The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Baxçê Payîzê


Author : Simoê Șemo
Editor : Nairi Date & Place : 2008, Yêrêvan
Preface : Çerkezê ReşPages : 232
Traduction : ISBN : 978-5-550-01519-3
Language : KurdishFormat : 145 x 210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Sim. Sim. N° 4619Theme : Literature

Baxçê Payîzê

Simoê Şemo, Baxçê Payîzê

Rizganê Simo


Nairi


Ewî rojên havîna neçûye zozanê Elegezê, nav xemila mêrgada negeryaye, xule-xula avê kanya û belekyara heyr-hijmekar nebûye, bawer bike- ewî li vê dinyayê buhuşta eynîsî bi çevê xwe nedîtîye.
Zarotî û xortanya min nav wê buhuştêda buhurîne. Serbara serda- min rênga jîyana xwe hema xût nav wan reng û dengada dîhar kir. Rojekê min binatara belekya birrka berxê xwe diçêrandin. Wê havînê min mekteb îdî xilaz kiribû. Şedetnema (atêstat) xilazkirina koma 10-a berîka minda bû. Her gav-deqe ...

Rizganê Simo
, nixurîyê Simoyê Şemo, sala 1953-a, li gundê Şênavanê (marza Armavîrê) ji diya xwe bûye. S: 1979-a institûte Yêrêvanêye doxtirîyê xilaz kirye. Pey xilazkirina întêrnatûrayê ra heta şala 1984-a wek doxtir xebitîye marza Armavîrêda (gundê Qamûşlû-Zartonk). S, 1985-ada wek dersbêj (lêktor) ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê’ye dewletêda kar dikê. S. 1997-2005-a usa jî cîgirê dêkanê fakûltêta doxtirîye tomêrîbûye. Xudanê weke 25 gotarên zanyarî û 4 ktêbên dersaye. S. 1991-ê têza kandîdatîyê xweyî kirye. Bavê 3 kura ye. Rizgan, çawa ewledê Simoyê Şemoyî şîrhelal, time bi xemxurî berbirî mîrata bavê xweye wêjeyî (edebyetî) bûye. Aha pey wefatbûna bavê ra wî arşîv û destnivîsar hildane dest xwe. Ev berevok Rizgan bi xwe hazirkiryê û daye weşandinê. Karekî bi rûmet û layîqî pesnandinê û şêkirdarîyê hatye kirinê, kîjan kemala edebyetî-dîrokî dest tine.


Naverok

Payîze û Dagêrr / 5
Ez Çawa Bûme Doxtir / 7

Berbi Sirûştê û Welat...

Gulanetê / 10
Qîzê Kurda / 10
Cemîlan / 11
Emrê Xweda Ez Syar Bûme / 11
Wede Wê Bê / 12
Zarotîya min / 13
Li Ku Ma? / 13
Gelo xewn Bû? / 14
Ez Kurmanc im / 14
Axa Min / 15
Gelo Wê Çibe / 16
Siba Mêrgê / 17
Biratî / 17
Dibare / 18
Merivê Nerast / 19
Nola Şayîrekî / 19
Dinê Dore / 20
Tevna Payîzê / 20
Wede ku Hat / 21
Êvara Hêsa / 21
Were, Bira / 21
Elegezê, Devêgelî / 22
Çîayê Elegezê / 22
Payîz / 23
Berfê Bê / 23
Elegezê Wergirtîye / 24
Leylan / 24
Sala Teze / 25
Payîz / 25
Çem / 26
Payîzê Ker Avrûyê Xwe Tel Daxistîye / 26
Ax, Van Sala / 27
Baran Dibare, Şînayî Şile / 27
Havînê Barkir / 28
Wey / 28
Qiravî / 29
Derbaz Bûn Rojêd Min / 29
Emir Tevne / 29
Îna Neke Hêsîrê Jinê / 29
Dewla Tijî / 30
Kanîya Enzelî / 30
Dilo, Mexeyd / 31
Daê / 31
Rojêd Min / 32
Hebûna Dinê / 32
Xwedê Şede / 33
Sûra Nazik / 33
Ew Qasekbû / 34
Hilgêr / 34
Lizvê Şîrin / 35
Çetine / 36
Kê Dixaze ku Qudretê / 36
Xew Konada / 36
Baran Emire / 37
Xazila Niha Çîyê Bûma / 37
Pêşkêşî Wezîrê Eşo / 38
Dilê Min / 38
Em Êzdîne / 39
Gazina Kanya Çyê / 40
Berf Pêşa Xwe Dadixe / 41
Wê Habe / 41
Dilê Min Tera / 42
Kuda Çûn / 42
Ez Westîyame / 43
Çewa Dikarî Ha Bibî Agir / 43
Bihêl Vexum Bi Fîncana Lêvê Te / 43
Qîz Xeyîdye, Naçe Avê / 44
Gulê, Canê / 44
Qe Nizanî kê Hizbikî? / 45
Bihêl / 45
Huba Min / 45
Were Em Herin / 46
Em / 47
Em Kurd in / 48
Dilo, Dilo / 48
Îro / 49
Dilo, Rabûyî Ça Behr li Ber Bê / 50
Payîze / 50
Tenêbûn / 51
Çî Mirane / 51
Şevêd Çyaê Me / 52
Şevê Elegezê / 52
Wetenê Min, Miletê Min / 53
Gelo Kî Ye? / 53
Wê Bê Wede / 53
Hevalêd Min Kune? / 54
Kirnêd Min / 54
Bende / 56
Pyê Minda Çarix Bûn / 56
Zêr Tîne Zêra / 57
Kurê Min / 57
Wede / 58
Rê / 58
Ez Dixwezim / 59
Nifira Bavê / 60
Payîz / 61
Şamîran / 62
Tifaq / 63
Em Birane / 64
Sehîdê Îbo / 65
Ez Bê Cîme / 66
Şiverêd Min / 68
Çem / 70
Herme Elegezê / 71
Dilê Min / 71
Rya Me / 72
Xazilaçîyê Bûma / 72
Ew Zozane / 73
Ezûêl / 73
Destê Kurda / 74
Ez Bûme / 75
Edlayî / 76
Zarê Dinyaê / 76
Gundê Me / 77
Temyaminli We / 78
Kurd Xeberdide / 78
Destê Neqenc / 79
Xazil Dîsa Zar Bûma / 82
Biratî / 83
Ez û Mirin / 84
Were, Şayîr / 85
Ez im / 85
Zmanê Kurmancî / 86
Ermenîstan / 88
Para Min / 89
Çevê Min ra / 89
Emrê Merya Çye? / 90
Ereze / 91
Dil / 91

Muhbet Kal Nabe
Ez Te Hiz Dikim / 92
Dilê Min Çike-Çike / 92
Bira Gul Bim Ll Ser Rya Te / 93
Şeva Terî / 93
Sirûçka Dora Avê / 94
Îdî Derenge / 94
Were / 95
Şeva Terî / 95
Çima Habû / 96
Tu Bûyî Horî / 96
Wan Gulyêd Reş / 97
Gulyê Reş Veke / 98
Gulahubê / 98
Ll Min Ûte / 98
Were / 99
Kalê Kal Bû / 100
Divên, Wekî Min Hiz Nake / 100
Xewnêda Te Gulek Da Min / 100
Hubamin Pire / 101
Tu Bal Minî / 101
Divên, Wekî Hub Derewe / 102
Çl Ecêb Bû / 103
Boy Pirseke Sare Vala / 104
Dilê Minda / 104
Îro / 104
Me Bîr Kirye, Me Bîr Kirye / 105
Usa / 105
Kona Danye li Zozana / 106
Min Hiz Nakî, Min Hiz Nakî / 106
Deqe Hatin, Bûne Sehet Çûn / 106
Tu Kulîlka Berbi Royê / 107
Avrûyê te Usa Tel in / 107
Wexta Ez Te Nabînim / 107
Wedê Min / 108
Zarê Şîrin li Min Şilke / 108
Wele, Dînê / 109
Çima / 109
Wêçibe / 110
Îro jî Çû, Me Hev Nedît / 110
Ez Tenê Me, Bê Sebir / 111
Çi Biye, Dilo / 111
Te Gulçirpand / 112
Bêrîvana Min Xeyîdye / 112
Diricife Dilê Min / 113
Usabêxem, Usahêsa / 113
Tê Yara Min / 114
Çev / 114
Dinêzane / 115
Sifet / 115
Hub li Zozana / 116
Xewnê Mine Şîrin, Şekir / 116
Ax, Dereng Bû / 117
Îdî Çi Ma? / 117
Dilo, Meêş / 118
Tu / 118
Dilqayîl Nabe / 119
Govendê da / 120
Ez Te Hizdikim / 120
Hetanî Hebim / 121
Nola Ewrê Zivistanê / 121
Divên / 121
Ax / 122
Hub / 122
Berbi Bêrîyê / 123
Em Herdu / 123
Çiqa Roje / 124
Soz-Qirar ku Man? / 124
Usa Bêxem / 125
Min û Te va / 125
Nîşana Min Tilîya Teda / 126
Nehub, Necanî / 126
Zerîyê, Tu Cara / 126
Ser Kanîyê / 127
Xeberxweşê / 128
Tu Nehatî / 128
Çirane? / 128
Wedekî Kinda / 129
Natirsim / 129
Min Nepirsîn / 130
Dilo, Bes e / 131
Ro Bye Sal / 132
Min Tera / 132
Ça jî Hebe / 132
Em Hev Dûr in / 133
Me Bîrkira / 134
Nizam Çi Bikim / 134
Ha Dilê Min / 134
Gulek Hat / 136
Mij û Xêlî / 136
Ax, Bedewno / 137
Wexta Têyî / 138
Tu Napirsî / 138
Ez Ditirsim / 138
Nola Xezala Mêşe / 139
Bilûrvan e / 139
Dûr Here / 140
Bêrîvan / 141
Lê Paşê / 141
Xewnê da Jî / 142
Te Hiz Nakim? / 142
Mêrge Bengîye / 143
Hiz Dikim / 144
Ro Çû Ava / 144
Şevê Hubê ne, Şevê Baharê / 145
Were, Dilo / 145
Ez vê Derê / 146
Yek Tu, Yek Huba Me û Yek jî Ez / 146
Ezî Tîme / 147
Baran Dibare / 148
Xewn Bûma / 149
Ê, Çl Bêjim / 149
Divêjin, Wekî / 150
Av / 150
Gulagêlî / 151

Destan û Qelîbotk
Leylê-Bêrîvan / 152
Dê Ûcemal / 168
Sedir Nexweşe / 183
Bl Aqilê Rûvî / 183
Helalê / 184
Nebî û Pîrik / 184
Reva Jinê / 185
Golik / 185
Hewar Dikim / 185
Nêrî / 188
Dê Ewledê Xwe Davêje / 189
Caba Çêm / 189
Çivîkê ra Sare / 191
Nanê Sêlê / 192
Weke Şîrê Xwe / 194
Bizin Mir, Girr Temirî / 196
Ker û Gamêş / 197
Kanî û Sûlav / 198
Ewledê Dilovan / 199
Beq û Rûvî / 201
Kurê Malê / 203
Kûsî / 205
Çivîk / 206
Diz / 207
Gazna Kerê / 207
Çivîka Çûk / 209
Dîkê Merîfet / 210
Çya Gote Çya / 211
Werên, Em Nekin / 212
Navêd Me / 215
Devê Gêlî / 220
Kara Benik / 220
Rûvî Tirê / 221
Kevanya Mirîd û Şêx / 221

Bîblîografîya / 223


PAYÎZE Û DAGÊRR...

Salên 1950-îda îdî li meydana çanda kurdên sovêtîyê, başqe gotî- li Ermenîstanê, nusleteke wêjeyîye (edebyetî) nû rabû li ser riya xwedîharkirin û xwetestîqkirinê. Ew nusletek bû, kîjanê gerekê bere-bere “mafên” peyva bedewetîyê naskirina û biparastina. Hilbet, her wekîlekî wê nusletê (silsilet) xwedîyê zên-merîfet û karûbarê nevsîyêyî cuda bû. Lê bi tomerî hildayî wê xwe nîşan da wek sazkira ..govendekê. Aha Simoê Şemo jî yek ji wan bû, yê ku ,”sifet...bejn-bal” û stranê xweva xemleke nazik û ştav dida rêketin-meşa nusleta kurdîye wêjeyîye nu.

Simoê Şemo (Simoê Elîyê Şemo Şemoyan) sala 1928-a, 18-ê gulanê li gundê Kelegerxê (Niha-Şênavan, li marza Armavîrê) ji dîya xwe bûye. Sala 1951-ê xwendinxana Yêrêvanêye doxtirîyê, lê sala 1957-a înstîtûta Yêrêvanêye doxtirîyê xilaz kirye. Weke dehe sala çawa doxtirê sereke li mentîqa Aparanê (Elegez) xebitîye. Wê şûnda-heta dawîya jîyana xwe li Yêrêvanê, polîklînîka xwendkarîyêye serekeda çawa serwêrê para rêntgênologîyê karê xweyî “fermî” pêşda birye. Sala 2000-ê 30-ê noyêmbêrê li Yêrêvanê çûye ser dilovanîya xwe.

Çawa tê kivşê, jîyana Simoêyê Şemo bi bûyer, qewimandin, werguhastin û “çûyîn-hatinên” gire berbiçevva ewqasî ji “têr-tijî” û dewlemend nîne. Lê ev îzbatîya bi rastî bûye bingeha xuluqandin-gulvedana cihaneke şayîrtîyê-efrandarîyêye rengîn, kîjan îdî hewceyî naskirin û qîmetkirina pêşekzanîyê- wêjezanîyêye anegore.

Simoyê Şemo, çawa şayîr (helbestvan), çawa nevsa efrandar, dengbêjê hest-hesînên dil û ruhê tenik û rastîye. Ricafên cihana pevgirêdanên hundur wê rêaltîyê dîhar dike, bi kîjanê bûyer û “çivanên” rabûn-ketina rojane dibine xet, helbest û bi hesabê tomerî-xwedîharkirina şêwirdarîya xwedî bext-recal.

Simoyê Şemo berê ewlin tembûrvanê hub-hizkirinêye. Pêlên hesînaye germ dixulxulin-tên, û tu nişkêva tê derdixî, ku nav xetên hubêye here sadeda jî tamarên jîyaneke mayîne dûr-deraz dem û rewşên helbestvanîyêda tam û bi serecem saz dikin. û hema xut ji vê tebîya muhbeta paqij û jîyandare, ku şayîr li vê dinyîyayê, li vê pergalê, li der-dorê xwe, li jor û jêr dinhêre û... hey firnax-şadibe, hey berxwedikeve, hey dikewgire, hey hêrs lê radibe, hey xweda dişewite û diqicqice... Bi vî awazî helbesta Simoyê Şemo goveka cihana xweda hundur fire dike û dike xwedîya sîstêmeke dinêdîtînêye bi rastî tambûyî. Xwendevanê hazir û pispor dikare nav poêzîa (helbestvanî) Simoê Şemoda hêz-hereketeke strûktûrayêye nexşîyêye berk û serbixwe texmînke. Ev yek dide kivşê, wekî şayîr serê serda li ser riya efrandarîyêye xwexwetîyê sekinîbûye. Eva jî îdî bingeha qebulkirin-nirxandina şayîr-hunermendê eynsîye.

Ev berevoka Simoyê Şemoye pêşine, ku pey wefatbûna wî ra tê weşandinê. Hîmlî helbestên salên jîyana wî ye paşinda nivîsî tê da cîwar bûne. Gerekê bêjin, wekî berevok bi xwe qey bêjî zengila jîyana şayîre paşin lê dixe... û bi vê rastîyê jî sînor-hidûdên cihana helbestvanîya wî yekser kivş û yeqîn dike. Wekî mayîn-ew cihan îdî tame, karên wêderê-serhevda hatî û xilazkirî. Vê berevokêda payîze, êvar û dagêrr. Dûrketina şayîre fîzîkîye me mecbûr dike- dîsa û dîsa vegerne mala wî, cihana wî, ku tijî guşîyên xem-xîyala, mitala, êşa, îsafê, hizreta, mukurîya, bîranîna û temî-şîretaye...

Simoê Şemo çawa merî û şexs bi rastî fênomenek bû. Heta niha laqirdî, gilî-gotinên wî tev heval-hogira, pizmama û nas-nenasada têne bîr anîn û wekilandin. Helal bû, paqij, mêvanhiz, dilbaristan, xemxur.

Çerkezê Reş
Kandîdatê ulmêd fîlologîyê.

Ez Çawa Bûme Doxtır

Perçek ji bîranîna

Ewî rojên havîna neçûye zozanê Elegezê, nav xemila mêrgada negeryaye, xule-xula avê kanya û belekyara heyr-hijmekar nebûye, bawer bike- ewî li vê dinyayê buhuşta eynîsî bi çevê xwe nedîtîye.

Zarotî û xortanya min nav wê buhuştêda buhurîne. Serbara serda- min rênga jîyana xwe hema xût nav wan reng û dengada dîhar kir. Rojekê min binatara belekya birrka berxê xwe diçêrandin. Wê havînê min mekteb îdî xilaz kiribû. Şedetnema (atêstat) xilazkirina koma 10-a berîka minda bû.
Her gav-deqe difikirîm- çika kuda herim, xwe li kîjan rya jîyanê bigirim. Çi jî banya ber çeva- dîsa û dîsa pêşekê doxtiryê seva min dima wek stêrkeke dûr-deraz,kîjanê qey bêjî gazî min dikir. Lê çawa berbi wê herim? Wê rojê jî ez nava wan mitalada bûm, çaxê nişkêva minva “Vîlîsek” derket. Ew nêzîkî birka berxê min bû û sekinî. Têda xêncî avtoajo du meriv jî hebûn, kîjana libasên pir maqûlî wergirtibûn. Ez qey bêjî bêy hemdî xwe nêzîkî wan bûm, bi ermenkî silav da wan. Wan jî bi ermenkî silava min vegirt. Wan sala li temamya komara Ermenîstanê jî avto pir kêm bûn. Rabûna avtoekê li zozana bona zozanvana rastî jî tiştekî ecêbmayînê bû. Aha lema jî min pirs kir:

-Gelî maqûla, hûn çawa bi wê avtoê hilkişyane vî çîyayî?
-Ev avtoa hemû çîya û banyava jî hildikişe,-ji wan yekî bi ken caba min da, paşê berbirî min bû,-tu çi miletî?
-Ez kurdim, kurdê êzdî.
-Lê tu çawa wisa temiz bi ermenkî xeber didî?
-Maqûl, em navdeştê gundê ermenîya da dijîn. Min bi xwe hema îsal mekteba ermenîaye orte xilaz kirye.
Ew cûrekî şaş û metel ma û teherekî çevê min nihêrî:
-Çawa? Te koma 10-a xilaz kirye?

-Belê, maqûl.
-Lê tuê çawa bikî? Kuda herî? Çi hînbî?
-Ez jî nizanim...
-Dixwezî bibî doxtir?
Tê qey bêjî Xwedê hiz kiribû û remildarek şandibû cem min. Ewî raste-rast fikir-xwestina min anî ser zarê xwe. Min destxweda cab da:
-Maqûl, mirazê minî herî zîyaretî jî hema ewe.
Ewî tenê ber xweda gilîk got:
-Pak.

Ji axavtinên wan camêra ez pê hesyam, wekî navê evê minra ketibû xeberdanê, Xaçîke. Wana ser şînkayê sifre vekirin, bi dilekî rihet û şa nan xarin. Berî rêketinê ew Xaçîka bi dilbaristanî vegerya ser min:
.....


Rizganê Simo

Simoê Şemo, Baxçê Payîzê

Nairi

Neşîreta Nairi
Simoê Şemo
Baxçê Payîzê
Rizganê Simo

Yêrêvan
Nairi
2008

Ji bo 80 salya buyina helbestvan
Simoyê Şemo hatye weşandinê

Berevok û bîblîografîya hazirkir
Rizganê Simo

Rêdaktor
Çerkezê Reş

Berevokêda bi tomerî şîêred şayîre salên jîyana wî ye
dawîêda nivîsandî û neşirnebûyî hatine cîwarkirin.
Usa jî hinek helbestên ji kitêbên wî ye
başqe-başqe têda cî dîtine.

ISBN 978-5-550-01519-3

© «Նաիրի»

baxce_payize_s_semo.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals