Desteyek ji Çîroka Jiyana Min
Mehmûd Yeşîl
Doz
Ev pirtûk ji hinek biranînên Mehmûd Yeşîl pêk tê. Ew bi eslê xwe ji Silîva, ji malbata şêxên Baxça ye.
Biraziyê Şêx Ezîz e ku di sala 1925’an de pêşkêşiya tevgera kurd a herêma Silîva kiribû.
Mehmûd Yeşîl di salên 50’yî de dest bi xebata siyasî ya aktîf kiriye û bûye şahidê hin bûyerên girîng ên dîroka me ya nêzik.
Naverok
Pêşgotin / 11
Destpêka çîroka mln / 17
- Hatin û bicihbûna me ya li Silîva / 17
- Ez ji malbateke dîndar û welatparêz têm / 18
- Çend rêz der heqê meletî û feqîtiya berê de / 23
Çend bûyer, çîrok û destanên ku 11 mln tesîr klrlne / 29
- Serhildana 1925'an / 29
- îdareya Silîva dikeve destê hêzên kurd / 30
- îdareya kurdi dirêj naajo / 31
- Pîrek û zarokên malbata me berê xwe didin îranê / 31
- Reva apê min Şêx Ezîz / 33
- Girtina bavê min / 35
- Bavê min çawa ji îdamê filitî / 36
- Emer Axayê Batûyî / 39
- Qevdek ji karwanê şehîdan / 41
- Kuştina Şêx Ahmed û Şêx Evdilah / 45
- Bûyera Newala Qeremûsê û kuştina sê kesên ji
Mala Eliyê Ûnis / 48
- Newala Qeremûsê / 51
- Bûyera Şêx Evdirehîm û hevalên wî / 56
- Çiroka min û Hecî Huseyn Axa / 62
- Hêstirên çavên Ized Axa / 64
- Çend mînak ji “Terqa fila" / 66
- Bûyera "Şikefta Xwîniyan” / 68
- Hovîtiyek û mukirhatinek / 69
- Kuştina Kêvo / 71
Xwendln, meletî û xebatên siyasî / 73
- Dîwana Cegerxwîn / 75
- Ji min re heval çêbûn / 77
- Çendeyek li Cizîrê / 79
- Gelek caran em bi peyatî diçûn cihên dûr / 80
- Dîsa min cihê xwe guhart / 82
- Xwezî min Quran wergerandibûya kurdî / 83
- Mele Evdilahê Qoxî / 84
- “Şêxek bi qamyonek mele ye / 85
- Meletiya min a li Sûsayê bi serşikandinê dest pê kir / 86
- Ruxseta meletiyê û Seydayê Mele Yaqûb / 88
- Li Pirexala / 90
- Dengvedana vegera Barzanî ji Sovyetê û rêzenivîsên, Avnî Dogan / 92
- Li Qeyseriyê sûretê Mele Mistefa Barzanî / 95
- Di 1959'an de li Silîva ala kurdî / 99
- îcazeta Mele Omadidîn û Mele Xidir bû wek
xwepêşandanekê / 101
- Teşebusa me ya ji bo avakirina rêxistineke siyasî / 102
- Hevaltiya min û Mele Evdilkerîm / 105
- Em parti ava dikin / 106
- Li malê bi qandî ku du caran hevîr bikin arvanê me mabû / 111
- Hilbijartina sanatoyê ya 1966'an / 118
- Li gundê Mehmûd Kepoglû propogandaya TÎP'ê / 120
- “Min hefsar qetand" / 121
- “Amîn û pênc sed caf' / 122
- Mehmûd Axa giliyê min li ba apê min dike / 124
- Em di riya Bavê Mehmûd Axa de diçin / 126
- “Ez li hespê dtnêrim tirşika Mala Beg dikeve bîra min” / 130
- Muftî Mehmet Uyanik / 132
- Me ji gund bar kir û çûn Silîva / 135
- “Sibê dikana xwe veneke ez ê 3000 lîrayî bidim te” / 136
- Xwepêşandanên Rojhilat (Dogu Mitingleri) çawa dest pê kirin? / 139
- Em haziriya mitînga Siliva dikin / 142
- Murecaetkarên pêşî tirsandin lê me cara diduyan murecaet kir / 145
- HewJdanên pêşîyên ji bo pêşîlêgirtina mitîngê / 147
- Piştî mitîngê me ceza xwar / 151
- “Xeberdana me bi qandî tasek dewê Mala Beg ne bitesîr bû" / 154
- Şerê porsiyonên xwarinê / 155
- "Kes weka Mele Evdilkerîmê Fatimê mêr nabe” / 157
- Li Bakur pêla pîrozkirina Newrozê çawa dest pê kir? / 158
- Avakirina DDKO’ya Silîva / 159
- Doktor Şivan digot “Wê Mesûd Barzanî Kurdistaneke serbixwe ava bike” / 161
- Doktor Faîk Savaş / 164
- Doktor Yûsuf Azîzoglû û komando / 165
- "Tu nlkarî tiştekî bild, wezîfeya te çi ye li vir?" / 167
Ji derbeya 12'ê Adarê heta ya 12’ê îlonê / 169
- Derbeya 12'ê Adarê û girtina min / 169
- Nava me û aligirên TÎP’ê ne xweş bû / 173
- Edîp Karahan û Dogan Kiliç Şeyhhasananli / 179
- Deynê Yasîn Albay / 182
- Piştî "efû“ya giştî ya 1974'an / 183
- Hilbijartina 1977’an û endametiya Meclîsa Wîlayeta Amedê / 184
- Me xelk li hev dianî / 190
- Şerê Tilmîn û Zerbiya / 190
- Şerê Cundê Cano / 192
- Şerê Şivqet / 196
- Şerê Mala Heci Ahmedê Reşkotî û Mala Kenan / 196
Derbeya 12'ê îlonê û salên tarî / 199
- Roja 12'ê îlonê bi 13 cemseyan avêtin ser mala me / 199
- “Navên zarokên xwe biguhêre!” / 204
- Li Amedê em gelek êşandin / 212
Hatina pêşmergeyan û piştglriya ji bo wan / 225
- Alîkariya veşarti / 228
- Me ji bo pêşmergeyan siyaseta xwe “firot” / 230
- Li Mêrgahmedê konvoya alîkariyê / 233
- Turgut Atalay di pirsa pêşmergeyan de sozên xwe bi
cih anin / 235
- Pereyê makîneya cemedê ji ku hat? / 239
- Li kampan dersa kurdî / 240
- Lissy / 242
- Naskirina min û Lissy / 243
- Lissy û hizara qetandî / 244
- Lissy û dîlên Filistînî / 248
- Hewldana me ya avakirina fabrîqeyê / 249
- Pêla nû ya hatina pêşmergeyan / 252
- “Şêx efendî em ê çawa bikin, ew ê li wê derê ji birçînan bimirin?” / 253
- Camêrê “meçhûl” / 255
- Sohbeta min û yekî îşkencekar / 260
- Wedat Aydin / 264
- Hêviyek / 267
Pêvek / 268
Şehnama Şehîdan / 268
îndeksa Navan / 277
Albûma Wêneyan / 287
PÊŞGOTIN
Ez bi çîrok û serpêhatiyên Serhildana Şêx Seîd n Qetlîama Ermeniyan mezin bûm. Min gelek tişt ji devên yekemîn; ji dê, bav û apanên xwe, yên ku şahid û beşdarên van her du bûyeran bûn, bihîstine. Ez helbest û berhemên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Siyapûş, Ehmedê Xanî ji zaroktiyê ve ji malbata xwe hîn bûm. Ev bûn hîmên kurdayetiya min. Helwesta min a siyasî li ser vî hîmî ava bû.
Di salên 1950’yî de di hicreyên feqiyan de êdî min fikirên kurdîtiya xwe bi yên der û dora xwe re parve dikirin. Ez têgihîştim ku ez ne tenê me; hejmara wan ne gelek be jî, yên wekî min li cihên din jî hebûn. Wek yekî tîbûyî ku li avê digere em jî li yên wekî xwe digeriyan. Em kulîlkên nesleke nû bûn ku di salên tarî yên piştî avakirina Cumhuriyeta Tirkiyeyê de ji dayika xwe bûbûn. Ji ber zordarî û bêîmkaniyan, dîroka kurd a van salên tarî neketibû ser kaxizan.
Me hin bûyer bi devkî bihîstin. Ez bi wan “çîrokan" mezin bûm.
Beşek ji neslên beriya me, yên ku destê wan qelem digirt, yan hatibûn kuştin an hatibûn bidardekirin yan jî reviyabûn Binxetê. Yên ku li welat mabûn jî, ji ber zilm û zordariya ku wan bi çavên xwe dîtibû, xwe kişandibûn qalikên xwe.
Di salên şêstî de hejmara kesên ku bi kurdîtiya xwe hisiyabûn û siyaseteke aktîv dikirin zêde bûbû. Ji wan hinekan, wekî min, welatperweriya xwe ji neslên berê wergirtibû, li ser axa welat şîn bûbûn û rehê jîn-dariya wan digihîşt Kurdistana Iraqê û ya Sûriyeyê. Hinek jî li metropolan, di xwendegehên bilind de, bi bayê çepîtî û sosyalîzmê, ku wê wextê li dinyayê geş bûbû û xwe gihandibû Tirkiyeyê, hişyar bûbûn û bi kurdîtiya xwe hisiyabûn.
Hîmên tevgera kurdî ya îroyîn di salên şêstî de hatin avêtin. Di wan deh salan de kurd ji nû ve bi kurdîtiya xwe hisiyan, bi propogandayên li hicreyên camiyan û mekteban bi sedan kadir (kadro) afirandin. Belavok, buroşûr, kovar û pirtûk hatin çapkirin, meş û mitîng hatin lidarxistin, agirên Newrozê li çiyayên Kurdistanê hatin dadan, komele û rêxistinên siyasî hatin avakirin.
Ez hem şahid hem jî yek ji xebatkarê vê qonaxê me. Loma min nexwest tiştên ku min bihîstine, dîtine, di nav de jiyame û min kirine, vzinda bibin. Xatiratên ku bavê min li ser tevgera Şêx Seîd digotin, beriya ku ez der heqê wê bûyerê de tiştekî bixwînim, min jê bihîsti-bûn. Bûyereke nêzîk a tarîxa me ye, lê li serê ji aliyê kurdan ve ji xeynî çend pirtûk û nivîsên ku naverokên wan bi giranî siyasî ne, tiştekî zêde nehatiye nivîsandin. Min xwest ez li gorî rewş, zanebûn û îmkanên xwe cih bidim vê bûyerê û hin bûyerên din ku parçeyên ji dîro-ka me ya nenivîsandî yan jî kêmnivîsandî ne. Ji bo miletekî wêranî ye ku dîroka wan ji aliyê kesên din ve bê nivîsandin.
Di van salên dawî de gelek heval û xortên ku bîranî-nên min dibihîstin, wan zor dida min ku ez rojekê zûtir wan binivîsînim. Sedemeke nivîsandina min jî ew bû ku ji neslên ku koka welatperweriya wan digihîje Tevgera Şêx Seîd, Agirî, Dêrsim, Xoybûn (Hoybûn), Binê Xetê, Tevgera Mele Mistafa Barzanî, kêm kesan bîranînên xwe nivîsandine, di vî warî de valahiyeke gelek mezin heye.
Loma ev pirtûka bîranînê ya ku di destê we de ye min nivîsand. Ne ew qas hêsan bû. Tu tecrûbeyên min ên nivîsandinê tune bûn û min nedixwest ku ez dilê heval û hogirên xwe yên ku di kerteke silsileya xebatê de ligel min meşiyabûn, bihêlim. Hinek ji wan şehîd ketin, hinek ji wan bi rehma Xwedê çûn rehmetê û hinek ji wan jî hîn dijîn. Tiştê ku herî pir min dêşîne, ev e: Hevalên ku bi salan bi xeyala azadî û rizgarbûnê xebat kirin, jiyana xwe ji dest dan, Kurdistana azad a Başûr û qonaxa tevgera kurdî ya nûjen, bi çavên xwe nedîtin.
Di destpêka bîranînên xwe de min hinek cih da nasandina malbata xwe. Min xwest bi vê keysê tiştên ku dizanim bi xwendevanan re parî bikim. Her wiha min hinek cih da jiyana medrese û feqîtiya dema xwen-dina xwe. Ew kulturek bû û di dema xwe de rola kultura mektebên îroyîn dileyîst. Di heqê vê mijarê de mixabin kêm tişt hatine nivîsandin, min xwest bi kurtî be jî hinekî behs bikim.
Çîroka min gelek dirêj bû. Min bi vê pirtûkê xwest ku ez hin bûyer û serpêhatiyên xwe pêşkêş bikim, lê min ji mecbûrî sînorek danî, beşek ji bîranînên xwe bijart, derxist pêş, giranî da ser herêma Silîva û Amedê, ser bûyerên ku der heqe wan de tişt kêm an jî qet nehati-ne nivisandin. Eger bibe nesîp, ez ê hinekî ji wan ên ku di vê pirtûkê de cih negirtine, demeke din binivîsînim.
Min çîroka xwe bi awayekî kronolojîk anî ziman û ez heta 1993’yan hatim. Heta ku ji min hat min zimanekî sivik bi kar anî, ji bo ku zêde kes bikaribin bi hêsanî bixwînin û tê bigihîjin. Axaftinên ku tê de derbas dibin, li gora tiştên ku tên bîra min hatine rêzkirin. Bêyî wan min ê nekaribûya wêneyên hinek bûyeran di serê xwen-devanan de bi awayekî xurttir biafirandana.
Wekî min got, nivîsandina van bîranînan ne ew qas hêsan bû. Min bi rojan bîranînên xwe gotin û zarokên min û zavayekî min jî qeyd kirin û wan dûre muswedeya wê derxist. Paşê min û hinek hevalan xwend, me hinek tişt lê zêde kirin û hinek tişt jê derxistin. Gelek bûyer dihatin bîra min, lê tarîxa wan nedihate bîra min. Di çavkaniyên din de û di kronolojiyên dîrokê de em lê geriyan, ji bo ku em rastiya wan derxin. Xebata vê pirtûkê sê salan ajot. Muheqeq pirtûk wê bê rexnekirin û hin kêmasiyên wê yên ku em lê newarqilîne, derkevin. Hêvî dikim ku hejmara kêmasî û xeletiyên me ne gelek bin.
Ev pirtûk ji şeş beşan pêk tê. Ez di beşa yekemîn de li ser hin xebat û têkiliyên malbata xwe, meletî û feqî-tiya berê disekinim. Ji bo ku çîroka jiyana min çêtir bê zanîn hewcedarî pê hebû. Di beşa duyemîn de cih didim hin bûyer, serpêhatî, çîrok û destanên ku wan tesîreke mezin li afirandina şexsiyeta min kiriye. Di vê beşê de ez ligel hin serpêhatiyên xwe, li ser rola malba-ta xwe ya di Serhildana Şêx Seîd de disekinim, cih didim hin bûyerên dema “Terqa Filan” û behsa bûyera Newala Qeremûsê û kuştina Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîd û hevalên wî dikim. Beşa sêyemîn der heqê xortaniya min û serpêhatiyên min ên salên 50 û 60’î de ye. Beşa çaremîn li ser bûyer û serpêhatiyên ji 12’ê Adara 1971’ê heta 12’ê îlona 1980’yî ye. Di beşa pêncemîn de ez behsa serpêhatiyên xwe yên di salên 80’yî de dikim. Di beşa dawîn de jî ez giraniyê didim ser meseleya hati-na pêşmergeyan û hin xebatên ji bo piştgiriya wan.
Li dawiyê jî dixwazim spasî kurê xwe Rociwan Yeşîl, keça xwe Nazdar Kahramaner û zavayê xwe Nîmet Aydin bikim. Keda wan di nivîsandina vê bîranînê de gelek e. Ez her wiha ji ber alîkarî û pêşniyazên wan spasî Mûrad Ciwan, Mahmûd Lewendî, Osman Aytar, Zana Farqînî û hemû dost û hevalên din dikim ku bi awayên cihê cihê bûn alîkar.
Mehmûd Yeşil
Destpêka çîroka min
Ji bo ku xwendevan bikaribin serpêhatî, xebat û têkiliyên wê wextê û bîranînên min çêtir fehm bikin, ez bawer im gerek ew xwedî hinek malûmatên der heqê têkiliyên malbata me de bin. Ji ber vî sebebî jî ez dixwazim di destpêka vê pirtûkê de çend gotinan li ser vê yekê pêşkêşî xwendevanan bikim.
Hin tiştên ku ez di vê beşê de behs dikim ji aliyê hin kesan ve tên zanîn, loma dibe ku ji bo wan ne giring be. Wek nimûne; meseleya meletî û feqîtiya berê. Min ev mesele ne ji bo kesên ku jê haydar in nivîsandiye, ji bo kesên din, zarok û neviyên kurdan nivîsandiye.
Hatin û bicihbûna me ya li Silîva
Ez, di 1938’an de li Garisiya Şêxa hatim dinyayê. Garisiya Şêxa, gundekî li devera Silîva (Farqînê) ye. Navê bavê min Şêx Mihemed Letîf û yê diya min jî Ze-kiya ye. Bavê min di sala 1881’ê de hatiye dinyayê. Ew. di 1963’yan de çû ber dilovaniya Xwedê. Navê bavê wî Şêx Salih e. Ew jî kurê Şêx Îbrahîmê Belcûnî ye. Belcûn gundekî li ser Dihê (Erûh) ye. Ji wir tê Candêrê ku wê wextê gundekî li ser Elmedîna bûye.
.....
Mehmûd Yeşîl
Desteyek ji Çîroka Jiyana Min
Doz
Weşanên DOZê
Bîranîn
Desteyek ji çîroka jiyana min Mehmûd Yeşîl
Mehmûd Yeşîl
Wêneya Bergê
Adnan Ateş
- Dîzayna Bergê/Rupçlan
Doz
Çapa Yekê
Çiriya Paşiyê 2009
ISBN
978-9944-227-66-7
Çapxane
Can Matbaacilik
Davutpaşa Cd. îpek îşhani No : 4/1/15
Bayrampaşa-ist.-Tel:0212/6131077-6131547
DOZ Yaymcilik
Taksim Cd. No: 37/5
34100 Beyoglu-Taksim-Îstanbul
TeL: 0212/297 25 05 - Fax: 0212/297 13 73
E-mail: dozyayinlari@yahoo.com
www.dozyayinlari.com
desteyek_ji_ciroka_jiyana_min_m_yesil.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document