The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kakil


Author : Dilawer Zeraq
Editor : Weşanên Sî Date & Place : 2002, Istanbul
Preface : Pages : 54
Traduction : ISBN : 97S-6560-16-9
Language : KurdishFormat : 130 x 195 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Zer. Kak. N° 843

Kakil

Kakil

Dilawer Zeraq



Dilawer Zeraq, di çîrokên xwe de balê dikişîne ser hestên rastîn ku lê belê, di bêdenpiyê de tên derbirîn; her weha ji cîhana mirovan ya hundirîn, dîmen û fotografên cur bi cur şanî me dide. Ew fotograf kakilê me ye: Em bi vê kakilê û bi çawaniya hêza xeyalkirinê
dikarin çendaniya şarezahiyê pê bihisin.”

Dilawer Zeraq, di sala 1965'an de li Farqînê ji dayîka xwe bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakûlteya Perwerdehiye Beşa Matematîkê qedand. Çîrok û nivîsarên wî di kovar û rojnameyan de belav bûn. Kakil, pirtûka wî ya yekem e.


Naverok

Şeva Spî / 7
Hebên Baranê / 12
Çavên Lûtke /17
Dîmena Kêm /21
Kakil / 27
Diltengî /33
Derengmayîn / 37
Jiyek Cemidî di Hemêza Tîrmehê de / 43
Keko Ka Cixareyekê / 50


ŞEVA SPÎ

Ku destê min bigihê
Çerxa felekê,
Ez ê bêjimê:
Pir şerm e ev karê te.
Tu sed texlît nîmet
Didî hinan...
Hin nanê ceh
Bi dest naxînin,
Ji bo xwarinê!..

Baba Tahirê Uryan

Berf bi kuliyên gir û bêba dibare. Mîna ku bi kilse bidûne kirasê tenik î spî li bajêr dike. Kuliyên berfê di nav şewla projektorê ku li ber avahiya parêzgariya bajer e û berê wê bi jor de ye, pev difirin. Û di nav vê dîmena ku sermayê behtir dide hisandin de, kurekî heta jê tê li birçîtiya xwe quncifiye û bi bêdengî tevlî şevê dibe. Ew kurekî dor neh sali û kinik e. Rûyê wî dirêj û serê wî jî bi temamî di dirûvê hêkê de ye. Kurtikekê tenik û spî wekî berfê, ku xuyaye kenzeyeke reş li binî ye û pantorekî kitanî ku rengê wê ne diyar e, li ser e û ji cihê qetayî ya sola wî lingê çepê yê begore xuya dike Kuliyên berfê mîna ku bêriya tînegermiya canê wî kiribin ser serê wî kom bûne û serê wî wekî gûzika pembûyê dixuye. Wî wisa xwe qutifandiye; ku mirov baş tê derdixîne ku ew ji wan dîmenên bedew û yên xwezayî hatiye durxistin û li vê xirecir û geremoliyê hatiye dahfdan.

Pir nabore şewla sor ya trafîkê vêdikeve. Erebe bêdilê xwe disekinin. Kurik bi gavên bilez ber bi texsiya ku li paş mînîbusê sekiniye diçe. Dest pê dike bi potê di destê xwe yî çepê de, berfên ku li ser cama pêşî kom bûne, paqij dike. Tevî ku dest û milê wî bi tevgerên giloverik ê jixweber li ser camê digerin jî serê xwe hinekî ber bi paceya ajovên ve dirêj dike:

Abê paqij kim?*
Ajovan bi awayekî bêsebr û bi bêhntengî, li vêketina gavek berî gavekê ya şewla kesk dipê. Ji ber ku rengê şevê; yê cama texsiyê û pota di destê kurikê de wekî hev in, ajovan wekî ku qîr û qetran di cama texsiya wî hatibe dan û çêrê diya wî hatibe kirin, bi tevgerên hişk, wekî ku ew ê aniha kurikê ji terazinekê dahf de, destê xwe yî ku bi dîreksiyonê nagire li ba dike û bi hêrs:
De here wêde!!. Tûleyê heram!..

Kurik pêşî xwe tevnalivîne. Wî îro sifiteh nekiriye. îro tê bêjî ajovanekî jî di paqijkirina camên erebeyan de heqê wî nedaye. Mîna ku dizek piştî qedandina karê xwe bibêje "Lingo bi qurban!" hemû ajovan wisa pêl gazê kirine û dane dû hev. Divê ew heqê îro derxîne. Heqê ardûyê; heqê textikên ku ew ê di sobeya xwe ya teneke de bişewitînin. Û divêtiya ku ew tê de ye û nayê tirûşkirin...
Pişt re ka bêje ji ber çi ye, kurik gavek bi paş de davêje. Şewla projektorê ji şevê diteyise û li rûyê wî dixe; şanika ku li ser govika wî ya rastê ye, siyeke zirav û dirêj li ser dêma wî çêdike. Ez wî ji vê şanikê nas dikim.

Hûn jî wî nas dikin. Ew Muxliso ye. Ew parçeyek ji me ye; hemû encamên şer û pevçûnên hatî jiyîn xwe di rûyê wî de dane der. Wî êşên ku li ser navê me kişandine, li aliyê çepê ya lêva xwe ya jêrîn li hev civandine. Dema ew dikene mirov dibêje qey ew digirî; dema ew digirî mirov dibêje qey ew bi kenekî nerm î tinazokî dibişire.

Şewla zemîşaneya qedîna vê sekinîna ji bêgaviyê vêdikeve û digihîje hawara bêsebriya hêrsok ya ajovên. Paceya li paş ajovên heta dawîn vedibe. Di nav şewla zer î zenûn de, rûyekî dewlemend î bajarî; rûyê jinekê ku gişt sotîneriya şewla sor li ser lêvên xwe li hev civandiye, xuya dike. Jinik milê xwe yî çepê ji pacê derdixîne û di wê kêliya ku ajovan texsiyê li kar dixîne de pênc sed banotê nip û nû davêje û li rûyê Muxliso dixîne. Dema ku pênc sed banot bi hêza birêketina texsiye bi ber bayê dikeve, Muxliso bi sê tiliyên destê xwe yî raste li şanika xwe dipelîne. Janeke zirav û kûr di nay û dilê wî de çîk dide. Car din tişt di hundirê wî de ku êş û şewat le firtûneyan radikin, bi goşt û can dibin. Hejînên di nava wî de car din dest pê dikin...

Şewla boş ya projektorê, berfa spî û... Şewlên ku leşkeren cilbelek li ser kamyonan bera ser çavên wan dane. Berfa ku bi rikebarî li berstûka pîcemaya wî radiselite. Bêdengiya erjeng ya gundiyan ku nava mirov dicemidîne. Û qîrewîra wî kesî ku dişibe vê xirecira geremol ya vî bajarî; tiştên ku rû didin û Muxliso di wan nagihîje... Û du şeqamên ser hev ku li rûyê bavê Muxliso tê xistin... Şîqîniyên ku tariya şeve diqelişînin... Di guhê Muxliso de olan didin û ew êşa zirav...
Û pêt û rivînên ku di wê şeva spî de ji gundê wan bilind dibe...

Tu yê bibînî!.. Min cihekî nû kifş kiriye, ez e ji îro pê de xurekên ku bêhn neketinê ji te re bînim. Binêr... penc sed banot! Ew hîn nip û nû ye. Bes berfê dest dayê... Jina ku di nav texsiya son model** de bû ev...

Muxliso di mitala xwe ya ku tê de bi xwîşka xwe Menice re dipeyive, nikare bêje "Wê jinikê ev avêt rûyê min. ”Ew dixwaze bêje "Min ev qezenc kir." Lê nikare... Kelegin dibe. Hestên tenik yên dilekî pepûk di kortika çavên wi de gola herî xweş û bedew ya dinê ava dikin û aniha Muxliso di ve sir û seqema çileyê de, tiştê ku ji bo zarokekî herî zor û dijwar e dike; ew xwe radigire. Lê dîsa jî çilkek hesir bela xwe jê venake û li kêleka çavê wî yê rastê, di spîtahiya berfê de, li hember şewlê dibiriqe.

Çilkê rondikê ji bo demekê be jî bêhn û diltengiya wî vedike Hêviyeke tînegerm bi nava wî dadigire. Bişirineke şêrîn li ser lêvên wî xwe dide der; û vê şarezahiya hane ku mirovahî di vê şeva dawîn ya sedsala bîstemîn de xwe pê paqij dike, dibêje qey Muxliso tinaziya xwe pe dike...

* Abê: Di tirkî de ji bo birayê mezin tê gotin. di kurdî de wekî kak, keko bi kar tê.
** Model: Ev gotin yek ji wan gotinan e ku kurdên li Tirkiyeyê dijîn bi riya tirkî hînî vê gotinê bûne û wê di jiyana xwe ya rojane de bi vî rengi bi kar tînin.


Dilawer Zeraq

Kakil



Weşanên Sî
Kakil
Dilawer Zeraq

Weşanên Sî: 15
Çîrok: 1

ISBN 97S-6560-16-9

Beigsazî
Onur Öztürk

Çapa Yekem
Adar 2002

Çapxane
Engin Matbaacılık

Weşanên Sî
İlkbelediye Caddesi 37/3
Tünel-Beyoğlu 80070
İstanbul
Tel: (0212) 244 33 45
si_yayin(@)hotmail.com

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2025
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals