The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Serê Şevê Çîrokek


Author : Selim Temo
Editor : Avesta Date & Place : 2019, Istanbul
Preface : Pages : 472
Traduction : Selim TemoISBN : 978-605-80882-0-7
Language : KurdishFormat : 175x270 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Tem. Ser. N° 6097Theme : Literature

Serê Şevê Çîrokek

Serê Şevê Çîrokek

Selîm Temo

Avesta

De werin delalokên malan, va ye wêne hene di pirtûkê de.
Bîhna kulîlkên welêt difûrin ji pirtûkê. Derî hene ku berê wan li asîmanî ne. Mêrgên heşîn hene. Heywan hene. Deryayên şîn hene. Çiyayên rengîn hene.
Îcar kerem bikin û serê her şevê çîrokekê bixwînin yan jî guhdarî bikin ku xewnên we bi kurdî bin. Di nav xewnên xwe de bi aramî bigerin. Bila her şeveke we bi çîrokekê binexşe.
12 Navdar
12 Klasîkên cîhanê
12 Helbest
12 Destanên kurdî
318 Çîrok
366 Xewnên bi kurdî: Serê Şevê Çîrokek.


Naverok

Çile – 1 / 9
Sibat – 2 / 47
Adar – 3 / 81
Nîsan – 4 / 121
Gulan – 5 / 159
Hezîran – 6 / 203
Tîrmeh – 7 / 243
Gelavêj – 8 / 287
Îlon – 9 / 329
Cotmeh – 10 / 363
Sermawez – 11 / 399
Berfanbar – 12 / 435
Spasdarî / 472
Çavkanî / 473

Çile -1-

Naverok
Çepo û Rasto / 11
Şêwirmendên împaratorê Asîmanan / 13
Dîkû Rovî / 14
Deryaya Zêran / 15
Jina Şikirdar / 17
Zilam û Morî / 19
Mar û Çivîk / 20
Zengilê Zîv / 21
Giriyê Keçikê / 23
Şêr û Mişk / 24
Mîh û Gur / 25
Mirovan Çawa Agir Dîtin / 26
Qoçana Kerê Dibirin / 27
Çima Qazên Kovî li Ser Rêzekê Difirin? / 28
Şivan û Beran / 29
Para Şêrî / 30
Hemî bi Hevre/31
Baz / 32
Şêr û Gayê Zer / 33
Serê Mîhê / 34
Werdek û Kûsî / 35
Du Heval / 36
Rovî û Zerik / 37
Nêçîrvanek / 38
Çêlîkên Çûkê / 39
Sê Varik / 40
Bajarê Keran / 41
Gur, Rovî û Keftar / 42
Şîretên Ehmedê Xanî / 43
Çîroka Çûk û Fîlî / 44
Siyabend û Xecê / 45


PÊŞGOTİNA AMADEKARÎ

Zarokno, qarqarûkno!
Silav li we.
Ev dem û hemû demên we baş.
Hûn ji çîrokan hez dikin? Erê? Rast e, ma kîjan delalên malan ji çîrokan hez nakin?

Çîrok mirovan dibin cîhaneke dûr û xeyalî. Mirov di çîrokan de cîhaneke din dibînin. Beriya mirov rakeve, divê mirov çîrokekê bixwîne. An divê yek çîrokekê ji mirovî re bixwîne. Divê çîrok xewnên mirovî binexşînin. Lê helbet çîrok bi zimanê dayîkê xweş in.

Va ye min ji we re çîrok amade kirine. Lê ne tenê çîrok, min helbest, destan, klasîk û danasîna navdaran jî bo we amade kirine. Ka sebr bikin ku bibêjim.

Hûn dizanin ku her salek ji 365 rojan pêk tê? Himmm? Erê, rast e. Lê çar salan carekê saleke me dibe 366 roj. îcar min got sibê du siba gava sal bû 366 roj, bila yek ji we nebêje çima çîrokeke me kêm e.
Pirtûka me, Serê Şevê Çîrokek, berê xwe dide çîrokên Kurdan û cîhanê. Wan çîrokan tîne ber serê we.

Her 12 mehên me wiha dest pê dikin: Pêşî em ê hînî alfabeya xwe bibin. Piştî wê şevekê çîrokeke kurdî heye, şeva din çîrokeke biyanî.
Ber bi dawiya mehê ve şevekê em ê helbestekê bixwînin. Şeva din em ê navdarek ji navdarên gelê xwe binasin. Şeva şûn de em ê klasîkeke çîrokan bixwînin ku zarokên din ên cîhanê jî dizanin. îcar şeva dawîn a mehê, em ê destaneke kurdî bixwînin an jî guhdarî bikin.

De werin delalokên malan, va ye wêne hene di pirtûkê de. Bêhna kulîlkên welêt difûrin ji pirtûkê. Derî hene ku berê wan li asîmanî ne. Mêrgên heşîn hene. Heywan hene. Deryayên şîn hene. Çiyayên rengîn hene.
Ji hevalên xwe rejîvan çîrokan bixwînin. Pirtûka xwe neçirînin. Gava hûn mezin bûn, hûn dikarin bidin xwîşk û birayên xwe, yan jî zarokên ji we biçûktir.

îcar kerem bikin û serê her şevê çîrokekê bixwînin yan jî guhdarî bikin ku xewnên we bi kurdî bin. Di nav xewnên xwe be bi aramî bigerin. Bila herşeveke we bi çîrokekê binexşe.
Gava mirov bi zimanê xwe çîrokan bixwîne û bi zimanê xwe xewnan bibîne, cîhan jî dibe warê zimanê mirovî. îcar piştî her çîrokê ji bîr nekin, çavên xwe bigirin. Ê ma mirov çavên xwe negire dikare di xew re biçe?

Alfabe

(Navê Mirovan)
(Yên yekem navên keçan in, yên duyem yên lawan)

Aa: Axîn, Aram
Bb: Berfîn, Bager
Cc: Cemîle, Cemşîd
Çç: Çemê, Çaçan
Dd: Delal, Dersîm
Ee: Edûle, Elîşêr
Êê: Êvare, Êvar
Ff: Felek, Filînta
Gg: Gelawêj, Guhderz
Hh: Heyveron, Hêmin
Ii: Iyan, Isman
Îî: înê, îskan
Jj: Jînda, Jaro
Kk: Kejal, Kardox
Ll: Laleş, Lezgîn
Mm: Mehabad, Mereto
Nn: Nûroj, Nado
Oo: Oldar, Ordîxan
Pp: Pîroze, Perwer
Qq: Qeşem, Qenco
Rr: Rojbîn, Rojdar
Ss: Sosin, Simko
Şş: Şemê, Şoreş
Tt: Telî, Tîrêj
Uu: Umêd, Ustad
Ûû: Ûşe, Ûso
Vv: Viyan, Vehêl
Ww: Werf, Welat
Xx: Xezal, Xorto
Zz: Zozan, Zerdeşt

Çepo û Rasto (Çîroka Kurdî)

Ber. Mahmut Barik

Çepo û Rasto bi hev re diçûn deverekê. Di rê de pirr tî bûn. Gîhan ser bîrekê. Rasto ji Çepo re got:
- Dakeve bîrê, avê vexwe û ji min re jî bîne.
Çepo got:

- Çima ez ê dakevim, tu dakeve!
Çepo, Rasto berda bîrê. Gava ku Rasto gihîşt binê bîre, pêşî av şande jorê. Dûv re av vexwar û bangî Çepo kir:
- Çepo min bikişîne!
Çepo vegerand:
- Ez te nakişînim!

Rasto kir nekir Çepo ew nekişand jorê. Çiqas li ber geriya, tika kir jî, feyde nekir. Çepo ew di binê bîrê de hişt û çû.
Rasto di binê bîrê de ma. Bi xem fikirî, lewre tu çareya ku ji bîrê derkeve tunebû. Ji xwe re got, "Heta ku hinek min bibînin, ez ê di vê bîrê de bimirim!"

Bîstek derbas bû, deng hatin. Rasto xwe veşart. Gur, rovî û şeytan ketin hundirê bîrê û rûniştin. Dest bi suhbetê kirin. Rovî got:
- Kupek zêrê min heye li pişta gundî, di bin tahtê de veşartiye.
Gurî got:
- Min pêşiya ava ku tê gundî girtiye.
Şeytanî got:

- Min jî keça axê dîn kiriye. Heta yek ji vê bîrê hinek axê nebe û neavêje ser û çavên wê, ew keçik rehet nabe.
Hinekî din jî axivîn û rabûn, çûn. Rasto da dû wan. Qulek hebû ku ew di wir re derketin. Rasto jî di wê qulê re derket. Pêşî çû bendava ku gurî pêşî lê girtiye, av vekir. Ava gundî hat. Dûv re çû kupê zêran derxist. Gava ku ji bîrê derketibû hinek ax jî bi xwe re anîbû. Ew ax bir, avêt ser û çavên keçikê. Keçik rehet bû. Axayê bavê keçikê got:

- Min gotibû, yê ku keça min sax bike, ez ê keça xwe bidimê. Tu keça min dibî, pê qayîl dibî?
Rasto got:
- Erê, ser ser û çavên min!
Dawet û dîlana wan heft şev û heft rojan domand.
Rojekê ew rastî Çepo hat, Çepo jê pirsî:

- Ev tu çawa ji bîrê derketî û wisa dewlemend bûyî?
Rasto tiştên ku hatine serê wî tevde jê re gotin. Çepo jî ket bîrê û xwe veşart.  Dîsa gur, rovî û şeytan hatin bîrê.
Rovî got:
- Hinekan zêrên min birine.
Gurî got:

- Hinekan berê avê vekiriye.
Şeytanî got:
- Hûn bawer nakin, lê keça axê jî baş bûye.
Fikirîn û gotin:

- Çi bûye ji vê bîrê bûye. Hinekan li me guhdarî kirine.
Rabûn li hundirê bîrê geriyan. Çepo dîtin û hestiyên wî nerm kirin.
Lewre li herêma Mêrdînê dibêjin, "Rasto tim rastiyo, Çepo tim şikestiyo!"
.....


Selîm Temo

Serê Şevê Çîrokek

Dara

Weşanên Dara
Dara: 281 Çîrok: 03
Serê Şevê Çîrokek
Amadekar û wergêr: Selîm Temo

Gerînendeyê Giştî: Bawer Berşev
Edîtor: Cumhur Ölmez
Dîzayna Bergê: Şener Özmen
Wênexêz: Halit Siyar— Sadik Hangul
Mîzanpaj: juji tasarim

©Weşanên Dara Sertifika: 35415

ISBN: 978-605-80882-0-7

Çapa Yekem: Bahar 2019an, Amed
Çap: Enes Basin Yayin ve Matbaacihk Ltd. Şti.
Maltepe Mah. Litros Yolu
Fatih Sanayi Sitesi No: 12 / 210
Topkapi – îstanbul

Tel: (0212) 501 47 63
Faks: (0212) 50108 40

Davutpaşa V.D.: 335 007 4923
Sertifika: 12469

Mirza Grup
Kooperatifler Mah.
Akkoyunlu 4. Sok.
Hukukçular Apt. No:1
Yenişehir / Diyarbakir

Tel: (0533) 377 57 17

Web: www.pirtukakurdi.com
www.darayayinlari.com
e- mail: darayayinlari@gmail.com
facebook.com/twitter.com/instagram.com: darayayinlari

Ji xeynî danasînê, bêyî destûra nivîskêr û weşanxaneyê bi tu awayî nayê kopîkirin

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2025
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals