The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berevoka Berhema - 3


Editor : Lîmûş Date & Place : 2009, Yêrêvan
Preface : Wezîrê EşoEskerê BoyikFirîda Hecî CewarîPages : 352
Traduction : ISBN : 978-9939-805-80-1
Language : KurdishFormat : 140 x 200 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Usi. Ber. N° 2985Theme : Literature

Berevoka Berhema - 3

Berevoka Berhema - 2 [Kurdî, Yêrêvan, 2008]


Berevoka Berhema

Fêrikê Ûsif

Lîmûş

Çiqas jî Fêrîkê Usiv wek şayîrekî kurd li welatê kal û bavên xwe - Kurdistanê kêm deng daye, lê di nava kurdên sovêta berê, û bi taybetî Ermenîstanê da, li kîderê ewî jîyana xwe û nivîsandina berhemên xwe bi cî anîne, wî wek helbestvanekî herî bi kemal û bi serda jî mezin dihesibînin.
Raxistina jînenîgarî û kar û barê helbestvanekî weke Fêrîkê Ûsiv di nava gotarekê da, çiqasî jî ew berfireh be, ne gengaz e. Ber vê yekê min biryar danî, ku dest ji nivîsandina gotareke bi awayê standart bikşînim, û her bi tenê hinek nêrîn û dîtinên xwe, ku pêwistir dibînim, ser helbestvanê hizkirî, jîyan û karê wî raxim ber çevan.
....


Naverok

Wezîrê Eşo - Şayîrê xerîbîyê Fêrîkê Ûsiv / 5
Eskerê Boyîk-Fêrîkê Ûsiv / 14
Fêrîkê Ûsiv, Şayîr û pismamê meyî hêja / 34

Helbest
1985
Esirê mînanî / 36
Tevekêd lazûr / 36
Ser mezelê dîya min / 37
Mîkaêlê Reşîdra / 37
Na, naxwezim / 39
Masîs / 39
Çêt / 39
Gund bu / 40
Diçirn gund / 41
Bizanbe / 41
Kî ku kêra naxweze / 41
Cahiltî / 42
Çi kire ketye / 42
Hema hevekî / 42
Qey duh bû / 43
Heyamek heye / 43
Xwe dinhêrim / 44
Qewimê qelemêra / 44
Bukeke bedew / 44
Ber minra / 45
Carina / 45
Keçê vî gundî / 46
Ax, tu bedewî / 46
Hat û buhurî / 47
Ez mîna sehba / 47
Çiqas “dibûrîye” / 47
Tu wisa / 48
Ditirsim / 48
Navê te / 49
Nazgula gunda / 49
Dibûr dibriqî / 50
Navtedaheye / 51
Narê, Elo / 51
Xûç û bira / 51
Jinka davvdêre / 52
Bilyane doxtir / 52
Pampyanê koç bikin / 53
Ey Ûrisêta raketî, rengîn / 53
Min xewna xweda / 54
“Paşka-biraşka / 55
Kêf / 56
Ûrisêt / 56
Bal Resûl / 57
Emê jî herin / 59
Xaliq, tu xatirê / 60

1986
Êvar / 60
Çingilêd çîyê / 61
Esil ew çîye / 61
Davan / 62
Yêsênînê min / 63
Hê bengî dibim / 63
Ne ewe bêm / 64
Sal-nîvek çû / 65
Şiyêra min / 65
Lê wextekê / 66
Dixwezim / 67
Ez nahêlim / 67
Tibîlîsî / 68
Ecêvin şayîr / 70
-Her tişt buhurî / 70
Hûn ne bi qerfa / 71
Nizanim / 72
Zid bûme / 72
Dilê min dêşe / 73
Ezî betbextim / 73
Çerkezê Reşra / 73
Tuwisarindî / 74
Na, hekîma min / 74
Ev der îro / 75
Bêxeda çû / 75
Nexweşî / 75
Du cahilê rind / 76
Şeherê mezin / 77
îro tiştek min / 77
Tîrinc ewirada / 77
Şebeq şê dike / 78

1987
Bahar kimkimîye / 79
Bilûrvanêjîr / 80
Xas-xatûna kurmanciyê / 80
Hatime ez / 81
Çawa mesîkî / 81
Svêt.-ra / 82
Du Sivêta / 83
Qîza qewimê mine / 83
Pismama minra / 84
Çiqa dibhurim / 85
O, hêsûyêd hêşîn / 85
O, bêşîka vagonê / 86
Bi lêvêd lerzok / 86
Usa hat istandin / 87
O, hûn qelemçîyêd / 87
Du heval / 87
Nava şerê mirin-jiyîn / 88
Pirê tirana / 88
Te şayîrekî / 88
Lotîyê durû / 89
E.-ra / 89
Qar ne ewe / 90
Xuliqdar hingê / 90
Min qerfe xwe / 91
O, hucet mekin / 91
Wey la xezev / 91
Şînê şeynetî / 91
Du deng / 92
Daxistan / 93

1988
Mêzekin halê miletê kurd / 96
Ey pantûrkê har / 97
Neyarêd mera / 98
Agir berdane / 99
Gul şîn navin / 99
Dêrê qawereng / 99
Min derheq teda / 100
Wextê di nava / 100
Weşa j i weşa ketî / 101
Zînêra / 101
Û zûda-zûda / 102
Ez xwey dikim / 102
Du serokê dibistanê / 103
Lêkanê-kanê / 104
Li soqaqa / 104
Çitisqîye / 105
Eskê Emînê / 105
Fêrizê cînarra / 105
“Dengbêjê millet” /  106
Erdhejaatav / 106
Bona bîranîna xîrûrgê kurd / 107
Êpîtafiya / 110

1989
Dibûrdax / 111
Birrê ewira / 112
Dixwezim derheq / 112
Dêm û dîdemê / 113
Dilê min li wire / 113
Ax, vira xanîyê / 113
- Em xûnavê hevin / 114
S. Şemora / 114
Nasitire, naedile / 115
Ret nabin / 115
Palvedaye / 115
Bi sepeteke / 115
Xatirê xwedêkî / 116
Bîrnakim / 116
Navê hezara / 116
Ida ji bîra min naçe / 117
Hobêlyan kirin / 117
Dibûrîme ez / 118
Xaliq, te gelek / 118
Betilîme ez / 118
Bêxewî / 119
Êşê daye / 119
Rojêd emirê min / 119
Temî / 120

1990
Vî sêrîda / 121
Huso / 121
Cote gundîyê / 122
Nav şîrinê / 123
Bedewa bed / 123
Gerê gundê me / 123
Sonda xwe texsîr / 124
Gulapêşapalê / 124
Aqa tele dilê min / 124
Te zanibû Dibûr / 124
Mêrê F. H / 125
Xemê / 125
Min ne lazimin / 126
Herim gund / 126
Hecîyê Cindî / 127
Vêdise zêna wî / 127
Serê pêsekinîya / 128
Êpîtafîya / 128
Çivîkêd zivistanê / 129
Carna divêjim / 129
Ez çûm kêleka / 129
Edo daye / 130
Hûn konfêransa xwe / 130
Asîya orte / 131

1991
Asê / 133
Asê, Sûsan / 133
Pismama min / 134
Bîranîna S. îbora / 134
Ewirada vcsyan / 135
Rex minra / 136
"Tu guneyî" / 136
Sûtora / 137
Ka "Xamê Resûl?” / 137
Hckîmî Loqman / 138
Seddem Husêyn / 139

1992
Gulnazêra / 142
Tu bahar bûyî / 142
Dengê \vê usa / 142
Çiqas bcdewe / 143
Kurdistan, em kel-kel / 143
"Mirin, bêtcrbetiya...” / 144
Xeberdidin usa ferz / 144
Divêjî, wekî / 145
Dengbcjc tirk / 145
Ruhêrn helyaye / 146
Nav vê bcrzeqya / 147
Ser kaxezêda dinhêrim / 147
Diçim ez / 148
Min serê serda / 148

1993
Kanên ew dîdem? / 149
Cêrga kermê pêz / 149
O, tu dijminê / 150
Firîcêra / 151
Birê min Hemora / 151
Bi methu -sene / 152
Dewatîyê dîlbend / 152

1994
Ey, kurdê keleş / 156
Li mêrga Feyo / 157
Ezpayîzim / 157
Ezevdalekî / '158
Lê ew merîfet? / 158
Naha emê tevî bûkê / 159
Yarabilalem / 159

1995
Çînara çuxreşî / 160
Xweafukirin / 160
Wextê dîna xwe / 161
Na, qudum tune / 161
...Serêçîya / 162
Ax / 162
Feqîyê Teyra / 162

1996
Kilama kurdî / 165
Helala minra / 165
Doradilêmin / 166
Minûvîhalî / 166
Çaxê axê / 166
Min çiqa dixwest / 166
Ezkalim / 166
Gazin / 167
Ezkumirim / 167

1997
Poêmabiçûk / 168
Min dîtin / 170
Dîalog / 171
Xwezilya xwe / 172
Ezwekîdiza / 172
Zerêra / 173

Destan
Rizayê kurmet / 174
îsaf / 185
Hebesê Evdî / 189

Werger
Çerkezê Reş - Derheqa welgerên Fêrîkê Usivda / 229
Mîmnêrmos - Kaltî / 231
Anakrêon - Tebîyetê qoç dane / 231
Vîlyam Şêkspîr -Otêllo (kerîk) / 232
Corc Bayron - Çend stans Avgûstayêra / 236
Deqa nazîya / 238
Heyirîx Haynê -Bive gerok / 238
Fîrdûsî -kerîk ji “Şah name" / 239
Alêksandir Pûşkîn -Evara zivistanê / 241
Hikyata mesîyê zêrîn / 242
Mîxayîl Lêrmontov - Misîrî / 248
Êfîm Zorya - Ahmedê Xanîra / 270
Sayat Nova - Tu hingêda aqilbendî / 270
Hetanî hebim / 271
Hovhannês Tûmanyan - Anûş / 272
Maro / 298
Avêtîk îsahakyan - Kanîya jina keşîş / 303
Ebû-li Ele Maharî / 305
Hovhannês Şîraz - Sîyabend û Xecêzerê, (kerîk) / 318

Navenda lêkolînên kurdî- Şayîrê navdar çû rehmetê / 322
Rojnama “Rya teze” - Ferîkê Usiv / 323
Wezîrê Eşo - Fêrîk nemire / 324
Eskerê Boyîk - Serxweşya min / 326
Têmûrê Xelîl - Fêrîkê Ûsiv bi xeyd ji cihanê çû / 327
Mirazê Cemal - Çîyayê Dibûrî / 328

Ferhengok / 329

Wenêyan / 333

Paşgotin / 343


PAŞGOTIN

Meha berê pirtûkeke bihagiran “Antolojiya edebyeta kurdî” (2003) ya nivîskarê bi nav û deng Mehmed Uzunê rehmetî kete destê min.
Ez dilşa bûm, wekî derheqa nav û karên nivîskarên kurdên Ermenîstanê jî pirtûkêda çap bûne.

Lê, mixabin, navê Fêrîkê Ûsiv têda tûnebû... lê belê, vê pirtûkêda (rûpêl 150-151) gotara derheqa Şorişvanê Sîbîryayê (Rusya) pirr hêja Fêrîk Polatbêkovda, ku bi zimanê rusî helbest u gotar jî nivîsîne, pey helbesta wî “Heykelê min” - helbestên Fêrîkê Ûsiv “Kurdistan", "Xwezila dîsa min bigota: -berxa berdin", û “Agirê hubê" cîwar bûne .

Helbesta Fêrîkê Ûsiv "K.urdistan” yekemîn sala 1967-a di pirtûka “Lîrîka” da, helbestên “Xwezila dîsa min bigota” û “Agirê hubê" yekemîn di pirtûka “Gula Elegezê”-da, sala 1964-a, di saxiya Fêrîkê Ûsivda, hatine weşandinê.

Firîda Hecî Cewarî

Şayîrê Xerîbîyê Fêrîkê Ûsiv

Wezîrê Eşo

Çiqas jî Fêrîkê Usiv wek şayîrekî kurd li welatê kal û bavên xwe - Kurdistanê kêm deng daye, lê di nava kurdên sovêta berê, û bi taybetî Ermenîstanêda, li kîderê ewî jîyana xwe û nivîsandina berhemên xwe bi cî anîne, wî wek helbestvanekî heiî bi kemal û bi serda jî mezin dihesibînin.
Raxistina jînenîgarî û kar û barê helbestvanekî weke Fêrîkê Ûsiv di nava gotarekêda , çiqasî jî ew berfirehbe, ne gengaze. Ber vê yekê min biryar danî, ku dest ji nivîsandina gotareke bi awayê standart bikşînim, û her bi tenê hinek nêrîn û dîtinên xwe, ku pêwistir dibînim, ser helbestvanê hizkirî, jîyan û karê wî raxim ber çevan.

Ez ber vê yekê van nêrîn û dîtinên xwe pêwist dibînim, ji ber ku ew cara yekemîn tên eşkerekirinê, û bilî min belkî yekî din nikaribe jî vê yekê bi cî bîne, ji ber ku yên dikaribûn pirî-hindikî bi cî baniyana, ewana bi piranya xweva weke Fêrîk xatirê xwe ji cîhana ronik heta-hetayê xwestine.Di vî warî de, eger em dikarin waha bêjin, pirîvîlêjî, serdestîk min heye, ne ku bi tenê haya min, wek hogirê Fêrîk yê zarotîyê û nêzîk, ji pir kesan bêtir ji jiyan û karkirina wî, lê her wa ji wan bûyêran jî heye, yên ku ji alîkîda, karaktêra wî, weke mirovê kurd, weke şayîr dîhar dikin, ji aliyê dinva jî, ku tiştekî pir giringe û dîrêkt girêdaye vê nivîsa meva, sedema tirajêdiya wî wek helbestvanê kurd, yê welatparêz, miletparêz.

Di nava ezmanê helbestvaniya kurdên Sovêta berêda, ji salên 50-î yên sedsala 20-î û virda çend stêrkên geş yên wek stêrka serê sibê derketin û di nav wanda yeke here geş stêrka Fêrîkê Ûsiv bû. Lê tu were û vê ecêbê, vê paradoksê mêze bike: ji berêda, ji kevin de di nava pir salanda, û di wê jimarêda, di nav gelê kurdda ev bawarî çê bibû: mirovên bextewarra digotin: “Stêrka wî li ezmanan geş diteyise”. Lê çiqasî jî Fêrîkê Ûsiv wek helbestvan şibêta stêrkeke geş li ezmanan kifş bû, lê ew di jiyana kesayetîda qet jî bextewar nebû, û loma jî, ev gotin qet jî hindava yên weke wîda nehatiye bi karanînê. Çima?...Ji bona em bersîva vê “çima”- yê bidin, em gotî bendan, parantêzan vekin.

Li Sovêta berê û bi taybetî li Ermenîstanê bawer bikî helbestvan û nivîskarekî me yê usa tune bûye, ku weke Fêrîk di zindîtiya xweda bi hêjatî hatibûya nirxandinê û bi serda jî hizkirinê, ku weke wî zindîtiya xweda ewqas pir deng dabûya. Tê bîra min, gava salên berê (yên sedsala buhurî) li peytextê Ermenîstanê-Yêrêvanê, bi destî şêwira xwendekarên kurd şevên Kurdan çê dibûn, Fêrîk di wan şevanda helbestên xwe ezberî digotin. Û te bidîta heyecan, ruhdarbûn û şabûneke çawa mezin di nava ciwanên kurdda çê dibû, ji deng û seda çepiklêxistin û qîrkirina wan ya zemandirêj, te digot eveke banê sarayê wê ji cî rabe û li ezmanan keve. Bilî xweşbûna naverok û şiklê helbestan, aktiyorbûna Fêrîk jî rola xwe di çêbûna vê heyecanêda dilîst. Ewî bi dengekî hêle, bi miqam, bi awaza şîrin, bi hejandin, baweşînkirina çepik û çengan, gorî mûzîka hundirî, helbest dihanîn ser zarê xwe.

Beiê...Fêrîk bûbû gula şayan û şevan, civîn û rasthatinan, û, weke dibêjin, xelq ji bejin û bala wî ya xweşik, ji nûr û nedera rûyê wî, û bi hesabê dawî, ji bihîstina helbestên wî, têr nedibû.

Di jîyana wî ya şexsîda jî qisûr û kêmasî tunebû. Keça malbateke hêja, ya bi perwerdeyeke baş û kurdewarî, keça ronakbîrê bi nav û deng Hecîyê Cindî - Firîda ronakbîr (mamosta) ya weke xanim û xatûneke kurmancîyê ji xwera xwestî bû, keç û kurekî, weke dibêjin, gulançikzêrîn - Zerê û Zoro dû wan ketibûn. Lê dîsa jî, bengzê wî xweş nedibû, lê dîsa jî tabetî nediket wî, rihetî nedidît...Got: “Ezê vê qerebalixê bi cihda bihêlim, vê teqereqê, vê qalmeqalma bajarê giran (yanê Yêrêvanê) li şûna wan bihêlim û herim gundê zarotiya xwe, gundê kurdan - Pampê (nika Sîpane, li navça Ermenîstanê ya Aragasê), belkî li wira ji bo min rehetî, aramîke ruhî, wek ker û laliya gund çê bibe..."

Ewî rêdaksîona axaftinên kurdî yên radyoya Yêrêvanê berda û çû dibistana gundê xwe û li wir bû mamostayê ziman û edebyata kurdî. Vî gundê zarotiya xwe , ku wek jîyana xwe jê hiz dikir, dîsa Fêrîk rehetî û aramî, ku ew hêvîdarê wê bû, nedît. Weke mirovekî paqij, dirûst, helal ewîji dirûtîyê, menfeetçîtîyê û nemaze sebabkarîyê, nefret dikir...

Ew hildikşya serên çîyayên dora gundê xwe, yên Dibûrî, Qemerdax, Xama, ji wirda li jêr, li gundê xwe yê weke bûkeke rû bi xêlî xemilî mêze dikir, şa dibû û dinivîsî...

Fêrîk dihate Yêrêvanê, dîsan beşdarî civîn û şevên ronakbîran û nemaze nivîskaran dibû, lê li vir jî morala wî eynî dima û carina tê qey bêjî bi sebeb û bê sebeb jî dilên hinek heval û hogiran diket... Lê paşê, Fêrîk baxşandin ji hineka dixwest, yên ku bi tecrûba wî, ewî bê sedemê bingehîn, weke dibêjin, dilê wan pirî-hindikî êşandibû, û dawiya dawiyc , bawer bikc, cwî şexsckî wisa nehişt, yê ku ji wî xcyidî, dilmayî mabc...

Dilekî mîhreban, pir hestwer û nazik li Fêrîk bû, weke pela gulê, ne bi tenê ji pevveke ne xweş. tel, lê bi ser da jî nêrîn. aviruke tûj, yan jî sar, dilê wî diqusiya, cynî wcke şextc li belgê daran û nemaze gulistanan dixe. diçilmisî. I bi scrda jî nexweşî, zedekê, azareke bedenê û laşî. ya giran, nexweşîya şekir lê dest da. Ewê nexweşîyê di na\bera demeke kinda. na\ bera çend salada. weke beraşekî aşan Fêrîk di bin xweda hêra. lî ew tew and. ji zeman zûtir kal kir. Qerçomekên wek xetên cot li ser dcmc wî \ ê gulî çc kirin(Fêrîk xortanya xweda pir xweşik. bcdew bû), porê wî sipî kirin. û hctanî çcvada jî ew belengaz kir.

A bilî sedemê zû şikestina Fêrîk yên dinê, ku ezê piştra ser rawestint, ev ne.xweşi jî bû sebcbckî wê yekê. ku ew ji zeman zûtirji vê cihana ronik çû...
Du pirtûkên Fêrîkê Ûsi\. ku bona 70 saliya ji dayikbûna wî li peyte.xtê Ermcnîstanê -Yêrê\ anê sala 2004-a çap bibûn, gihîştin ber destê min.
Hesta şabûnê ya yekemîn. ji ber wê yekê di nava giyanê minda çê bû. ku weşandina pirtûkên helbestvanê me yê çûye dilovaniyê, û yê hizkirî, piştî koçkirina \\ î jî. berdewamc. U min carckc dine jî ev gotina gelê me “Zêr li erdê namine” cciband. Belê, nc tcnê poêziya (helbestên) Fêrîk winda nabe. lê bi wê poêzivayêra jîyana xudanê wê berdewan dibe.

Flesta şabûnê ber wê yekê jî li nik min çê bû, ji ber ku, yek ji wan berheman bi serna\ ê “Flisret" bi kurdî. bi tîpên latînî hatiye weşandin. Ev kitêba nû ji minra wek tiştekî giranbiha ber wê yekê jî kifş bû, çimkî gorî hcjabûna x\\ c bcrhcmên Fêrîk bi tîpên latînî pir kêm hatine weşandinê, eger em çend hclbcstên wî. vên ku di kovarên kurdîda hatine çapkirinê û kitêbeke berhemên wî ya biçûk "Hîveron” negirin ber hcsab, ku sala 1993-a li Stokholmê hativc wcşandinê.

Çapbûna vê kitêba Fêrîkê Ûsiv ya bi scmavê “Hisret” li Yêrêvanê, di vî warîda valayikê tije dike, Lê eva qet jî nayê wê menê, ku me di vî warîda berpirsiyariya xwe hindava rehmetîda bi temamî û tam bi cî anî. Ez hêvîdarim, ku ev kitêbê careke dine jî bê weşandinê û bi taybetî li dcrvay Sovêta bcrê. Hîviya min heye, ku rêxistin û weşangehên kurdan yên li welêt û Awropayê wê di nava zemanekî nêzîkda berhemên şayîrê hêja Fêrîkê Ûsiv bikin mal û milkê xwendevanên kurd.

.....


Fêrîkê Ûsiv

Berevoka Berhema

Lîmûş

Weşanxana Lîmûş
Berevoka Berhema
Cilda 3 (1985 -1997)
Fêrîkê Ûsiv

Yêrêvan - 2009

Pirtûk amade kirye
Fırîda Hecî Cewarî

1985 -1997

Weşanxana Lîmûş
Yêrêvan - 2009

ISBN 978-9939-805-80-1

berevoka_berhema_f_usiv.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals