The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şoreşa Berzanî


Editor : Compte d'auteur Date & Place : 1995, Qamişlî
Preface : Pages : 132
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 170x235 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Hes. Sor. N° 3866Theme : Poetry

Şoreşa Berzanî

Şoreşa Berzanî

Mela Nûrîyê Hesarî

Compte d’auteur

Evîna welat gelkî ti zorî
Bavê min jêre dibêjin yûsif
Diya min bi min gelkî bihaye
Ez li hesarê çê bûm ji dêre
Şehra me mêrdîn li kurdistane
Jîna min çar deh gihame sûrî
Li min bû peyde evîna welat
Min melatî kir peyde li gunda
Gerîyam li gunda ne bûme dil xweş
Hatim qamişlo destê mi vala
Ji ber neçarî Ez ketme xana

Ez nadim welat bi çerxê jorî
Navek şêrîne wek dims û hunguv
Navê wê xanim qîza melaye
Dîya min zû çû (Fermo) ji xwe dêre
Tirk li wan dikin îro fer mane
Çi hat serê min ji destê dûrî
Zimanê min bû xabûr û ferat
Bûme biyanî di rengê kunda
‘Qirdê mi kor bû bextê mi bû reş
Guh ne da ser min keskî ji hevala
Hişê min tev çû ji der dû jana


Navrist

1- Diyarî
2- Pêşgotin
3- Mizgîn li me kurda
4- Gazîyek hêwrî berzanî ev kîbû ji kurdara xuyabû
5- Hîswerda berzanî ya cengî
6- His werdeke, berzanî, kurd ma bû bê par
7- Berzanî pir mêr û jîr e
8- Hîs xurta berzanî (zendûbendê vî welatî)
9- Berzanî bû weke rojê bi deng
10- Hêvî ya min berzanî bimênî sax
11- Berzanî dest bi şer kir
12- Berzanî bo dijmin dojehe
13- Teplengek bo berzanî
14- Çep deste Berzanî (hey berzanî berzanî)
15- Tepligeke Berzanî
16- Rakutek sivik ji bo Berzanî
17- Hey kurd limim hişyar bibin
18- Di deh sala seraser
19- Mustefa her hebî
20- Hey şahê Berzan
21- Hey beranê kurd
22- Tevlî can û mewdan
23- Gula her ser werû şahan.
24- Roj bû ye winda gelo
25- Serî ra ke delalê min (Berzanî)
26- Serwera ro jê li cihan
27- Ez çav lirê me hê tû nehatî
28- Ev sala reş ya kurdaye
29- Şikestina şûreşê
30- Bi hî stina çûna berzanî
31- Evê salê çi adarû çi nîsanek
32- Cenga kurdê îraqê
33- Dilê min geh di bî rohnî
34- Dilokek wey netîe (Berzanî)
35- Dem nasiya mirina Berzanî
36- nîroza diwem piştî berzanî
37- Ga zîdaneke, raburî, cenga Gulanê
38- Şureşa Gulanê
39- Ra bû şoreşa Berzanî bi kurtî
40- Hatina laşê Berzanî
41- Şîna Berzanî
42- Şîna Berzanî
43- Hey Partîya kurdî li vir


PÊŞGOTIN

Ev tîpane hatîye danîn li ser şoreşeke kurdî
Da girtî xweşî û nexweşî û pîlan ji gava kû
Şoreş pêketî heya hatina laşê berzanî ê pîroz
Ji waşinton û duvre mi ev tîpane civand
Ji helbstên bavê xwey gelek ji ber min dît
Kû gelkî mafê berzanî ne hatîya dan ev ji vî alî
Û ji alîyê din min xwest tîpane bavê mine
Pêşî lî ser berzanî bê ji ber ku dîvê
Bê xuyakirîn û taybetî di vî çaxî de
Ev jiyana kû berzanî qedan bi vê rastbuna
Kû bavê min danî û dawî di bêjim yezdan
Mezine û azîdî ji bo kurd û kurdistan .

«K. dayin*

Nehwirandineke Berzanî
mizgîn lî me Kurdan

Mizgîn li me Kurda serwerek nû ji me rabû
Derd û kederê me serwerê me bi te şa bû
Xewna me ji zû ye di te şêrî de xuya bû
Zenga li hişê Kurd vaye çû rengê te vabû
Yezdan kire qencî kû divî çaxî ti rabû
Navê Mustefa deng da welatan bi giranî

Her dem serê sed sal yek dirabî nû şemale
E min ez dibêjim yek ji wan ev şepale
Lê her di hezarî radibî yek çi rewale
Dadî di cîhanê dibî peyda tev ji bale
Zerdeşt we dibêjî ew mirovê bê hevale
Heye ê gotibî Zerdeşt tibî yekjê di cîhanî

Sed ceng û şoreş çêbûn ji bo Kurda bihûrîn
Sed sal gelek çêbûn em ji bindestî dizûrîn
Kuştin gelek çêbûn xuh û dayik pir dikûrîn
Hê Kurd bi hezara li beng û şêxa didûrîn
Keskî re neçû ser bi kula re tev difûrîn
Tenha xwedê ferzen kire alî te beranî

.....


Mela Nûrîyê Hesarî

Şoreşa Berzanî

Compte d’auteur

Compte d’auteur
Şoreşa Berzanî
Tîpane - 1
Mele Nûrî Hesarî

Çapa yekê
1000-10-1995
Sûrya- Qamişlî

soresa_berzani_m_n_hesari.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals