Moa û Pelle
Moa û Pelle du heval in. Lê ya wan ji hevaltiyê wêdetir tiştekî din e. Di navbera wan de hezkirinek heye, lê Pelle cesaret nake ku hezkirina xwe diyar bike.
Nivîskara vê kitêbê Kerstîn Johansson i Backe zarokan û cîhana zaroktiyê baş nas dike û dike ku hem zarok û hem jî mezin xwe di kitêbên wê de bibînin. Ev çîroka evînî ya du zarokên dibistana destpêk jî serpêhatiyeke welê ye. Di vê kitêbê de zarok zaroktiya xwe dijîn, mezin jî li zaroktiya xwe vedigerin...
Nûdem
Hîna ji hatina otobusa dibistanê re wext mabû. Dîsa jî, Moa û Pelle rûniştin û li bende man. Wan dixwestin êmin bibin ku otobus bê wan neçûye. Bi rastî jî, ji bo wan rojek girîng bû. Rojek ku ew ê tucarî jibîra nekin û ê timî di bîra wan de bimîne.
Ew li ser vê rojê fikirîbûn û peyivîbûn. Ew roja ku ew ê dest bi dibistana bi rastî bikin. Carnan wan bêrî dikirin. Carnan jî, ew ditirsiyan.
Moa û Pelle
Çîrokeke evînî
Kerstin Johansson i Backe
Wêne: Inger Edfeldt
Wergera ji swêdî: Serkan Birûsk
Nûdem
Weşanên Nûdemê: 53
Moa û Pelle
Çapa yekem: Stockholm: 2000
© Kurdiya wê: Weşanên Nûdemê
Pergala bergê û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Inger Edfeldt
Wergera ji swêdî: Serkan Birûsk
Navê orjînal: Moa och Pelle
Çap: Nina Trycken
ISBN: 91 88592-53 7
Navnîşan: Nûdem Box 177, 177 23 Järfälla
E-mail: nudem@telia.com
Tel û faks: 08-58013162 / 08-58356468