The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gotıbûn Ku...


Author : Malmîsanij
Editor : Vate Date & Place : 2006, Istanbul
Preface : Pages : 210
Traduction : ISBN : 975-6278-07-2
Language : KurdishFormat : 145x200 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Mal. Got. N° 5542Theme : Linguistics

Gotıbûn Ku...

Gotıbûn Ku...

Malmîsanij

Vate

Martin van Britinessen, kurdnasekî Hollandî ye. Sosyolog û etnolog e. Teza xwe ya doktorayê bi navê “Agha,.^ Shaikh and State. On the Social and Political Organisation of Kurdistan ” (Axa, Şêx û Deylet. Li Ser Avabûna Civakî û Siyasîya Kurdistanê) çêkiriye. Wekî din jî kitêb û meqalên wî li ser pirsa Kurdî çap bûne. Berhemên wî ên li ser Kurdan ev in:
Pirtûkên wî:
1- Agha, Shaikh and State. On the Social and Political Organisation of Kurdistan (Axa, Şêx û Devlet. Li Ser Avabûna Civakî û Siyasîya Kurdistanê), Universita Utrecht, 1978.
2- Diyarbekir in the Mid-Seventeenth ...


Têde

Bi Celîlê Celîl re / 5

Martin van Bruinessen:
“Zimanê Nivîskî yê Kurdî li Ber Çavan ji Nû ve Çêdibe” / 21

Şakirê Xudoyê Mihoyan:
“Tiştê Rast Eger îro Neyê Qebûlkirin jî Sibê Ewê ji Xwe re Rê Veke” / 35

“Min Şêx Seîd Dît” / 57

Ji Mezinên Xwe re Bibêje:
“Şêx Evdirehîm Teslîm Nabe!” / 75,

Emîr Hesenpûr:
“Divê ku Azadiya Her Lehçeyî Hebe” / 119


HEVPEYİVÎNEK

Bi Celîlê Celîl re

-Rewşenbîr û nivîskarê birêz, tika me ji te ew e ku tu jibo xwendevanên me xwe bidî naskirin û jînenîgarîya (bî- yografîya) xwe bibêjî.
Celîlê Celîl: Di 1936an de ji dayka xwe bûme li Yêrîvanê. Emrê min çil û şeş e. Ev, bona emrek him zaf e* him jî hindik e. Zaf e, çimkî bawer dikim nîvekî emrê xwe zû da min qedandîye. Lê hindik e, çimkî dilê min da agirê netemirî heye bona xebat û xizmeta milletê xwe. Derheqa edebîyat, çande û muzîqa milletê xwe, gellek tişt ji çûktîyê min li mala dê-bavê xwe bihîstîye.

Bavê min Casimê Celîl, yek ji wan Kurdên hindik û pêşîn bû ku li welatê Sovyetê, bi taybetî Pişt-Kafkasyayê (Trans-Kafkasyayê), bona Kurdê Respublîkayêd (Komarêd) Ermenistan, Azerbeycan, Gurcistan (Corcîya) xebat dikirin, dereca hîmdanîna çande (kultur) û edebîyata Kurdêd ku gav kiribûn emrêd sosyalîstîyê, ketibûn ser meşa sosyalîstîyê.
Dibistana Kurd û kurdnasîyê, ji min re mala me bû. Xwendina xwe ya pêşîn min dibistana deh salî de, li Yêrîvanê, bi zimanê Ermenî stendiye.

Sala 1954an ez hatirn qebulkirinê li Unîversîta Yêrîvanê, Fakulta Tarîxê. Min dixwest di fakultê da ser fîlolojîyê Farisî bêm qebulkirin. Lê vê salê jibo wî qismî qebulkirin tune bû. Bona vê jî min dan tarîxê. Min ji hîvde salî de zanibû ez çi divêm. Li unîversîte, hevalbendîya xwendekarên ulmî hebû. Min vê komelê de sêminar dida, ser pirsên ulmê tarîxa Kurda.

-Ser kîjan pirsan?
Celîlê Celîl: Mesela ser Komara Mehabadê dida, ser Şerê Çaldiran û parçebûna Kurdistanê ya pêşîn (ewil), ser dîroka cim’eta Kurda. Carekê, dema sinifa çaremîn da bûm, Akademîk Prof. Yosif Orbelî hatibû Yêrîvanê. Civînekê da ez jî hazir bûm. Yosif Orbelî, Ermenîkî gellek hêja bû. Ew pirr şa bû ku lawekî Kurd ser tarîxa xwe dixebite. Piştî vê civînê got: “Tu bixwîne, ez te bibim Lênîngradê, Înstîtuta Rohilatnasîyê û te bikim aspîrantor (asîstan).”

1959an de min Unîversîte xelas kir. Ew ser sozê xwe bû, bîr nekiribû. Cî vekir, ez hatim qebulkirinê aspîrantorî. Bi însîyatîva Orbelî, li Lênîngradê qismê kurdzanî hatibû vekirin û Orbelî serok (dîrektor) bû. Li wê derê bûn kurdzanên bi nav û deng (eyan) wek Qanatê Kurdo, Sukerman, Rodenko û birayê min Ordîxan ê ku çar sal ji min mezintir e. Du dot (keç) jî hebûn. Yek dota Kurd Ûsupova, a din Vasîlêva. Û Mûsaelyan. Têma min, yanî behsê ku ser dixebitîm, şerkarîya Kurda li Turkîyayê (1850-1880) bona azayî. Bi vê xebatê min 1963yan de heqê doktorîye stend.

-Ev pirtûka te çiqas rûpel hebû?
Celîlê Celîl: Nêzîkê du sed û pêncî. Jibo vê xebatê arşî- va me, Arşîva Qeyserîya Rûsya û rojnamên Rûsî, Ermenî, Îngilizî, Farisî bûn.

-Kekê Celîl, we wê demê kîjan ziman zanibû?
Celîlê Celîl: Rûsî, Ermenî, Kurdî (Kurmancî), Îngilîzî. Paşê hinek Farisî û Soranî hîn bûm. Min ra gellek bextewarî bû weke min nav wan kurdnasan de demê xwe derbaz kir. Zanebûna kurdnasîya min tenê tarîx bû, dereca kurdnasîyê da zanebûna min fere bû.
Di 1964an de ez vegerîyam Yêrîvanê. Bûm xebatkarekî ulmî Ii Înstîtuta Rohilatnasîyê ya Akademîya Ulmîya Ermenistanê, dixebitim heta nuha.

-Di kîjan beşê (qismê) de?
Celîlê Celîl: Qismê kurdnasîyê da. 1966an de ii Moskvayê pareke dîsertasyona (teza) min bi Rûsî çap bû.

-Mijara (behsa) dîsertasyonê çi bû?
Celîlê Celîl: Rabûna Kurdan (1880) û Ubeydulla.

-Ubeydullahê Nehrî?
Celîlê Celîl: E, Nehrî. Dîsa li Moskvayê, di sala 1973yan de bi zimanê Rûsî pirtûkek din çap bû: Kurdên Împeratorîya Osmanî li Nîveka Pêşîna Sedsala (Qurna) Nozdan.
Ev her du pirtûk jî li Iraqê, di Rojnama Teaxî (Biratî) de bi wergerandina Erebî hatin weşandin. Lê ya paşîn nîvcî ma. Pirtûka pêşîn (Rabûna Kurdan û Ubeydullahê Nehrî), li Lubnanê van salan de dîsa hat wergerandin bi Erebî û çap kirin.
-Em dizanin ku xebata weya hêja di warê zargotina (folklora) Kurdî de jî heye. Ne wisa?
Celîlê Celîl: Belê, em du bira nin û du xuşkên me hene. Birayê minî mezin Ordîxan, îxtisasa wî folklora Kurdan bû. Em tevayî çûn gunda, me folklor berhev dikir. 

-Li ku?
Celîlê Celîl: Di nahîyêd Ta’lînê, Axbaranê, Eçmertîn, Hoktemberîyan de. Berhevkirina me stran, çîrok, mijulî (nukte) û hwd. Xeynî vana, bavê min jî di 1950an de dema ku li Yêrîvanê îstgeha Radyoya Kurdî vebû, serokê wê bû.

Ji gundan gellek dengbêj û muzîqar hatin mala me; radizand, diceriband (bi def, dehul û zirna), bona radyoyê amade dikirin. Hezkirina min bi folklor ji wê tê. Paşê jî xwişka min Cemîla dest bi karê berhevkirina muzîqa Kurdan kir. Em her sê tevayî diçûn jibo berhevkirinê. Min û Ordîxan tekstê wan amade dikir, Cemîla jî nota wan çêdikir. Keda wê xebatê, me çend pirtûk çap kir. Van pênc pirtûkên folklorî yên jêrîn min bi tevî Ordîxan amade kirin:

1) Mesele û Metelokên Kurdî (bi Kurdî û Rûsî nêzîkî 400 rûpei)
2) Çîrokê Cim'eta Kurda, Yêrîvan, 1974 (nezîkî 250 rûpel)
3) Zargotina Kurdî (bi tîpên Latînî), Moskva, 1978, 2 cild (1100 rûpel)
4) Di wê salê de (1978), li Yerêvanê pirtûkek dîsa bi vî navî bî tîpên krîlî çap bû. Ev pirtûk sê bir (janr) e:
a-Landekok û Dîdarok (bona zarok û lorî) b-Stranê Şînê (nêzîke 1200 stran bend) c-Qewl û Beytê Ezîdîyan (38 poêm)
5) Gulçîn (bona şagirdê dibistanan bijarteyên folklorî).

Di 1982yan de cildê diwemînê vê pirtukê -van roja-
çap bûye. Nêzîkî 300 rûpel e, 19 poêm in. Wekî Zembîlfiroş, Kerr û Kulik, Leyla û Mecnun, Binefşa Narîn, Mencola Yaz Begê, Şêxê Sid’anîyan û hwd.
Ger em xebata Cemîla nebêjin gotina me temam nabe. Çar pirtûkên Cemîla bi navê Stran û Miqamêd Cim’eta Kurdî -du bi tîpên Latînî, du jî bi tîpên krîlî- hatine çapkirinê. Di nav van pirtûkan de nêzîkî pênc sed stranên Kurdî tev bi nota hatine nivîsandin.

Xwişka min ya piçûk Zînê, Înstîtuta Gorkî, Edebiyata Dinya xwend û xilas kiriye. Birê (qismê) wergerandin ji Kurdî û Ermenî ser Rûsî.
Heqîya xwedê nine ku meriv diya xwe ji bîr ke. Em gişk deyndarê wê nin.
Du destnivîsarê din jî min amade kiribûn:
1 )Ji Tarîxa Jîna (Heyata) Kurda ya Sîyasetî û Gelêrî
(Dawîya Sedsala 19. û Destpêka Sedsala 20. Heta 1914yê)
2) Polîtîka Jonturka Hemberî Kurda (1908-1918).

Êdî ne bes e?
-Derheqa zewaca xwe, pîreka xwe û zarokên xwe de te tiştekî negot. (Nivîskar dikene û serê xwe dihejîne.)
Celîlê Celîl: Aaa rast e. Navê pîreka min Gulîzer e,
Kurda Tiblîsê ye û sê kurrên min hene. Armanc (şanzde salî), Sêvdîn (panzde salî), Têmur (du salî). Yek jî van roja bûye. Ji ber ku demekê ye ez ne li wira me, haya min jê tune.

-Gelo heta îro hun qet hatibûn Kurdistanê?
Celîlê Celîl: Na. Lê ez di 1977an de carekê ji welatê
xwe derketime, çûme Ordun, Sûrî û Iraqê. Li heryekji wana sê roj mam. Bi daxa dil va xeynî payîtextên van dewleta neçûm welatên din. îcar lieca min dest pêdike.

-Kek Celîl, bi vê hatina nava Kurdên Sûriyê, we bi çavên xwe rewşa Kurdan dît. Di vî warî de gotina we heye?
Celîlê Celîl: Dilê min pirr baristan bû ku min Kurdên
Sûriye dîtîn. Rewşa Kurdên Sûriye em dikarin bêjin parîkî baş e. Kurdên Sûriye hê ziman û edetên xwe didomînin. Lîl vira, li her malê dengê şirîtê (kassetê) Kurdî bilind dibin, tên guhê me. Guhdariya stranên xwe dikin. Kurdên Sûrî bi pêş- daçuyîna Kurdên Sovyetê re jî şa dibin.
-Li Kurdistanê û bi taybetî li Kurdistana Tirkîyê jî, çi sîyasî çi çandeyî (kulturel) gellek tişt tên guherandin.

Kurdistan û gelşa (problema) Kurdistanê ji alîyê netewe û gelên Sovyetistanê tên zanîn an na?
C. Celîl: Kurdên Turkîye, mêrxasîya wana, rabûna wana hemberê bindestîyê, tarîxê da bi nav û deng (eyan) e. Heta van paşîya hemû eşîrî bûn. Bi serokayetîya serekeşîran û mîran û şêxan bû. Kirina wana divê ku em înkar nekin. Lê naka dewran hatîye guhastinê. Eger berê xwendekarên me kêm bûn, naka hejmara wana bi hezaran e. Iro di her warî de qe nebe bîr û bawerîya neteweperwerî dest pêkirîye. Em şa ne ku ew girsî, bi tomerî pêşverû ye. Ideologya marksîst tev qebul dikin. Hêvîya me ew e ku ser vê binyatê, rîya şerkarîyê hevgirtî û yek be. Lê bi daxa dil rêya şerkarîyê naka bi şax e û nagihîjine hev.
Meselekî bêjim:

Helbestekî helbestkarê (şa’îrê) Rûsî yê mezin Krîlov heye: “Lebed, Ragta, Şuka” (Surawêlk, Req û Masî). Di vê helbestê de ew her sê lawir (heywan) heval in û dixwazin erebekî bibar bikşînin bibin, jibo xwarinê. Her yek bi alîkî ve dikşîne. Surawêlk ber bi hewa, req ber bi berrî û masî jî ber bi avê. Ez naxwazim mesela Kurdan bi vî hawî rewşa erebê da be. Kurdên Sovyetê derheqa bextreşîya Kurdên Tirkîyê de baş dizanin. Dixwazim tevî pêşverûyêd Turkîyayê bê tirs binêrin rojê û germa rojê gişka germ ke.

-Hejmara Kurdan li Sovyetistanê çiqas e? Pirraniya wan li kîjan bajaran dijîn? Bi gelemperî (umûmî) rewşa wan, bi taybetî mafê xwendin-nivisandinê û weşanê ya Kurdî çawa ye? Li kîjan zanîngeh (unîversîte) û dibistanan Kurdî tê xwendîn?
C. Celîl: Kurdê Sovyetistanê, di 1917an de dest pêkirine emrê teze. U bi saya sîyaseta Lenîn ya neteweyî (milletî) Kurdên welatê me gihîştine hemû armancên xwe, ji alîyê aborî (ekonomîk), civakî (sosyal) û çandeyî (kulturî).

îro li Sovyetistanê nexwendin nemaye. Lê berê Şoreşa Mezin ya Oktobrê ji hejmara tilîyên destekî pirrtir xwenda tune bûn. Bi fikra min hejmara Kurdan li Sovyetistanê 300.000 hene. Pirraniya wan li Ermenistanê, Gurcistanê. Azerbeycanê û respublîkayêd (komarêd) Asya Navînê dijîn. Ji bajaran li Yêrîvanê û Tiblîsê Kurd henin. Gora makzagona Sovyetîyê, her netewe xwediyê mafê xwendin û nivisandina zimanê xwe ye. Em pirr hindik in. Lê mafê meyê xwendinê jî he ye. Gundên ku Kurd lê dijîn, di dibistanên wan de zimanê dê, edebîyat û rêziman bi Kurdî tên xwendin. Cem me gavay dibistana (bi Rûsî “şkol”) deh salî xelas dikin, heqê kesî heye ku li her alîye Sovyetistanê bikeve îmtihanê, bibe xwen- dekarê zanîngehê (unîversîtê, înstîtut). Li Yêrîvanê em dikarin vana bijimêrin:

1 ) Şkol (Deh sal e, zaroyên heft salî dixwînin heta hîvde salî.)
2) înstîtut (zanîngeh), unîversîte:
a) înstîtuya zoo-veterîner
b) înstîtuya zîra’etî
c) înstîtuya doktorî
d) înstîtuya polîteknîk
e) înstîtuya pedagojî
f) înstîtuya zimanên dereke (biyanî)

Li wan hemû înstîtuyan kesên Kurd jî dixwînin. Ji Kurdan profesor, mamosta û gellek xwendekar hene.
Di Zanîngeha Yêrîvanê ya dewletê de, Fakultêta Rojhilatnasîyê (Oryantaiîk) de qismê Kurdî hebû; du sal e ku hatîye girtin. Lê Yêrîvan dîsa merkeza çandeya Kurdên Sovyetê ye. Li Yêrîvanê:

1) Radyo
Nêzîkî deh kes tê da dixebitin. Her roj li Radyoya
Yêrîvanê se’et û nîv Kurdî diaxivin.
2) Rêya Teze
Rojnameya Kurdî ye.
3) Instîtuta Rojhilatnasîyê

Di Akademîya Ulmî ya Ermenistanê de qismê kurdzanî (kurdologî) heye. Li vir deh kes dixebitin: Prof. Hecîyê Cindî, Dr. Şakiroyê Xudo, Çetoêv Xalid, ez (Celîlê Celîl), Maksîmê Xemo, Karlênê Çaçanî.
4) Yekîtîya (Tfaqdarîya) Nivîskarên Kurda
Ji vana heşt kes endamên Yekîtîya Nivîskarên Sovyetistanê ne.
5) Ji rojnamevanên Kurdan jî nêzîkî sî kesî endamên Yekîtîya Rojnamevanên Sovyetistanê ne.
6) Du dotên (keçên) Kurdan hene ku endamên Yekîtîya Kompozîtorên Sovyetê ne: Nûra Cewarî û Cemîla Celîl.

7) Di çapxana Yêrîvanê da, bi zimanê Kurdî pirtûkên Kurdî çap dibin.
-Xeynî Kurmancî, derheqa zaravayên Kurdî, herwekî Soranî (Babanî, Mukrî), Zazakî (Dimilî) û Hewramî (Goranî) de gelo tu lêkolîn (tedqîq) heye? Kurdên Sovyetistanê van zaravan nas dikin an na? Jibo bi hevra girêdan û têkilîya zaravayên Kurdî divê çi bê kirin?
Celîlê Celîl: Kurdên Sovyetistanê hemû bi zarava Kurmancî diaxivin. Hinek kurdnasên Instîtuta Rojhilatnasîya Lenîngradê ya Ulmî wekî Q. Kurdo, Ordîxan li ser zarava Soranî û Zazakî lêkolîn dikin. Yanî [ev] zarava ji alîyê zimanzanan ve hatine lêkolandin. Em guman in ku li ser van zaravan wê pirtûk bikevin destê xwendevanan.

Serê serî da divê (lazim e) ku her zarava bi kûrayî û fireyî ji alîyên zanayên wan zaravan de bêne ronakkirin. Hemû dewlemendîya xeberên (peyvên) zaravan bi ferhengî bê dayînê, binyata rêzimanê wan bê naskirin, bê belavkirin, li hemû alîyan, ji xwendevanên Kurdan re. Em hê agadarê dewlemendîya zimanê xwe ninin û em hê bi temamî zimanê xwe nedizanin. Car-carna em dibêjin zimanê me mehrum e û em dest davêjin neteweyên cînar. Lêbelê zimanê me bi rastî dewlemend e, zanebûna me kêm e. îro gava mecal hebe ku van rojname û kovaran çap bikin, em gerek bi firehî, bê tirs xeberêd nû (ne yên çêkirî) bikine nava meşê.
-Vê navbeynê da em li ser çêkirina peyvên nûçêkirî bipirsin.

Celîlê Celîl: Gava em hemû xeberên zaravan bizanibin çêkirina terman kulek nabe. Ger gilî derheqa yek zimanê edebî da ne, ew pirsdanîn naka ne rast e, aktuel nine. Ev bi dîtina min girêdayiyê mesela polîtîk e û çêkirina mecalêd (hêzêd) polîtîk in. Gava her alîyên Kurdistanê bigîjine hev, di wê demê da jî dîsa ev pirs bi zorê ne gerek e. Bona wê jî dîsa demekî dirêj û tebî’î divê. Dibe ku jiyana du zaravan bibe esasê zimanê lîteraturî û bi demekî dûr û dirêj bimînin.
-Gelo di vê dema dûr û dirêj de jibo yekbûna zimên xebat nedivê?
Celîlê Celîl: Em naka lez nekin, reçeta nedin. Ku dem hat, jîyan (emr) wê xwe bi xwe bersîva gellek pirsa bide. Terezîya sererast wext e.

-Dozaja midaxelekirina zimên divê çawa be?
Celîlê Celîl: Ez terefdarê bi temamî serbixwehiştina zimanî ninim. Lê di midaxelekirinê da jî pirr pêşdaçûyîn û lez û bez nabe. Eva girêdayî bi dînamîkên rewşa pêşdaçûyîna civakî-aborî (sosyal-ekonomîk) û polîtîk e.

-Gelo weşanên Kurdîyên ku li derveyî Sovyetistanê tên weşandin hun jê haydar dibin an na? Derheqa van weşanan de ramanên (fikrên) weyên erînî (pozîtîf) û neyînî (negatîf) çi ne?

Celîlê Celîl: Em destê we dinêrin, hun çi ji me re dişînin em ser her du çavên xwe digrin, dixwînin û bi hev didine naskirin. Kovar û rojnameyên ku gihîştine destê min, derheqa wana de fikra min ev e: Wekî hêzê (qewata) nivîskarên rojnamevanî (jûrnalîstî) yê potensîyal pirr e di zimanê Kurdî de. Me hê hemû zanîna xwe dernexistiye ortê. Ew jî kêmanîya praktîka ye. Ji wan weşana em texmîn dikin hê tesîra zimanê neteweyên cînar li ser me mezin e û taya giran dikşîne. Divê (gerek) em bixebitin ku taya Kurdî girantir bikin. Hemû weşan weke hev ninin. Çandeya rojnamevanîyê, ji neteweyên pêşdaçûyî, divê em tecrubê wan bi firehî hildin. Ez naxwazim ji weşanan nav bidim. Dibe?

-Hun çi bibêjin em ewî dinivîsin, hun bi dilê xwe ne. Herwekî hun jî pê dizanin, hevalên me bi navên Tîrêj, Hêvî û Armanc sê kovaran diweşînin. Em bawer dikin ku vana gihîş- tine destê we jî. Gelo jibo vana rexne (krîtîk) an jî pêşnîyarên we çi ne?

Celîlê Celîl: Van her sê nav ji min ra nas in û ne tenê bona ew her sê, bona wan hemû kovar û rojnaman dilê min pirr baristan dibe. Destanîn, nava wan salên kurt de ewqas zaf e wekî ez naxwazim ser kêmanîya wan bisekinim. Lê du- sê daxwazên min hene. Wekî divê ew kovar hîn xurttir (zêdetir) bin. Divê muqalêd ulmî ser dîrok (tarîx), edebîyat, zargotin (folklor) û etnografya Kurdan çap bibin.
Em gelek guh didin ser sîyasetê û car-cama dîroka çande (tarîxa kultur) ya netewê xwe ji bîr dikin. Gelo dem nine ku ser hunermendîya gelê me êdî du-sê kovarên me jî hebin. Lê divê ku vana bi taybetî ser hunermendî (pîşe), zargotin (folklor) û edebîyatê bin. Gelo çima nabînin ew kêmanî ku Kurdê bîst mîlyonî, di salê de, li her derê dinê ka çend pirtûk çap dikin. Ev hindik nîne?

-Ji pirtûkên bi nav û deng kîjan pirtûk hatine wergerandin? Ji zimanê Ingilîzî, Fransizî, Rûsî, Elmanî, Erebî, Tirkî, Farisî?
Celîlê Celîl: Bona pêşdaçuyîna zimanê edebî, lîteratu- ra wergerandinê cîkî gellek girîng digre. Nîşana berzbûna^ edebîyata her netewê, ji wergerandina edebîyata neteweyên din tê xuyakirin. Kubarî û destanîna her edebîyata neteweyî nine ku Şekspîr, Hugo, Puşkîn, Tolstoy wergerînin. Bi daxa dil va heta naka ya bi Soranî ya bi Kurmancî ya jî bi Zazakî klasîkêd edebîyata dinyayê bi firehî nebûne milkê xwendevanên Kurd. (Di vir de, jibona ku baş bide famkirin nivîskar bi dest û serî nîşan dide.)
Gelek Kurd hene, qasê ku ji Erebî, Tirkî û Farisî re xizmet kirine jibo zimanê xwe (Kurdî) ewqas xizmet nekirine. Li welatê Sovyetistanê ji pirtûkên Rûs û Ermenîyan hinek hatine wergerandin. Wekî ji Lenîn, Brêjnev; ji Ermenîyan Avetîk îshakyan, Hovanes Tumanyan, Sayat Nova û Marks, Engels. Di vî warî de hinek pêşdaçûyîn li Kurdistana Iraqê em dibînin. Mesela Gorkî, Umer Xeyyam, Nazim Hîkmet, Azîz Nesîn hatine wergerandin.

-Bi gelemperî di weşanên Kurdî de, bi qasî ku em dibînin, tesîra zimanên biyanî pirr e. Hun di vî warî de çi difikirin?
Celîlê Celîl: Belê, tesîra zimanên biyanî, bi taybetî zimanên neteweyên cînar li ser zimanê Kurdî li ber çav e. Me li jor got wekî pêşdaçûyîn û paqijbûna ziman, girêdayîyê pirsa serxwebûna netewî ye. Gava em parçe bûn di nava dewletêd Osmanî û Îranî de, em mecbur man me xeber (peyv) û termêd wusa didan xebitandinê. Xeynî zimanê resmîyê Tirk û Farisan, zimanê Qur’anê Erebî jî di nava Kurdan de bive neve bandora (hukmê) xwe hiştibû. Pakkirina ziman ne bi rokî û ne bi salekê ye.

-Komelên ku nivîskarên Kurd di nav de kom bûne li Sovyetistanê hene?
Celîlê Celîl: Belê, herwekî me li jorê gotibû, ii Yêrîvanê Yekîtîya (Tfaqdarîya) Nivîskarêd Kurda heye.
-Di warê tîyatro, sînema, wêne (risim), muzîk û folk- lorê de kîjan pîşekarên (hunermendên) Kurdan ên bi nav û deng hene?
Celîlê Celîl: Di warê sinemê de çend fîlmên doku- manter ser jîyana Kurda hatin çêkirin. Derheqa kompozî- torên (muzîsyenên) Kurd ên Sovyetî de min behs kir. Muzîka Kurdan gellek xweşî neteweyên cînar tê û kompozîtorêd neteweyên cînar gellek caran muzîka Kurdan.nava afirandinên xwe da bi kar anîne. Mîna Aram Xaçaturyan ku di balêta xwe Gayane de, gellek cîya de muzîka Kurda daye xuyan. Hunermendêd ressam yê Kurd naka zaf in, him xort him qîz hene li Yêrîvanê û Tiblîsê. Li Elegezê (li Ermenistanê) têyatroya gelî heye. Bona me Kerr û Kulik dilîzin, cim’eta me gelek jê hez kirîye.

-Artîstên wan Kurd in?
Celîlê Celîl: Rast e, artîstên wan Kurd in lê ne pro- fesyonel in. Lê bi dilşewatî xwe amade kirine.
(Şev gellek pêş da çûbû ji ber vê yekê me got “Bibore, me tu gellek westandî”. Li ser vê yekê nivîskar.kenîya û got “Na, ez newestîyame”.)
-Di têkoşîna serxwebûnê de girîngîya xebata ziman û çande çi ye?
Celîlê Celîl: Têkoşîna serxwebûnê usa jî bona hîmki- rina mecalêd pêşdabirina çandê ye. Ziman û çande jî çekêd têkoşîna serxwebûnê ne. Yek bi yekê ve girêdayî ye. (Bi dengekî nizim dibêje:) Pirsekî çetin e ev.

-Ji ber ku Kurdistan ji alî dewletên mêtingehkar ve hatiye parçekirin, neteweyê me mecbûr maye ku li çar parçan bijî. Dîsa em mecbûr mane elfabeyên cûda-cûda bi kar bînin... Jibo yekîtîya elfabeya Kurdî dîtina we çi ye?
Celîlê Celîl: Va ye tu jî dibêjî welatê me parçe kirine. Welat parçe-parçe be, elfabe jî cûda-cûda ye.
-Bi bawerîya me organîzasyonek divê, jibona nivîskarên her çar parçên Kurdistanê. Di xebatek jibo gihîştina vê armancê de, wê cîyê nivîskarên Kurden Sovyetistanê çi be?
Celîlê Celîl: Netewê me yek e. Di kîjan parçeyî de hebe û xebata me kîjan kuncê dinê da jî hebe, ew yarmetî {alîkarî) bona pêşdabirina çandeya neteweyê me ye. Bêguman pevgirêdana endamêd organîzmekî, hêz (qewat) wê bide avêtina dil. Jibona dil, ew peyva “avêtin” hindik e lê tişt nabe. Em zanin wekî li Sovyetê xebata me dereca çande û edebîyatê da, ne tenê bona Kurdên Sovyetê ye, bonq neteweyê me hemû ye. Usa, ya we jî ya me ye.

-Li derveyî Sovyetistanê, hin pirtûk û nivîsarên Kurdên Sovyetistanê ji elfabeya krîlî hatine wergerandin ser elfabeya Latînî. Gelo li Sovyetistanê jî ji weşanên Kurdên Tirkîyê tu tişt hatiye wergerandin bo tîpên krîlî?
Celîlê Celîl: Naxêr, lê divê me çi tercime bikira?
-Bi rastî ba me tiştên ku bi Kurdî hatin nivîsandin pirr û pirr hindik in û ji wana nivîsar an pirtûkên hêja jî hindiktir in. Em vê rastiyê jî dizanin lê disa jî hene.
Celîlê Celîl: Mesela?
-Wekî li Bandêwa Spêde ya Rojen Barnas.
Celîlê Celîl: Haya min jê tun e. Dibe ku hêja bin lê nayên naskirin û em, heta pirtûk û nivîskarê wî pirr baş nas nekin, em leza-lez (zû bi zû) nawergerînin û çap nakin.

-Yên Cîgerxwîn?
Celîlê Celîl: Belê, di dîwanêd Cîgerxwîn de gellek helbestêd (şî’rêd) wî yên civakî, gelêrî û çandeyî hene. Pirtûka (kitêba) Ordîxanê Celîl ku li ser poêzîya (helbesta) Cegerxwîn hatibû nivîsandinê, ser tîpên (herfên) krîlî hatiye weşandin. (Nivîskar dîsa dikene û dibêje:) Lêbelê Cîgerxwîn ne ji Kurdistana Tirkîyê ye, we ji Tirkîyê pirsîbû.
-Ji Kurdên Sûriyê, tiştekî din hatîye wergerandin?
Celîlê Celîl: Romanekî Bavê Nazê -ji Kurdên Sûrîyê- van axiriyan ji Erebî hat wergerandin ser Rûsî: “Çiyayên Ku Bi Xwîne Hatine Avdanê”.
-Ji Kurdî bi zimanên biyanî ferheng hene. Gelo Kurdî- Kurdî jî tu ferheng hene?
Celîlê Celîl: Herê, li Iraqê çap bûne.

-Bêî van pirsan tiştekî tu dixwazî ji xwendevanên me re bibêjî, kerem ke.
Celîlê Celîl: Ez bextê we Kurda me, êdî partîyekî nû çênekin; ji ber ku Kurdistan tijî partî ne. Du tişta de kêmanîya me ber çav e:
1) Yekîtîya me tune. Em zû ji hev dixeyîdîn, zû daxwaz û hêvîya dayîka xwe bîr dikin.
2) Wekî di meşa çandeyî (kulturî) ya cîhanî da kêmanîya me ya berçav ev e ku pirtûkên (kitêbên) bi zimanê Kurdî dilê me nasojînin. Qasê ku min bihîst, çend rewşen- bîrêd neteweperwer û pêşverû li Ewropayê gilîyê xwe kirine yek, dixwazin yekîtîya çandeyî (kulturî) çêkin. Ez bona vê xebatê serkewtina wan dixwazim.

(Gava me ji nivîskar xatir xwest, bi dil û can got “Xwe miqate bin!”) *
1.6.1982

*Ev roportaj, Malmîsanij û Zinarê Xamo bi Celîlê Celîl re kiriye û cara pêşîn di rojnameya Armancê de (nr. 38, Çileyê Paşîn 1983) hatiye weşandin.

Zimanê Ntvîskî Yê Kurdî li Ber Çavan ji nû ve Çêdıbe”

Martin van Britinessen, kurdnasekî Hollandî ye. Sosyolog û etnolog e. Teza xwe ya doktorayê bi navê “Agha,.^ Shaikh and State. On the Social and Political Organisation of Kurdistan ” (Axa, Şêx û Deylet. Li Ser Avabûna Civakî û Siyasîya Kurdistanê) çêkiriye. Wekî din jî kitêb û meqalên wî li ser pirsa Kurdî çap bûne. Berhemên wî ên li ser Kurdan ev in:

Pirtûkên wî:
1- Agha, Shaikh and State. On the Social and Political Organisation of Kurdistan (Axa, Şêx û Devlet. Li Ser Avabûna Civakî û Siyasîya Kurdistanê), Universita Utrecht, 1978.
2- Diyarbekir in the Mid-Seventeenth Century. Evliya Çelebi's Description of Diyarbekir. (Di Nîvê Sedsala XVIIan de Diyarbekir. Notên Evliya Çelebî li Ser Diyarbekir). Wê di nêz de çap bibe.

Meqalên wî:
1- “Nationalismus und Religioser Konflikt. Der Kurdische Widerstand im Iran ” (Nasyonalizm û Dijayetiyên Dînî li Iranê Berxwedana Kurdan). Di kitêbekê bi ncrvê “Religion und Politik im Iran ” de hatiye çapkirin (Frankfurt, Syndikat Verlag, 1981).
2- Kurdish Tribes and the State in Lran: The Case of Simko ’s Revolt: (Li Iranê Eşîrên Kurdan û Dewlet: Serîhildana Simko) Di kitêba bi navê “The Conflict of Tribe ...

 


Malmîsanij

Gotibûn Ku...

Vate

Weşanxaneyê Vateyî
Kitab: 17
Roportaj: 1
Gotibûn Ku...
Malmîsanij

Çap: Berdan Matbaacilik

ISBN:975-6278-07-2

Îstanbul, 2006

Edîtor: Deniz Göndöz
Pêardişê Qapaxî: Nuran Göndogdu
Grafîkê Qapaxî: Nuran Göndogdu

© Malmîsanij

Weşanxaneyê Vateyî
Adres:
Katip Mustafa Çelebi Mah.
Tel Sok. No: 18 Kat: 3
Beyoglu / Îstanbul
Tel: 0212-244 94 14
E-posta: kovaravate@yahoo.com

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2025
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals