Destana Kawa
Arjen Arî
Mîr
di nav Kurdan de mêrxas û malbat
merivek hebû: Kawayê Heddat!
halet çêdikir ji hesinê reş,
xweş-nasê xerbê, û xelkê bareş.
bi sê kuran ve nav û deng dabû
lewre, hemberê zilma Dehaq bû.
DESTANA KAWA Û AZHÎ DEHAQ
Ji despêkê re...
çîroka Kawa û ê Babîlî
arek gewez e hê li vî milî
qetek jiyan e b’ peyv û çîrokî
wejiya b'ar re dema dîrokî
û bû hemberî, têhn da Adaran
her vêketî ma li şûna waran.
Çend qirn berê ...
hebû zilmdarek bi navê Dehaq
raserî Ormiyê 1' bircên çar taq
xweş diçêjiya b' rû Ehrîmanî
cirnîsê xwînê b' key û qeranî
ne dinasî qet Hunkir û Munkir
ji zilmê zabû, zordarî dikir!
.....
Arjen Arî
Destana Kawa
Mîr
Weşanên Mîr
Detanên Mir: 3
Destana Kawa
Arjen Arî
ISBN 975-8794-04-3
Edftor
Muslum Yucel
Sererastkirin
Kawa Nemir
Desen
Tekin Firat
Çapa Yekem
Tîrmeh 2003
Çapxane
Kayhan Matbaacılık
Weşanên Elma
İlkbelediye Caddesi 37 / 3
Tünel-Beyoglu 80070
İstanbtul
Tel: (0212) 243 77 80