The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bera Ber Deriya


Editor : Asoxîk Date & Place : 2006, Fêrîkê Ûsiv
Preface : Çerkezê ReşPages : 144
Traduction : ISBN : 99941-43-95-6
Language : KurdishFormat : 135x195 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Gen. Usi. Ber. N° 800Theme : Literature

Bera Ber Deriya

Bera Ber Deriya

Fêrîkê Ûsiv

Asoxîk

Çiroj, çi lezet, çi emirxweşî
Bêy Afrodîta nûrîne zêrîn?
Hê rinde meriv bimire, nejî,
Ne ku lezeta hubê bê birîn.

Hub gule, gula cahiltîyê bînxweş,
Him ji bona mêr, him bona kulfet.
Lê dema ku te kaltîya reşe-heş,
Mêr eblû dibe, bê sehet-qewat.
Derd-xemê xeder, êş-êşûkê no
Dilê kalemêr hingê dikojin,
Ji wîra îda nabeşire ro
U jê hiz nakin ne qîz û ne jin.

.....


Naverok

Çerkezê Reş - Hijmekarîya şayîrê duyemîn / 5
1. Kaltî – Mîmnêrmos / 7
2. Tebyetê qoç dane - Anakrêon / 7
3. Anakrêon, qîza digot / 1
4. Fîtandin - Mêlek Cêvdêt Anday / 8
5. Derdê der dinê - Akîhîro Tosînarî / 8
6. Otêllo, kerîk - Vîlyam Şêkspîr / 8
7. Deqa nazîya - Corc Bayron / 9
8. Çend stans Avgûstayêra / 13
9. Bive gerok - Haynrîx Haynê / 14
10. Kerîk ji “Şah namê” - Fîrdusî / 15

11. Dîsa derheq wetenda -Nazim Hîkmêt / 16
12. Sev xatirê wetenê dê - Orhan Welî / 18
13. Êvara zivistanê- Alêksandr Pûşkîn / 18
14. Nizam kê derê / 19
15. Şikilkêş û soldirû / 20
16. Dîwanakerra / 20
17. Rokêkosê / 21
18. Bagratîonê pozterikî / 21
19. Poêt û prozayîk / 22
20. Derd ne ewe / 22

21. Çitiştêteze? / 22
22. Ew şayîrekî / 23
23. Nexweşî, apo? / 23
24. Fîyodorov, pismam / 23
25. Sev gunekarîya / 23
26. Alboma Pavêl Vyazêmskîda / 23
27. Şeveketerî / 24
28. Antîpovna û Marfuşa / 24
29. Aglaya Davîdovayêra / 24
30. Şayîr / 25

31. Çadir / 25
32. Nûr beg / 27
33. Hikyata mesîyê zêrîn / 28
34. Çîroka keşîş û xulamê wî Baldo / 35
35. Hikyata dîkê zêrîn / 40
36. Êlkan - Mîxayîl Lêrmontov / 46
37. Msîrî / 46
38. An ji wera - Vladîmîr Mayakovskî / 68
39. Ahmedê Xanîra - Êfîm Zorya / 69
40. Deşta Akêrmanêda - Adam Mîskêvîç / 69

41. Tu hingêda aqilbendî - Sayat Nova / 70
42. Hetanî hebim / 71
43. Dinya heye pencereke / 71
44. Anûş-Hovhannês Tûmanyan / 72
45. Maro / 99
46. Berxikê bira / 104
47. Se û pişîk / 110
48. Ez şivan bûma - Vahan Têiyan / 112
49. Kanîya jina keşîş / 113
50. Gur û xezal / 114

51. Ebû-li Ele Maharî - Avêtîk îsahakyan / 115
52. Min her cûre kilam sitra - Êxîşê Çarêns / 130
53. Sîabend û Xecêzerê (kerîk) - Hovhannês Şîraz / 131
54. Carekêra - Parûyr Sêvak / 134
55. Êş cama te pêşda dide / 135
56. Kilama pişavayê - Vaja Pişavêla / 135
57. Kûtaîsîya min - Galaktîon Tabîdzê / 136
58. Gere wergirta - Xûta Bêrûlava / 136
59. Koxikda - Cansûx Çarkvîanî / 137

60. Nivîsamasî / 138


HIJMEKARÎYA ŞAYÎRE DUYEMÎN

Peyva (xebera) “tercme” serê sêrîda bi fikra “têkîlî”, “heleqetî”, “şirovekirin”, “nasî” hatîye xebitandinê(bikaranînê).
Ew paşê bûye navkirin-têrmîna wî cûrê efrandarîyê, kîjan nivîsara bi zimanekî weldigerîne-diguhêze zimanekî mayîn.
Bawarîya we hebe, îro bi seda berbirîbûn hene di hindava têorîya tercimêda: çawa gerekê tercimekin?

Fêrîkê Ûsiv (1934-1997) zef baş haj wan berbirîbûna û têorîyên tomerî hebû. Lê ewî bi dil-hesîn û femberîya xweye helal û zelal tercme dikir.
Ji welatê kal-bavayî qedîmî - Kurdistanê der û dûr, li Ermenîstanê çanda kurdî îlahî ji salên 1950-îda girtî gulveda çawa bûyêra xwedîharkirina bedewetîyê û bi tomerî-wêjeyî- civakî. Hilbet, salên 1930-îda destpêkirî-bingeheke çandî îdî hatibû danîn: Hecîyê Cindî, Ereb Şamîlov, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl û yêd mayîn bi vê yan wê derecê hinek erf-edet îdî sazkiribûn. Di hêla xebergotina tercmekirina bedewetîyêda Qaçaxê Mirad rastî jî çend gavên balkêş avîtibûn.

Heta salêd 1950-î ji zimanê ermenî û rûsî êpêce tercme hatine kirin. Lê em ber rastîyê çapnîşên tercma bedewetîyê xwe sûckar nekin. Tercmeyên (hîmlî yên helbesta) heta salên 1950-î û (hinekên paşê jî kirî) bi tomerî dûrî meydana wêjeyî-bedewetîyêne. Ew herk bi nêrîna naskirinê û îzbatîyên neşirê dikarin bêne qîmetkirinê.
Awa, bi vê hesabhildana îzbatîya ji dawîya salên 1950-î dîharbûna Fêrîkê Ûsivê tercmeçî gerekê bê zanîn-nirxandin çawa vekirina rûpêleke nû di nav dîroka hunermendîya kurdaye wergerêda (tercmekirinêda).

Fêrîkê Ûsiv neku tenê bi şuret-merîfeta xwedêdayî, lê usa jî bi kûr-dûr xwendin-zanebûna durr-cewahirên wêjeya (lîtêratûra) cihanê xeysetê xweyî efrandarîyê û bîr-bawarîyên xweye bedewetîyê anîne ber xwendinvana û doza dîrokê.
Pir hewaskar û balkêşe, ku Fêrîkê Ûsiv text-bext, wa gotî-tewakelî tu tişt tercme nekirîye. Ewî bi rezadilîya ruhê efrandarîyê ew nivîsarên nemirî bi cezareta xwehelandinê anîne nava deba zimanê kurdî, kîjan ruhdarbûnên wîye nevsî-şexsîva “reqisîne”. Wekî mayîn gotî - Fêrîkê Usiv tebî-berbirîbûnên xweye tercmekirinê-efrandarîyê wek xwetestîqkirina şexsîyê bilind derbazî nav wêje-edebyeta kurdî kirye. Di nav hunermendîya tercmêda nêrînek wa heye: “Ew, çi ku min gerekê binvîsya”. Belê, Fêrîkê Usiv ew tercmekirîye, çi ku bi xwe dikaribû binvîsya.

Femkirin-texmînkirinên nazike kûr, vehûnandinên bi kurdîye anegor û paqij, xet û rêzên alîyê wîda dîtî heyr û hijmekarîya bedewetîya xalis raberî xwehesandina xwendevanê kurd dikin.
Mîreta Fêrîkê Usive tercmê jî tevî ya xwexwetîyê hewceyî lêgerîna zanyarîyêye anegore.

Çerkezê Reş
Kandîdatê ulmêd fîlologî, dosênt

Mîmnêrmos
(Hûnanstan)

Kaltî

Çiroj, çi lezet, çi emirxweşî
Bêy Afrodîta nûrîne zêrîn?
Hê rinde meriv bimire, nejî,
Ne ku lezeta hubê bê birîn.

Hub gule, gula cahiltîyê bînxweş,
Him ji bona mêr, him bona kulfet.
Lê dema ku te kaltîya reşe-heş,
Mêr eblû dibe, bê sehet-qewat.
Derd-xemê xeder, êş-êşûkê no
Dilê kalemêr hingê dikojin,
Ji wîra îda nabeşire ro
U jê hiz nakin ne qîz û ne jin.

Aha bona me xaliq û xweda
Ahiltî kirin çi xafilqeda...

Anakrêon

Tebîyetê qoç dane boxa,
Sim dan hespa,û çawa çek,
Lep û qîl dan şêr-ganpoxa,
Dan kêwrîşkê lingê revek.

Mesîyara per kire taqet,
Û bask dane teyr-tûyê dinê,
Tab û teyax da mêr, feqet,
Tişt tunebû bide jinê.

Û çawa çek, çawa rihal,
Bedewî jî girt da jinê,
Bedewî, ku bive mertal
Ber oxirme, xaxê dinê.
....


Fêrîkê Ûsiv

Bera ber deriya
Berevoka tercma (wergera)

Asoxîk

Weşanên Asoxîk
Bera Ber Deriya
Berevoka tercma (wergera)
Fêrîkê Ûsiv

Yêrêvan – 2006

ISBN 99941-43-95-6

Hazirkirina pirtûkê bona weşanê,
rêzkirina kompyûtorê û korêktor
Frîda Hecî Cawarî
E-mail: firida_jawari@rambler.ru

Berhemên Fêrîkê Ûsiv,
Ku Pey Mirina Wî ra Hatine Weşanê
Hisret, helbest, sala 2004.
Ber Çewa Gurr, helbest, bi zimanê ermenkî, s,2004
Destan, sêzde destan, sala 2005.
Bera Ber Derîya, berevoka tercma, sala 2006.

bera_ber_deriya_f_usiv.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals