The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Antolojiya Çîrokên Kurdî - I


Author : Şener Özmen
Editor : Lîs Date & Place : 2010, Diyarbekir
Preface : Pages : 208
Traduction : ISBN : 978-605-5683-12-2
Language : KurdishFormat : 135 x 195 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Özm. Peş. N° 6606Theme : Literature

Antolojiya Çîrokên Kurdî - I

Antolojiya Çîrokên Kurdî - I

Şener Özmen


Lîs


Şener Özmen, di romana Pêşbazıya Çîrokên Neqedıyayî de jî hewldana avakirina şêwe û şêwazeke dîtir a vegotina Kurdî didomîne.
Di vê romanê de, ziman car caran dibe pardarê hişûbîra vebêjer; deriyê derfetên xwe li nivîskêr vedike; û nivîskar bi awayê vegotina xwe xumamiya ku di navbcra zimanê gotinkî û zimanê nivîskî de heye parîkî din jî zelaltir û xuyanîtir dike; û ligel hogiriya dîrokî ya zimên, me hê bêtir nêzikî bersiva pirsa “zimanek çawan dikare dirûvekî nivîskî bigire û nivîs di kîjan kêliyê de dikare vêyekê zeft bike?” dike-, bi awayekî fîtekî ji esmanê balûpal ê zimên çav li me dişikîne; û bi vegotina çîroka Merasîm û Sertac Karan, beşek ji jiyana Kurdan a ku ‘hênebûyeçîrok’ û leheng û serlehengên wê tim li dor çîrokê digerin û navend jî hey wan ber bi xwe ve dikişîne, tîne zimên; û bala me dibe ser cihêwaziya navendên sehekî, ramanî û dîrokî.
Pêşbazıya Çîrokên Neqedıyayî romaneke ezmûnî ye; ku ziman û ezmûndarî di demajoya nivîsandinê de heman demê parve dikin.

Şener Özmen, di sala 1971 'ê de li bajarokê Hezexê yê bi ser Şirnexê ve hatiye dinê. Wî di sala 1998’an de Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedandiye. Ji wê salê û bi vir de kar û barên xwe yên wêjeyî û hunerî li Diyarbekirê didomîne.


DESTPÊK

Cara pêşîn min ew di kewçêra sala 1998’an de li Mêrsînê, li mala ku ev sê sal û nîv bûn ku ez û eta xwe Yasemîn lê dijiyan dît. Hema li mitbexa wê mala ku ji du çavikên teng û biçûk û ji hêwaneke belasebeb mezin û fîreh pêkhatî. Li pêşberî Yasemînê rûniştibû, ji hêlekê ve qult li qehweya xwe ya sarbûyî dida û ji hêlekê ve jî bi wî dengê xwe yî dawudî, seraqet tiştin jê re vedigotin bi coş û peroşiyeke seyr. Ji gotinên wî yên der barê Marksîzmê bêhtir -ku qet ne di xema min de bûn- bala min bêhemdî min çûbû ser lerzeya dengê wî. Ew dengê berz û dîlgir, ew dengê fîtek û ji serî heta binî “mêrane” ku wê sibeha înê û di wê mitbexê de olan dida, piştî Onder û gewri- ya wî yxxebspêdehatî ku kambaxtirîn ezmûn bû bo keçeke fena min, wek îşareteke nepayî bû ku ji dûrayiyan dihat.

Piştî wê pêrgîhpvbûna me ya yekem bi çardeh rojan, xwediyê wî dengî, yanê Sertac (nîqaşa me ya yekem jî bi bilêvkirina navê wî de derketibû; diviya ku min jê re bigota Sertac, ne Sertaç, bi angaşta wî, di navbera V’ û “f”yê de ferqeke mezin hebû, tavilê nasnameya xwe şanî min dabû bo ku ez qaneh bi- bim, bi dû de wî qala bavê xwe û karmendê nifûsê kiribû bê çi bi hev kirine, bi ya min ne hewceyî vê çîrokê bû...) yanê Sertac Karan, çawan bibêjim, li odeya min bû. Yanê ji mitbexê û pê re pê re ji dilê Yasemînê jî derketibû û ber bi dilê min ve hatibû. Min ew ji kezîkura Yasemînê vedizîbû, erê lê, ji eta xwe! Ew li ser text û bextê min bû êdî, xwe li ser piştê dirêj kiribû, tazî bû û ji tazîbûna xwe fedî dikir û min jî fediyokiya wî mist dida bi serê pêçiyên xwe yên dilbijok. Wê şevê Sertac, di bin ronahiya çardeh mûmikên ku li çarmedorê odeyê belav bûbûn de, berî min û berî eta min a li mitbexê di xew re çûbû.

Rojeke şilî bû û ez berî wextê xwe ji ezmûna Wêjeya Tirki ya Nûjen a dûmahikê derketibûm. Çend pirsên hêsan ên ku min bi lez û bez bersivandibûn jî, hema bêje dê bi kêrî tu tiştî nehata. Ez yekrê çûbûm nik Onderî.

Min wek hemû caran deriyê odeya wî ya pîroz hêdîka neqirandibû û wî jî bi wî dengê xwe yî nîvmirî, her mîna xwe ji min re gotibû, “Fermo!” Imana min ji vê seremoniya seyr û bêwate diçû! Wek gelek tiştên din ên ku min bêdilê xwe û ji bêgavitiyê dikirin an jî bi cî dianîn, neqirandina derî jî bûbû qaydeyeke esasî di têkiliya me ya ku her roja Xwedê rêz û rêzikên nû lê zêde dibûn de.

Wî ku hîn di destpêka têkiliya me de derzî di ber guhê min re kiribû. Dîmen eynî wiha bû: Em li odeya wî bûn. Ez li miqabilî wî rûniştibûm, di navbeyna me de maseya wî ya demirbaş(*) û wechê wî yê tirş ê ku digot, “Ma ev îşê henekan e!?” pê ve tu tişt nîn bû.

Serê carê pênûsa xwe li rnaseyê dabû û bi cidiyeteke akademîk qala derî û neqirandinê kiribû; “Na Merasîm, na! Nabe tu hema welê bi yek caran derbasî odeya min bibî! Ez mamoste me û tu jî xwendekara min î û ev der jî zanîngeh e, ji ber hindê ez naxwazim bala xêrnexwazan bikişînim ser xwe, ji kerema xwe re dema tu bixwazî bêyî nik min, telefonekê bide min û...” û, û çi? Naxêr, min tu wate nedabûn gotinên wî. U şeva berî wê, heman Onder daxwazên ecêb ji min û ji cestê min kiribûn bi lavayiyên dûdirêj. Dilê min li hev ketibû, dî- san jî min negotibû, “Na!”

“Aha mêr wisan in!”, digot eta min û pê de diçû; “... Qet li ser wî guhî raneze! Mêjûya mêran rêyî me jinên -bi wateya wê ya herî berfireh- bindest, ku dixwazim bala te bikişînim ser koka peyvê, daye ku, di meseleya seksê de mêr giş mîna hev difikirin û mîna hev jî dikin. Ji yê herî cahil î nezan î ehmeq î tiredîn bigire heta bi yê herî jîr û zana û xwenda û nizanim çi, ku Onderê te jî di vê kategoriyê de ye, dizê heman neqebê ne û ew neqeba jî...” Yasemînê wiha digot û di ber re jî tehn û niç li min û li têkiliya min a bi Ondêr re didan ku ji roja roj de di bin xwe re dîtibû. Her cara ku meseleya min û Onderê akademîsyen dihat holê, wê bi boçika min digirt û qûş li min teng dikir bi pirsên xwe. Seyr bû eta min. Rojekê ji min re gotibû, “Tu jî demirbaşê. Ondêr î...”, nizanim bê wê ev gotin ji ku peyde kiribû, lê rast bû, wê pozisyona nun a di têkiliyê de tenê bi peyvekê anîbû zimên, belê, ez demirbaşç. Onderê akademîsyen bûm, Onder jî demirbaşe. hinekên din bû, (*)

wek mase û kursî û sêpikên li odeya wî.

.....


(*) Demirbaş: 1. mîrî, xwemîrî (eşy'ayê ku li cihekî tê bikaranîn, aidê cihekî ye an jî ji erkedarekî teslîmî erkedarekî din dibe). (Ji Ferhenga Zana Farqînî)


Şener Özmen

Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî

Lîs

Weşanên Lîsê
Wêjeya Kurdî - Roman 81 /16
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî
Şener Özmen

Gerinendeyê Weşanê
Lal Laleş
Edîtor
Lal Laleş

Sererastkirin
Dilawer Zeraq

Derhênerê Ditbari
Şener Özmen

Mizanpaj
Lîs

Çapa Yekemîn
Rêşemî 2010

Çap
Bariş Matbaa – Mucellit
Ali Laçin (Sertifika No: 12037)
Davutpaşa Cad. Güven San. Sitesi
C Blok, No: 291, Topkapı - Istanbul
Tel: 0 212 674 85 28 - Fax: 0 212 674 85 29

Ji bilî danasînê bêyî destûra nivîskêr û weşanxaneyê bi tu awayî nayê kopîkirin.

ISBN: 978-605-5683-12-2
© Lîs (Sertifika No: 13746)

Navnişan
Lîs Basın-Yayın Pazarlama
Organizasyon Rehberlik ve Danışmanlık
Ofis Akkoyunlu 4. Sokak, Feza Apt.
No: 1/1 Yenişehir / Diyarbakir
Tel-Fax 0 412 228 97 76
e-mail: wesanenlis@yahoo.com

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2025
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals