The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tengezarê Marînî


Editor : Compte d'auteur Date & Place : 1994, Qamişlî
Preface : Pages : 88
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 140 x 200 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Mar. Evi. N° 199Theme : Literature

Tengezarê Marînî

Evîna leylan û mijê

Tengezarê Marînî

Compte d’auteur

Babilîsok e,
bi narinî,
tiliyan diqurçêne.

De bêje dengbêjo, bêje.
Ji strana xwe sil nebe, bêje.
Bila..
stûnên jor bihingirin, bêje.
Bila..
li ser xemleysiya şevê,
em bimênin.
pirseke
V
    E
        K
            I
                R
                    Î

Tengezarê Marînî, di 4.9.1959-ê de, li Tirbespiyê j idayik bûyê. Berhemên wî:
1- Kilît, helbest, 1992, ji weşanên Kovara Zanîn.
2- Çirûskên xewneke bazdayî, helbest, ji weşanên kovara Aso.


Sercem

1- Sipas / 4
2- Xelek / 7
3- Devlikenê / 10
4- Şevbuhêrk / 12
5- Tîrêja bê ser û ber / 17
6- Şeyda û dînê te me / 20
7- Sermest im “Hîro” / 22
8- Birûskên Xemdar / 24
9- Goman / 26
10- Kernevala dengnedayî / 28

11- Sirûda konvegirtina şevê
(Kalo ez li dûv te hatim) / 32
12- Hisret / 38
13- Mij / 44
14- Çi ? / 53
15-Xerîb im / 58
16- Ber bi nepeniyê de / 63
17- Entîraperîn
(Jibişirîna bayê keziyên te, xewnên min dilîlênin) / 67


PÊŞKÊŞÎ

Ji wê re, ya ko ta niha
Ji ber min dinale, "Dayka min".
ji wan re, yên me bi hev re,
êş dîtine.
Ji wan re, yên vehisîna xwe,
kirine qurbana şevên min,
"kebaniya min".
Ji herdiwan re, Destan û Şêrwan.

Sipasiyên xwe, ji bo wan ên serê xwe bi min re êşandin, da ku ev dîwan çap bibe.
Rêz û sipasiyên xwe yên taybet bo:
- Bajdo Nezir Begovic, ku alîkarî di Layout de kir,
- Karin Ahrens, ko nivîsîn li ser komputera wê bû û xwe bi wêneya qapê re westandin,
- Dr. Zerdeşt Hajo, yê ko qoziyek ji wê dema xwe ya teng ji rastnivîsînê re berda,
pêşkêş dikim.

Sipas

Ji devê
ferhenga xilmaş,
sirûdên bê deng / bê dêm
xwe vekişandin.
Xwe ji zimanekî hetikî,
vedizîn.

Ez bûme..
asoyekî vekirî, ji..
ken û girî.
Li ser lêvên te,
hemî guneh,
min buhûrandin.
.....


Tengezarê Marînî

Evîna leylan û mijê

Compte d’auteur

Compte d’auteur
Evîna leylan û mijê
Tengezarê Marînî

Tirbespî
21.01.1994

Wêneya qapê:
Hunermend: Karın Ahrens

evina_leylan_u_mije_t_marini.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals