Xortê min ji yek ji wan
Bilge Acar
Lawîn
Nema feryad, nema girin,
hêstir hişkbûn, hatin birrin..
Idi bi kijan avê bitemire
kezeba daykê de ku
hate pehtm... û kiziri?.
Hêstiro!, hêstirê çavo!
Ax li min bavo,
Av zûvakira bû dûmano.
Şêmûza ku ne dihate rayo,
orta havinê da zêdetir
dibarande ji barano..
.....
PÊŞGOTIN
Çima Ew Kitêb?
Xwendevanên delal!
Ez ji zanim ku, ez ne dayika pêşîn im, ne ji ewa dawin ku eşa ewladê xwe ditiye.. Zanim ku her roj, (xasima li Kurdistanê me) bi sedan dayik, derdê zarûyên xwe dibinin. Dixwazi biçûk bin, mezm; dixwazi xort bin, xama; dixwazi bûk bin, zava! Dibinin ku ew ji pêş çavên xwe wundabûn.. Û bi wundabûnek ji bini..
Bi gotm hêsan e, menv ku dibê «wundabûn». Lê ew êşa ku 11 pey xwe dihêlin, em wenn ji daykên wan bipirsin! Xwe çawa ye, bra ew ji me ra bêjin.. Ku karibin?!..
Ez bi xwe bawer nakim, menv kanbe yek «dê» nişande ku li ser zarûyê xwe yê çûyin lawin dananibe, nelûribe, û ne gotibe! Ev ne mimkun e, mimkun nine..
Pir gotine daykan li ser evi derdi.. Ew xwe li ser helisine gotine; gotine û xwe helisine.. Lê diyar e ku, ew ji bi pirayi bi zargotin!..
Daykên ku xwendin-nivsandin nizanbûne xwe li aliki, lê mixabin yên meyên ku zambûne ji, ne gotine em lawijên xwe bidin hev, li kêleki bihêlin.. Ro hebe lazim bibe!. De meriv kare bibê lawij, ji jinên me Kurdan ra lazim nabin? Xwezil ji nebûnan!.
Geli xwendevanan, nizam bi we, me dayikan tenê ji ber êşa dilê xwe şexsi bûye ku hewqas gotme gelo?
Lê ew zarûyên me, ew xortên me yên ku pir zû çûn ji destên me, wan gelo ji êşa xwe pêştir tiştek din nehiştin qe li vê dinê, li pey xwe?
Dayikên ku bi xwe helandin, wan li ser wan çi gotm? Ew bi hezarên lavinên ku ji bo wan hatin daninê, pêçibûn? Ew ji daykên xwe ra ji xortên xwe emanet ninbûn qey? Ew çima ji wan ra xwey demeketi bûn?
Bi wan, û bi wan pirsên hanên ku ji roja min ji, xortê xwe ê hêna bist û çar sali ji destê xwe revand, devê min ji, bi awê çavên min, xwe nesekinim.. Wê ji bêhemd got û got! Lê wê çi got, mi jê ra nivisand. Ji ber ku di nava hezarên kêmasiyên me jinên Kurdan da, ya xwe ji nedim serê, min xwest ew bêne we weşandin.. Bi niyeta xizmetek min, ji jinên me Kurda ra!
Dil dixwaze, ev pirtûk ji dayikên me Kurdan ra bibe nimûneyek, u ew ji yên xwe derxm pêş çavan! Bê tirs û bê iddia.. Xwe li pêş çav e ku ji meriv ra tê, menv qe qelem negirtibe ji, ji wehca dilê xwe dikare belki romanan derxe! Yên ku emrê xwe da helbest rast nekirine, (yek ji ez, eger ji yên min ra «helbest» bên gotin!) dikann ew ji bikin!
Ew bi navê «lawin» emma xwe baş, emma nebaş, hev ku ji destên me hatine, pewist e weşarti neminin! Çanda gel ji bi wi awayi saz bûye.. Bi êş û kêfa dilê me insanan! Di wê şorbê da piçek xwêa me jinên Kurdan ji hebe, ew ji baş e! Xwe dixwazi bi lawinên me bin ji!..
Lê beriya her tişti, daxwaziya min ew e ku, dilên tu dayikan bi kula ewladên xwe neşewitin, li pey wan negrin, lawijan daneynm! Ew pirtûk di rengê xwe da, ya pêşin be, û ya paşin!..
Xwe bi dil û can, spasê dikim ji havalên hêja Senem-Ahmet Çamhbel, bi taybeti ji Enstituya Kurd 11 Parisê -Salih Yilhk û Esin-Deniz Şimşekelê ra, û dibêjim hazir kirina vê kitêbê da alikariya ku wan bi mm ra kirrne tucari jibir nakim!..
B. Acar
09.1993- Parîs
Ez ne şair, ez ne hozan, ez ne xwediyê ew dew, dozan,
Ez hemal îm, barê xwe xem, menzil ber bi dil bi kulan!..
Beşa Yekemin
Çemê Hêsiran
Nema feryad, nema girin,
hêstir hişkbûn, hatin birrin..
Idi bi kijan avê bitemire
kezeba daykê de ku
hate pehtm... û kiziri?.
Hêstiro!, hêstirê çavo!
Ax li min bavo,
Av zûvakira bû dûmano.
Şêmûza ku ne dihate rayo,
orta havinê da zêdetir
dibarande ji barano..
Rû sar bûy,
ax li min bavo!
ji tişteki ninbûy hayo,
Germa Tebaxê da
davêtiy teyrokên
bi fêz û bi qapano!..
…..
Bilge Acar
Xortê min ji yek ji wan
Lawîn
Weşanên Lawîn
Xortê min ji yek ji wan
Bilge Acar
Ev nivîsar, ji xuşka min Talie,
û ji hemû dayikên dil birîndar ra..