The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Em û Dijmin


Editor : Roja nû Date & Place : 1986, Stockholm
Preface : CegerxwînMultimediaPages : 214
Traduction : ISBN : 91 7672 015
Language : KurdishFormat : 135 x 210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Kel. Emu. N° 1754Theme : Literature

Em û Dijmin

Em û Dijmin

Seydayê Keleş

Roja nû

Kurdistan tev ya me ye
Ji bo çi çar perçe ye
Bo çi dijmin têda ye
vêna qebûl nakin ebed
....
Seydayê Keleş, nave wî ye rastî Huseynê Mihemed e. Wi wek ristevan navê xwe kiriye Seydayê Keleş. Keleş, navê bapirê wî ye, Seyda jî ji ber ku xwendina dînî girtiye ji wî ra bûye pêşnav.
Seydayê Keleş, di sala 1930 da li gundê-Bizgûrê ku dikeve rajorî Nusêybinê (li Kurdistan'a Tirkiyê), di nav mal-bateke cotkar û xizan hatiye rûyê cihanê. Dcma cw heyşt salî bû bavê wî wefat kiriye. Wî zarotî û, ciwaniya xwe di nav belengaziyeke giran da darbas kiriye.
Seydayê Keleş çend salan xwe li xwendina dini digre lê wê demê, bi Cigcrxwin ra dibe nas, li Sûriyê dikeve nav rêzên Hizba Şûi (Kommunist). Paşê ji xebata xwe ya siyasi di nav rêza Partiya Demoqrat a Kurd da didomine. Ji sala 1958 şûnda ew ji wek Cigerxwin, ji bo şiyarkirina gel li diji zulmê, li dijî beg û axan, şêx û melan, dest bi nivisandina helbestan dike. Seydayê Keleş di reça Cigerxwin da, bi ramanên welatparêziyê, ji bo xilasiya zehmetkêşan, ji bo azadiya Kurdistan'ê dixebîte. Wî jî wek Cigerxwin gelek êş û zordestî dîtiye, nivisandina helbestan, li wi ji hatiye qedexekirin, çendi çend caran diwana wi jê standine, şewitandine, nehiştine ku bi serbesti dengê xwe bigihine gelê xwe.
Vaye diwana wî ya yekemîn ronahî dit. Zulm û zordestî wê nikaribe dengê şairên me, edîb û hunermendên me bifetisine....


Serecem

Pêşgotin / 7
Em Qebûl Nakin / 10
Qima Me Nayê / 17
Emê Şer Bikin / 19
Neyar û Keleş / 21
Çima Mêre û Nezane / 26
Merşa Parti / 29

Derdê Me Girane / 31
Nezani û Xizani / 33
Ji Felekê Re / 36
Bextê Reş / 39
Kine Kurd ? / 43
Nav tê dan / 46
Keç Dibêje / 48
Merşek Leşkeri / 50
Em Ji Bir nakin / 52
Em Jê Nagenn / 54
Şiyarbe Ey Kurd / 57
Ji Seydayê Cigerxwin re / 59

Ji Alê re / 61
Ji Qelemê re / 63
Ez û Dil / 65
Merşek Şoreşgeri / 67
Em Pêşmerge ne / 69
Bê Şer Dixwazin / 71
Herê Kurdo / 73
Kê Em Kirin Belengaz ? / 75
Mêrani û Nezani / 77
Kember û Hejmar / 79
Ma Ne Bihistm ? / 84
Keleha ji Seriya / 86

Ji Bo Leyla Kasim / 91
Şina Kurê Min Kawe / 95
Ji Xorta re Dibêjim / 97
Xlotina Jmê Bi Merşi / 100
Biryara Li Cezair / 102
Ji Sitêra Me Re / 107
Talan Birin / 109
Welat Çirandin  / 111
Şina Seid Elçi / 114
Ev Ne Rêye / 116
Derdê Welat / 118
Şina Faiq û Seid / 120

Şerê Me û Maldara / 123
Ey Şahê Ecem / 128
Halê Me Xerabeye / 130
Ji Ber Zulma Neyar / 132
Seyran û Seyrangeh / 134
Li Ser Masê / 137
Şêrin Gewr û Rmdi / 139
Yara Min Çûye / 142
Yara Dilkevir / 144
Ez û Keç / 147
Ji Bo Keça / 149

Yara Delal û Şêrin / 151
Ez û Dilber / 154
Çûme Nêv Baxa / 158
Derkev Ji Pişt Perdê / 160
Sergiraniya Li Min Neke / 163
Zirav û Şêrinê / 164
Bê Çekim Li Ber Yarê  / 165
Di Xewnê De / 167
Keçek Rind û Hêja / 169
Bêhiş Ketim / 170
Esmera Min / 172
Cana Min / 175
Dilberê Re / 177

Ji Bo Bûka Nû / 182
Carek Li Çava Nenêrim / 184
Yara Bêbext / 187
Silav Li Min Nekir / 190
Gewrê Tu Gewra Min i / 193
Tû Dizani / 195
Ziravê Ziravokê / 197
Seyranê / 199
Gula Min  / 200
Reşo Reşo / 202
Ho Yeman Behiya / 204
Weyla Rewşê / 206
Dino Dino / 207
Tu Kiye Xanim? / 209
Hey Can / 210


PÊSGOTIN

Navê ristevanê me, Huseynê kurê Mihemed, kurê Husey ne û Huseyn kurê Keleş e. Di sala 1930 de ji dê û bavekî cotkar û belengaz û bê mal û zevî hatiye ruwê cihanê.

Navê diya wî Helîmê ye, keça Birahimê mele ye, ji gundê Titanê. Umrê seydayê me heşt sali bû bavê wi çûye rehmetê û serê xwe daniye. Piştî salekê di ser mirma bavê wî re derbas bûye, diya wî ji neçarî çûye mêrekî xweyidi kiriye. Lê ap û pismamên bê ol, mal û qata wî li hev par ve kirine û seydayê Keleş û xwişk û birayê xwe ber diwar û tazî û birçî hiştine.

Seydayê me mijiwa jina xwe gelek dûr û dirêj daye nivîsandin, lê me nexwest, ko bi dirêji di virde bidin xuya kirin. Belê ji nivîsara seyda tê xuya kirin, gelek perişanî, derbideri jar û belengazî ditine, û bi west û kêfaret xwişk û birayê xwe xwedî kirine. Tenê xalê wan sê sala ew xwedî kirrne, lê zevike wan di ber xwedikirina hersê salade ji xwe re biriye, û piştî hersê salan car din ji cem xwe derxistine û disa seyda û xwişk û birayên xwe ber diwara bê xwedi û bê xwedan mane. Pişti wê çend saleki binan û zikê ji xelkê re xebitine û xwe bi dijwarî û perişanî xwe xwedî kirme.

Paşê hatiye bîra seyda, ko xwestiye bibi xwendevan û berê xwe daye Sûrî û daketiye gundê Xalit, cem mele Ebdulrezaq û dest bi xwendina olperesti kiriye û li çend xwendege-hên diji xwendiye. Lê seyda naskiriye, ko ev xwendina olperestî ji tu nanê bi rûmet û bê minet nade meriv, ji ber vê yekê dev ji xwendina olperesti ji berdaye, lê sebebê berdana wî didi xuyakirin, ko melayên kevneperest, dilê seydayê me ji xwendinê sar kirine.

Seydayê Keleş, berê xwe daye kar û keda helal û bê minet, xwe gihandiye Cigerxwin û gelek bi nstên wi mijûl bûye û diber berê paleyê de û diber cot û şivaniyê re ji ketiye nav hindamên Hizbên Komunist, kar û xebata siyasi ji kiriye. Di sala 1951 de, armanca wi ew bû, ko miletê xwe ji bin destê zor û zilmê derxi û şerê beg û axa û şêxa û mela biki. Di vê navberê de seydayê me çûye xwişk û birayê xwe ji jor anine cem xwe û xwişka xwe ji xwe re daye bi jinekê biberdêli û seydayê me bûye xwedi mal û zarok, ji nûve barê giran ketiyê ser milên wi.

Lê seyda dinêri, ko karê li gunda tu pêşveçûn têde nine, radibe berê xwe dide bajêr û mala xwe têni Qamişlo. Lê seyda bala xwe dide endamên hizib, ko ji bo diroka kurdan sistin, ne wek, ko seydayê meyi dilovan dixwazi, ji ber vê yekê seyda dev ji Hizbê Komunist digere û berê xwe dide nav rêza Partiya Dimûqratiya Kurdi û dadikevi nav miletê xwe, bi rêk pêşverûti û wek hevi di sala 1959 de seydayê me di ber kar û xebata xwede ji, dest bi avekirina rista ji kiriye. Di sala 1958 de û gelek ristên hêja û li ser rêşanek baş çêkirine û pirê ristên wî, dîwanê mirovanî û welatperweri û govend û şoreşgerî ne û ez jê bawer dikim, ko seydayê me, wê di vi warî de gavin mezin û fireh bavêje.

Ristên seydayê Keleş hatine avakirin her we, ko li ser kêşan û damiyên baş û ji ristên wî re tên gotin, kilasiki, hatine avakirm, lê di astê seyda de serhevreti hene hin ji hina çêtir û baştir hatine avakirin.

Belê hêvidarim û xwedi bawerim, ko seydayê meni dilovan gavin xurt û hêja ber bi pêşde bavêje û hê bitir û çêtir di warê ristevaniyê da naveki bilind bistini û bibe payedareki mezin û di nav miletê xwe da.

23.5.1976
Cigerxwîn

Em Qebûl Nakin

Kurdistan tev ya me ye
Ji bo çi çar perçe ye
Bo çi dijmin têda ye
vêna qebûl nakin ebed

Gava dijmin têda bin
Tirk û Faris ser me bin
Qeyser û Hitler bixwe bin
vê qet qebûl nakin ebed

Qadî û Kawa yê nemir
Newroz û Adar ûagir
Eger me serbestî nekir
Vê jî qebûl nakin ebed

Welat li ser navê me ye
Leşkerê kurda tune ye
Zor û dijûn para me ye
Vêna jî em nakin ebed

Daxwez û doza me welat
Ko xwendevan nekin xebat
Bi şev, bi roj nekin lebat
Dîsa qebûl nakin ebed

Van sînora rakin gerek
Kurdê me tev ger nebin yek
Li ser dijmin nekin şerek
Tucar gebûl nakin ebed

....


Seydayê Keleş

Em û Dijmin

Roja nû

Weşanên Roja nû
Em û Dijmin
DiWAN-1

weşanên
Roja Nû

ISBN 91 7672 015

© Seydayê Keleş
Printed in Sweden
Stockholm 1986

Weşanên Roja Nû
Döbelnsgatan 16 B
113 58 Stockholm

Nav û Nîşan
1 - Navê Diwanê: "Em û Dijmin".
2 - Diwana Seydayê Keleş ya yekem.
3 - Ev diwan hatiye ava kirin bi şeş renga û rengê wê evin.
a - Rengê welat parêzi.
b - Rengê Şoreşi.
c - Milet Perweri.
d - Rengê Evindari.
e - Rengê Govendî û Hûrizî.
f - Pestê Sivik û Li Ser Bûka.
4 - Hevidarim ji xwendevana, ko li min negrin û li min bibûrin ji kêmasiya ve.
Kurd dibêjin goşt bê hesti nabe.
Hêvidarim ji miletê kurd, ko alî min bikin û min dehfbidin, ko ez hinik diwanê din çêbikim.

em_u_dijmin_s_keles.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals