
Helebce û Semayî Notekan
Azad Salih
Çapxaneyî Panda
Helebce û Semayî Notekan zadeyî hewl û mandûbûn û şewnexûnî salêk ziyadtir le temenme bû arşîfkirin û nûsînewey mêjwiyî mûzîk le şarî Helebce, ew qasî ke xom lew mêjûweda beşdar bûm û karim teday kirdûwe.
Helebce û semayî notekan pêk tê le komî sercem ew çalakîyên hunerîyane le seretayî damezrândinî (tîpî mûzîkî Helebce) yê ewsa (tîpî mûzîkî Şinrewê) yê êsta, belam nûsîneweyekî ciyawaz le nûsînewey mêjwû ye, çûnke cige le nûsînewey layenekî mêjwîyî, sercem awazî hemû çalakîyekanem be şêweyekî akademî nûsîwetewe (nota), ke hêndek jê bîrem û le helada nemebet pêştir karî lem şêweye le nûsînewey mêjwiyî mûzîkî nawçeyek da nekrawa.
Sercem çalakîyekan be şêwazekî hunerî mûzîkî nûsîwe netewe ke nawende mûzîkîyekan detwanin wek serçaweyek sûdî lew werbigirin, herwaha tewawî tekstê şî‘rîyekanîşim nûsîwetewê û nawî tewawî awazdaner û goranibêj û amadekar û dabêşkarî sercem çalakîyekanem be emanetewê nûsîwe.
Le kotayîda be hîwam twanibêtim şteyekî be sûdem xiste bêta ser xerwanî mêjwûy şarakem û bimbûrn le kem û kurî û her bîrçûneweyek ger hebêt, çûnke tewawî bîr û hezrî xom xistûwete kar ta mafî kes feramûş nekem.