The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Navên Kurdî


Editor : Han Date & Place : 2008, Berlin
Preface : Pages : 350
Traduction : ISBN : 978-3-940997-03-6
Language : KurdishFormat : 190x275 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kar. Nav. N° 5614Theme : General

Navên Kurdî

Navên Kurdî

Hüseyin Kartal

Han

"Navên li vê pirtukê hemû xwedî mane ne. Hemû nav ne pêşnav in, hin ji van navan dikarin mîna paşnav yan jî cinav bên bikaranin. Dibe, ku mane û avasaziya navan ji aliyê gelek kesan ve ne zelal bin. Ev nayê wê maneyê ku nav bixwe di nav xwe de ne zelai in. Heta ji min hat min navên Êrebî û biyanî nexistin vê pirtûkê. Dibe, ku hin nav wek erebî bixuyên, lê bingehên tu wekheviyên wan bi Êrebî re tune ne. Gelek gotinên Erebî jî, ger bi bingehîn li ser bê kolandin mirov dibine ku ne Erebî û ne jî ji familya zimanên samî ne. Piranî bingehên wan îranî (arî/awestî) ne. Mirov Rojhîlata Navîn berî îslamiyetê bîne berçavên xwe, wê bibine ku gelên samî dibin tesira çand û zimanên iranî(arî) de bûne. Zor biharûmetên çand-ziman û diyanetî ji geli mezra botan girtine. Ev tişteki zor baş e, ne xirab e; ger gel ji hev berjewendî bibînin. Divê di berjewendiyê de nankorî, xunmijî û zordarî tunêbe.
Navên tirkî di vê pirtûkê de tune ne. Gawa min li pirtukên navên tirkî mêze kirin, min dit ku zêdêtirî navê wan êranî û erebî ne. Yên êranî jî, bi taybetî piranî kurdî ...


DÊVLA PÊŞGOTINÊ

"Navên li vê pirtukê hemû xwedî mane ne. Hemû nav ne pêşnav in, hin ji van navan dikarin mîna paşnav yan jî cinav bên bikaranin. Dibe, ku mane û avasaziya navan ji aliyê gelek kesan ve ne zelal bin. Ev nayê wê maneyê ku nav bixwe di nav xwe de ne zelai in. Heta ji min hat min navên Êrebî û biyanî nexistin vê pirtûkê. Dibe, ku hin nav wek erebî bixuyên, lê bingehên tu wekheviyên wan bi Êrebî re tune ne. Gelek gotinên Erebî jî, ger bi bingehîn li ser bê kolandin mirov dibine ku ne Erebî û ne jî ji familya zimanên samî ne. Piranî bingehên wan îranî (arî/awestî) ne. Mirov Rojhîlata Navîn berî îslamiyetê bîne berçavên xwe, wê bibine ku gelên samî dibin tesira çand û zimanên iranî(arî) de bûne. Zor biharûmetên çand-ziman û diyanetî ji geli mezra botan girtine. Ev tişteki zor baş e, ne xirab e; ger gel ji hev berjewendî bibînin. Divê di berjewendiyê de nankorî, xunmijî û zordarî tunêbe.

Navên tirkî di vê pirtûkê de tune ne. Gawa min li pirtukên navên tirkî mêze kirin, min dit ku zêdêtirî navê wan êranî û erebî ne. Yên êranî jî, bi taybetî piranî kurdî ne. Gelek navên tirkên „sosyete" li metroplên mezin û bajaran bi kurdî ne. Haya gelek kurdan ji wan navan tune û piranî haydar jî nizanin ew nav navên kurdî ne, ji ber vi jî wan navan li xwe nakin, diçin li kuderê naveki erebî hebe wî li xwe dikin." (Ji pêşgotina çapa yekem).

Dê û bav, keç û kur û xwendevanên hêja,
bi çapa duyemîn ya navên kurdî em disa bi hev re ne. Careki din gelek serêşî û tevliheviya serî dibe para xebata min. Daxwaz ew bû ku ev xebat mina leksikonek mina ansiklopediyek yanî mina ferhengeke navan bikete destê xwendevanan, destê dê û bavan daku navên li zarokên xwe dikin bi mane bizanin. Emê hêviya xwe ya derxistina ferhenga navan bihêlin çapeke din. Ez derxistina ferhengeke navan ya ji aliyê keseki tenê rast ji nabinim. Ev yek karê saziyek e. Saziyeke ferheng û ziman dikare xebateke wiha bigire nav bernameya xwe û li bingeh û maneya navan ya; ji aliyekê etimolojik, ji aliyê din maneya rojane lêkolin bike û pêşkêşi xwendevanan bike. Keda yek niviskarekî têrî bingeheke xurtaniya bi vê yekê nake. Ez disa jî dixwazim, ger ramana xwe mina projeyeke bidim pejirandin, li ser maneya navan û bingeha wan ya etimolojik bixebitim.

Di çapa yekemin de nêzikê 20 hezar nav di pirtûkê de cih digirtin. Di çapa duyemîn de ev hejmar ji 60 hezarî bihurî. Nav di bingeh û awayên xwe de jî nulêzêdebûnê bêtir li ser bingeha berê berfireh bûn. Bingeha berê li ser lêkolinên etimolojik bu. Bi etimolojiya kite 0 peyvên navgêker maneya wan ji aliyê avahiyê hatibû ronikirin. Ji ber ku lêkolina bingehin u etimoloji bi zimanê almanî bun, zêde baia kesên me yên ku navlêker nekişand. Ji xwe ew lêkolin ji bo wan kesên ku li ser nav û ziman dixebitin, bu. Ji ser gapa yekemin ve 14 sai derbas bun. Di van 14 salan de gelek guhertin gêbun, ganda kurdi ji firehiyê ber bi kûrahiyê gu. Lêkolin u nivis zêde bun. Nivîskar û lêkolinvan gihîştin hejmareke hejayê peyvê. Navên zarokan xwe ji navên klasik û dini ber bi navên kurdi veguhestin. Ev yek ji ji bo gapeke duyemin bu hewes, rê vekir.

Em hin di destpêka lêkolina navên kurdi de ne, em di destpêka komkirin û raxistina ser rupelên reş de ne. Ev komkirin û pê§kê§kirineke firehi ye, divê ber bi kûrahiyê ve vegere. Lêkolina navan ji du begên bingehin pêk tê: komkirin û afirandêriya serzeminê gand û zimanê kurdi û hûr û kûrahiya lêkolîni ji aliyê bingehzanistiyê ve. Vekirin, raxistin û zelaliya bingeha kite û peyvên navgêker dikare maneya rast ya navan derxe holé. Ev yek xebatek e li pêg wan kesan ku bi mijûliya vê karê ve serêş in.

Derxistina maneya Navan

Bikaranina vê pirtûkê û derxistina maneyên navan; navê ku ez li zarokê xwe dikim, tê gi maneyê?

Her kesekê/i ku zimanê kurdi baş dizane, maneya kite û peyvên navgêker ji kêm zêde dizane. Mirov dikare li ser maneya kite û peyvên navgêker hûr bibe û maneya wan derxe. Listeya ew kite û peyvên navgêker ji aliyê maneya wan di vê xebaté de hatiye rêzkirin, lê dibe ku li hin deverên Kurdistan bi maneyên din ji xemili bin, mirov dikare wan maneyan jî lé zêde bike. Minak: Hatjînda. Ji van peyvan pék hatiye: hat-jin-da yani ew kes hat û jiyan da. Minak Gulperi ji gul u peri pêk tê, geiek maneyan di nav xwe de dihewine, mina gulê periyan, taca periyan, guleke ji cihana periyan, gulek ji rewşa me dur, em nas nakin yan ji periyeke geiek xweşik mina gulek û wd. Geiek nav yek mane ne yan ji xwediyê maneyeke diyar in, mina Berfin: kulilka berte, kulilka spi ya zivistanê ku di nav berte de derdikeve u tê maneya mina berfê spi ji. Zozan: Havingeh, ciyê mirov havinê derbas dike. Azad: serfiraz, serbixwe, sebest. Havin: Tavistan, desmsala tavin, germ. Zagros, Cudi, Agili, Gebarî, Nemrût, Sipari’, navên giyayan e ku hinek xwediyê maneyên din in jî. Ferat, Dijle, Aras, Munzur, Boti: navên geman e û pirmane ne. Hin gem navên xwe ji herêm u giyayan werdigrin u bervaji...

Hjn nav hene ji mirov re biyani dixuyên, mina: Rodio, Robin, Roder, Zara, Alale, Jinşeng, Jiyana, Lorya, Lora, Narinara, Walora, Walorya, Ramin, Zarkava, Fama, Jinviya,Kenveda, Janmira, Janja, û wd. Lê mirov li kîte u peyvên wan yên pêk hatine binêre, dibine ku ji gotinên bingehin yên kurdi tên: Rodin ji ro/;'(tav û roj) û d/n(ditin, ol yan şêt) pêk tê. Roder ji ro û der(derva, derketin) pêk té. Zara dikare pircûre be§ bibe: za(ja, ji, ji dayik za, derket, gêbu, roj ji dizê), ra(navé xudayê rojê ye û paşkite ye ji). Lê Zara dikare wiha ji bi dabeş bibe: Zar(ziman, devok, girîn û ahûzari), -a(pêvekek e, u mê(teminîn) pêk tine, girêdayi, xwedibun e). Robin: ro û b/n(tine û dibine). Narinara: bi geiek awayan dabe§ dibe; narin-ara, nar-in-ara, nari-n-ara, narin-a-ra, narin-ar-a, narin-a-ra. Bi her dabe§bunê re dikare maneyên nû bidê. Alale: al-al-e, alal-e (tê maneya a/ al e, yan renginiya belek, gav digire uwd.). Jinviya: ;/n(jiyan, temen), v/'ya(bihurka vinê, îrade yan daxwaz). Kenveda: ken-ve-da, ken-veda (ken vekir, co§eke ken ani holê).

Bi awayê jorin derxistina maneya navan hêsan e. Wekî din di gand wêjeya kurdi ev nav yan ji navgêker bi pirani hene, mirov dikare ji wan ji feyde bigire. Maneya navan afirandineke civakî û geleri ye ku bingeh dide pê§ketina lêkolinên zanist. Mina ziman nav ji ji wé afirandêriya diroki ya bingeha avahiya ganda gelan tê. Nivîskar û lêkolîner li ser vê bingehê xebata xwe ava dikin, hinek ji wan tînin ba hev, hinekan dabe§ dikin û rew§ên nû diafirinin lê ew bi xwe ji xwe tiştek lê zêde nakin; li ser wé hebûnê dibin afirander. Ev xebata me ji wisa bê ditin û pejirandin ji me re ji bo xebatên pê§ dibe hêz û alikari.

Hin nav geiek biyani û gêkiri bixuyên ji hemû li ser wê bingeha binavkiri ava bûne û me ji xwe ti§tek lê zêde nekiriye; tenê wê bingehê li ser afirandêriya wê bi kar aniye û vê bikaranînê bi qasi zanina xwe ya lékolinane hunandiye. Hévî û daxwaza min ji nivîskar û lêkolineran û ji xwendevanan ew e ku bi gaveki rexnegiri, bi ramanén vekiri û wêrekiyeke sivilane vê xebatê binirxinin. Tundiya rexne li ser xebatê zerar nade, xebatê xurt dike. Her kesek xwedimaf e ku xebateke li ser ganda wi gêbûbe, rexne bike, kêm û kurtahi, gewtiyan sererast bike. Bi vê hêvi û bendemayînê navên kurdi li zarok dikarin van navan fireh û belav bikin û bidin jiyandin,  hemû zarokan piroz bin; zarok dikarin van navan fireh û belav bikin û bidin jiyandin.

Huseyin Kartal
Adar 2008

Maneya kite u peyvén navgéker:

(Li ve derê tene maneyên kite u peyvén nav^êker hatine danin, lê ev ne maneyên bingeha lékolini ne. Ew beş dikare li ser etîmolojiya/bingehzanistiya ziman pêk bê).

a-: ,-an’ pêveka pirhejmar, di peyva rojane de tîpa '-n’ dikeve,-a’ dimine; aidiyeta me, ya. Ab-: av, avahi jî ji bingeha vê peyvê ye.
Adar-: 1) meha adarê; 2) agir.
Ak- pêveka navfêker di devokên din yên îrani de:,-og’.
Agir-: agir, adar, atar, adir, atûr Gwd.
An-: 1) pêveka pirhejmar, binêre: ,-a’; 2) ya / ya; 3) di nav peyvê de: dostone, azadawe... Ar-:l) agir; 2) arvan, ard; 3) bé deng; 4) sade, xwe§ik 5) ari; 6) §erm, heya; 7) tam u bina
tûj.
Aram-: bê deng, sukûnet, huzur, béhnvedan.
Ari-: 1) ari, xwe§ik, hêja; 2) ali, kirax, teni§t; 3) sade, saf.
Av-: av, beriqandi, arami, avadan.
Ava-: 1) avadani, avahi; 2) şanda avdani G xwezayê; 3) §éni, xwe§ik.
Azad-: serbest, serbixwe, bêbend.
Asu-: berbang, rojê sibê, asug
Ba-: 1) ba, hewa 2) li cem, tenişt.    .
Baha-: 1) fiyat, deger, kiymet; 2) agirlik, degerli.
Bahar/Bihar-: demsalek, xwe§ik, reng G ronahî.
Bai-: haydari, hayjêbGn, haydan, diqet, li cem, li ba, bejn, zihin, aqil.
Baia-: bilind, berz; baldan, baldari, haydan, b. bai.
Ban-: 1) xanî, banî; 2) mera, merge; 3) bang, gazi.
Bang-: deng lê dan, deng kirin, gazi.
Bar-: 1) bar li ser pi§t 2) bar, (koka dema niha) ji barané; 3) derbarê; 4) berhem, mahsul. Baran-: baran, dilopên avê.    ;
Ber-: 1) beriya ti§tek, pê§, bereyî 2) teni§t, li teni§t, ali; 3) nif§e, qabile; 4) fî§ek.
Berz-: bilind, jor, piroz.
Berzan-: ber zayinê, e§ir G herêma Berzan.
Bexş-: diyari, koka dema niha ya lêkera bex§inê.
Bext-: bext, §ans, qeder.
Bê-: ,bê: pêvekeke neyiniyê; koka konjuntîv G fermani ya lêkera hatinê.
Bêj-:yi gotinê, gotinén pandi.
Béri-: 1) bendewari, pan; hez G hesret; 2) pê§wazi, anin ber; 3) bê hay; 4) chGna ber pez. Biha-: biha, rGmet, hesabê bilind.
Bihar-'Ax bahar.
Bihip/bîhip-: cenet, ciyê xwe§.
Bira-: kurê dé G bav, bilader, kak.
Birln- 1) birîn, pizik, ê§a la§î G giyani; 2) jê kirin, qut kirin.
Bin- 1) bîn, bêhn, nefes, hilm; 2) koka dema niha ya lêkera dîtiné.
Bir- 1) hafiza, bîranîna ti§tek, mejGyî 2) kGrahi, bira avê.
Bor/a-: bihurk, bihurin, koka dema niha ya lêkera borîn/bihurînê, erdê nefandi, kon.
Can-: 1) can, jiyan, giyan; 2) jêhatî, bi can, taze, zindî.
Ciwan-: xortanî, ciwanî, spehi, xwe?ikahî, taze, nG.
Ci-: herêm, ci, war.
Cot-: 1) hejmarên cêwi 2) ajotina erdê.    ,
Cav-: 1) ?av, şaw, dîde; 2) şavik, kunik, pencere.
Qem-: 1) ava diherike, rGbar 2) ?av.


Navên Kurdî

Hüseyin Kartal

Han

Han Verlag
Navên Kurdî
Hüseyin Kartal

Çapa Duyemîn ya berfirehkirî
Adar-2008

Weşanên HAN

Navên Kurdî (60 HezarNavên Kurdi)
Huseyin Kartal
Wesanên Kan - 4
Ziman -1

Çapa Duyemîn ya berfirehkirî
Avrêl – 2008 / Berlin

Editor
Zeynel Abidîn Han

Karê Grafîkê
Gazin Onur Han

Çap û Girêdan
Han-Grafîk
Verlag & Werbeagentur
Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin

Tel.: + 49 (0) 30 23 55 25 40/42/43
Fax: + 49 (0) 30 23 55 25 41
han-qrafik@hotmail.de

Sipasi bo xebatkarên Xoybûn Kulturforum – Berlin
ku wan ji bo çapkirina vê pirtûkê alikarî kir.

ISBN: 978-3-940997-03-6



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2026
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals