The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Riya ku Ber bi Ziyaretê Dibe: Pey sê Salan ra


Editor : Edît Prînt Date & Place : 2015, Yêrêvan
Preface : Sêrgo YêritsyanPages : 304
Traduction : Têmûrê XelîlISBN : 978-9939-52-988-2
Language : KurdishFormat : 145x200
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Sil. Riy. N° 5964Theme : Religion

Riya ku Ber bi Ziyaretê Dibe: Pey sê Salan ra

Riya ku Ber bi Ziyaretê Dibe: Pey sê Salan ra

Mîrzeyê Çolo Siloyan

Edit Print

Ev pirtûk bona sêsaliya ji roja duakirina ziyareta êzdîyan ya li Aknalîçê ronahî dibîne û tê da îzbatî û bûyerên bi xuliqandina ziyaretê ra girêdayî hene, wek nimûne seredanên pêşin û dudan yê serekê ruhanîyê yê hemû êzdîyên cihanê, cenabê Mîrê Mîran Tehsîn Beg li Ermenîstanê, axavtinên tevgelên wê bûyera dîrokî. Di vê pirtûkê da gotinên xudanê wê hene derheqa rêze- heykelên ermenîyan-êzdîyan, ji wana heykelên Zoravar Andranîk, Ûsiv beg, Cangîr axa û bîranîna bona şehîdên Komkujîya ermenîyan. Di kitêbê da ku armanca wê ya sereke sazkirina ziyaretê ye, bazirgan-xunedarê ji Moskvayê Mîrzeyê Çolo Siloyanê sazkirina ziyaretê bingeh girtîye û bi xwendevanan ra bîr û bawerîyên xwe parvedike derheqa jîyana xwe, roj û demên Jbphurî, xwefemdarîya miletîyê, pevgirêdanên êrmenîyan û êzdîyan, dêrheqa paşeroja Ermenîstanê da. Ev pirtûk bona xwendevanên bi goveka ffre ye.


Naverok

Dewsa pêşgotinê an jî fikir û dîtinên Mîrzeyê Çolo Siloyan yên ji dil û xeyalên wî / 5
Banga 100 salîya Gelkujîya ermenîyan û vegera Cangîr axa li ziyareta Aknalîçê / 9
Ruhê dostanîya ermenîyan-êzdîyan / 31
Ji Lalişa Nûranî heta Aknalîçê an jî di duryanên dostanîya ermenîyan-êzdîyan da / 53
Riya ku ber bi ziyaretê dibe. Pey du salan ra / 66

Bingehên Paqij yên Dostanîya Qewîn û Biratîya Dilgerm
Çar mezinayên dostanîyê an jî Rêwîtîya ber bi welêt / 76
Berbanga edil ya behra Wanê / 131
"Di rojên oxirmên giran da gelê ermenî li rex me ye’’ / 138
”Ev qirkirina êzdîyan ya 74an e” Riya ku ber bi ziyaretê dibe: pey salekê ra / 142
Riya ku ber bi ziyaretê dibe. Pey du salan ra / 158
Têksta fîlmê ya nivîskî ya ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe: pey du salan ra” / 168
Riya ku ber bi ziyaretê dibe: pey salekê ra / 186
Riya ku ber bi ziyaretê dibe / 202

Biratîya Me Me Digihîne Hev
Sipasî ji gelê ermenî yê bira ra / 235
Êzdî: ewledên Rojê / 239
Ç Hisreta welêt di dil da / 258

Mîyaserbûna Xewna Surî
Ji merivên xwe yên nêzîk ra sipas nabêjin an jî Riya dijwar ya xwenaskirinê / 272
Merivê herî bextewar an jî Ziyaret bona sedsalan tê çêkirin / 278
Em li rex hev jîne an jî Dostanîya me qewîn û mehkem e / 281
Himberî pirsgirêkên sedsala 21 ê an jî Dijwarîyên diyaspora êzdîyan / 288
Li welêt gelek kar heye an jî em Ermenîstanê bikine welatê xeyalên xwe / 292
Cêribandina ermenîyên dost an jî Pirsgirêkên me yên xwendinê-kûltûrîyê hene, ku hewcê çareserîyê ne / 296
Dewsa paşxeberê an jî Bona êzdîyan Ermenîstan welat e / 301

DEWSA PÊŞGOTINÊ
An jî fikir û dîtinên Mîrzeyê Çolo Siloyan yên ji dil û xeyalên wî

Sala 2013an girêdayî sersalîya ziyareta êzdîyan ya li Aknalîçê pirtûka Mîrzeyê Çolo Siloyan ya bi sernivîsara ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe” ronahî dît, ku derheqa wê yekê da ne, ka ew ziyaret çawa xuliqî. Nivîskarê pirtûkê bi vê yekê ra tevayî, fikir û dîtinên xwe yên derheqa dostanîya gelên ermenîyan-êzdîyan, rehên wê raberî xwendevanan dike. Tê da malûmatîyên hewaskar hene derheqa bingehdanîna ziyaretê, duakirina wê, usa jî bûyerên bi wê ra girêdayî da. Di pirtûkê da fikir û bawerîyên kesên ruhanî yên ji merkeza ruhanî ya hemû êzdîyên dinyayê hatî, karmendên bi nav û deng hene.

Gava pirtûka ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe” çap dibû, fikirek xuliqî, ku her sal ewê careke din çap bibe, û emê bi bûyerên nû û teze va ewê dagirin û bixemilînin. Û çimkî sersalîya 2an ya ziyaretê bi vekirina heykelê dostanîya ermenîyan-êzdîyan û ewledên gelê êzdî yên layîq Ûsiv beg û Cangîr axa, dostên wan yên here baş Zoravar Andranîk va hate pîrozkirin, lema jî femdarî ye, ku xudanê pirtûkê - Mîrzeyê Çolo Siloyan derheqa wan bûyeran da fikirên xwe yên dagirtî dibêje û navê ”Çar mezinayên dostanîyê an jî hisreta welêt di dil da” lê kirîye.

Çawa ku sernivîs ji me ra dibêje, pirtûka pêşin derheqa kar û barên çar mezinayên dostanîya ermenîyan-êzdîyan raberî me dike - Ûsiv beg û Komîtas, Cangîr axa û Zoravar Andranîk û destnîşan dike, ku 145 salîya Ûsiv begê û 140 salîya Cangîr axa temam dibin. Derheqa jînenîgarîya wan da malûmatîyên hewaskar têne raberkirinê, rola wan di destpêka sedsalê da û salên dû wê ra têne ber çevan. Eva yeka berî sersalîyên rojbûnên wana, wê malûmatîyên baş bide xwendevanan derheqa du ewledên hêja yên gelê êzdî da.

Û bona vî karî Mîrzeyê Çolo Siloyan rêwîtîya Ermenîstana Roava kirîye, çûye warên jidayîkbûna Ûsiv beg û Cangîr axa - gundê Eslanlûya Surmelîyê û gundê Çîbûxlûya Wanê. Di dema rêwîtîyê da çûne gundê warê jidayîkbûna bavê Mîrzeyê Çolo jî, gundê Kullikê. Nivîskarê pirtûkê derheqa wan hesîn û fikiran da şirove dike, ku ewî li gundê ber dilê xwe ezîz da texmîn kirîye.

Wek ku li hîvîyê bûn, di pirtûkê da malûmatî hene derheqa wê yekê da ka 29ê îlonê li Ziyareta Aknalîçê çi qewimî. Mesele, vira heytehola vekirina kompleksa heykelan ya dostanîya ermenîyan- êzdîyan bi 5 heykelan va qewimî û ev şahî wek her sal vê carê jî bi tevgelîya bi hezaran kesan va hate derbazkirin.

Di nava çend mehan da ev war bûye cîyê hizkirî ne tenê bona êzdîyan, lê usa jî bona ermenîyan, tûrîstan. Vira bingehê gelek şahîyan tê danînê. Mesele, 25ê sibatê 150 salîya ewledê ermenîya yê hêja, dostê gelê êzdî Zoravar Andranîk hate kivşkirinê.

Di pirtûkê da tê gotinê, ku li Ziyareta Aknalîçê cara pêşin eyda Melekê Taus hatîye kivşkirin, ku gorî salnameya êzdîyan roja sala teze ye. Di pirtûkê da usa jî derheqa wê yekê da tê gotin, ku çawa çûne ji gundê Mêsêr, li navçeya Saratova Rûsîyayê hest-pestên Cangîraxa anîne, çawa 100 salîya Gelkujîya Ermenîyan dane kivşê, ku birêz Mîrê Mîran Tehsîn Beg û wezîrê Komara Ermenîstanê yê parastinê Sêyran Ohanyan jî tevî bîranîna wê rojê bûne.

Di vê pirtûkê da usa jî şirovekirinên derheqa rêzafîlmên bernameya ”Kartisk”yên bi sernavên ”Êzdî: ewledên Rojê”, ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe: pey salekê ra”, ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe: pey du salan ra”, "Hisreta welêt di dil da” hatine bicîkirinê, ku bernameya "Kartsik” ew kişandine. Bi van bûyeran va pirtûk diha dewlemend bûye. Xwedîyê pirtûkê matêrîyalên pirtûka berê parastine, ku li wir ew bawerîyên xwe bi sernivîsara "Riya ber bi ziyaretê” raberî xwendevan dike. Û ewî di zû da xwe li riya ber bi ziyaretê girtibû, bi pêşîyên xwe ra tevayî, lê tenê 29ê îlonê sala 2012an gihîşte mirazê xwe, gava bi serokatîya serekê ruhanî yê hemû êzdîyên dinyayê, birêz Mîrê Mîra Tehsîn Beg û bi tevgelîya desteya bilind ya ruhanîyên ji Lalişê li Aknalîçê dua li ziyaretê hate kirinê. Bi emirê serekê ruhanî 29ê îlonê hate elamkirinê wek Roja ziyaretê.

Bê guman, salnivîsarvanên dema me û dîrokzan wê ewê rojê qeyd bikin û destnîşan bikin, ku li Ermenîstanê ziyareteke wisa hate çêkirin û wê rojê hate vekirin. Dîrokzan wê herwiha di ser da zêde bike, ku ziyareta êzdîyan ya li Ermenîstanê di rojeke payîzê ya xweş û germ da vebû, wê rojê tavê nedîr dabû. Ewê rojê yê herî bextewar bazirganê ji Moskvayê Mîrzeyê Çoloyê Siloyan bû, ku ev ziyaret bi mecal û hereketê wî xuliqîye. Ew bi dilekî şa got: ”Ev ziyareta xem û xeyalên min e, ku herdu Masîs lê mêze dikin, ew cînara Dêra ermenîyan ya sereke ye, ku li Êcmîadzînê ye û ji çiyayê Elegezê bayekî hênik dilê me baristan dike”. Ziyareta ku Mîrzeyê Çolo Siloyan daye çêkirin, îdî dusalî ye, xwedî dîroka xwe ye. Her kes tê vir, êzdîyên ji welatên dereke, ji cî û warên dûr û nêzîk, tên serê xwe ber ziyaretê daynin, dua bikin, rê û rizmên kal û bavan pêk bînin. Ermenî jî tên, miletên din jî tên bona serê xwe ber ziyareta Xwedê daynin.

Ev pirtûka han derheqa wê yekê da ne û ne tenê wê. Beşa wê ya pêşin da rojnîşa 29ê îlonê sala 2012an e, dema roja dua li ziyaretê hate kirin merivên amadekar bîr û bawerîyên xwe gotin, ew bûyer qîmet kirin û daxwezên xwe anîne ser zaran. Em wê jî bêjin, ku di nav wan da hemû mêvanên wê rojê yên qedirgir hebûn bi serokatîya Mîrê Mîran Tehsîn Beg. Em dikarin seredana wî bi nav bikin wek ya dîrokî, ji ber ku ji serekên ruhanî yên hemû êzdîyên cihanê tu kes di nava zêdeyî 100 salan da nehatibû Ermenîstanê.

Bingehê vê beşa pirtûkê bernameyên têlêvîzyonê ya bi navê "Kartsik” in Ç’Bîr û bawerî") bi rêportaj û hevpeyvînan va û li ser bingehê wan sazkirina fîlma bi sernavê "Riya ku ber bi ziyaretê dibe”. Di beşa pirtûkê ya din da bazirganê navdar Mîrzeyê Çolo Siloyan bîr û bawerîyên xwe bi xwendevanan ra parvedike. Sernivîsarên pirtûkê xweber derheqa naveroka wê da şirove dikin, ku ew raberî xwendevanan dike - "Merivê herî bextewar an jî Ziyaretek di nava dem û dewranan da tê sazkirin”, ”Dijî berxwedana di hindava şerbazîyên sedsala 21ê an jî derheqa dijwarîyên êzdîyên dîyasporê da”, ”Kar û xebata pir li welêt e an jî em gerekê Ermenîstanê bikin welatê xewn û xîyalan”.

Mîrzeyê Çolo Siloyan dema behsa diyaspora li Moskvayê û bajarên Rûsîyayê yên cuda-cuda da sazbûyî dike, derheqa koka xwe ya miletîyê da ji bîrnake, behsa wan pêwendî û danûsitendinên êzdîyan dike, ku li xerîbîyê dijîn, lê bi dil û can di heyra Ermenîstanê da nin û bêrîya wê dikin. Di pirtûkê da hevpeyvînên balkêş hene, ku Mîrzeyê Çolo Siloyan bi xwe hewl dide bersîva wan bide. Ewana di hevpeyvînên bi sernavên "Berbanga behra Wanê ya edilî” û ”Di dema dijwar da gelê ermenî li rex me ye” da xuya dibin. Ev pirtûka gelekî balkêş û dewlemend bîr û bawerî û xeyalên xudanê pirtûkê ne ji sala 2012an hetanî meha îlona sala 2015an.

Mîrzeyê Çolo Siloyan û olka êzdîyan 3 salîya ziyareta Aknalîçê bi bûyareke teze û giring va didine kivşê. 22ê nîsanê sala 2015an bi haziraya serekê ruhanî yê dînê êzdîyan Mîrê Mîran Tehsîn beg û desteya bilind ya ji Lalişa Nûranî hatî hîmê qubeya Taûsî Melek hate danînê. Êdî proêkta qubeyê heye (arkîtêktor Artak Xûlyan) û hîm hatîye kolanê. Wê demek derbaz be, û olka êzdîyan ya Ermenîstanê wê bibe xwedîya qubeyeke bedew. Me qirar kir, ku wêneyê qubeyê ser qapaxê pirtûka ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe. Pey sê salan ra” hebe.
Rastîyê jî, riya ku ber bi ziyaretê dibe, ne hêsa ye, xwesma ku ew ber bi qubeya nû dibe.

Sêrgo Yêritsyan,
doktorê zimanzanîyê, profêsor

P.S. Ev pirtûk di nav sê salan da hatîye nivîsar. Her sal ew bi nivîsên teze va hatîye dewlemendkirinê, lema jî emê hinek caran rastî dubareyan bên. Em bi zanebûn wana dihêlin, û ser wê bawerîyê ne, ku her yek ji wana derheqa dema xwe da nin.

Banga 100 salîya Gelkujîya ermenîyan û vegera Cangîr axa li ziyareta Aknalîçê

Hilbet, piştî xebata berhemdar ya sala 2014an li ziyareta Aknalîçê, ku 5 heykelên kesên ber dilê me ezîz hatine çêkirin, rehetîyek lazim bû. Lê tabetîya merivan nedihat, çimkî ziyareta ku bi kompleksa heykelan va hatibû dewlemendkirin, her kesî ber bi xwe dikişand, ew bûbû warekî bona dîtinê hewaskar ne tenê bona êzdîyan, lê usa jî bona ermenîyan, miletên din û bona tûrîstan. Li vira tiştekî balkêş jî tê meydanê. Dibe ev ziyareta me bibe sebeb, ku tûrîst ji wira berê xwe bidine devera Armavîrê, dibe xem û xîyal gelek bin, lê rastîyek heye. Ber çevê me rastîyek xuliqîye, ew jî ew e, ku emê hema bêje salekê li ziyareta xwe rojbûna wan kesên bi nav û deng bidine kivşê, ku heykelên wana li vir in. Êdî em derheqa wê yekê da nabêjin, ku heykelê dostanîya gelên ermenî û êzdî dike bîra me, ku gerekê rojeke taybet hebe bona kivşkirina wê rojê. Bona vê pirsê û pirsên din êdî gavên pêşin hatine avêtin.

Çend mehan pey vekirina kompleksa heykelan ra 150 saliya rojbûna Andranîk Zoravar bû.
Her kes zane, ku Andranîk Zoravar ji alîyê êzdîyan da gelek hizkirî bûye wek merivê bi Cangîr axa ra nêzîk.

Û tiştekî gelekî şabûnê bû, ku wê rojê me di kompleksa heykelan da bi hezaran kes dîtin, piranîya wan êzdî bûn, ku hatibûn qedirê ermenîyê mezin û dostê gelê me bigirin. Xên ji wê, ku ji alîyê miletê me da gotinên dilgerm hatine gotinê, li meydanê gelek sazbendên êzdî demeke dirêj sitiranên ser Zoravar Andranîk, Cangîr axa, Ûsiv beg sêwirandî gotin. Bi hezaran kes koçerî û govend direqisîn, û ew hemû seba xatirê Zoravar Andranîk bû.

Şabûn, serketin, dostanî, ruhê pêwendîyên mirovatîyê yên ji ...


Mîrzeyê Çolo Siloyan

Riya ku Ber bi Zıyaretê Dibe: Pey sê Salan ra

Edit Print

Edit Print
Riya ku Ber bi Zıyaretê Dibe: Pey sê Salan ra
Mîrzeyê Çolo Siloyan
Wergera ji ermeni: Têmûrê Xelîl

Yêrêvan 2015

Berpirsyar: Sêrgo Yêrîysyan
doktorê zimanzanîyê, profêsor

C 566 Siloyan Mîrzeyê Çolo
Riya ku ber bi ziyaretê dibe. Pey du salan ra
(Yêrêvan, Edit-Print, 2015, 306 rûpel+168 rûpelên rengîn)

ISBN 978-9939-52-988-2

© Mîrzeyê Çolo Siloyan
© "Edit Prinf

Berpirsyarê weşanê — Galya Hovhannîsyan
Berevkirina ser kompyûtêrê - Anahît Arzrûmsyan
Foto - yên Garnîk Mosînyan, Samvêl Galstyan, Garîk Abêlan,
Sêrgo Yêrîtsyan
Nexş-nîgarîya kompyûtêrîyê - Hêxînê Pîloyan, Lîana Mînasyan
Xemilandina serrûpelê - Arabo Sargsyan

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2025
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals