The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berevok: Helbest, poêma, serhatî û pyês


Editor : Compte d'auteur Date & Place : 2009, Almata
Preface : Pages : 272
Traduction : ISBN : 978-601-06-0467-4
Language : KurdishFormat : 135x210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Kc. Nad. Ber. N° 4778Theme : Literature

Berevok: Helbest, poêma, serhatî û pyês

Berevok: Helbest, poêma, serhatî û pyês

Wezîrê Nadirî

Compte d’auteur

Di vê kitebêda sê pirtûkê helbestvan, nivîskar, dîrokzan, zimanzan û xebatkarê civakîyêyî navdar Wezirê Nadirîye bedewetîyê - “Nûbar”, “Reva jinê”, “Welat û Hezkirin” kîjan ku salê cuda-cuda da hatibûn weşandinê, di wê pirtûkêda cîyê xwe digrin. Sed heyf ku kitêba W. Nadirîyê “Zimannama Kurmancî”, kijan ku sala 1947-a hatibû weşandinê me pêyda nekir ku ji nuhva biweşînin. Em gumanin ku emê wê kitêba bi tomerî careke dinê çap bikin û bigînin nesla nû. Yek jî têza (dîsêrtasîya) wîye doktorîyêye ku derheqa dîwana helbestvanê Kurdî mezin, klassikê wêjeya kurdayî qurua XII Melle Ehmedê Cizîrî û çend helbestê wîye ne çapkirî emê cap bikin, paşwextîyê bigîhinîn destê xwendevanê hêja.
Vê kîtêbêda her waha derheqa jiyan, kar û xebatê mamosteyê mezin bi zimanê kurdî û ûrisî agahiyê berfireh hatine dayîn.
Kitêbêda usa jî bîranîne hemdeman, helbest û hevpeyvînê ku rewayî W. Nadirî kirî çî digrin.


Naverok

Pêşgotin / 3
... / 7
“Nûbar” / 14
Dil teqya / 15
Gundê meda / 18
Kilama Êlo / 21
Erza Şemê «Rya Teze» ra / 22
Muhubtî / 25
Kilama oktyabêrîka / 28
Ecêve / 29
Pîonêr! / 32
Çaqirbegêda / 35
Rewîtîya min / 46
Dersdar şiro dikir / 53
Berê kurê koso, paşê zekî / 56
Êlî û Dîlber / 60
Ber çetinaya huner / 64
Xebata Dewrêş / 85
“Reva jînê / 91
Wezîrê Nadirî (Xebera pêşin) / 92
Yê ku wê bilîzin / 92
Cûrê malê / 93
Perda ewlin / 93
Cûrê malê / 99
Perda duda / 99

Curê malê / 103
Perda sisya / 103
Cûrê malê / 107
Perda çara / 107
“Welat û hezkîrîn / 112
Elîyê Evdilrehman “Wezîrê Nadirî” / 113
Nado û Gulîzer (Poem)
Hezkirin û welat / 116
Serê ewlîn / 117
Serê duda / 120
Serê sisya / 128
Serê çara / 153
Serê pênca / 162
Serê şeşa / 169
Serê hevta / 181
Serê heyşta / 188
Serê neha / 192

Serê deha / 204
Wezîrê Nadirî “Kîlama mîn” / 208
... / 211

Bîranîn Derheqa Wezîrê Nadîrîda
MehmedêSiloyêBava: «Wezîr kubarîyagelêmebû...»
(Bîranîn ji rojên buhurî) / 214
Li Îranê / 214
Vegerandina min ji îranê / 216
Konferansa çandî li Rewanê / 217
Min cawa jina xwe revand / 219
Welatê Şewrê da em çawa cîwar bûn? / 220
Hesenê Hecîsilêman “Ewledê Sal-Zemana” / 222
Barîyê Bala “Mîn mamê xwe, Wezîrê Nadîrî
Cara Yekêmîn Kengê û Çawa Dîtîye / 224
“Ber Mexberê Wezîrê Nadirî” / 228
Prîskê Mihovî “Ronakbîr û Welatparêzê Ezîn” / 229
Qaçaxê Mrad “Wezîrê Nadîrî ra ” / 237
Enverê Kerem “Wezîr Merîvekî pîr Xwendî bû” / 23t
Fêrîkê Ûsiv “Wezîrê Nadîrî ra” / 239
Eskerê Boyîk “Ewledê Gelê xweyî hêja” / 241
... / 254
... / 264
... / 266


PÊŞGOTIN

Wezîrê Cebarê Nado (Nadirî) yek ji hîmdarên edebiyet û zimanzaniya kurdên Sovêta berê bû. Ew salên sîyî ên sedsala borî li Ermenistanê, tevî Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco û komek rewşenbîrên din derkete meydana kurdeweriyê û bi kar-barê xwe, bi zanebûn û şureta xwe bû navekî nemirî di dîroka gelê xwe da. Ji pey damezrandina qeydê Sovêtê ra, çawa seva hemû gel û netewên wî welatî, usa jî ji bo kurdan mecal û mikanê pêşdaçûyînê çêbûn. Hema salên ewlîn da guhdariya mezin hate danîn li ser halê gelên kêmjimar (kêmnetewe). Kurd jî, ku bi hesavekî ne ewqas mezin, li komarên Kavkazîyayê û Asiya navîn jî Tûrkmênistanê da dijîtin, şûndamayî halê nexwendîtiyê, fêodaliyê, û nîvkoçeriyêda dijîtin. Anegorî sîyasiya dewleta sovêtê ya miletiyê gerekê di wextekî kin da, nav netewên kêmjimare weke Kurda da, di warê hildana nexwendîtiyê, hazirkirina kadrên miletiyê, pêşvaçûyîna medeniyet û rewşenbirîyê, xwe rêvabirinê xebatên gewre bihatana kirin. Karên pêşvabirina civaka kurdan hîmlî li rêspûblîka Ermenistanê da dihate kirin.

Heta salên sîyî di wî warî da gelek kar hatibûne kirin. Elfeba kurdî li ser bingeha latînî hatibû demezirandin, rojnema kurdî ya “Riya Teze” li bajarê Yêrêvanê dihat weşandin, xwendinxana Kurdî ya dersdarhazirkirinê karê xwe dikir, gundên kurdan da dibistanên kurdî kar dikirin.
Wezîrê Nadirî hema wê demê hate li nav meydana rewşenbîrya kurdî û bû stûnek ji sitûnên wî karê pîroz.

Malbeta Wezîr sala 1926 a tevî 1700 konên kurdên êlên Birûka ji zulm û zora hukumata tirka direvin, hidûd derbaz dibin, tên Yekîtya Sovêtê: qeza Naxîcêvanê cî dibin. Wura xwera gunda çê dikin. Wezîr wê demê xortekî 15 salî î xwendî, zîrek û jêhatû bûye. Li welêt, wî di hucrê da, li ber destê mela xwendibû, zimanê wîyî kurmancî xurt û paqij bû, xêncî zimanê dayikê usa jî erebî, farizî û tirkî fêr bûbû, haj edebyeta rojhilatê û efrandinên kilasîkên Kurda hebû. Li nava êl-eşîra giran da mezin bûbû, erf-edetê kurmanciyê, rabûn-rûniştandina kurdewaryê rind zanimû. Ber çevê xwe zulma şer û dewên salên 1918-20, pevçên di nav gelên cînar û neheqyên dewleta tirk dîtibû. Texmîn dikir ku qewlên aramî, wekehevî û biratya gelan û xwendin ronakbirya ku weletê sovêtê çê kiribû ji gelê wîra firsendeke pêşdaçûyînêye çiqas mezine.

Sala 1928-a bi qîmetên bilind dibistana cî xilaz dike û li mentîqa Şewlikan berê wek dersdarê zimanê kurdî, paşê berpirsiyarê dibistanê dixebite. Hewl dide ku kurd zarokê xwe bişînin xwendinê. Tevî xebatên ji bo nav gelda hildana nexwendîtiyê dibe. Sala 1933 a derbazî bajarê Yêrêvanê dibe û bi temamiya hêza xwe dikeve nava xebatên kurdewariyê, diefirîne, dixûne. Saya zanebûna gelek zimanan, şureta efrandariyê, zanebûnên dewlemend di nav demeke kinda ne ku tenê nava civaka kurd lê temamya rêspûblîkayê da tê naskirin. Du zanîngêhên xwendina bilind xilas dike. Rojnema «Rya Teze» da efrandinê wî dertên, berevoka helbesta û şanoya „Reva Jinê“ tên weşandin, ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê ya dewletê da dersê zimanê farisî dide, pirsen zimanzaniya kurdîva mijûl dibe, li ser têza doktorya xwe „ lêkolîna destnivîsara helbestvanê kurdî mezîn yê sedsalên navîn Mele Ehmedê Cizîrî (1101-1169), dixebite.

Salên herba cihanîye duda da, derbasî bajarê Tilbîsê dibe. Wura okrûga Kavkazê ya leşkerî da beşeke kurdnasyê ya surrî tê demezirandin, ya ku karê bi tebyetî bin kontrola KGB da pêk tanî. Ew wek serokê parê dixebite. Wan sala ew beşa zanyariyê karne mezin kirin, îlahî di nav kurdên Kurdistana Tirkiyê û Iranêda. Heta niha jî karên wane wan salan di qutîkên KGB êye hesin da dimînin.

Wezîrê Nadirî pirr kin jît. Ji pey şêr ra, sala 1946-a, 35 salyê da, ji Sedema qezyake ne eyanda (hetanî niha sure) têlê emrê wî qetya. Em gumanin, wextek wê bê ew sura sala wê vebe, eşkerebe.

Nivşê meye niha derheqa kar-bar û efrandinê wî şexsyetê kurdî mezin da pirr kêm zanin û gelekî kêm haj efrandinê wî hene. Efrandinê wî 60-70 sal berê hatine weşendin, li kitêbxanên degme mirovada mane, ne ku tenê nikarin bikevne destê xwendevana lê bin qezya undabûnê danin. Berevoka wî ya dewyî 15 sal ji pey miruna wî ra, sala 1961 ê, yanê 48 sal bere bi navê „Wetan û hizkirin „ li bajarê Yêrêvanê hatye weşendin.

Me têra dît efrandinên wî û matêryalên derheqa wîda, ku dest meda hene bi pirtûkekê raberî xwendevana bikin.

Di vê bervokêda sê pirtûkê Wezirê Nadirî yên bedewetîyê ne: “Reva jinê”, “Nûbar”, “Welat û Hezkirin” cî digrin Ew efrandin me guhestine bi tîpên latînî (ya Celadêt Bedirxan). Heyf ku pirtûka wî ya zimanzanyê “Zimannama kurmancî” kijan ku sala 1947-a hatibû weşandinê, me pêyda nekir. Em gumanin ku pêşîrojê emê wê kitêba giranbaha peyda bikin, çapkin û bigînin destê zimanzan mamoste û xwendevana.

Dîsêrtasîya wîye zanistî derheqa helbestvanê klassikê kurdayî mezin Mele Ehmedê Cizîrî û çend helbestê wîye ne çapkirî emê bi bervokeke cuda paşwextyê cap bikin û bigîhine xwendevanan.
Vê kîtêbêda, usa jî derheqa jiyan û kar, xebata mamosteyê mezinda bi kurdî û rûsî agahiyê berfireh, çend şiklê wî, li gel heval û hogirên wîye nezik jî hatine weşandin.
Wexta weşana kitêbê me her cedand ku tu guhestinê nekin nava efrandinê nivîskar, orjînalê xayîkin.

Em hîvîdarin berevokê bala xwendevana bikşîne li ser xwe û bibe dîyarîke hêja ji bo bîranîna wî Kurdê welethizî mezin.

Dil Teqya

Ez çûme xirmana kolxozê, bêderê,
Li wê derê hazir bû uzvekî dinê,
Ew kal bûbû, hatibû ber mirinê,
Berê, salada dîtbû gelek derdê dinê

Ew kolxozêda bi dil, ceger dixebitî,
Rûnişt, hilda devê xwe qelûna vêketi.
Ji minra qise dikir derdê buhurtî,
Ewî digot nolî merivekî dil şewitî.

-Ax! çi zû kal bûm,
Wax! çi zû kal bûm,
Ji xebatê bê kêr bûm,
Ji hebûnê bê kar bûm,

Ez ji kalbûnê ker bûme,
Rû sipî, pişt xar bûme,
Ji derbdarîyê şûnda mame,
Emrê buhurtî poşman bûme.

Ezê bejim rojê min derbazkirî,
Wekî tu seva halê min bigirî,
Aqilê te şaş be, çevê te bibin tarî
Çika dikarî bibînî çara vî agirî.

Niha dibêjim, yeko - yek,
Kesibbûm, ez bûm çêlekek,
Min yek jî qazançkir, bi zorekê,
Ez jî îdî bûme xudanê malekê.

.....

 

Wezîrê Nadirî

Berevok: Helbest, poêma, serhatî û pyês

Compte d'auteur

Compte d'auteur
Berevok: Helbest, poêma, serhatî û pyês
Wezîrê Nadirî

Almata-2009
ÛDK 821 (574)
BBK 84 Kaz - Kûpd - 5
H 16

Nadirî Wezîrê
N16 Jînak: Qelender, poema, drama, proza.
- Almati, 2009 r. - 272 s.

ISBN 978-601-06-0467-4

© Nadirî Wezîrê, 2009

Hazirkir, pêşxeber nivîsî û redaktorî lêkir
Prof. Dr. Knyazê Îbrahîm (Mîrzoyêv).

Redaktorê texnîkîyê: - Barîyê Mecîd
Redaktorê bedewetîyê: - Hesenê Hecîsilêman
Karrektor: - Hesenê Evdoyê E'lî
Nivîsar û rêzkirin: Medîna Êlî

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals