The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Serborekên Çarşembên Tozê


Editor : Dugir Date & Place : 1999, Hasselby - Sweden
Preface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 91 - 87266 - 52 – 0
Language : KurdishFormat : 130x210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Bro. Ser. N° 202Theme : Poetry

Serborekên Çarşembên Tozê

Serborekên Çarşembên Tozê

Hoşeng Broka

Dugir

Di govenda serbitackirina peyvên dirinde û bejî de, eger ziman li dîroka xwe mikur bêt û li kavilên giyanê xwe vegere, dê pêrgî govendgerên bêwestan û cegerdar ên derbirîna şahiyên ji êgir bibe.
Di xelwetgiriya peyvê de û di pêjnên kevirane yên sermestiya helbestê de, hest zingezinga xwe vedixwin û xewn jî dastanên xwe ji rivînê diafirînin.
Lê di dawiya her govendê de, hechecîkek an jî pinpinîkek dimire, toza serboran di çolistana hişê me de tîrtir dibe û peyv, wek zixteke bêagah, bi bahaneya spehîkirina xewnê, dihingive jena dilê me.
Carşembên tozê jî da ku bêhûdeyiya govendên aliyan bixemilînin, ber bi destên xatirxwestinê ve diherikin û sîberên dijwar ên peyvê li ser dijwariya lîlandinên bêrîkirina bêrîvanan, radiperînin.

Ehmedê Huseynî

Hoşeng Broka, di sala 1969 an de li gundê Tilxatûnkê ji dayik bû. Di sala 1994 an de ji zanîngeha Şamê diploma sosyologiyê wergirt. Ji dawiya sala 1994 an û vir de li Elmanyayê dijî. Berhemên wî:
- Bawişkandinin ji kopên minareyin razayî (Helbest 1995).
- Lêkolînin di mîtolojiya êzîdîtiyê de (bi zimanê erebî).


Naverok

Diyarî / 7

Dema ku Hicrik li Min û Te Digeriyan / 9
Bêrîkirin / 11
Serlêgeriya Bûka Mîra / 12
Genimê Eştarê / 17
Bendewariyek hişîn / 18

Lihevmikurhatina Tixûb û Ferhengan / 19
Ferhenga giryanê / 21
Ferhenga demsalan / 23
Ferhenga aliyan / 25

Seqayên Zûrezûrê / 29
Xewaro û revêna aliyan / 31
Sînfoniya pirpirîkên êgir / 35
Vêketina sîtavê / 36
Gilî / 38
Nexşeya Çarşeman / 39

Yar, Piştî Gavekê ji Endekofê / 41
Li pêxên istanine nehedinî / 43
Çavên te / 45
Sirûda westandinê / 47
Tobedarî / 48

Başûr, ji Êlincezayînê Hetanî Westandina Tirênan / 49
Başûrkirina êşê / 51
Tidarka rengan / 53
Êvarek ji erxewan û lîlakê / 54
Xatirxwestin / 55
Tabloya berdawiyê / 57
Rêya bablîsokan / 58
Efsaneya derrehê / 59

Li Ser Şêmikên Baranê / 61
Bendewariyên spêdeke tevizî / 63
Talankirina aliyan / 65
Evînbazî / 67
Serdan / 69
Xewn / 71
(...) / 73
Zayîn / 74

Naverok / 75

DIYARÎ

Ji wê re
a kuji xerîbo,
Ji hicrikan
û ji dehifdana asoyan ber bi
şînahiya kesera wan ve,
hez dike.
Ji wê û ji serserîtiya aliyan re.
Hoşeng

Dema ku Hicrik li Min û Te Digeriyan

Bêrîkîrin
Eger rojekê, hat û ji ser şopa te, ez qetiyam,
wê çaxê, di bin şevê re,
ez dê şivîloka wê goristana, ku reş di navbera min û te de, jibîrkirî, bigirim,
û werim ba te.
Ez dê berê hemîîn û çarşemban, Ber bi te ve wergerînim.
Û dilê xwe,
yê ku bi keservedana te, hişîn li ser mistika destê te, dê ji nû ve gurî bikim.
Ez dê hemî ziyaretgeh û hicrikan, li ber tiwafa pêkên te, biciVînim,
û ez dê berbisk û keziyên te,
ji wan re, daçikînim al.
Da ku ez û tu, bişên
bi şahnazî bejna êşê bipîvin.
êctborckcn Çnrşctnbcn Tozê

.....


Hoşeng Broka

Serborekên Çarşembên Toz

Dugir

Pirtûka Dugirê
Serborekên Çarşembên Tozê
Helbest
Hoşeng Broka

1999
Pirtûka Dugirê

Pirtûka Dugirê
Kawa FörIaq
Box: 3437
165 23 Hasselby-Sweden
Telfax: 46.(0)8 38 39 34

Çapxane:
Apec
Box: 3318
163 03 Spanga-Sweden
Tel: 46(0)8 761 81 18
Fax: 46(0) 761 90 24

Çapa yekem 1999
© Pîrtûka Dugirê

ISBN: 91 - 87266 - 52 – 0

Wêneyên Berqê û Wêneyên Hundirê Pîrtûkê:
Reşîd Hiso

Derhênan û Veraxîstîna Pîrtûkê:
Kovara Dugirê



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals