The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim: İch liebe dich, ich lerne kurdisch


Editor : Dilop Date & Place : 2018, Berlin
Preface : Pages : 278
Traduction : ISBN : 978-3 9812351-4-2
Language : GermanFormat : 210 x 295 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Ger. Ten. Ezj. N° 5425Theme : Linguistics

Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim: İch liebe dich, ich lerne kurdisch

Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim
İch liebe dich, ich lerne kurdisch


Ciwan Tengezar

Weşanên Dilop

Di vê çapa berfirehkirî de, min him hin rûpelên pirtûkê jê derxistin û him jî hin rûpelên nû lê zêde kirin. Bo nimûne min ferhengoka kurdî-almanî, ferhenga mijaran û lîsteya lekeran
jê derxistin.
Min ferhenga mijaran, tevî lîsteya lêkeran bi serê xwe wek pirtukek amade kir.
Herçend ev berhem (Pirtûka I) ji bo kesên almanîzan hatibe amadekirin jî, kesên kurdîzan jî dikarin jê sûd werbigirin û bi vî awayî dikarin almanî hîn bibin.
.....


Naverok / Inhalt

Pêşgotin / 6-9 / Vorwort
Ji bo hînbûna kurdî çend pêşniyar / 10-11 / Tipps fur' s Kurdîsch lernen
Zimanên hîndewropî / 12 / Indoeuropaische Sprachen
Zaravayên kurdî / 13-14 / Kurdische Dialekte
Alfabeya Kurdî / 15-21 / Das kurdische Alphabet
Kurtebêje û agahiyên rêzimanê / 22 / Abkurzungen und grammatische Angaben
Meriv çawa dibêje / 23 / Wie sagt man
Roj baş / 24 / Guten Tag
Nav û paşnavê we çi ne / 25 / Was îst Ihr Vor- und Nachname
Lêkera bûn / 26 / Das Verb „sein"
Di dema niha de neyînî / 27 / Die Verneinung im Prasens
Ev çi ye / 28 / Was ist das
Meriv / 29 / Mensch
Kinc / 30 / Kleidung
Fêkî / 31 / Obst
Sebze / 32 / Gemûse
Ajal / 33 / Tier
Xanî / 34 / Haus
Test 1 / 35 / Test 1
Tiştonek / 36 / Ratsel
Cînavên şanîdanê / 37 / Demonstratîvpronomen
Ew kî ye / 38 / Wer ist er-sie
Pîr/kal/kevn / 39 / alt
Test 2 / 40 / Test 2
Dema niha / 41-43 / Prasens-Gegenwart
Raweya fermanî / 44-45 / Imperatîv
Test 3 / 46 / Test 3
Hin pirs / 47 / Einige Fragen
Navê min Sosin e - Navê wî Azad e / 48 / Ich heiBe Sosin - Er hei(3t Azad
Tewang / 49-50 / Deklination
Tu ji ku (derê) yî / 51 / Woher kommst du
Pêşdaçek / 52 / Praposition
Ziman, Netewe û Welat / 53 / Sprache, Nationalitat und Land
Tu kurdî dizanî / 54 / Kannst du Kurdisch
Tu ji ku (derê) tê / 55 / Woher kommst du
Tu çend salî yî / 56-57 / Wie alt bist du
Test 4 / 58-59 / Test 4
Paşdaçek / 60 / Postposition
Bi du wateyan lêkera bûn / 61-62 / „bûn" als „sein" und „werden"
Test 5 / 63 / Test 5
Ew çi karî dike / 64-67 / Was ist er von Beruf
Tiştonek / 68 / Ratsel
Test 6 / 69 / Test 6
Hevala min / 70 / Meine Freundin
Cînavên xweyîtiyê / 71 / Die Possessivpronomen
Cînava xwe / 72 / Das Pronomen xwe
Cînava vegerok xwe / 73 / Xwe als Reflexivpronomen
Test 7 / 74 / Test 7
Rengdêr / 75-76 / Die Adjektive
Test 8 / 77 / Test 8
Rêzeveqatendek / 78-79 / Aufzahlung
Test 9 / 80-81 / Test 9
Di dema niha de hebûn / 82-84 / Das Verb „haben" im Prasens
Çi heye çi tune ye / 85 / Was gibt's neues
Test 10 / 86-88/ Test 10
We goreyên hirî hene / 89 / Haben Sie Wollsocken
Qertaf / 90 / Grammatikalische Arikel
Çima, Loma / 91 / Warum, Darum
Navdêra nebinavkirî / 92 / Unbestimmte Nomen
Test 11 / 93 / Test 11
Kî û Kê / 94 / Kî (wer) und Kê (wen/wem/wessen)
Test 12 / 95 / Test 12
Kî ne em / 96 / Wer sind wir
Lêkerên hevgirtî / 97 / Untrennbare Verben
Dem / 98-101 / Zeit
Demsal / 102 / Jahreszeiten
Test 13 / 103-104 / Test 13
Cînavên pirsê-Peyvepirs / 105 / Fragepronomen-Fragewörter
Test 14 / 106-109 / Test 14
Tu çi dixwînî / 110 / Was liest du
Test 15 / 111 / Test 15
Gîhanek / 112 / Konjunktion
Malbata me / 113-116 / Unsere Familie
Test 16 / 117 / Test 16
Foto-agahî / 118 / Foto-Information
Test 17 / 119 / Test 17
Cînavên şanîdanê / 120-121 / Demonstrativpronomen
Partikel „ha" / 122-123 / Partîkel „ha”
Kesekî nasandin / 124 / Jemanden vorstellen
Hejmar-jimar/ 125-126 / Zahlen
Saet çend e / 127-128 / Wie spat îst es
Test 18 / 129 / Test 18
Tu ji min zûtir radibî / 130 / Du stehst fruher auf als ich
Ew ji Kurdistana serbixwe ne / 131 / Sie kommen aus dem unabhangigen Kurdistan
Kursa kurdî-Elena-Herika rojê / 132 / Kurdisch Kurs-Elena-Tagesablauf
Lêkerên veqetendar / 133 / Trennbare Verben
Berhevanî û serekayî / 134-135 / Steigerungsformen
Test 19 / 136 / Test 19
Navdêr û tewang / 137-141 / Deklination
Rengdêr û tewang / 142-145 / Adjektivdeklînation
Test 20 / 146-147 / Test 20
Cotebêje-Peyvên dunavî / 148 / Paar-Wörter
Test 21 / 148 / Test 21
Tu li ku (derê) yî / 149 / Wo bist du
Test 22 / 150 / Test 22
Ewro dizîtî ye / 151 / Der Euro wurde zum Teuro
Test 23 / 152-153 / Test 23
Ez ji te hez dikim / 154-155 / Ich liebe dich
Hîndariya axaftinê / 156 / Sprachubung
Test 24 / 156 / Test 24
Bê av jiyan dibe / 158-159 / Kann man ohne Wasser leben
Cînava xwe / 160-161 / Das ruckbezugliche Furwort xwe
Test 25 / 161 / Test 25
Cînava hev-hevdu / 162-164 / Einander - Dîsa - Nochmal
Test 26 / 165 / Test 26
Dîsa / 166 / Wieder
Test 27 / 167 / Têst 27
Hevok / 168-172 / Der Satz
Test 28 / 173-174 / Test 28
Tu bi xêr hatî / 175 / Willkommen
Ez zimanê bav û kalan dixwazim / 176-177 / Ich will meine Muttersprache lernen
Lêker / 178-185 / Verben
Lêkernav û rengdêrnav / 186-187 / Das Nomenverb und Nomenadjektiv
Test 29 / 188 / Test 29
Lêkerên hevmane / 189-190 / Die Synonymverben
Awayên lêkeran / 1191-192 / Verbarten
Kesandina hin lêkeran / 193-195 / Konjugation einiger Verben
Kulîlk / 196-197 / Blume
Di Dema niha de „Neyînî" / 198 / Verneinung im Prasens
Test 30 / 199 / Test 30
Ez li Berlînê dijîm / 200-201 / Ich lebe in Berlin
Dinya rengîn e / 202-203 / Die Welt ist bunt
Kirdeya nediyar / 204 / Unbekanntes Subjekt
Gîhanek / 205-210 / Bindewörter/Konjunktionen
Test 31 / 211-213 / Test 31
Lêkerên modal / 214-218 / Modalverben
Test 32 / 219-220 / Test 32
Hevala min û armanca min / 221-222 / Li xwaringeha Xweş
Rewşa karkeran / 223 / Situation der Arbeiter
Test 33 / 224-225 / Test 33
Ez dixwazim, lê nikarim / 226 / Ich möchte, aber kann nicht
Zayend / 227-233 / Das grammatikalische Geschlecht
Kêfa min ji te re tê / 234 / Ich mag dich
Bersivên testan / 235-271 / Lösungen
Tiştonek / 272 / Ratsel
Gotinên pêşiyan / 273 / Sprichwörter
Stranên kurdî / 274-275 / Kurdische Lieder
Çavkanî / 276 / Quellen


PÊŞGOTIN

Bê ziman jiyan dibe?
Ziman nasname ye; deng û sînor, giyanê welat e.
Zimanekî şîrîn bi qasî zimanê bav û kalan heye?
Zimanê pîr û kalan bi kursan hîn bûn!
Bi dersa hilbijartî hîn bûn!
Zimanhezî dewletxwazî ye.

Çapa li ber destan
Di vê çapa berfirehkirî de, min him hin rûpelên pirtûkê jê derxistin û him jî hin rûpelên nû lê zêde kirin. Bo nimûne min ferhengoka kurdî-almanî, ferhenga mijaran û lîsteya lekeran
jê derxistin.
Min ferhenga mijaran, tevî lîsteya lêkeran bi serê xwe wek pirtukek amade kir.
Herçend ev berhem (Pirtûka I) ji bo kesên almanîzan hatibe amadekirin jî, kesên kurdîzan jî dikarin jê sûd werbigirin û bi vî awayî dikarin almanî hîn bibin.

Navê pirtûkê
Navê pirtûkê ji tecrûbeyên dersan derket holê.
Yan evîna welat e; welatparêzên dilsoz kurdiya bilind fêr dibin, yan ji evin kurdi dide hînkirin.
Jineke ewropî ji mêrekî kurd hez dike û kurdî hîn dibe.
Gelo jin yan mêrên tirk hez ji hevjînê/a xwe yê/a kurd nakin?
Evîndar kurdî hîn dibin; evîna welat; evîna dilî.

Tê de:

Diyalog

Li ser çand û dîroka Kurdistanê gelek diyalog/hevpeyvîn û gotar hene,
ev ji gencîneya peyvan a zengîn pêk tên.

Rêziman
Mijarên rêzimanê yên bingehîn hene.
Bi gelek hevokên nimûne, mijarên rêzimanê bi kûrahî û rêk u pek hatine aşkerekirin.

Test - Hîndarî
Piştî hemû mijarên rêzimanê, test û hîndarî hene.
Bersivên testan jî di dawiya pirtûkê de cî digrin.

Ferhengokên mijaran
Li dawiya hemû diyalog û gotaran bi kurmancî-almanî beşa ferhengokê hene.

Hilbijartina peyvan
Mîna zimanên din, di kurdî de jî peyvên hevmane/hevwate û dijmane/dijwate hene. Peyvên ku di pirtûkê de hatine bikaranîn, gotinên herî berbelav in.
Nivîskar ne devokparêz ne jî herêmparêz e. Devok û zarava zengîniya zimane kurdi ne Ji bo perwerdehî û ragihandinê, bikaranîna kurdiyeke bilind û resen divê.

Zayend
Li gor devoka herêman, zayendên navdêran cuda tên bikaranîn.
Bi taybetî şaşî, di axaftina rojane de zêde ne.
Hin herêm bi zayenda nêr dipeyivin: ê min, ê te, ê wî, ê din...(serhedî)
Hin herêm jî bi zayenda mê dipeyivin: a min, a te, a wî, a din...(botanî, kurmanciya navendî)
Bi qasî ji destê min hat, ez li ser mijarên rêzimanê hûr bûm û bi tevî nimûne, min ev zelal kirin.
Wek mijara zayendê; mijara gîhanekê; daçek û hwd.
Ez bi taybetî diyar dikim, ku metoda pirtûkê ji tecrûbeyên min ên dersan derket holê.
Bi ast û gencîneya vê pirtûkê meriv dikare bi hêsanî kurmancî bixwîne, binivîse û bipeyive.

Nivîskarê pirtûkê
Ez ji sala 2004an ve li xwendegehên cuda; li Sprachenatelier, li Xwendegeha bilind a gel (Volkshochschule), Adar Sprachschule û li komeleyên curbecur hînî kurdi-kurmancî dikim.

Bikarhêner û mamoste
Bi tena serê xwe jî bikarhêner dikare jê sûd werbigire.
Ez hêvî dikim, ku pirtûk bi kêrî kurdîhez û mamosteyan bê.

Dîtin û rexneyên we
Ger hûn di pirtûkê de kêmasî û şaşî bibînin, yan jî pêşniyarên we hebin, ji kerema xwe min agahdar bikin, da ku ez bikaribim bi berhemên kêmeşaş xizmeta kurdîhez bikim.

Bê evîn nemînin!

Ez ji te hez dikim!
Ez to ra hes kena!
Min to'm xoş dewê!

Bi hêviya serketinê!
Kurdî hîn bibin!
Kurdî hîn bikin!

Ji bo dîtin û rexneyên we, e-name:
ciwantengezar@gmail.com

Spasdarî

Gelek spas, ji bo sebir û piştgiriya malbata min.
Gelek spas, kesên ku ji bo amadekirin, çapkirin û belavkirinê bûne alîkar û piştedar.
....


Ciwan Tengezar

Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim
İch liebe dich, ich lerne kurdisch

Dilop

Weşanên Dilop
Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim
İch liebe dich, ich lerne kurdisch
Ciwan Tengezar

Ich Liebe Dich, Ich Lerne Kurdisch
Ez ji Te Hez Dikim, Kurdî Hîn Dibim
Ciwan Tengezar

Wêneya Bergê/Titelbild: Rostam Aghala
Amadekarê bergê/Buchcover: Recep Maraşli
Rûpelsazî/Layout: Ciwan Tengezar

ciwantengezar@gmail.com
© Weşanên Dilop
Adar 2018
Berlin

ISBN: 978-3 9812351-4-2

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2025
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals