Agirbanû
İlhamı Özer
Elma
Bêyî min tu kes nizane. dilê min çima bi du can e. de bibêje! tu yê pîriktiyê bikî an salên li paş min mane?
bêyî min tew kesek nizane. dilê min çima bi jan e? de bibêje! min heftê û heft sal kevn kirin, ên min nû bikin kîjan e?
bêyî min qet kesek nizane. van mûyên canê min, çima mîna moz û kêzan e de bibêje! zayîna min a dubare kengî ye, bêyî te kî zane? Naverok
Çandin Û Çinandin / 5 Mıxabin / 6 Nameyek / 12 Agîrbanû / 13 Kewa Kurd / 15 Şevên Fermî / 19 Pediviya Tazî / 21 Min Xemsar Neke / 23 Bêrî / 25 Ameda Bê Sibe / 28 Şerm Nîn e? / 31 Taristan / 32 Bîrcên Giyana Mîn / 33 Şîret / 35 Dîbêje / 37 Pêşwazîkîrin / 38 Hevgırt / 39 Dilba / 40 Tika / 41 Min Bibihîzez / 42 Dayê / 44 Mırın / 45 Arjîn / 46 Livî Welatî / 48 Gilî / 51 Eyyezdan / 54
ÇANDIN Û ÇINANDIN
Ji hevala Yildizê re
Te xwe ji kesî pirs neke Min tu dizî!... Liberabûna te jî napejirînim Lewre ez xortekî berzewac im Tu qîz î...
Ber xwe nekeve Min tu di cihekî xwe de çand Kengê hêşîn dibî bibe Lê belê daxwazekî min heye Dîsa li xwe bişibe...
Bila navê te yê nû Bibe Zîn Mijara te ya sereke: Evîn Tu û Mem Heta mirina duyemîn Li wî cihê paqij û bê kemîn pipeyivin Ez jî bibim pênûs û kaxiz We guhdarî bikim .....
Agirbanû
İlhamı Özer
Elma
Weşanên Elma Helbestên Mir 1 Agirbanû İlhami Özer
ISBN 975-8794-00-0
Çapa Yekem Gulan 2003 Çapxane Kayhan Matbaacılık Weşanên Elma İlkbelediye Caddesi 37 / 3 Tünel-Beyoğlu 80070 İstanbul Tel: (0212) 243 77 80
agirbanu_i_ozer.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document
|