The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Roja Nû, N° 1


Editor : Weqif Tabet Date & Place : 1943, Bêrût
Preface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Language : Kurdish, FrenchFormat : 210x295 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Bed. Roj. N° 1 Theme : General

Roja Nû, N° 1

Roja Nû, N° 1

Kamiran Alî Bedirxan,

Weqif Tabet

Di jiyîna miletan de merheleyin hene û miletê ko dixwaze bihehe tekûzî û medeniyetê û wan li xwe bike, jê ra divêt bide reya wan merhelan û bi wan ra derbas bibe.
Gelo miletê Kurd daye pey wan merhelan û heke daye îro gihaştiye kêjanê.
Delêletên heno ko miletê me berê xwe daye vê reyê û bi gavine giran, bi gavine giraniyê tê re diçe.
Heye ko hon bibêjin ji miletê me re, ji miletekî ...


MERHELE

Di jiyîna miletan de merheleyin hene û miletê ko dixwaze bihehe tekûzî û medeniyetê û wan li xwe bike, jê ra divêt bide reya wan merhelan û bi wan ra derbas bibe.

Gelo miletê Kurd daye pey wan merhelan û heke daye îro gihaştiye kêjanê.
Delêletên heno ko miletê me berê xwe daye vê reyê û bi gavine giran, bi gavine giraniyê tê re diçe.

Heye ko hon bibêjin ji miletê me re, ji miletekî bişûndemayî re, ne gavine giraniyê lê gavên oargaviyê gerek in, da ko ew xwe di ser marhelan re zer bike û tojkê berî rojekê xwe bigehêne miletên ko di vê bezê de, jê derketine û ew bi şûn de hiştine û ji ber vê bişûnemayînê miletê me bindestiya wan dike û em bûne rajorên wî. Heke we holê got em jî bi we re ne. Lê ev, tiştê gerek e û tiştê gerek xwerû daxwa e; û ne tiştê destxistî ye.

Daxwaz û Tiştê Hazir

Belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û mewcûd bi awakî din e û silaw li sifra hazir e. Berî sê sed salî Ehmedê Xanî nav di miletê xwe dida û digot; 
Enwa’i milel xudan kitêb in
Kurmanc bi tenê di bê hesêb in.

Herçî Evdilqadirê Koyî, di pey Xanî re û berî 50-60 salî, gava temaşa dinyayê dikir û didît ko her tiştên dinyayê guhêrîne û ji xwendinê re jî awayine nû çêbûne û bi tenê, bi xwendina medresan berê Kurdan naçe şerî; dinalî û digot: 
Le dewrî ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e zimanî baw e.

Belê Xanî digot “Bixwînin”; Koyî li gora wextê xwe, bi ser ve zêde dikir û digot: “Bi awayê nû bixwînin”. Lê me nexwend, gelo çire? Ji ber ko mezin û bîrewerên kurdan menfehetên xwe ên şexsî di ser menfeheta milet re girtine; ev miletê belengaz wekî kerîkî pez dane ber xwe ew dotine, ji şîrê wî rûn û mast û penîr, ji hiriya wî xeftanîne teylesan çêkirine. Xwedê hunehên wan bixeirîne. Tiştê ko yar û mezinên me kiriye ev e. Lê rojekê derba neyaran em hişyar kirin....


Kamiran Alî Bedirxan

Roja Nû, n° 1

Weqif Tabet

Bêrût-Birc / Weqif Tabet
Roja Nû
Sal 1 – Hejmar 1
Duşemb, 3 Gulan 1943
Xwedî û Gerînende
Mîr Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan

Dîwan û gerînendekariya Rojnamê:
Bêrût-Birc; Weqif Tabet
Telefona Dîwanê: 74-04
Telefona Mala Xwediyê Roja Nû:84-41
Edresa telg: Bêrût-Rojanû

Kiriyariya Roja Nû;
ji bona erdên Sûriye û Libnanê:
10 lîreyên Sûrî
ji bona welatên din
2 lîreyên ingilîzî.
Bihayê Hejmarekê:
10 Qemerî.

roja_nu_1_k_bedirxan.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals