir nêzi wan bûn. Min hingê qedera cend saniyan awirên xwe li ser wan gerandin, min dapira xwe û gelekên din nas kirin. Min ji zû de ew nedîtibûn, lê disa ji rûyê wan wek sopa birineka sewatê di dil û serê min de cih girtibû. Me hevudu hembêz kir, xêrhatin da hev, pașê me tiștên xwe kirin ...
Haydar Diljen
Azad J. Erdem
Remzî Kerîm
Mahmûd Lewendî
Dergûșa Nasnameyê
Skolverket
Skolverket
Dergûșa Nasnameyê
Haydar Diljen
Azad J. Erdem
Remzî Kerîm
Mahmûd Lewendî
Skolverket
Dergûșa Nasnameye / Identitetsvagga
Kurdîsk larobok for ar 8-9 och gymnasieskolan
Denna bok ar utvecklad inom Skolverkets
utvecklingsarbete for Iarornedel for
undervisning i nordKurdîska.
Ansvariga har varit erfarna modersrnalslarare och
lnnehallet ger underlag for att na rnalen for
kursplanerna i arnnet modersrnal
ar 8-9 och gymnasiet.
Förtsttere / Ntvtsker:
Haydar Diljen, Azad J. Erdem,
Remzî Kerîm, Mahmûd Lewendî
Projektansvarig vid Skolverket/
Berpirsiyara projeye:
Mai Beijer
Copyright*
Författarna och Skolverket /
Niviskar û Skolverket
ISBN:91-89314-94-8
Omslags bild / wêneyê berga pêșî.*
Kurdîska gymnasieelever /
șagirdên kurd yên lîseyê (foto: H. Diljen)
Layout*
Mahmûd Lewendî
This book was compiled by a group
of experienced Kurdîsh mother
tongue teachers within a
development project for the education
of immigrants and minorities at the
Swedish National Agency for
Education. The book has been
compiled for the need of the pupils
within mother tongue education in
Kurdîsh at secondary and upper
secondary levels.
Beställs från/sîparîș:
Liber Distribution Publikationstlänst
162 89 Stockholm
Tel: 08-690 9576, fax: 08-690 95 50
E-post: skolverket.ldkeliber.se
Beställningsnummer: 02:719
Diljen
Vetterstorpsgatan 34
724 62 Västerås
Tel: +46-(0)21-18 4571
E-post: diljen@swipnet.se
Typografi: A Nefel Adeti
Tryckeri / Çapxene:
SM Ewert, Stockholm, 2002