The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dimdim


Author : Erebê Şemo
Editor : Roja nû Date & Place : 1983, Stockholm
Preface : Pages : 206
Traduction : ISBN : 91 7672 008 x
Language : KurdishFormat : 125x200 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Şem. Dim. N° 5821Theme : General

Dimdim

Dimdim [Kurdî, Êrêvan, 1966]


Dimdim

Ereb Şemo

Roja Nû

Himdarê romanê kurdi, şoreşgerê mezın, mamoste Erebê Şemo, sala 1897a lı bajarê Qersê, lı nehıya Sazûkê hatiye dınê. Zarokatiya wi dı nav feqiri û belengaziyê de derbas bûye. Ew lı aliki diçe xwendinê, lı aliki ji lı cem xwedimala dixebite. 17 sali, xwendına xwe ya pêşin sala 1914a lı gundê Aleksandrovki diqedine. Sala 1918a tevi şoreşa Oktobırê dıbe û di nav xebatkarên kurd de karê partiyê dimeşine. Wana dijê axa û bega organize dıke.
Erebê Şemo sala 1924a lı Erivanê dıkeve Instituta Lazerevski û wek rojhılatnas Institutê dıqedine. Sala 1931ê dıçe Leningradê û di Akademıya Zanısti, beşa Asya de doktora xwe dide.
Gelek xizmetên hêja yên Erebê Şemo gıhiştine gelê me yê bındest. Wi di edebyeta kurdi de rêçeke nû vekırıye. Cara pêşın wi destpêkırıye û roman bı kurdi nıvisandiye. Saya afirandınên Erebê Şemo, gelek zımanên cihanê, weki rusi, frensızi, almani, ermeni, azeri, gurci, tırki, û asûri bı edebyeta kurdi re bûne nas.
Himdarê romanê kurdi, şoreşgerê mezın, mamoste Erebê Şemo heya çûna dılovanıya xwe, sala 1978a, gelek afırandinên gıranbiha ji me re hıştiye: Şıvanê Kurd - 1930, Jina Bextewar - 1959, Dimdim – 1966 û Hopo 1969 çend jı afırandınên wi yên bı nav û deng ın.

Serecem

Pêşxeber / 5

Serê ewlin, Çarsû / 9
Serê duda, Çêkirina meçitê / 23
Serê sisya, Hemze Çawiş  / 28
Serê çara, Dewrêşê sêrê / 40
Serê pênca, Dewet / 51
Serê şeşa, Qsa Xano / ..61
Serê hevta, Qasdêd Şemdinanê / 79
Serê heyşta, Quli xan / 118
Serê neha, Huseyn xan,  / 133
Serê deha, Hicûma kelê / 149

Êpilog / 205

 

Ev romana Ereb Şemo cara pêşin sala 1966a lı Êrêvanê bi tipên kirili, sala 1974a lı Moskvayê bı tercûma Rûsi û sala I975a ji lı Bexdayê bi zaravayê sorani, bı tipên erebi çap bûye.
Me ji ev romana giranbiha ji tipen kirili guherand tipi latini û pêşkêşî xwendevanên Kurd dıkın.

PÊŞGOTIN

Ev romana nişan dıke wan rojêd tariqa kurda, wextê Kurdistan haleki pir giranda bû.

Ali padşê Turkiaê (Rom), ê ku bi zorasilaha zevtkir Ermenistan, Sûriya, Mezopotamya, Erebstan, Misir û derkete nivada Balkana, lı wê derê ji zevtkır Bolgariya û dewleteke çûk Albanya (Arnavut) paşê padşê Turkiaê ew eskerê xweyi giran bı silaha û cebirxana şande ser Kurdistanê şêr. Ewi dixwast erdê wani qedimi, ê kal û bavê wan zevt û wana ji bike destayê xwe, usa çawa ew dewletê, ku mejorê nişan dan.

Aliê dın şahê iranê eskerê xweyi şerê qurnada qalbûyi dişande ser Kurdistanê şer, weki xwera zevtke. Lê mıxlûqetê kurda bi efati û mêrxasi şerdikir lı hemberi wan herdû dewletê mezine û girane wi çaxi.
Pey gele şerara padşê Turkiaê û şahê îranê ditin, ku ew usa cûda-cûda nabe nikarın tişteki vi mıxlûqetê mêrxas bıkın. Wana sala 1639a peyman hevra girêdan û Kurdistan nav hevda parevekırın, lê ew parevikirinê ji tu kar neda wan.

Ev romana qisedike şerê wi wexti ser kela Dimdimê û nişan dıde, çawa kurda şerdikir lı hemberi wan zevtçiya û xweydikirın erdê kal û bavê xwe. Serkarê wi şerine mir bû, ne beg bû, ne ji axa bû, ew kurdek bû, navê wi Xano bû. Kela Dimdimê ewi çêkir, mıxlûqat jêra digot: "Xanoê Çengzêrin".
Mıxlûqetê kurda gele beyt, çirok û serhati gilidikin derheqa wi şerê efati û mêrxas.

Derheqa şerê ser kela Dımdımê û efatia kurdaye mêrxas gele seferêd Evropaê û rohılatzana (oryantalista) ji nivisine.
Em her didin nexşeki wan şerê kurda, ê ku wana dıkır gele qurna, sal û zemana bona azabûna xwe ji zulma zevtçiya û ew nasekırın nıha ji şerdikın bona azabûna xwe...

Nivîskar

"Rojêd çetin wê bêne bir. Kurdê biqetinın kirêtiya, zıncir, Azaê wê bistinin bi mıxlûqetê hevgir".
(Ji beyta Sebıqi Kıbir)

Serê Ewlın

Çarsû

Rewayi şagırt û hogirê xweyi eziz
Îskoê Usıv dıkım.

Bıhar tunê dereng dıhate vıra, lê isal serê çiyaêd bılınd hê berfêda spidıkır, bihara kela Dımdımê idi ketibû qedemê xwe, berf lı vıra helya bû, tiştek nemabû, her lı geliyê kur û newalada mabû, ew ji ew berf bû, ku zıvıstanê bê ew geli usa tıjidıkırın, weki heta germa havinê nedıheliya. Van roja ehilê kelê karê çandınê dıkırın, weki çandınê bıharê bıkın: hıneka ji ida axpinêd xweye dora mala nan lê diçandın. Wê sivê pilte ewr ji serê çiya derket, ser kela Dimdnnê heve baranê reşand, toz-xûbar erdêda kuta û disa vekir. Teva xweş vê biharê disa pencê xwe da erdê. Vê baranê binboxza hewaê diha pak kir. Barana usa ra em kurd divên "Dewata gûr û rûviyê"...

Ji germa vê biharê ku usa di qijiland, ew çemê gelida, ê binatara kelê şêlû bûbû, kef dida, geli tıji kiribû û gumreh jorda dihat, kevir lı ser riya xwe hol dıkırın, dıbırın. Te qey dıgot eva ne ew çemê havinêye bi ava zelale temiz ji kaniyêd jorine kur derdikevin, tenê bıniya kelê, tev hev dıbın, dıve çemeki mezın, tıji mesiyê elebalıx û dıke guregur dıkışe dıçe...

Van rojan teva bıharêye germ, ku dıqıjıland, ji wê germê darêd kuçêd kelê şin dıkırın, belgê xweye ber vekırıbûn ...


Ereb Şemo

Dımdım

Roja Nû

Roja Nû
Dımdım
Ereb Şemo

Stokholm 1983

Weşanên Roja Nû
Navnişan
BOX 4038
141 04 Huddinge / Sweden

Weşanên Roja Nû

ISBN 91 7672 008 x
Bokförlaget Roja Nû
Copyright Zina Şamilov
Printed in Sweden
Robert Olsson Tryckeri AB

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals