The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Teyîba Min: Gotûbêj & Lêpirsîn


Editor : Do Date & Place : 2009, Stembol
Preface : Pages : 252
Traduction : ISBN : 978-9944-108-76-8
Language : KurdishFormat : 135 x 210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Kev. Tey. N° 2996Theme : Literature

Teyîba Min: Gotûbêj & Lêpirsîn

Teyîba Min: Gotûbêj & Lêpirsîn

Salihê Kevirbirî

Do

Tevî vê rewşa bindestî û zordariyê, ku li ser çarid û zimanê me heye, di van 20 salên derbasbûyî da weşandin û çapkirina pirtûk û berhemên bi zimanê kurdî -bi taybetî jî Kurmanciya Bakur- gihişte asteke gelek bilind. Heya ji dest dagîrker û talankerên welatê me tê, rê li ber van weşanan digirin û astengiyan li ber datînin, lê belê, dîsa jî pirtûk û berhemên helbestvan û nivîskarên me, -çi mêr û çi jin-, mîna kulîlkên biharê, mîna nêrgizên zozanên me, serê xwe di nav kevir û latan re hildidin û xwe digihînin ronahiya rojê.
Helbet, ev çalakiya weşangeriyê, ku em dikarin navê „şoreşa çandî,, jî lê bikin, dibe ku ji bo gel û neteweyên din pêvajoyeke su- riştî be, ji ber ku rewşa wan û derfetên ku di dest wan de hene, ne mîna yên me ne. Gel û neteweyên serbest û rizgar, nifşên xwe hên ji zarotiyê ve, di xwendegeh û dibistanan de, bi ziman û çanda xwe perwerde dikin. Ji bo gelê me, ji bo nifşên me yên nûgihayî, mixa- bin heya roja îro jî, ku em ketine sedsala bîst û yekê, hên jî ev rê û derfet girtî ne.
Di bin van mercan de, weşandina pirtûk û berheman ne karekî hêsan e. Ne tenê ji ber zordestiya dagîrkeran karekî zor û giran e, lê belê ew kesê/a ku bi zimanê xwe perwerde nebûbe, çawa dikare ber- heman, çi helbest û çi pexşan, çi çîrok û çi roman bi vî zimanî bini- vîse, belav bike û ev berhem jî bêne xwendin?!. Bê guman di rewşeke weha de, xwendevanên van berheman wê ne pir bin. Ma ewê ji ku hebin û çawa peyda bibin?
.....


Naverok

Çend Gotin: Salihê Kevirbirî / 9
Pêşgotin: Nivîskarekî Ciwan ê Xwediyê Serborî û Ezmûnên Mezin:
Salihê Kevirbirî: Mustefa Reşîd / 111
Beşê Yekem: Gotûbêj / 17
Şivan Perwer: “Xizmeta Cegerxwîn ji Xizmeta Rîtsos, Neruda, Nazim û Mayakovskî ne Kêmtir e” /19
Rojnameger û Nivîskar Tosinê Reşîd Piştî Sovyeta Kevin tu Navên Nû Derneketin / 27
Şaredarê Berê yê Diyarbekirê Mehdî Zana: Di Dinyayê de tu Milet bi Qasî Kurdan Nekişandiye / 33
Sekreterê Berê yê PEN-a Navneteweyî Prof. Dr. Terry Carlbom:
“Li gorî PEN-a Navneteweyî, PEN-a Kurd pir çalak e” / 40
Çîroknivîs Helîm Yûsiv: ‘Çîrok ji bo min encama şewata rûh e!’ /44
Hunermend Xalid Sofî: Huner û Muzîk Kaniyên Jiyanê ne / 52
Ressama Portreyên Kurd Nevîn Gungor Reşan: “Ezê portreyê Sînanê Kirîv û Sakîneyê çêbikim!” / 59
Dîrokzan û Lêkolîner Celîlê Celîl: ‘Di dema qirkirinê de xwînê laş li ber xwe dibirin..!’ / 64
Nivîskar-Helbestvan Konê Reş: “Kurdên bakur koka darê ne û em şaxên wê darê ne! / 72
Hunermend Xanemîr: Muzîk ji bo min nefesa jiyanê ye / 84
Berpirsê SBS Radyo Beşê Kurdî Şahînê Bekirê Soreklî: “Em fêrî radyogeriyê bûn” / 89
Meyremxana Iroyîn Rojda:
Dixwazim bibim xwediya dengê Şakiro û esaleta Meyremxanê / 96
Nivîskar- Lêkolîner Rohat Alakom: “Nûbûn kakilê xebatên lêkolîner e” / 108
Hunermendê Koma Agirê Jiyan Alî Geçîmlî: Albuma me 600 hezar firotibû, em bi qaçaxî li trênan siwar dibûn! / 113
Şanoger Aydin Orak: Dixwazim li navenda şanoya cîhanê singekî bikutim / 122
Stranbêj Ayfer Duztaş: Muzîk çêj û tehma jiyanê ye / 129
Helbestvan Dîlber Hêma: Dixwazim hewara nîvcomayî ya Medûsayê biqîrim / 138
Di navbera Norşên-Stenbol-Bukreş-Berlînê de jiyaneke balkêş: Yeko Bavê Çeko /148
Serokê Lijneya Rêveberiya Medya Muzîk û Fîlmê, Muhsîn Altintop:
“Bi demokratîkbûna Tirkiyê re, wê kêşeyên muzîka kurdî jî çareser bibin” / 159
Felsefevan Alî Gurdilî: “Mixabin ferhengeka me ya felsefeyê jî tuneye” / 163
Li mişextiyê dildareka kurmancî: Lava Derwêş / 169

Beşê Duyem: Dosya - Lêpirsîn / 175

Girîngiya Alfabeya Yekgirtî:
Aijen Arî, Mustefa Reşîd, Samî Tan, Jîr Dilovan / 177

Ji Çend Xalan ve Pirsgirêkên Wergerê:
Husên Duzen, Ayhanê Bêrtî, Husseîn Muhammed /192

Pirsgirêkên Weşangeriya Kurdî: Ehmed Onal, Yaqob Tilermenî, Alî Riza Vural,
Nevzat Karakeçî, Mehdî Tanrikulu, Huseyîn Gunduz / 203

Li Bakur Pirsgirêkên Şanogeriya Kurdî:
Erdal Cevîz, Kemal Orgun, Berfîn Zenderlîoglu, Metîn Turan,
Yildiz Gultekîn, Aydin Orak / 220

Albûm/237


ÇEND GOTIN

Xwendevanê/a hêja;
Min xwest vê carê zêde dirêj nekim û bes bi çend gotinan behsa kitêba di destê we de bikim. “Teyîba Min” ji gotûbêj û dosyayan pêk hatiye ku piraniya van dosya û gotûbêjan di malpera Netkurdê, çapa ewropayê ya rojnameya Rûdawê, Kovara Çirayê, Kovara Nûbiharê, Kovara Tîrojê, Kovara Esmerê, Rojnameyên Bîrgûn, Mîlliyet, Taraf û Radîkalê de hatine çapkirin. Dosya û hevpeyvînên bi tirkî paşê ji hêla min ve li kurdî hatine wergerandin. Şayanê gotinê ye ku beşeke girîng ji van dosyaû gotûbêjan, di 2-3 salên dawî de di malpera Net-kurdê de hatine weşandin...

Her wekî hûn dizanin, min berê jî 5 pirtûk pêşkêşî dêhn û bala we kiribû. Rê û rêbaza ku min di wan kitêban de bi kar anîbû, di vê kitêba xwe de jî ezê bi kar bînim. Bêguman ezê di kitêbên xwe yên din de jî bi kar bînim. Gelo çi ye ev rê û rêbaz? Bi kurtebirî bibêjim; çi gotar, çi dosye, çi gotûbêj, tevahiya nivîsarên min piştî weşandina di malper, kovar û rojnameyan de, wekî pirtûk ronahiyê dibînin û dikevin mal û pirtûkxaneyan. Vê carê jî wisa dibe, lewre kêfxweş im. Gelo sedemeke vê ya taybet heye? Helbet heye... Nivîsarek, roportajek, dosyayek, lêkolînek; piştî derçûn û weşandina di rojname û kovaran de, mixabin piştî maweyeke kurt winda dibe û diçe. Gelek caran nivîskar dikeve pey nivîsareka xwe ya ku di filan demê de, di filan kovar-rojnameyê de çap bûye, lê badilhewa! Nabîne. Dev ji nivîskar berdin, gelek caran dezgeha rojname û kovaran bixwe jî hewla arşîvkirina kovar-rojnameyên xwe yên çapkirî nadin. Em di weşangerî-rojnamegeriya kurdî de kambaxiyek e...

Ji ber vê yekê kitêbkirina gotar-nivîsaran ji bo parastinê, bi ya min rê û rêbazeke pir baş e û ya herî aqilane ye. Bifikirin, nivîskar an rojnamegerek di maweya nivîsandina xwe ya salên demdirêj de, bi sedan nivîşên cihêreng dinivîse. Gelo heger mirovekî zêde ne rêkûpêk be, ji sedan nivîsên xwe yên çapkirî, dikare çendan bîne deyne ber we? Bi ya min wê bersiv “neyînî” be. Lê dema ew nivîsar bibin kitêb? Nivîskar çiqas tevlihev, nerêkûpêk be jî, dikare nivîsarên xwe yên ku bûne kitêb biparêze. Bi gotineke din, mixabin rêje û ihtîmala badilhewabûn û wendabûna kovar û rojnameyan -nexasim di nava kurdan de- pir zêde ye. Lê wendabûna kitêban zehmet e û parastina wan hêsan e. Sedema min a ku ez nivîsarên xwe yên di kovar û rojnameyan de çapbûyî de, wekî kitêb ji nûve çap dikim ev e.

Jixwe gelek kesên ku çavên wan bi wan nivîsan neketine û ne mimkûn e ku piştî salekê din li derekê bibînin û bixwînin, muheqeq wê rojek di nav kitêba çapbûyî de, wan nivîsaran bibînin û bixwînin. Ango rêjeya dîtin û xwendina nivîsarên di nava kitêbê de, ji rêjeya peydakirin û xwendina nivîsara di kovar û rojnameyeke 2-3 sal berê hatiye çapkirin, gelek zêdetir e...

“Teyîba Min” ji sê beşan pêk tê;
Beşê Yekem; Gotûbêj: Ji 19 gotûbêjên dûvedirêj û balkêş pêk tê.
Beşê Duyem; Dosya-Lêkolîn: Ji 4 dosyayên girîng pêk tên û li ser her dosyayek dîtin û ramanên kesên eleqedar û pispor hatiye wergirtin. Dosya ev in;
1- Dosya: Girîngiya Alfabeya Yekgirtî: (Arjen Arî, Mustefa Reşîd, Samî Tan, Jîr Dilovan)
2- Dosya: Jiçend Xalan Ve Pirsgirêkên Wergerê: (Husên Duzen, Ayhanê Bêrtî, Husseîn Muhammed)
3- Dosya: Pirsgirêkên Weşangeriya Kurdî: (Ehmed Onal, Yaqob Tilermenî, Alî Riza Vural, Nevzat Karakeçî, Mehdî Tanrikulu, Huseyîn Gunduz)
4- Dosya: Li Bakur Pirsgirêkên Şanogerîya Kurdî: (Erdal Cevîz, Kemal Orgun, Berfîn Zenderlîoglu, Metîn Turan, Yildiz Gultekîn, Aydin Orak)

Beşê Seyêm jî; ji albumekê pêk tê ku di vê albûmê de wêneyên girêdahiyê nivîsaran hene.
Kurteya gotinê; “Teyîba Min”, hin beş ji reng û dengê jiyana kurdan ya kurdewar rapêşî dêhn û bala we dike.
Bi hêviya ku li gorî dilê we be...

Salihê Kevirbirî
22 Tebax 2009, Stenbol

Pêşgotin

Nivîskarekî Ciwan Ê Xwediyê Serborî Û Ezmûnên Mezin: Salihê Kevirbirî

Tevî vê rewşa bindestî û zordariyê, ku li ser çarid û zimanê me heye, di van 20 salên derbasbûyî da weşandin û çapkirina pirtûk û berhemên bi zimanê kurdî -bi taybetî jî Kurmanciya Bakur- gihişte asteke gelek bilind. Heya ji dest dagîrker û talankerên welatê me tê, rê li ber van weşanan digirin û astengiyan li ber datînin, lê belê, dîsa jî pirtûk û berhemên helbestvan û nivîskarên me, -çi mêr û çi jin-, mîna kulîlkên biharê, mîna nêrgizên zozanên me, serê xwe di nav kevir û latan re hildidin û xwe digihînin ronahiya rojê.

Helbet, ev çalakiya weşangeriyê, ku em dikarin navê „şoreşa çandî,, jî lê bikin, dibe ku ji bo gel û neteweyên din pêvajoyeke su- riştî be, ji ber ku rewşa wan û derfetên ku di dest wan de hene, ne mîna yên me ne. Gel û neteweyên serbest û rizgar, nifşên xwe hên ji zarotiyê ve, di xwendegeh û dibistanan de, bi ziman û çanda xwe perwerde dikin. Ji bo gelê me, ji bo nifşên me yên nûgihayî, mixa- bin heya roja îro jî, ku em ketine sedsala bîst û yekê, hên jî ev rê û derfet girtî ne.

Di bin van mercan de, weşandina pirtûk û berheman ne karekî hêsan e. Ne tenê ji ber zordestiya dagîrkeran karekî zor û giran e, lê belê ew kesê/a ku bi zimanê xwe perwerde nebûbe, çawa dikare ber- heman, çi helbest û çi pexşan, çi çîrok û çi roman bi vî zimanî bini- vîse, belav bike û ev berhem jî bêne xwendin?!. Bê guman di rewşeke weha de, xwendevanên van berheman wê ne pir bin. Ma ewê ji ku hebin û çawa peyda bibin?.

Belê di bin nîr û rewşên gelek dijwar de, di van çend dehsalên dawî de, gelek egîd û çelengan, gelek têkoşer û şoreşgeran bi berde- wamî ev kar û xebat, ev têkoşîn û kefteleft pêşve birin. Gelekan ji wan jivana xwe jî di vê rêya pîroz de dan; ji bo me, ji bo paşeroja gelê me bûn şehîd û cangorî. Heya ji dest neyaran hat, ev rê li ber me gir- tin... Nimûneyên wek Apê Mûsa û gelekên din wê her dem di bîra me de bin.

Mirovekî biyanî dikare bipirse: De baş e, heger neteweyek bi giştî di dibistanan de bi zimanê xweyî dayîkî perwerde nebûbe, çawa dikare bi vî zimanî binivîsîne?. Gelo emê çi bersivê bidin wî mirovê biyanî?! Em rewşa xwe baş dizanin. Tevî wê jî, em îro bi zimanekî wisa dinivîsin ku piraniya me baş têdigihînin.

Hin xortan ji rehmetî Apê Mûsa re got: „We tu tişt nekiribû, me ji sifirê de destpê kir.“ Apê Mûsa got: “Xebera we ye, we ji sifirê da dest pêkir. Lê belê hûn nizanin, ku berê em çiqas di bin sifirê da bûn.” Belê, belê, em niha êdî li jorî sifirê ne. Lê ka em bipîvin, gelo em di roja îro de bi çiqasî li jorî sifirê ne?

Emê çawa bipîvin?. Gelo terazî çi ye û pîvan li gor kîjan standardê ye?. Gava em li standardê bipirsin, em digihînin navika mijarê. Bi rastî jî standardek ji me ra divê, ku em li gor wê asta pêşveçûna xwe, bergeh (mesafe) û bilindbûna xwe li jor sifirê bipîvin. Em wisa gihîştin peyva “zimanê standard” ku di vê dema dawî de, li ser vê mijarê gelek tê nivîsandin. Her yek, li gor têgihîştina xwe, di bin mijara “zimanê standard” de tiştekî têdigihîne. Hin kes ji “zimanê standard” yekirina herdu alfabeyên kurdî (yanê ya li ser bingeha latînî û ya li ser bingeha aramî-erebî) fehm dikin. Hin kes jî ji pêkanîna “zimanê standard” bikaranîna zaravayekî ji zaravayên me û ferzkirina wî zaravayî li ser yên din fehm dikin û wisa dixwazin. Hinên din jî ji “zimanê standard” têkilkirina hemû zaravayên me û ji nava wan pêkanîna “zimanekî tevayî” ji bo hemû kurdan fêhm dikin. Dawiya dawî, hen kes jî, ji “zimanê standard” standardkirina Kurmanciya Bakur, standardkirina Kurmanciya Başûr û standardkirina Kirmanckî fêhm dikin. Heya roja îro jî, kesên ku li ser vê mijarê dinivîsînin, hên jî li hev nekirine.

Gelo kîjan têgihîn ji van têgihînan pêkan û rêalîst e?. Tevî ku hin kes ji birayên me yên başûrî, bi behaneya ku zaravayê wan ji dehsalan de di xwendegeh û dibistanan da tê bikaranîn, bi her şêweyî hewl didin, ku zaravayê başûr bikin “zimanê standard” ji bo hemû kurdan, bi rastî, ne ji aliyê kurdên ku bi Kurmanciya Bakur diaxivin û ne jî ji yên ku bi Kirmanckî diaxivin, nayê pejirandin, ku dev ji zaravayên xwe berdin. Her û her di rewşeke wisa de, ku welatê kurdan hên ne welatekî yekgirtî û serbixwe ye, ev yek ne pêkan û gengaz e jî.

Lewre, tenê rêyek yan jî opsiyonek li meydanê dimîne, ku ew jî bikaranîna sê zaravayên standard e, wek ku îro hene.
Lê belê ka em bipirsin: Her zaravayek ji van zaravayên me, di hundirê xwe de çiqas gihîştiye asta “standardbûnê”?. Emê bersiva vê pirsê ji bo herdu zaravayên Kirmanckî û Kurmanciya Navîn (zaravayê başûr) ji nivîskar û xwendevanên wan zaravayan ra bihêlin. Helbet, kesekî wekî min, ku tenê bi Kurmanciya Bakur dinivîsîne, dikare tenê baweriya xwe li ser zaravayê ku pê zane bide.

Di vê mijarê de jî, baweriya hemû nivîskar û xwendevanên ku bi Kurmanciya Bakur dixwînin û dinivîsînin, bi temamî ne mîna hev e. Hin kes dibînin, ku Kurmanciya Bakur li ser bingeha gramêra Mîr Celadet Bedirxan êdî gihîştiye asta standardbûne. Hin kes dibêjin, belê bi gelemperî ev yek rast e, lê belê gava em li rastiya bikaranîna ziman di roja îro de temaşe bikin, emê bibînin, ku hin tiştên taybet, yên ku Mîr Celadet Bedirxan wek rêzik danîbûn, êdî hatine guhertin û di rastiya ziman de nema tên bikaranîn; wek mijara avêtina tîpa dubare û tîpa pêşîn ji tîpên ji yek cihderkê, ji nava peyvên lihevsiwarkirî û hin tiştên din. Hin nivîskar û zanayên me jî, bi taybetî yên ji herêma Qefqasan û welatên berê yên Yekîtiya Sovyetê, di vê rewşa Kurmanciya Bakur ya îro da, xwe girêdayî gramêra Mîr Celadet Bedirxan nabînin; ew hên nivîs û berhemên xwe li ser bingeha gramêra Prof. Qenatê Kurdo dinivîsînin.

Yanê, bi gotineke din, heger em ji hev re bi duristî bêjin, hên hin pirsgirêkên Kurmanciya me ya Bakur jî hene, ku divêt pêşî bêne çareserkirin, heya ku em bigihînin “standardeka temam” ji bo Kurmanciya Bakur.

Niha pirs ev e: Gelo ew berhem û pirtûkên ku me di destpêkê da qala wan kir li gor kîjan standardê têne nivîsandin û weşandin?. Gelo nivîskarên me li gor kîjan standardê dinivîsînin û weşanxaneyên me li gor kîjan standardê berhemên wan dipîvin yan sererast dikin?.

Heger em hinekê pirtûkan li aliyekî bihêlin û li gotar û nivîsên di tora întemêtê de têne weşandin temaşe bikin, emê bi ser ferşeke giran de bikevin. Helbet, hin nivîskar hene, heya radeyeka mezin, bi zimanekî xweş, ciwan û rewan dinivîsînin. Lê belê li hêla din, hin nivîs hene, ser û binê wan hevdu nagire; mirov hin caran ji ber wan bi rastî şerm dike. Lê belê, em pir nikarin lome û gazinan ji xwediyên wan nivîsan bikin. Bersiv li ber çavan e. Ewê bêjin: Keko ezê di kîjan dibistanê da perwerde bibim?. Ê bêjin, di vê tevliheviyê de, ez xwe li kê bigirim û li gor nivîsên kê şopekê ji xwe re bibînim?.

Ev rewşa me, rewşa zimanê almanî, ya dema “Duden” tîne bîra me. îro li Almanyayê “Duden” navê ferhenga rastnivîsa zimanê almanî ye. Lê belê di bingehê de ew navê mirovekî ye. Vî mirovê hanê, di dema xwe de, bi zimanekî wisa baş û xweşik dinivîsand ku mamosta û nivîskarên dema wî gotin, ka em hemû wek birêz Duden binivîsînin. Bi rastîjî wisa pêk hat. Zimanê almanî yê ku îro tê nivîsandin li ser bingeha rênivîsa Duden e. Helbet li Almanyayê Saziya Zimanê Almanî heye û ew ji her çend salan bi carekê, rêformekê di ziman de pêk tîne.

Em jî dikarin bêjin, ku em li ser bingeha rênivîsa Mîr Celadet Bedirxan diçin. Lê belê ji dema wî de êdî gelek sal derbas bûn û hewcedariya zimanê me jî bi hin rêforman heye. Ji ber tunebûna “Saziya Ziman” em îro di vê rewşa kambax de ne.
Gelo emê çawa nasbikin, ji van nivîskarên me yên îro, kî bêhtir nêzîkî standarda vê dema me ye. Bersiv li ber çavan e. Kî ji hemuyan bêhtir di jiyana rojane de ziman bi kar bîne, kî bêhtir zimanê xwe ji bingeha folklor û çanda gel bistîne, kî bêhtir di nava liv û tevgera ziman da be... Ewê ji hemûyan bêhtir nêzîkî standarda roja îro bibe.

Yek ji wan nivîskaran, nivîskarê vê pirtûkê rêzdar Salihê Kevirbirî ye. Salih, ligel ku bi temenê xwe gelek ciwan e jî, ji folklora me ya gelêrî gelek hez dike û pêwendiya wî bi dengbêjan re herdem xurt e; ew pirî caran dide ser rêyên dûr, da ku hevpeyvînekê bi denbêjekî ji wan dengbêjên gelêrî re bike. Lê belê divê neyê femkirin ku ew bi tenê li ser vê şopê kar û xebatên xwe didomîne. Helbet, ew rojnamegerekî zîrek e, gotarên wî baş têne xwendin û şopandin, di warê kirina gotûbêj an roportajan de jêhatî ye û ehlê karê xwe ye. Ew hem serpêhatî û dewlemendiya gencîneya kurdan digihîne xwendevanan, hem jî ji ziman û axaftina wan hînî zimanê gel yê pêtî û resen dibe.

Salihê Kevirbirî di rêdaksiyona kovar, rojname û weşanxaneyan û rêveberiya saziyên çandî de jî kar kiriye û hên jî kar dike, ew ji van çavkaniyan jî sûd û mifayê werdigire. Helbet, Salih heya niha gelek pirtûk jî nivîsandine û wisa hên di vî temenê ciwan de bûye xwediyê serborî û ezmûnên mezin. Ji ber vê yekê, zimanê Salih zimanekî xweş, rewan û herikbar e. Dibe ku Salih mîna hin zimanzanan navê hemû têgehên gramerê nizanibe; ev yek qet ne girîng e jî. Hin kesên ku xwe zimanzan dibînin, gava mirov nivîsên wan dixwîne, hest pêdike, ku zimanê wan dikule, hevokên wan dihejin û diçeliqin; mirov nikare tu cêj û tamê jê bibîne. Lê belê mirov nivîsên Salih gelek bi keyf û rihet dixwîne. Di nava hevokên wî de çand, huner û edebiyata gel û xweşikahiya zimanê me veşartiye.

Lewre, kesên ku dixwazin van taybetmendiyên nirxdar qezenc bikin, bila nivîsên Salihê Kevirbirî bixwînin. Naverok çi dibe bila bibe, Salih li ser çi jî binivîsîne, hem spehî dinivîsîne, hem jî germahiya çand, civak-jiyan û zimanê kurdewar dixe nav. Bi ser de jî mijarên ku li ser wan dinivîse, bi rastî jî balkêş ango serincrakêş in. Min bawer e dema ku we dest bi xwendina vê pirtûkê kir, hûnê di demeke kurt de xwe bigihînin dawiya pirtûkê û hewl bidin, ku hûn pirtûkên Salih yên din jî bi dest xwe ve bînin û bixwînin.

Ez serkeftin û pêşveçûnên hên mezintir ji nivîskarê meyî ciwan Salihê Kevirbirî re dixwazim.

Mustefa Reşîd
Cîgirê Serokê Navenda PEN-a Kurd
Almanya, Homburg, 01.11.2008

Beşê Yekem
Gotûbêj

Şivan Perwer:
“Xizmeta Cegerxwîn ji Xizmeta Rîtsos, Neruda, Nazim û Mayakovskî ne Kêmtir e”

Bi e-nameya kekê Ferzende Kaya, ku dixwest li ser Dosyaya Seydayê Cegerxwîn ” ez bi Şivan Perwer re gotûbêjek çêbikim, ketim nava keftûlefteke giran. Şivan Perwer, li Başûrê Kurdistanê bû ûji aliyê min ve ne diyar bû dê kengî were. Yekser min telefonek ji Şivan Perwer Intemational Cultural Foundation “ ango “Fonda Şivan Perwerya Çand û hunerêya Navneteweyî” re vekir. Yekji rêveberên fondê “Kek Dilêr” diyar kir ku Mamoste Şivan Perwer dê heta 2-3 rojan were û ewê hewl bide ku ji bo Kovara Esmerê hevdîtinek terxan bike. Piştî du rojan ji heman saziyê telefon hat ku divêyekser di nava 8 saetan de ezxwe bigihînim saziyê da ku em gotûbêja xwepêk bînin...

23'yê Tebaxê saet li 04:30 ê berê sibê ji Berlînê ketim rê û min berêxwe da Frankfurtê ku Fonda Şivan Perwerya Çand û hunerê li wir e. Heman şevî Şivan Perwer, ji Hewlêrê vegeriyabû Frankfurtê. Hevdîtina mepêk hat...
Şivan Perwer, pirsên li ser Seydayê Cegerxwîn ku salên dûvedirêj heval-hogirtiya hev kirine, bi dilgermî bersivand...

Cegerxwîn çi tîne bîra Şivan Perwer?
Hîmê helbest û rista welatperwerî, şoreşgerî, sosyalîstî, civakperestî, rexneya rewşa sosyo-ekonomîk, sosyopolîtîk, sosyo-cendereya Kurdistanê, dîrokzanî, lêkolînerî û fîlozofî tîne bîra min.

Cara yekemîn we li ku derê hev nas kir? Di hevnasiya we ya yekem de, serpêhatî û diyalogeke çawa di navbera we de derbas bû?

Seydayê Cegerxwin nêzî 80 salî bû û kocber bibû ji welatê xwe. Hate Swêdê. Min dîtina wî pir meraq kiribû. Ji ber ku derfeta min nebû ez bicûma welat û min ew bidîta. Fersendeke baş cêbû ku ew ...


Salihê Kevirbirî

Teyîba Min: Gotûbêj & Lêpirsîn

Do

Weşanên Do
Weşanên Do: 76
Teyîba Min: Gotûbêj & Lêpirsîn
Salihê Kevirbirî

ISBN: 978-9944-108-76-8
Teyîba Min: Gotûbêj & Lêpirsîn
Salihê Kevirbirî

© Salihê Kevirbirî, 2009
© Weşanxaneya Do, 2009
Cotmeh, 2009

Edîtor: Hüseyin Gündüz
Sererastkirin / Berg: Do
Sazkirina Wêneyan: Balan Zenderlioglu

Berdan Matbaacılık
Davutpaşa Cad. Güven San. Sit.
C Blok No: 215 Topkapı / İstanbul
Tel: (0212) 613 12 11

Weşanxaneya Do
Şehit muhtar Mah. Nane Sok. No: 5/5
Taksim / İstanbul
Tel: (0212) 243 01 56
Fax: (0212) 252 70 48
doyayinlari@hotmail.com

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2025
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals