The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - I


Author : Kemal Tolan
Editor : Weşanên Na Date & Place : 2021, İzmir
Preface : Pages : 494
Traduction : ISBN : 978-625-7085-20-5
Language : KurdishFormat : 1400x200 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Tol. Nas. (I) N° 6916Theme : Religion

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - I

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - II [Kurdî, İzmir, 2021]


Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê - I

Kemal Tolan


Weşanên Na


Her çiqas dîroka Êzîdiyan dîrokeke kevnar be jî di derbarê Êzîdiyatiyê de û di derbarê Êzîdiyan de kêm pirtûk hatine nivîsîn û herwiha lêkolîn ji kêm in. Pirtûkên hatîn nivîsîn jî nivîskarên wan ne Êzîdî bûne. Ew ni- vîskar yan lêkolînvanên biyanî bûn e yan jî kesên misilman bûne. Yanî wan bi xwe Êzîdî û Êzîdiyatî baş nizanbûne û ji ber vê gelek caran agahiyên nerast nivîsine.
Xemxwarê Êzîdiyan Kemal Tolan yek ji wan kesên yekemîne ku weke nivîskarekî Êzîdî bi awayekî zanistî lêkolîn li ser Êzîdiyan kiriye û ew agahî di pirtûkan de weşandiye. Bi dehan salan e ew pirtûkan li ser Êzî- diyan dinivîse ta ku çand, dîrok, irf û edetên Êzîdiyan winda nebin. Gelo dîroka Êzidiyan ji kuderê destpê dike? Êzîdi kî ne? Êzîdiyatî çiye? Cîh û warên Êzîdiyan li ku ne? Kîjan eşîrên Êzîdiyan li dora Bat- manê, li Botan, li Diyarbakir, li Cizîr û Mêrdînê, yanjî li Hakkari û Ser- hedê, û deverên din dijîn? Kîjan mêrxasên Êzîdiyan hebûn û çi kilam li ser wan hatin gotin? Şerê Şêx Mîrzayê Anqosî yan jî sitrana Derwêşê Evdî çawa tê gotin? Di vê pirtûkê de xwendevan karin bersivên van pir- san û gelek bersivên din jî bi awayekî berfireh, bi zanistî û bi kurman- ciyke zelal bixwînin. Bê gûman ev pirtûka Kemal Tolan jî wê bibe ber- sivek ji bo hemû pirsên li ser Êzîdiyan û Êzîdîyatiyê.
Em ji bo vê berhema pak sipasiyên xwe ji nivîskar û weşanxaneyê re dikin, em kêfxweşin ku piştgiriyê vê pirtûkê ne.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2025
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals