Ferhengî Kiștûkal
Merûf Qeredaxî
Çapxaneyî Dar-el Selam
Merûf Qeredaxî Merdoxî kurî șîx Arirfî kurî șîx Abdalr Heminî kurî șêx Mistefa ye, le dêy Șîwî Qazî le nawçeyî Qeredax le parêzgey Silêmanî le salî 1909 da hatuwete dunya. Le temenî yek salî da daykî û le temenî pênc salî da bawkîșî emrî xwayan becê hênawe, behetîwî geyiștûwete malî xwa lêxweș bû șêx ebdelletîfî mamî le Helebce lay mamî nirawete xwêndin seretay xwêndinekey le Helebce xwêndûwew le erebîș da hendî kitêbî (serf) û (nehu)y xwêndiwe. Înca mawekîș le Silêmanî le mizgewtî Șêx Emînî Qeredaxîw lay Șêx Letîf kurezay Șêx Qadirî Sineyî muhacîr û mawey lexanqay mewlanaw mizgewtî Bintebeq û mizgewtî Hacî Sîd Hisên û mawekîș le șarî zerdîyawa (Qeredax) le xizmet Șêx Necîbî Qeredaxîw Șêx Mistefay kurî da mawey ledê tekîyey Qeredax mawekîș le xizmet șêx Elî melaw Hacî Șêx Nûrî Șêx Baba Elî da xwênduyetî.
Le Salî 1930 da wazî le xwêndin hênawew jinî hênawew destî kirdiwe be Kasibî.
.....
PEȘEKÎ
Le bergî yekemî em ferhenge da le laperre (3) da surrasêkem pêșkêș kirdibû be Korrî Kurd le ser ew yarmetîyey dabûyan pêm bo çap kirdinî em ferhenge îstayiș û ta mawim dubare her supasem dupat ekemewe bo Korrî Zanyarî Kurd û bo berêweberanî..
Herçen le katî xoyda biryarim wabû kitêbeke be yek parçe çap bikem neykem be du beșewe. Belam bedaxewe teqdîr le gell tekbîr da yekyan negirt. Le ber how zirûfî aborî naçar mam kitêbeke bikem be du beșewe. Wa pișt be xwa desim kird be çapkirdinî bergî duhemîș û umîdim waye mayey sûd bê bo xwêndewaranî Kurd.
Têbênît:
Pêm waye pêșekiyekey bergî yekem lem ferhenge da bese bû.
Nûser
Merûf Qeredaxî Merdoxî
Merûf Qeredaxî
Ferhengî Kiștûkal
Dar-el Selam
Çapxaneyî Dar-el Selam
Bergî dûhem le
Ferhengî Kiștûkall
Merûf Qeredaxî
Merdoxî
Çapî yekem
Beyarmetî Korrî Zanyarî Kurd leçapdrawe
Wezaretî Seqafew Îlam
Be jimare / 141 rojî 30/12/1972
Çapxaneyî Dar-el Selam
Bexda
1973