VersionsKurdê rêwî [Kurdî, Stembol, 2009]
Kurdê Rêwî: Roman kitêba ewlin [Kurdî, Êrêvan, 1979]
Kurdê Rêwî: Roman kitêba ewlin
Sehîdê Îbo
Sovêtakan Grog
Ez ewledê êla Ortilame.
Gelo ew çi êle? Gelo ev nav ji ku pêşa hatiye? Ez awqasî nikarim bêjim. Pişt çyaê Grîdaxê mezinnava gelî û zihorada, teefekûrê dinya ronik, gundek, hebûye jêra gotine Ortil. Pêşê meye ji êla Ortila rojekê hêlîna xwe şihitandine, revîne, hatine û bûne binelîê Surmelîê. Ji wan çaxa heta roja îro qurne derbaz bûne. Sal li hev bûne gewlaz, gele ewled hatine û çûne, lê navê Ortilê usa jî li ser êla me maye.
Dê û bavê min tevî desteke êla Ortila li gundê Qereqoyînê diman.
.....
PÊŞGOTIN

Gundîê meye berê niha babaxîya nakin, merdane dibêjin, wekî qatix em xweykirine. Wana her sibe dîzê qatix avîtne ser pişt merkeva birine bajarê Îgdîrê firotine, çend kapêkek qazinc kirine, bi teherekî neferê xwe yole birine.
Qereqoyînê ji pêşê mera wartîya dirêj nekir. Şûrê Romêyî neheq gundîê merûm li serê riya xistin.
Sala 1920, wexta Ûrisêtêda beyraqa Oktyabrê dimilmilî, tevî ermenîê gundê cînar Ortila jî ji qetla Rome azabûnpê danîne ser şêmîka emrekî teze. Roja îro jî, şikir ji erdê heta ezmîn, têr û tijî derbaz dikin. Lê ez, ewledê êla Ortila, îdî mîna pêşê xwe berbi dar û gopalê rêncberîê nabezim...
Na, xêr, ez îro ew nînim...
Nemû cara wexta ez diçime li ser sîngê Elegeza rengîn û dibime mêvanê dayka xweye ezîz, bi dilekî şewitî gilîê derheqa emrê buhurîda dibihêm.
.....
Sehîdê Îbo
Kurdê rêwî: Roman, kitêba ewlîn
Sovêtakan Grog
Neşîreta Sovêtakan Grog
Kurdê rêwî: Roman, kitêba ewlîn
Sehîdê Îbo
Êrêvan
1979
Rêdaktorê cavdar – Casimê Celîl
Şikilêş – M. S. Sargsîan
Redaktorê Têxnîkîê – Î. B. Avaryan
Korêktor – Egîtê Abasî