VersionsRya Teze, N° 18 (630) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 19 (631) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 20 (632) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 21 (633) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 22 (634) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 23 (635) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 24 (635) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 25 (637) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 19 (631)
Mîroê Esed
Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê
Cimaeta sovêtîê hazirdive bi laîqî berbirî 1-ê mayê beroja eyda Ortemiletîê û hevra tifaqîya xevatkara. Cem merivêd sovêtîê bûye tradîtsîa berbirî eyda hurmetlîbin bi destanînêd mezinva nav senayê, transportê, malhebûna gundîtîê û êd maîn. Îsal, cimaeta sovêtîye edlayîhiz berbirî 1-ê mayê dive qewlêd hê firebûna leca sotsîalîstîê bona zû qedandina plana sala 1955-a sala pêncsalîêye paşin. Hubuke xevatêye mezin nav pala kolxozvana û întêlîgêntsîaêda pêşda anîne qirarêd Plênûma KM PKTS yanvarê û sesîa Sovêta Tewrebilind TRSS, kîjana ku pêrs danîne derheqa pêşdabirina malhebûna gundîtîê, ser hîmê diha pêşdabirina ... Hejmara îro da
- Elametîya înformatsîonî derheqa rûnştandina Sovêta Tewrebilind RSS Ermenîê ya 5 aprêlê 1955 salê / 1 - E. Nevî, Bi serkiarîya teşkîleta partîaê / 2 - Bona edlayê, miqabilî şer! / 2 - M. Êganyan, Senaya sotsîalîstîê çi dide malhebûna gundîtîê / 3 - Fîzkûltûra û sport / 4 - Elemetîê der / 4
SERKARÎÊ LI LECA SOTSÎALÎSTÎÊYE BERÎ MAYÊ KIN
Cimaeta sovêtîê hazirdive bi laîqî berbirî 1-ê mayê beroja eyda Ortemiletîê û hevra tifaqîya xevatkara. Cem merivêd sovêtîê bûye tradîtsîa berbirî eyda hurmetlîbin bi destanînêd mezinva nav senayê, transportê, malhebûna gundîtîê û êd maîn.
Îsal, cimaeta sovêtîye edlayîhiz berbirî 1-ê mayê dive qewlêd hê firebûna leca sotsîalîstîê bona zû qedandina plana sala 1955-a sala pêncsalîêye paşin.
Hubuke xevatêye mezin nav pala kolxozvana û întêlîgêntsîaêda pêşda anîne qirarêd Plênûma KM PKTS yanvarê û sesîa Sovêta Tewrebilind TRSS, kîjana ku pêrs danîne derheqa pêşdabirina malhebûna gundîtîê, ser hîmê diha pêşdabirina senaya giran ya ku hesav dive hîmê malhebûna sotsîalîstîê mehkemî.
Leca sotsîalîstîêye berîmayê fire dive îdarada, cîê çêkirinêda kolxozada û sovxozada. Tevbûêd lecê hesav hiltînin mecalêd xwe hiltînin borcdarîêd teze bona destanînêd berbiçevva berbirî eyda mezinbin.
Bi açixî borcaryêd xwe qedand kolêktîva zavoda “Polîvînîlatcêtat”. Pale û înjeênêrêd vê zavodê plana xweye sêmehîê qedandin 13 roja wede zûtir vêra tevaî derdaînîa xevatê bilindkirin 17,0 selefî himberî planê.
Kolektîva zavodê hildaye borcdarîya teze: biqedînin plana sêmehîya duda 15 roja wede zûtir bilindkin derhaîna xevatê 19,5 selefî himberî planê, nimzkin xwehêjetîya eşîya 4 selefa, bigîhîjine hindik xerckirina qinîata û matêrîala û bi hesavê van ji planê der bidin eşîya bi qîmetê 1.100 hezar manatî.
Kolêktîva kombînata alavêrdîêye sifirhelandinê plana semehîya ewlîn qedand 106,9 selefî û borc hildaye plana meha aprêlê biqedîne heta 29-ê meha aprêlê, bilindke derdaînîya xevatê 5 selefa himberî planê, şûnda bêxe gele elêktroenêrgîa.
Nav leca berîmayê sotsîalîstîêda gihîştine destanînêd mezin usajî zavodêd navê Kîrov, tekereavtoçêkirine û êd maîn.
Kombînata Erêvanêye kombolîê û ya Lênînakanêye têkstîlîê weddekî dirêj bû, ku planê xwe nediqedandin. Kolêktîvêd van kombînata bi krîtîkî eyankirin kêmasîêd ...
Mîroê Esed
Rya Teze, n° 19
Riya Teze
Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Riya Teze, N° 19 (631) Pêncşem, 7 aprêlê sala 1955 Redaktor: Mîroê Esed Elîê Nevî, M. Bava R. Reşîd Sihîdê Îbo M. Êganyan K. Miho Ş. Silo T. Mûradov E. Xudo E. Sinco M. Eganyan R. Parsadanyan
Adrêsa rêdaksîaê: Êrêvan, soqaqa Alavêrdyan N° 46, têlêfon 2-07-78, Vf 08799
Neşirxana N°2, serwerya sere, ya polîgraf-mesuldarîê û neşîreta ya Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê, Êrêvan, soqaqa Knûnyants N°8
|