The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dûriya Welêt


Author : Can Salar
Editor : KSFE Date & Place : 1977, Uppsala - Sweden
Preface : Nûredîn ZazaPages : 100
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 145 x 210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Sal. Dur. N° 62Theme : Poetry

Dûriya Welêt

Dûriya Welêt

Can Salar

KSFE

Ji bo rastiyê divê em zanibin, ku şoreşa Kurdistana Başûr ya 14 salî, di navk û nava xwe de û bi daxwazên xwe ne kevneperest bû, lewre hêviya hemû kurdên dilsoz bû, tev kêmaniyên xwe. Wek mestirîn û bihêztirîn şoreş di dîroka miletê Kurd de dijminên wê jî, yên hundir û derve ne kêm û bê hêz bûn (weke ku hate xuyakirin). Ji ber vê pêwîst bû, ku hemû niştimanperwer û têkoşer ne tenê pişta vê şoreşê bigrin, lê di nav de bixebitin ku rû û berê wê bidin dostên stratejîk, li ser rêçek pêşverû û durist û ji alîkî din de dengê xwe bighînin dost û hevalên gelan, da ku pişta vî miletê reben bigrin.

Di van helbestan de, ku hin ji wan ...


Naverok

Pêşgotin / 5
Çend Gotin / 5

Birê Welatparêziyê
Xweş Pêşketî / 15
Şoreş ta Serî / 16
Gorişme / 17
Rêça Me / 18
Newroz / 19
Dayê Menale / 20
Nîşana Xebat / 21
Tu Mêr û Xurt î / 22
Sozê Derew / 25
Silava Kurdan / 25
Kurdayetî / 26
Dengê Pêşmerge / 27
Ma Ev Doatayetî Ye / 28
Yekê Gulanê / 29
Dil Çar Perçe ye lê Can Yek e / 30
Zengilê Dawî / 31
Temaşekirin / 32
Çûna Welat / 33
Êşa Me / 35
Kerwan / 36
Qewîtiya Min / 38
Zivistana Giran / 39
Gundê Min / 40
Xaka Meran / 41
Cêjna Yekîtiyê / 42
Zincîr / 43
Navê Welat / 44
Evîna Welat / 45
Biratiya Hitînê / 46
Çiya li Hev Dipirsin / 47
Serpêhatiya Riya Berzanî / 48
Birayê Kemo Re / 56
Ji Dê Re / 57
Ji Lenîn Re / 58
Armanca îro / 59
Welat / 60
Ez û Sovyetistan / 62
Dilsozî / 63
Reya Rast / 64
Mirov Be / 66
Bi Meaş in / 67
Merxasî / 68
Petrola Kurdistan / 69
Dermanê Min / 71

Birê Evîniye
Navê Te / 75
Dilbera Min / 77
Mame bi Tenê / 78
Salên Evînê / 79
Çavên Belek / 80
Şerîn Bes e / 81
Gel Stêran / 82
şînî Namire / 83
Roja Înê / 85
Can Dil Dibe / 87
Ji BÎr Nakim / 88
Ne Tenha Şeş / 89
Bihara Dilan / 90
Sozên Dil / 91
Keça Welat im / 92
Bavê Bebext / 93
Şîr û Şekir / 94
Gula Tev Kul / 95
De Were / 96


PÊŞGOTIN

Niha, li Ewropa, bi sedan xwendewar û bi deh hezaran karkerên Kurd hene. Ewropa heya pîvekê (pêlpelkeke-derece), ji bo me Kurdan, ciyê serbestî û azadiyê ye. Ku em bixwazin, em dikarin xwe, tê de, saz bikin, bi hev re rûnin, komcivînan (kongra) dêynin, kitêb rojname û belavokan derêxin û biweşînin. Rê li ber me vekiriye ku em ji xwe re dibistana jî vekin û di wan de, zimanê xwe bidine xwendin.

Xortên me yên şiyar û têkoşer bi hin ji van tevgeran radibin û zor didine xwe ku di riya çand (seqafe) û pêşve birina zimanê xwe de dorekê bileyzin. Hinek ji wan, bi kurdî, kovaran tînin der, hinek jî kitêban çap dikin û belavokan derdixînin. Ev xebat, ne pê hev be jî, rê dide xortan ku hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin, ji dewlemendî û ahengdariya wî serwext û ageh bibin û ew bi xwe hewl bidin ku bi zimanê xwe helbest (şiir), çîrok, roman û dirokan binivîsin.

Salar yek ji van xortan e ku, tevî xwendina xwe ya bijişkiyê (textoriyê) û têkoşîna xwe ye siyasî, bi kurmancî nivîsandin ji xwe re kire armanc û ev dîwana çeleng anî meydanê.

Em bawer dikin ku ev destpêka xebata helbestvanê me yî nugîhaştî ye. Em hêvîdar in ku ew ê dom bi nivîsandinê bike û ji me re eserine giranbihatir bîne der.

Em dîsa hêvîdar in ku xortine din şopa Salar bigirin, bi zimanê xwe binivîsin û bikin ku serê dijminên me her diçe nizmtir bibe. Ew dijminên ku dibêjin: "Kurd bê dîrok, bê ziman û bê çand in..."

Dr. N. Zaza

Xweş pêşketî

Xweş pêşketî, xweş pêşkatî
Kesek nemaye raketî.
Xweş pêşketî, xweş pêşkatî
Miletê kurdî pêşketî...

Ev Caşik û tuxmê gemar
Tev de li me bûne neyar,
Xwe dane dijmin bi Dînar
Ev e li cem wan yekîtî!..

Xortên delal, keçên şepal,
Cotkar û xwende û her heval!
Xebatê bikin bi can û zal,
Rê nedin van kevnên ketî.

Peşmergên li nava çiyan
Bi xwîn avdane Kurdistan,
ji ber napalman baznedan,
gava welat dişewitî...

Dîsan ji vê nehatin xwar:
“Yan Kurdistan yan jî bê war"
Wekî şêran her dem û car
kesek ji cî ne lebitî...

Pêşmerge her xweş dizanî
Armanca wî Kurdistanî
Serekê wî ye Berzanî
Kî yê ê wek wî xebitî?

Ev Caşikên şêst û Şeş in!
Di gel milet her rû reş in
Di mêjî de tev nexweş in
Daxwaza wan - sereketî!

Rovî kengê dibe serdar,
Madem heye şêr û swar.
Milet zane kî ye neyar,
Her tişt wek rojê derketî...

8.9.1967


Dûriya Welêt

Can Salar

KSFE

Komela Xwendekarên Kurd
li Ewropa – Liqê Swêd
Dûriya Welêt
Can Salar

Ev dîwana ha, ji aliyê
Komela Xwendekarên Kurd Li Ewropa
Liqê Swêd de, di meha avdarê ya sala
1978 an de hatiye çapkirin.
Yê ku bixweze dikare vê ji nav
û navnîşana jêrîn peyda bike
Navnîşan:

KSFE
Box 25037
750 25 Uppsala
Sweden

duriya_welet_can_salar.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals