Şerha dîwana Ehmedê Xanî: felsefe û jiyana wî
Feylesofê namidar, Eflaton (Platon / 427-347 b.m.) dibêje: ku "şî'r reng û rewşekî wehy û îlhama îlahîye, ji mebde' û mîsalekî rûhanîye, siroştî û wicdanîye." Ku ew jî yanê: "şî'r nerx û rûmetekî hunerîyê herî bi qîmet û giranbihaye, bi taybetî şî'ra 'erûzî, ku walatir û balatirê hemî cûrên wî hunerê wala û balaye»; Şî'r û helbesteyên Xani jî, Gewherên bê hembtayên wî hunerê hêjane, durrên yektayên wê derya bê payan û bê ser û pa ne. Ku ew jî yanê : "Ehmedê Xanî, pîrê neteweyê wêjeya kurdî ye, seyda û mamostayê wî ye" Ji wan dem û dewranên geş û xweş û cuwanên ku me di bihişta war û zozanên Kurdistanê da borandin; dema şagirtî û feqitî û talibîtîya me (xwendin û tehsîla me ya destpêkî û navînî û bilind) di wan medrese û zanîngehên wê yên pîroz da (15-16 sal), dema mamostatî û seydatîya me ya ji wan pîrozegahên 'ezîz ra. (ku ewî jî, 10-11 salan dewam kir)... Naverok
Mûqeddîme / 5 Diyarî û pêşkêş / 7 Destpêk / 9
Ehmedê Xanî (1650/1-1707/9) / 10 - Mîrasa Xanî (pirtûkên wî yên çap bûyî û ne çap bûyî) / 15 - Xanî û hinerê wêjêyî / 24 - Konfêransa şiîr û helbestên kurdî / 29 - Kilam û stranên kurdî / 31 - Wêjeya menzûm û mensûr / 32
Xanî û tesewwûf / 39 - Tesewwûf û felsefe / 41 - Despêka tessewwûfa îslamê / 42 - Şexsîyyeta Xanî / 43 - Xanî û 'îşq / 44 - Tarîxa Xanî / 47 - Du kêl bi kevirekî / 48 - Çima tarîqa neqşebendî / 51 - Xanî û qeder / 52 - Temayula xanî û cûz-î îxtiyarî / 55 - Reçete Xanî / 56 - Önemli bir nokta / 62 - En büyük problem / 63 - Kullî û cuz-î / 65 - Netîce (gotina dawî) / 67
Xanî û felsefe / 69 - Wehdetil-wiccûd û wehdetiş-şuhûd / 74 - Têbînî / 97
Pirsgirêka girift / 98 - Netîce / 104
Dîwana Ehmedê Xanî / 107 - Neqqaşê ezel / 109 - Ey wahid pînhan / 111 - `Erşê mûella / 112 - Serwa me / 113 - Perîya horî sirişt (Aferîn) / 114 - Mîrê meclis / 115 - Textê dîlberî / 116 - Ey dila (Saqîyê mehweş) / 118 - Sazê xweş awaz / 121 - Her dinalim / 122 - Ey mûtribê demsaz / 123 - Dilê şeyda / 124 - Baxê sorgulan / 125 - Şehîdê Kerbela / 126 -Dila! / 127 - 'Enqayê beqa' / 129 - Medî neqşek / 130 - Dilo rabe (Hilo !) / 131 - Hero sedcar / 133 - Subhekî zû / 134 - Hinarek / 136 - Ey dirîxa ! / 137 -Ey dil / 139 - Axîret firoşîn / 141 - Zahidê xelwet nişîn / 142 - Ey seyyîdê 'alem / 143 - Medhîye û mersîye / 144
Şerha dîwana Ehmedê Xanî / 197 - Neqqaşê ezel / 149 • Kurte pêşek / 150 • Cedwela hesabê ebcedê / 158 - Ey wahid pînhan / 169 - 'Erşê mûella / 173 - Serwa me / 177 - Perîya horî sirişt (Aferîn bo te!) / 182 - Mîrê meclîs / 187 - Textê dîlberî / 192 - Ey dila (Saqîyê mehweş) / 206 - Sazê xweş awaz / 224 - Her dinalim / 228 - Ey mûtribê demsaz / 232 - Dilê şeyda / 236 - Baxê sorgulan / 244 - Şehîdê Kerbela / 252 - Dila ! / 258 - 'Enqayê beqa' / 271 - Medî neqşek / 276 - Dilo rabe (Hilo !) / 281 - Hero sedcar / 292 - Subhekî zû / 297 - Hinarek / 303 - Ey dirîxa! / 306 - Ey dil / 313 - Axîret firoşîn / 322 - Zahidê xelwet nişîn / 326 - Ey seyyîdê 'alem / 332 - Medhîye û mersîye / 336 Ferhengok / 351
- Erşê xweda / 351 - Bûdîzm / 354 - Cîn (Jen) / 356 - Dîn / 358 - 'Elewetî ('Elî îlahî) / 360 - Felsefe (Felsefa Eflaton) / 363 - Neoplatonîzim / 364 - Felsefa Tawîye (Tawîzm) / 365 - Hîcaba dînî û îctîma i / 367 - Hîndûîzm / 368 - Îsra û mî'rac / 371 - Konfuçyuîzim / 376 - Pêşîyên Kurdan / 378 - Mû'cîze / 383 - Rabîta terîqetê / 389 - Rûh / 390 - Dînê Sensikrîtî / 391 - Şî'e, şe'î, qizilbaş, çarek / 392 - Şîntoyîzim / 393 - Ûmmî / 397 - Wehya îlahî / 398 - Vîda (Vedas) / 399 - Zerdeşt (a.s.) / 401 - Manaîzim û mazdaîzim / 402
Ferhengoka tesewwûfê / 407 Serîlêdank — çavkanîk / 424 Çend belge / 431 MÛQEDDÎME (PÊŞEK)
Feylesofê namidar, Eflaton (Platon / 427-347 b.m.) dibêje: ku "şî'r reng û rewşekî wehy û îlhama îlahîye, ji mebde' û mîsalekî rûhanîye, siroştî û wicdanîye." Ku ew jî yanê: "şî'r nerx û rûmetekî hunerîyê herî bi qîmet û giranbihaye, bi taybetî şî'ra 'erûzî, ku walatir û balatirê hemî cûrên wî hunerê wala û balaye»; Şî'r û helbesteyên Xani jî, Gewherên bê hembtayên wî hunerê hêjane, durrên yektayên wê derya bê payan û bê ser û pa ne. Ku ew jî yanê : "Ehmedê Xanî, pîrê neteweyê wêjeya kurdî ye, seyda û mamostayê wî ye" Ji wan dem û dewranên geş û xweş û cuwanên ku me di bihişta war û zozanên Kurdistanê da borandin; dema şagirtî û feqitî û talibîtîya me (xwendin û tehsîla me ya destpêkî û navînî û bilind) di wan medrese û zanîngehên wê yên pîroz da (15-16 sal), dema mamostatî û seydatîya me ya ji wan pîrozegahên 'ezîz ra. (ku ewî jî, 10-11 salan dewam kir). Hêj ji wan dem û dewranên 'eziz û pîroz da, pirûsk û çirûskên meyl û mehebbet û şewq û zewqa edebî, qabilîyyet û îst'idada rist û înşada şî'rî û kelejenî ya xîtabî, .di tînet û siroşta min da dixuyan û diçirûsîn -bi bîr û bawerîya û de'w doza netewî ra- dikeliyan û diteyîsîn; 'eleqe û peywendîyên min bi edebîyyata 'erebî û farisî û klasîkiya kurdî ra, roj bi roj keltir û geştir dibûn, pêşvetir diçûn, ku : « Belgeyên edebîyên wek mû"elleqatê seb'e û meqamatê Herîrî û Dîwana Îbnû-l Faridê û kullîyatên Şêx Se'dî şîrazî û dîwana Mewlana Camî û Hafizê Şîrazî, Dîwana Melayê Cizîrî û Mewlana Xalidê Şehrezûrî, Mem-û-Zîna Xanî, Yûsûf û Zelîxa, Leyla û Mecnûn û yên wekî wan » bibûn dersên bingehîyên edebîyên medrasa min; bibûn duruf û nîşan û sembola wî ya taybetî. Di vî esnayê da (di wê navberê da) çend perçe ji gufte û helbestêyen Xanî yên xezelî û felsefî bi destê min ketin, pirr diqqet û bala min kişandin; ku ez bi salan bi pey wan -bi pey dîwana Xanî ya ku min navê wî bihîstibû- ketim, li her der û warî, li her gund û bajarî, lê gerîyam; lê sed mixabin! Ku dîwana Xanî, ji alîyek da wekî teyrê 'Enqa bû (îsmekî bê mûsemma bû), ji alîyek din da jî, -wekî teyrê Tawûs, li gelek deran gelek perrên wî yên rengîn û pîroz weşîya bûn û mabûn. Ku min wan perrikên wî yên pîroz, ji medreseyên herêmên Kurdistanê yên cûr be cûr, ji mela û mûderris û hozan û wêjevanên kurd -yek bi yek- berhev kirin û civandin û mûhafeze kirin. Hetta -wek ku Adem pêxember ji cennetê avêtin- me jî, ji bihişta Kurdistanê avêtin û jê dûr xistin; -di sala 1993an da-, em mecbûrê îltîca (penaberî) ya bal Ewrûpayê va bûn, ku di wan çend salên dawîyên wê jiyana bi taybeti da, me wan durr û gewherên giranbihayên wî kana Xanî, ji qirêjayî û leke û kêmasiyên îhmal û xeta û tevlihevbûyîn û şaşîyan pak û paqij kirin, teshîh û durust kirin, tertîb û tenzîm kirin, ku -bi temamî nebe jî- pirrê qesîdeyên wî, hatin civandin û jê Dîwana Xanî mûteşekil bû; me şerh û şirûve û îzaha wan jî kir, ku ji wî -jî, ev berhema bi navê « Şerha dîwna Xanî, felsefe û jiyana wî » peyda bû; naveroka wî 'îberetê ji van mesele û xal û mijaran e: 1- Şerh û rave û şirova Dîwana Xanî, beyan û îşaretên bal cîhetên Xanî yên edebî û millî û felsefî û tesewwûfî. 2- Hinek ji cîhet û xal û nuqteyên girîngên kurd û Kurdistanê yên kevn û nû, ûrf û adet û nerx û qîmet û rewş û rûmetên wan ên tarîıxî û netewî û hunerî, bîr û baweriyên wan ên olî û felsefî. 3- Lîstok û pîlan û dekk û dolabên dijmin û dagirgerên Kurdistanê, texrîbat û tehrîfatên wan. 4- Tehlîl û şirovekirinên îlmî û felsefî ji hinek pirsegirêk û meseleyên girift ên olî ra -wek meseleyên qeder û wehy û îsra û mî'rac û mû'cîze û xarîqe û xêr û sewab û 'îqabên ûxrewî, hîcab û cîhad û tiştên wekî wan-. Ku -wek mifteyên `îlmî û felsefî- mirov dikare : bi wan îzah û tehlîlan, kilîtên derîyên dadayîyên pirr meseleyên mûxleqq û mûbhem ên dinên jî veke û sirr û razên wan bibişkêve. 5- Felsefa Wehdetî-î wûcûd û Wehdetî-şşûhûd dê, ku bi dirêjayî li ser wî hatîye sekinandin; bîr û baweriya Xanî û Melayê Cizîrî û mûtesewwûfên wek Hellac û Îbnu-l Farid û Mûhyyîddînê 'Erebî û Ceylî -derheq wî da-, hatine beyan kirin. 6- Bi kurtî be jî- gelek felsefe û ekolên felsefîyên şerqî û xerbî, dîn û mezheb û bîr û baweriyên sensikrîtî, -bi taybetî yên Mezopotamyayî û Kurdistanî -wek Hîndûîzm û Bûdîzm û Tawîzm û Jenîzm û Konfuçyuîzm û Şîntoîzm û Platonîzm û neoplatonîzm û mîtraîzm û Alawîzm û kakaîzm û Êzdîzm û Manaîzm û dînê Zerdeşt û dînên Arîyanîyên din. 7- Çend belge û numûne û mînakên tarîxî û edebî. Ez bawer im ku bi vê berhemê, şopekî nûh hatibe vekirin, we yan -bi hindikayî be jî- teşwîqa bal şopekî nûh va, teşwîqa bal vekirina şopekî nûh va hatibe kirin. Temennî û niyaza min ewe ku ji ber û fêkiyên baxçeyê wî yê rengîn, pesend û daxwaz bên niqandin, têkilê nepesend û ne'ecibandîyên wî ne bin, pêpes nekin û ne herçiqînin, kêmasî û nûqsaniyên me bibexşînin ! Ku mûkemmelîyyeta mûtleqq, pesendîtî û xweşewîstîya her tiştî ji her kesî ra ne mumkîne, her kes bi angorî xwe, bi angorî mezaq û meşreb û bîr û bawerîyên xwe difekire û, di vê û dixwaze -divê ku wilo be jî-!.. Em, ji her tenqîd û rexneyan ra jî vekirî û amade ne, bê tirs û bê endîşe ne, ji her teswîb û teqdîran ra jî minnetdar û mûtteşekir hene. Bi dildarî û rêzdarîyên derûnî, silav û sipas!..
A. Durre Abdurrahman Durre Şerha dîwana Ehmedê Xanî, felsefe û jiyana wî
Keskesor: 1
Berg: Genco Demirer Çapa yekem: Stenbol, 2002 Çap: Berdan matbaacılık
© Avesta, 2002 Ev kitêb bi alîkariya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye çapkirin
Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti. Meşrutiyet caddesi, 136/4 Beyoğlu / İstanbul Tel-Faks: (0212) 251 44 80 (0212) 251 71 39
Ekinciler caddesi, Nurlan apt. giriş katı no: 2 Ofis / Diyarbakır Tel-Faks: (0412) 222 64 91
ISBN: 975-93030-0-0
Abdurrahman Durre di sala qirkirina Geliyê Zîlan de (1930), li navçeya Milazgira Mûşê, li gundê Kêranlixê hatiye dinê. 15 salan di medresên Kurdistanê de xwendiye. Li dora 10-12 salan jî seydatî kiriye. Ji bilî zimanê kurdî, zimanên erebî, tirkî û farisî dizane. Di edebiyat û rêzimana erebî, farisî û kurdî de zanyar e. Ji sala 1962'an heta sala 1975'an miftîtî kiriye. Demekê li Lîbyayê mutercimiya erebî û tirkî kiriye. Bi erebî, kurdî, farisî û tirkî deh berhemên wî yên çapkirî û neçapkirî hene. Di rojnama Welat û kovara Rewşenê de nivîsên wî çap bûne, endamê saziya sazûmankarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Niha li Ewrûpa penaber e. |