Bilbil
H.C. Andersen
Hans Reitzels
Di vê dinya mezin da kes temetî Xewda çîroka nizane û ji wî
xweştir kes nikare çîroka bibêje.
Xewda pêlavên xwe bi şev derdêxe û li ser tilên pîyên xwe bi pêlekana ve diçe, dera bi qayde vedike; diçe mk zaroka û libkên xîzi li ser û rûyê wan direşîne. Ew çavên hûrik hema tên niqîn; lewma jî kes hatina Xewda nabîne.
Xewda dixwaze zarok bê deng bin; ji xwe zarok di xewê da bê deng in. Ne hatîye dîtin ku wekî zarok hişyar, bê deng bm. Lê belê, çawa têkevin nav nivîna hema bê deng dibin; ji xwe bê deng nebin, nikarin çîrokên Xewda bibihîzin.
Wekî zarok di xew diçin, Xewda li ...
Naverok
Pêşgotin / 7
Xewda / 9
Prensesa Rastî / 21
Keça Tilîn / 23
Leşkerê Risas yê Egît / 33
Bilbil / 38
PÊŞGOTIN
Hans Christian Andersen
H. C. Andersen di sala 1805-a da li Danmark’ê, bajêrê Odense hate dinyayê. Di sala 1875-ê da jî li serbajêrê Danmark’ê, Kopenhag’ê mir.
Andersen, kurê malbateke xîzan bû. Babe wi pelavçêker bû. Di yazdeh salîya xwe da êtîm ma. Di karên cûre cûre da xebitî. Pirtûka xwe ya yekemîn di sih salîya xwe da nivîsî û li Kopenhag’ê weşand.
Nivîskarê navdar H. C. Andersen, helbest û roman ji nivîsîne. Lê belê wî giranî daye çîrokên zaroka. Ji ber vê yekê jî ew di timamî dinyayê da wekî babê çîrokê tête naskirin. Çîrokên wî bi gelek zimana hatine weşandin. Andersen di çîrokên xwe da; ji nava dilê zaroka dinêre bûyera û dinyayê. Ew di çîrokên xwe da hem diramîne, hem jî dikenîne. Mirov dikare bêje; navika çîrokên wî evînî ye.
Eve cara yekemîn e ku pirtûkeke çîrokên wî bi zimanê me tête weşandin. Tenê çîrokeke wî ya bi navê ”Keçika Kibrîtfiroş” di sala 1943’a da ji alîyê Bişarê Segman ve hatîye wergerandin û di kovara Ronahî’yê hejmara 19’a da bi kurmancî hatîye weşandin.
Di vê pirtûkê da pênc çîrokên H. C.Andersen cih digrin. Hûn dê van çîroka, ku her yek ji ya dî xweştir e, bi zewqeke mezin bixwînin.
Adar 1989
Hazim Kılıç
Xewda
Di vê dinya mezin da kes temetî Xewda çîroka nizane û ji wî
xweştir kes nikare çîroka bibêje.
Xewda pêlavên xwe bi şev derdêxe û li ser tilên pîyên xwe bi pêlekana ve diçe, dera bi qayde vedike; diçe mk zaroka û libkên xîzi li ser û rûyê wan direşîne. Ew çavên hûrik hema tên niqîn; lewma jî kes hatina Xewda nabîne.
Xewda dixwaze zarok bê deng bin; ji xwe zarok di xewê da bê deng in. Ne hatîye dîtin ku wekî zarok hişyar, bê deng bm. Lê belê, çawa têkevin nav nivîna hema bê deng dibin; ji xwe bê deng nebin, nikarin çîrokên Xewda bibihîzin.
Wekî zarok di xew diçin, Xewda li rexê nivînê rûdine. Libasên bi reng berdike; çakêtê wî ji armîş e; rengê wî ne kivş e, li gor ronahîyê car kesk, car sor, car jî şîn dibe. Du sihwanên Xewda jî hene. Yek bi wêne ye; wê di timamî şevê da li ser zarokên baş û qenc vedike, daku xewnên spehi bibînin. Sihwana dî jî reş e; wê jî li ser zarokên nûzewir vedike. Zarokên mizewir jî heta spêdê qet xewna nabînin.
Xewda heftîya borî her şev çû nik zarokê bi navê Hîalmar. Ka em binêrin, wî kîjan çîrok jê ra gotin.
.....
H.C. Andersen
Bilbil
Hans Reitzels
Hans Reitzels Forlag
Bilbil
H.C. Andersen
Kurdiya wê Hazim Kılıç
Çîrokên
H. C. Andersen
Kurdîya wê: Hazim Kılıç
Wêne: Vilhelm Pedersen
Hans Reitzels Forlag
Bilbil - H.C. Andersen
© Hazim Kılıç & Hans Reitzels Forlag A/S, K0benhavn 1989
Dronningens Tvaergade 5, DK-1302 Copenhagen K
Trykt hos Narayana Press, Gylling
Tîprêzî: Weşanxana Xanî & Bateyî
Çapa Yekemîn: Teşrîn 1989 (November)
Printed in Denmark 1989
ISBN 87-412-4201-7