 Li Rojhilatê Dilê Min
Murathan Mungan
Metis
Murathan Mungan di sala 1955’an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Zarokatî û xortaniya wî li Mêrdînê derbas dibe. Li Zanîngeha Ankara di Fakulta Zimên, Dîrok û Coxrafyayê de Bêşa Tiyatroyê dixwîne. Di vê beşê de master kir. Wek dramatûrg li Tiyatroya Dewletê ya Ankara şeş sal û li Tiyatroya Bajêr a Stenbolê jî sê salan xebat kir. Demekê bi karên weşanê jî daket; di Rojnameya Söz’ê de berpirsyariya rûpelê “çand û hunerê” kir û ji Weşanxaneya Remzî re rêzeke wêjeyî ya taybet amade kir. Berhemên Murathan Mungan di nav çeşnên edebî de xwedî cihekî fireh in. Helbest çîrok, pexşan, ceribîn, rexne û lêkolînên wî di rojname û kovarên cûr be cûr de hatine weşandin, li gel van lîstik û gotinên stranan, senaiyo jî nivîsandine. Heta niha bi vî şiklî li dor 20 kitêbên Murathan Mungan hatine weşandin. Êdî bêhtir bi helbestên xwe yên di Sahtiyan û Yaz Geçer de, di çîrokan de jî bi çîrokên xwe yên Cenk Hikayeleri û Kirk Oda hatiye naskirin û hejmara xwendevanên wî zêde bûne. Kitêba wî ya yekemîn a bi navê Mahmûd û Yezîda ye (1980). Di 1981 'î de ji şiîrên Orhan Velî lîstikek çêkir. Lîstikên wî yên “Mezopötamya Ûçlemesi’’ piştî weşendina Azzzyê’ û Geyikler Lanetler dawî li wan hat. Di 1994'an de ev hersê lîstik li pey hev salekê li Tiyatroya Dewletê ya Antalya û Festîvala Tiyatro ya Navneteweyî li Stenbolê hatin leyîstin. Mungan ji bo koma Yeni Türkü jî gotinên stranan nivîsî û ew stran baş deng vendan. Murathan Mungan li welêt û derveyî welêt beşdarî gelek programên hevpeyvîn û xwendinê bûye. Niha Ii Stenbolê dijî û ev demeke dirêj e ku jiyana xwe bi nivîskariyê didomîne.
Naverok
Berê / 7 Xwîn Xwê Mırî / 8 Me Ji Bîr Nekır / 9 Erdên Bêdeng 16 Mîrên Payîzê / 17 Kurtik / 18 Sextiyan / 20 Şivanên Şevê / 33 Dû Kêr / 34 Barîna Hespan / 35 Guher / 36 Xewnên Prensesên Şiyarbûyî / 37 Azad / 46 Berbang û Şahmaran / 47 Varaka / 49 Çıya û Kapîtal / 50 Rawırên Xwînê / 52 Qerenfîl / 53 Kêr / 60 Pırsa Kêmnetewetıyê / 61 Ew Teyrên Kelaşan e / 62 Metala Eşqê Ya Tarî / 63 Kêrên Jibîrkırî / 64
BERÊ
Xulavî dibûn li nav dilê min çiyayên hildikişiyam wan dadiketim çemên hênik û bêdeng berî xezalan
karibûn ez bişûştama wan deman avê nav hewşa dilê min didît tavê
digizgize di xewê de melêva nav dilê min xwîniyê wî bûm min ew kuşt zêde bûn xeyalên min xewa radizêm li şûna me herduwa ye îndî dibêqey ez im mirî ew e zindî her şev her şev her şev
(1991) 10 Adar 1993
Xwîn Xwê Mırî
diguhêze xwîna xwe bi avê miriyê ji fetlaneka wê de bi çend gavê xwêya xwe dişo behr gava diguhêze ava xwe çemê wê
belav dibe tilsim li behrê gulle belav dibe li rûwê wê giran giran gulle du sê mirî li her badekê her ku çem çend tew xwe bade
sonda hat xwarin li ser rojhilatê xwîn, xwê, mafê miriyan çemên zêde dibin li milên wê coxrafya ku dide ber çav pêşeroja xwe dema digrin sond û dîrok dor li axê
17 Heziran 1992
.....
Murathan Mungan
Li Rojhilatê Dilê Min
Metis
Weşanên Metis Li Rojhilatê Dilê Min Murathan Mungan Werger: Rûken Bagdu Keskin
Weşanên Metîs İpek Sokak 9, 80060 Beyoğlu, İstanbul Rêza Wêjeyî ya Metîs - 116 Li Rojhilatê Dilê Min, Murathan Mungan © Murathan Mungan © Weşanên Metîs, Hezîran 1996 © Wergera Kurdî: Rûken Bagdu Keskin, Hezîran 1996
Helbestên di vê kitêbê de bê destûra nivîskar nikarin di bandekê de bên xwendin, di antolojî an jî berhevokekê de cih bistînin. Bikaranîna wan î bi her awayî bi destûra nivîskar e. Çapa Yekemîn: Cotmeh 1996 Hejmara Çapê: 3000
Berpirsa Weşanê: Muge Gursoy Sökmen Dîzayna Bergê: Bulent Erkmen Amadekariya Çapê: Işil Döneray Fotograf: Tulin Altilar Rastkirina li ser kompîturê: Volkan Duran Çapa Bergê: Ofset Yapimevi Tîprêzî: Weşanên Avesta Çap: Yaylacik Matbaasi Cild: Ömek Mucellithanesi
ISBN 975-342-131-1
PDF
Downloading this document is not permitted.
|