The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Banga Hawarê


Author : Medenî Ferho
Editor : Nûdem Date & Place : 1996, Stockholm
Preface : Pages : 95
Traduction : ISBN : 91-88592-235
Language : KurdishFormat : 130x195 mm
FIKP's Code : Liv. Kl. 4560Theme : Literature

Banga Hawarê

Medenî Ferho di sala 1947'an de li hêla Torê, li gundê Mizîzexê hatiye dinyayê. Di mamostetiya heft salan de heyşt caran sirgûn bûye.

Ew jî mîna gelek xortên kurdan di 12'ê adarê de hatiye girtin. Di 1973'an de li Stembolê bûye rojnamevan û xwedî û berpirsiyariya Weşanxaneya ABeCe'yê kiriye. Di girtina 12'ê îlonê de heta 1987'an di hundur de maye. Piştî ku ew tê berdan derdikeve derveyî welêt. Ew niha jî li Belçîkayê dijî.

Medenî Ferho heta niha bi tirkî û kurdî li dor deh pirtûkan nivîsandiye.

NAVEROK

Banga Hawarê / 7
Dengbêjê Lal / 9
Dengê Şoreşê / 14
Alfabeya Winda / 19
Bang / 11
Bagok / 22
Serê Çiyayê Bagokê / 16
Helbesta Bê Nav / 18
Axîn / 30
Amed / 38
Cûdî / 41
Destpêk / 46
Rê / 48
Ronahî / 49
Narîn / 51
Damistonk / 53
Taqet Tunebû / 54
Şirnex / 56
Roj / 59
Nav / 11
Pesin / 60
Rabin / 61
Welat Ya Wan e / 61
Roja Dest Dane Hev / 64
Wê Bijîn / 65
Bêdengî / 67
Erê / 71
Gotin / 11
Xêzik / 73
Bi Hejmar / 74
Çardar / 80
Xwedî Hene Îro / 83
Quling / 85
Êdî Her Tişt Vekirî ye / 87
Mextelên Bê Nav / 89
Evîndatiya Dil / 91
Stêrkên Welatê Min / 91
Basimbara Dilan / 94

BANGA HAWARÊ
Bi lorandina guliyên daran re
Berî rojhilata di nava xwînê de melûl
Ku di nava çavên Tawusê pîroz de dibe ronahî
Bi xêrûxêratên her sê rojên tewandinê re

û/
Basimbara ala dilan
Leylana devê dotan
Qurban û sewikên têr kuncîkirî
Wê şermezariya giran ji ser milan rakin

û/
Rabin .... Bi xûsiya ser zûrik destlimêj bigrin
Hêj .... Serê xwe ji ser çeperên şevê ranekirî
Sê caran tewafa mextelên bê nav bikin
Ew mextel çiqasî winda bin jî
Kêlan di nava kilê çavên dîrokê de bi hejmêrin

û/
Heydêniya hawarê
Banga azadiyê
Li dar bixin

û/
Li ser mextelên bê nav û winda
Gulbengiya nîrê zêrîn
Bi leylanên dilovanî
Di nava her çar demên salê de
Bi çep kên zarokan
Bi xerca evîniyê ava bikin

û/
Li ser mextelên bê nav Û winda
Di nava coxrafya talankirî de
Bûne gulbijêrkên rengîn î belbûyî
Bûne kulîlkên bi hejmara dilopên xwînê hûnayî
Di çavên rojê de kildayî
Ku navên xwe dane her çar demên salê
Hember demsalan bikin martal

Piştre rabin ...
Destên xwe bidin destên hozanê govenda şoreşê
Ku demsalan ber bi ba dike
Bi her gavavêtin
Bi her milhejandin
Bi her kabokşikandin
Di nava kela germ de
Têr agir û şewat
Ku tîrêjên banga xelasiyê
Têr awaz û nîgar dike

Îro peşkên sedefî dibarin
Êdî xem û xeyalên notûneh rengî
Di devê sustemiyê de geş dibe
Hêlînên ji qirşikan
Avaniyên pûşexalî
Li ser pelên kurmexwarî
Rizî û bê bingeh
Nayên avakirin
Êdî qolincên tevzînokî nemane
Êdî sozdariya dilê jiyanê
Li ser kefa mista xortên çardehsalî
Di dilê rojê de
Bi xalîcewherekî mirovanî
Û biskên hinekirî
Gulên bêhnkirî
Li ser mermerên şînxalî
Hatiye avakirin

DENGBÊJÊ LAL

BANGA HAwARÊ - Medenî Ferho
Şiir

Weşanên NÛDEM : 23
Banga Hawarê

Çapa Yekem: Stockholm 1996
@Weşanên Nûdem û M. Ferho
Pergala bergê û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Faraidon Kazy

ISBN: 9188592-235


Navnîşan:
Termov: 52, 2tr.
175 77 Järfälla-Sweden
Tel û fax: 8-583 564 68

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals