Êrîş Dikin
Firat Cewerî
Compte d’auteur
Min evînek heye,
Ji min dûr,
Jîr û belengaze...
Min evînek heye,
Dareng,
DÎlber û awaze...
Min evînek heye,hevalol..
Stembar,
Zayok û nemirde...
Têxistin
Serbûrîyek / 7
Mm divê şoreş / 20
Bo azadî bi yek bm / 21
Ser soza xwe nayêm xwarê / 24
Bo mm xema mexwun / 26
Yekbûn gira dixîne / 27
Em tev bang km bo kurdîstan / 28
Hûnê bikevm / 29
Nawestim / 31
Li mm bi li vî halê mm / 32
Te ez helandim / 33
Megrî / 34
Werm / 35
Bimeş bra / 36
Prolêtarim / 38
Mm divê wabe / 41
Erîş dikm / 43
Me divê serbestî / 44
Kedfroşim / 45
Ku kurekî mm çê bibe / 46
Bonî çi hatm / 49
Werm bi me / 52
Carek zept bikim / 54
Bila fedî bikin / 55
Sibekê / 56
Ez wana nasdikim / 58
Rê ya te pê keve / 59
Daxwazya mm ya talî / 60
Evîna / 61
Bi çwîkek bûma / 62
Azadî xwş.zim / 64
Tu j î were dayê / 69
Kanî / 70
Divê êdî / 71
Ma ez tenê /
Ji şehîdên nemir / 73
Di hundurkî demim / 74
Bonî însana / 76
Darengim / 77
Şîret / 79
Mêrê min / 80
Jina min / 83
çima bejin ziravê / 85
Du nêçîr heye / 87
SERBURIYEK
Ez u dîya xwe
PÎra kevne jin
Li hev runiştin
Me gazin kirin
Me hev re got
Wer em bibne cot
Û em bigerin
Birçî û serqot
Duvre fikirî
Û we gote min
go ev wa nabe
Nabe kurê min
Divê em malî
Li hev bicivin
Hingî em dido
Ji mal bilivin
Li me bû êvar
Şîva me şorbe
Dîya min rabû
Wê vekir torbe
Torbe pir kevn bû
Tev kufuk û to
Bavê min ponijî
WÎ daliqand poz
Di nav torbe de
Hebûn pir ewraq
Gotnên kalkê min
Pir şîretin pak
Bavê min rabû
Dest avête wan
Go vana çinin
Bixwînin quran
Kete nav malê
Nexweşyak mezin
Dîsa dêya min
Ji min kir gazin
Hin bûn pêşverû
Hin man paşverû
Min rahişt pênûsê
Û derketim zû
Ez ketim rê û
Ez çûm gundekî
Bi tenê dimeşim
Wekî kundekî
Di wê rê de roj
Li min bû êvar
Çûm ser çemekî
Min av jê vexwar
Min dî xwişînek
Ji ber min helat
Marekî ser reş
Bi ber min de hat
.....
Firat Cewerî
Êrîş Dikin
Compte d’auteur
Compte d’auteur
Êrîş Dikin
Firat Cewerî
1981 -01- 2 1