The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo


Author : Wezîrê Eşo
Editor : Ararat News Date & Place : 2010, Bruksel
Preface : Mamed JemoPages : 168
Traduction : ISBN : 978-82-92631-05-8
Language : KurdishFormat : 135x190 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Eso. Kur. N° 4768Theme : General

Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo

Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo

Wezîrê Eşo

Ararat News

Xudanê vê pirtukê nivîskar, dîrokzan, edebîyetzan, rojnemevan, wergerê Kurd yê bi nav û deng Wezîrê Eşo ye, ku sala 1934’an de li Sovyeta berê, li Tiblîsê -payîtextê Gurcistanê hatîye cîhanê.
Piştî temamkirina zanîngeha payîtextê Ermenîstanê - Yêrêvanê û stendina perwerda Kurdzanîyê li Lênîngradê (niha Pêtêrburg) ya ber destê serokê beşa Kurdzanîyê ya Înstîtûta wî bajarî ya Rojhilatzanîyê Kurdzanê mezin Qanatê Kurdo (1909-1985) wî li Ermenîstanê di warê perwerdê û çapemenîyê da postên berpirsîyarî hilgirtin ser milên xwe di warê çanda Kurdî da û bi tayîbetî dora 40 salan xizmeta weşanên bi Kurdî kir Radiyoya Yêrêvanê da.
Bêtirî nîv sedsalîyê Wezîrê Eşo karê afirandinê bi cî tîne. Heft pirtukên wî yên berhemên edebyeta bedew, zanîyarîyê û wergerîyê li Ermenîstanê û Herema Kurdîstana Federal hatine weşandinê. Çend pirtûkên wî li ber çapê ne, lê çend jî boyî wê yekê tên amadekirinê. Bi sedan gotarên wî li Sovyetîstanê, Rûsîyayê, Awropayê û Kurdîstanê hatine çapkirinê.
Ji ber ku Wezîrê Eşo şagirt û hevkarê Qanatê Kurdoye, kar û bar, reng û rûyê mamostê xwe di vê pirtûkê da bi zaniyarîke pêwîst raxistîye ber çevan û bi hêjatî daye nirxandinê.
Wezîrê Eşo piştgiriya gelê Êrmen û ronakbîrên wî di warê pêşvabirina çanda Kurdî da ji bîr nake û bî taybetî dinivîse: «Gerek em Kurd tu wexta bîr nekin, ku hilperîna çanda Kurdîya herî mezin bi goveka temamîya cîhanê li welatê Êrmeniya — Ermenistanê çê bû».


Naverok

-Beşa yekemin:
Kurdzanê Mezin: Qanatê Kurdo

-Beşa dûdyemîn:
Bi mûnesebeta 100 saliya bûyîna
Qanatê Kurdo


SPASÎ

Ez ji kûraya dil spasiya xwe îlanî ronakbîrê Kurd Mamed Jemo dikim, yê ku wezîfa redaktorê (serrastkirê) vê pertûka min yê berpirsiyar hilgirt ser milên xwe û bi ser da jî destê alîkariyê dirêjî min kalemêrî kir di warê daktîlokirina wê da.

Her wa spasiya dinê îlanî ronakbîrê Kurd Ronî Alasor û rojnemevan a Êrmen Anahit Khatchikian dikim, yên ku bilî bi cîanîna wezîfa serastkirê vê pertuka min yê berpirsîyar mîzanpaja vê pertukê ya xweşik û ya here mûhîm, weşandina wê bi cî anîn.

Wezîrê Eşo

Apê Wezîr,

Wezîrê Eşo

Ji Kurdên me yên Êzdî li Sovêtistana Berê ku çand, ziman, dîrok û kelepûrê me, Kurdan, parastine, yek jê Apê Wezîr e, Wezîrê Eşo, nivîskar, rojnamevan, wergêr û dîrokzanê bi nav û nîşan. Apê Wezîr şagirt û heta warekî jî hevkarê Kurdnasê xwedî şan, Qanatê Kurdo, ye. Ev xebate Wezîrê Eşo wek şagirt li ser mamostê xwe, Qanatê Kurdo, bona 100 saliya bûnê amede kiriye û pêşkêş kiriye. Him karekî, bi xwe, hêja ye, him jî qenciya Apê Wezîr e.

Apê Wezîr, Wezîrê Eşo, 1-ê mijdara sala 1934-an, li Tivlîsê, Paytexta Gurcistanê, çavên xwe vekirine. Li dibistanên gundên Pampê (niha Sîpan), li navça Axbarana Ermenistanê, û li Tivlîsê xwendinên xwe yên pêşin dike. Li salên 1953-1958-an, perwerda xwe di beşê dîrokê de, li Zanîngeha Rewanê, Paytexta Ermenistanê, berdewam dike û temam dike. Ji sala 1955-an de, sala vebûna beşê weşanên Kurdî yê Radyoya Ermenistanê, wek nûçegihan, şiroçî û wegêr kar dike. Li salên 1958-1961-an, wek serokê dibistana Pampê kar dike. Li salên 1961-1963-an, li Lênîngiradê (niha Pêtersbûrg), di beşê Kurdzaniyê yê Enstîtuya Rohilatzaniyê da, bi serokatiya Qanatê Kurdo, li ser dîroka Kurdistanê kar dike û dibe pisporê wî warî. Li salên 1963-1994-an, wek rêdaktorekî çapemeniya Ermenistanê yê sereke dixebite.

Hetanî îro ev pertûkên Apê Wezîr wek nivîskar, zaniyar û wergêr hatine weşandin : « Mizgîn » (Rewan, 1976), « Xebera Dosta » (Rewan, 1982), « Dengbêj kal bû bû » (Rewan, 1983) ; « Xaçatûr Abovyan, Kurd, Ezdî, wergêr, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo » (Rewan, 1986) ; « Pamp-Sîpan » (Rewan, 1986) ; « Dosiya Barzam sandoqa Stalîn ya polayî da » (Kurdî : Hewlêr, 2007 ; Erebî : Hewlêr, 2008); « Pariyê berdemayî» (Hewlêr, 2008).

Apê Wezîr dora 10 pertûkên nivîskar û zaniyarên Kurd pêşgotin jê re nivîsandine. Bi sedan gotarên berfireh, pirraniya wan xebatên zaniyarî ne, di rojname û kovarên Kurdî de, yên bi zimanên biyanî, çi li Ermenistanê, çi li Ewrupa, û çi jî li Kurdistanê, hatine weşandin.

Heçî li ser apê bextkirî, Qanatê Kurdo, di warê weşandina rêzimanên wî de, çend caran Apê Wezîr bûye rêdaktorê berpirsiyar ê çapkirinê.Hêja ye were bal kişandin ku Apê Wezîr, yekemîn nivîskarê Kurd e ku li Ermenistanê hêjayî Xelata Yekîtiya Nivîskaran a bi rûmet a bi navê Erebê Şemo bû.
Pertûkên ku li ber çapê ne û wê bêne weşandin ev in : yek ya kurteromanan e, yek li ser Edebyata Kurdî li Ermenistanê, yek li ser stranbêjê Kurd ê mezin, Şivan Perwer, yek li ser dîrokzanê mezin, Şekiroyê Miho, yek li ser doxtirê Kurd ê efsanewî, Şîraliyê Eşo, yek li ser stran û mûzîka Kurdî, yek li ser çapkirina pertûkên Kurdî li Yekîtiya Sovêtî. Apê Wezîr niha bi giranî li ser lêkolîneka berfireh kar dike, ya li ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Sovêtistanê (salên 1947-1958) û li ser encamên wan. Li aliyê dinê, reşnivîsên bîranînên Apê Wezîr û novel û kurteroman ên ku amede ne, têra çend derpêçên stûr dike.

Apê Wezîr wek endamê Yekîtiya nivîskar û Yekîtiya rojnamevanên Yekîtiya Sovêtî û Ermenistanê, wek cîgirê serokê şêwra Ronakbîrên Kurd ên Ermenistanê, hatiye hilbijartin. Li vê dawiyê jî, wek serokê şanedar (şeref) ê Rêxistina Kurdên Kavkaziyayê li Belcîka, hatiye hilbijartin.

Mamed Jemo

Kurdzanê Mezin:
Qanatê Kurdo

Weke şagirtekî ji gelek şagirtên Qanatê Kurdo şansê min aniye ku ez ji bona kûrbûna nava dîroka Kurdistanê da û amadekirina têza namzat, berendamê^ doktorê zanînên dîrokî sala 1961 -ê ji Y êrêvanê herime Lênîngradê (Niha Pêtêrbûrg), di beşa Kurdzaniyê ya Înstîtûta wî bajarî ya Rojhilatzaniyê da li tenişta wî Kurdzanê mezin rûnim ew min jî weke şagirtên xwe yên dinê se rast nirxandina dîrok, çand û zimanê Kurdî serwext bike, ku ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê, pêsnûsgerên wan, xêmexwezên gelê Kurd û dîlêtantan (kêmzanan) da hatiye sextekirin, feşkirinê (falsîfîkasiyonkirinê) û bi pê ra jî hest û hisên welatparêziyê nava mhiyeta min da geştir bike. Ji ber ve yekê û bi giranî ji ber keda wî ya mezin di warê pêşxistina Kurdzaniyê da ez xwe weke minetkar, deyndarekî li ber wî dibînim. Ji ber van sebeban min biryar danî nivîsandina pertûka ser jînenîgarî û kar û barên mamostê xwe yê Kurdazniyê bi cî bînim. Ez bidesxistin û analîzkirina delîl-îzbatên ji bona bi cîanîna vî karê mûhîm va gîro û mijûl bûm, min hetanî 300 rûpelan jî reşnivîsên ...


Wezîrê Eşo

Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo

Ararat News

Ararat News - Publishing
Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo
Wezîrê Eşo
Ararat News - Publishing
Bruksel - 2010

Original title : Kurdzanê Mezin: Qanatê Kurdo
© Wezîrê Eşo
© Ararat News – Publishing

All Rights Reserved: Any part of this book can not be
published or reproduced in Kurdish without the authorisation of
Ararat News Publishing. ANP and the author keep all the rights
on publication in other languages.

Photos : Archive of Wezîrê Eşo

Ararat News - Publishing
Bruksel, 2010
First edition: 2010: 500 copies

Redaktorên berpirsîyar:
Mamed Jemo
Ronî Alasor

Ararat News - Publishing
Rue Tielemans 32 / BP 100
1020 Bruksel – Belgium

E-mail: anp@araratnews.eu
E-mail: araratnews@hotmail.com
Web : www.araratnews.eu

ISBN - 978-82-92631-05-8

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2025
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals