The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sorgul


Editor : Nûbihar Date & Place : 2010, Istanbul
Preface : Pages : 260
Traduction : ISBN : 978-994-360-89-0
Language : KurdishFormat : 130x210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Sun. Sor. N° 5423Theme : Literature

Sorgul

Sorgul

İbrahim Sunkur

Nûbihar

İbrahim Sunkur ji bajarê Miksê, hemşehriyê Feqiyê Teyran e. Helbestên wî jî mîna yên Feqiyê Teyran asan û rewan in û bi wezna erûzê hatine nivîsandin. Ji vê hêlê ve dikare wekî berdewamiya helbesta klasîk ya Kurdî were dîtin. Dema ku li helbestên wî tê nêrîn xezelên helbestvanên klasîk têne bîra meriv. Naveroka helbestên wî jî meriv dikare bibêje ku bi piranî li ser evînê û evîna welat in...

Îbrahîm Sunkur, di sala 1953an de li gundê Mezra Şêxa (Ünlüce) yê girêdayî navçeya Miksê ji dayîk bûye. Li gundên Miksê, li Berwara Sêrtê, Hizana Bediîse û Erdîşa Wanê û li navenda Wanê xwendina xwe ya medresê û Erebî qedandiye. Piştî derbeya 12ê îlonê tayîna wî derxistine Lîseya Kawaşê/Westanê. Heta 1985an li wir wek mamoste û alîkarê gerînende xebitiye. Di sala 1985an de wek midûr çûye Lîseya Ozalpê, heta sala 1989an ku tayîna wî derketiye Miksê li vir wek gerînende xebitiye. Di sala 2007an de ji hêla dewletê ve hatiye girtin û di zindanê de maye. Di pêvajoya DTPê de gelek caran hatiye darizandin û binçavkirin. Niha jî wek siyasetmedarekî ku siyaset lê qedexe, li Wanê dijî.


Naverok

Afıtab / 9
Barêevînê / 12
Bêwê Nabe / 15
Belayê Evînê / 17
Belqîs / 20
Berav / 23
Berbızî / 25
Bese / 28
Bırîn / 31
Bûz / 34
Çêjandım / 36
Çl B’kem / 39
Derdo / 45

Manken / 51
Mergêzelal / 56
Merheba / 61
Meşkêvjalım / 65
Mertalî / 69
Mırcan / 72
Murîd / 75
Name / 77
Navê Te / 81
Nexşêxweda / 84
Nıvîsaenyê  / 88
Pêjîn / 92
Perwane / 95
Pıjam / 98

Pîvok / 102
Pızot / 107
Qesra Dılberê / 111
Qestamın / 114
Rabe / 117
Rewşa Dılberan / 119
Roj E / 122
Rûçık / 125
Semyan / 129
Serbılınd Im / 132
Sılav / 135
Sînem / 137
Sıtî / 141
Şemam / 145
Şerab / 148

Şerbet / 151
Xezal / 154
Xurşîd / 159
Yaradelal / 162
Yar / 165
Zalim / 168
Zekat / I71
Zînî / 173
Beybûn / 177
Peyal / 180
Kakıl Agûzê / 183
Kewamın / 186
Dermanêdıl / 189
Destegul / 192
Dıjwar / 195
Dılo / 199

Dînê / 202
Dobe / 205
‘Ebakejê / 207
Er'er / 213
Eşqa Mecazî / 216
Evîn / 220
Evînamın / 224
Ew / 227
Ewyar / 230
Ez Im / 232
Fırçe / 236
Gılîdarım / 239
Gul / 244
Gulûbılbıl / 246
Horî / 248

Kewser / 252
Ferheng / 255


AFITAB

Xweş direşînî tîran
Ew çi guzim xîtab e?
Şolî çavkan’ya Pîran
Bes bi cewr û cefa be.

Li vir jiyan dembor e
Çerxa felekê dor e
Geh li jêr geh li jor e
Bi keyf û bi sefa be.

Rêya te da borîn sal
Li benda te yarê kal
Çima nakêşînim bal
Rewşa min pir xirab e.

Li min çivin êş û jan
Hiş bilav, mejî ji jan
Hinav û mêlak pijan
Dil parêv û kebab e.

Dildar mîna terman e
Hiş çû ne ji serman e
Pirsîna te derman e
Evîna te şerab e.

Şerbet li min bû şorav
Dev zuwa, nayê dorav
Ji kezebê tê zoxav
Tijî xwîn û ‘edab e.
.....


İbrahim Sunkur

Sorgul

Nûbihar

Weşanên Nûbiharê
Nûbihar: 74
Sorgul
İbrahim Sunkur

Edîtor
Süleyman Çevîk

Sererastkirin
Huseyn Şemrexî

Berg
İHB Reklam Ajansı

Rûpelsazî
Dawud Rêbiwar
semalmedya@gmail.com

Çapxane
Kilim Mat. Bas. Yay. ve Kağ. San. Tic. Ltd. Şti
Orta Mh. Fatin Rüştü Sk. No: 1 - 3 / A
Bayrampaşa / İstanbul
Tel: 0212 612 95 59

Çapa yekem
2011

ISBN
978-994-360-89-0

Yayın Sertifika No
16919

Nûbihar:
Pak Ajans Yayıncılık Ltd. Şti.
Büyük Reşitpaşa Cad.
Yümni İş Merkezi No: 22 / 29
Vezneciler-İstanbul
Tel: 1212 519 00 09
e-mail: info@nubihar.com
nubihar@gmail.com

sorgul_i_sunkur.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals